Pêncşem, 25 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bozan: Mafê hêviyê baskê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pakêta darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: DEM Partî bal kişand ser ‘rapora berfireh’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Kurtulmuş zêde dema Tirkiyeyê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Riha, Tokat û Osmaniyeyê binpêkirina mafên mirovan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hunermendên Kurd ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ banga tevlîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser jîngehparêzan: Bav û kur hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê şehîd Evîn Goyî û hevrêyên wê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Agir Serhed taziye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Parîsê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Fermandar Bêrîtan şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Em ê têkoşîna şehîdên Parîsê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên Jin: Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e, ne bi tenê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê nasnameya Fermandar Elî Serhed eşkere kir û got, “Çawa ku fermandarê me yê fedayî Hevrê Elî ji bo parastina şervanên xwe her tiştê xwe feda kir, em ê jî bi heman awayî li ser xeta fedayitiyê bimeşin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Şêwaza têkoşîna fedayî ya ku bi Tevgera Apoyî li Kurdistanê dest pê kir, bû şêwazeke jiyanê û bû taybetmendiyeke bingehîn a têkoşîna me ya azadiyê. Bi hezaran mîlîtanên ku ji bo azadiya gelê me û jiyana bi rûmet tevlî refên berxwedanê bûn, bi fedayitiyê di kesayetiya xwe de temsîl kirin û ji bo vê yekê hewldaneke mezin dan. Fedayitiya ku bi rêwîtiya fedaî ya Rêber Apo dest pê kir û bi hevrê Zîlan – Zeynep Kinaci re bû kevneşopî, çavkaniya herî mezin a hêza me ye ku nirxên me yên maddî û manewî ku biafirîne.

 

Hevrêyê me Elî, yek ji mîlîtanên bêwestan yên vê karwanê û endamê Hêzên Taybet bû ku ji roja tevlî refên têkoşînê bû heta kêliya şehadeta xwe, bi kesayetiya xwe ya dilsoz, rast û kedkar, bi girêdana xwe ya bêhempa ya bi Rêbertiya me, şehîdên me û nirxên azadiyê re, fedayiyekî bijarte bû. Wî xwe di hemû xebatên şoreşa me de xwe berpirsiyar didît û bi girtina berpirsiyariyên girîng, her dem bi çalakbûnek bilind bû xwediyê meşa şoreşger. Her tim qadên têkoşîna herî dijwar hilbijart û hewl da barê hevrêyên xwe sivik bike. Hevrê Elî di her xebatê de bi ciddiyet û hesasiyeta xwe dihat nasîn. Fedayiyên Apoyî wekî keleha berxwedanê navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand û hê jî di berxwedana destanî ya serdema me de pêşengî dike. Di şerê li herêma Zapê ya Şehîd Delîl Batî de beşdar bû û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li wir hatin pêşxistin, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi fermandariyê berpirsiyariyeke dîrokî û girîng girt ser xwe. Bi hevrêyên xwe re tûnelên şer pêş xist, Girê Cûdî kir keleheke berxwedanê û li dijî dijmin derbeyên giran da. Demeke dirêj li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, fermandariya Tûnela Şehîd Yunus kir. Hevrêyê me, bi taktîk, profesyonelî, ruhê fedayî yê bilind û performansa leşkerî ya layîqî temsîl kir, di demên herî dijwar de bi manewiyata xwe ya xurt û girêdana xwe ya bi hevrêyên xwe re serkeftî bû. Heta nefesa xwe ya dawî jî bêyî ku ji şêwaza jiyana fedayî tawîz bide, jiya û şer kir. Hevrê Elî, bi coş, heyecan û evîna azadiyê dest bi têkoşîna xwe kir û di lûtkeyê de qedand.

 

Hevrê Elî di 29’ê Kanûna 2024’an de dema ku hewl da êrîşeke dijmin pûç bike, weke her carê bi wêrekiya xwe pêş ket û ji bo parastina şervanên xwe rîskek mezin girt û gihîşte şehadetê. Şehadeta Hevrê Elî jî mîna jiyana wî bi ruhê fedayî, bi armanca parastin û jiyandina hevrêyên xwe pêk hat. Bi şehadeta xwe, ji bo me bû sedema mezinkirina têkoşînê û israra li ser jiyana azad. Em diyar dikin ku bîranîna hêja ya Hevrê Elî em ê wî her tim di têkoşîna xwe de bidin jiyandin. Çawa ku fermandarê me yê fedayî Hevrê Elî ji bo parastina şervanên xwe her tiştê xwe feda kir, em ê jî weke şopdarên wî, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me bi heman awayî li ser xeta fedayitiyê bimeşin.

Em weke hevrêyên wî, ji malbata hêja ya Hevrê Elî Serhed, ji gelê me yê welatparêz ê Elcewazê û tevahiya Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku armanc û xeyalên Hevrê Elî wê bêguman bên cîbicîkirin.

Agahiyên nasnameyê yên hevrê Elî Serhed ê ku gihîşt şehadetê wiha ne:

Nasnav: Elî Serhed 

Nav û paşnav: Gurkan Ogmen 

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs 

Navê dayik – bav: Medya – Abdulkadîr 

Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Kanûna 2024 / Zap 

Hevrêyê me Elî li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê ku bi berxwedanên dîrokî û welatparêziya kûr tê zanîn, ji dayik bû. Malbat û derdora wî ya welatparêz bandoreke kûr li kesayetiya wî kir. Weke endamekî eşîra Hemoyî ku di Komkujiya Gêliyê Zîlan de li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker serî netewand û weke neviyê Keremê Elî yê ku li herêma komkujî lê pêk hat dihat nasîn, me bi guhdarkirina çîrokên qehremanî û zilmên dewletê mezin bû. Armanca dewleta Tirk a netewdewletî ya qirkirina fizîkî ya gelê me, ku bi ser neket û paşê bi qirkirina çandî û asîmîlasyonê xwestin encamê bigirin, bû sedem ku Hevrê Elî li dijî sîstemê serî rake. Bi guhdarkirina bûyerên zilma dewleta Tirk û şahidiya hin bûyerên civakî, wî xeyalên wan rojên ku tolê hilîne kir. Hevrêyê me ku demek çû dibistana dewletê, bi guhdarkirina kilamên dengbêjiyê haya wî jî rastiya dijmin çêbû. Astengiya li hember zimanê dayikê û înkara nasnameya Kurdî bû sedema nakokiyên kûr. Ji bo xilasbûna ji çerxa asîmîlasyonê ya sîstemê bibe, terka dibistanê kir û ji bo debara malbatê dest bi xebatê kir. Di ciwaniya xwe de rastiya dijmin baştir fêm kir û ji şerê ku bi pêşengiya gerîla li Kurdistanê dihat kirin bandor bû. Weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet, di dilê xwe de muhasebeyeke wijdanî ya dijwar kir. Di dema êrîşên DAÎŞ’ê yên giran û banga seferberiyê ya Rêbertiya me de, fêm kir ku bersiva lêgerînên wî tenê di refên têkoşînê de ye. Di sala 2014’an de, ku dijmin êrîşeke nû ya qirkirinê li dijî gelê me dabû destpêkirin, di dema Berxwedana Kobanê de biryara tevlîbûnê da. Wî bawer kir ku jiyaneke watedar û tola bûyerên dîrokî tenê bi tevlîbûna refên têkoşînê mimkun e û bi vê baweriyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

 

Di sala 2014’an de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû, hevrê Elî perwerdeya xwe ya yekem bi serkeftî qedand û paşê derbasî qadên şer ên giran bû. Ji têkiliyên hevrêtiyê yên di nav partiyê de û ji hevrêyên xwe yên bi ruhê fedayî şer dikirin hêzeke mezin wergirt. Bi kesayetiya xwe ya gihîştî û rast, bawerî da hevrêyên xwe û di demeke kurt de berpirsiyariyên girîng girt ser xwe. Her çendî şervanekî nûbe jî, bi tevlîbûna xwe ya bi moral û wêrekiya xwe ya di şer de bû mîlîtanekî hêja. Di gelek çalakiyên serkeftî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih girt û di Şoreşa Azadiya Rojava de kedeke mezin da. Her erkê ku girt ser xwe bi layîqî pêk anî. Di sala 2015’an de şehadeta pismamê wî Sîpan Çiyager – Celal Ogmen ê ku li Serêkaniyê şehîd bû, ji bo wî bû sedema mezinkirina têkoşîna xwe. Bi armanca pêkanîna xeyalên şehîdan li ser xeta Apoyî xwe bo tevlîbûna Hêzên Taybet pêşniyar kir. Di sala 2018’an de tevlî perwerdeyên di çarçoveya Hêzên Taybet de bû, di pêvajoya perwerdeyê de xwe di warê îdeolojîk, leşkerî, rêxistinî û manewî de bi pêş xist û ji bo gihîştina kesayetiyeke fedayî ya Apoyî hewldaneke mezin da. Li ser talîmatên Rêbertiyê bi kûrahî rawestiya û bi îdiaya fedayîbûnê, piştî pêvajoyeke perwerdeyê ya dijwar derbasî qadên pratîk bû û li wir cihê xwe girt. Di operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, xwest mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne û pêşniyara wî her tim li ser şerkirina li qadên şer ên herî germ bû. Bi tecrubeya xwe ya şer û bi zanebûna xwe ya îdeolojîk, bi israr pêşniyarên çûyîna qadên ku êrîşên dijmin lê giran bûn pêş xist. Li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li Zap, Avaşîn û Metîna, bi fedayitî berxweda, bi îradeya gerîlayên Apoyî yên bêşikestin nîşanî dost û dijminan da û di şopa hevrêyên xwe de meşiya. Bi jîrbûna xwe ya di taktîkên demê de, bi zîrekiya xwe ya di çareserkirina pirsgirêkan de, bi israra xwe ya li ser lêdana li dijmin, bi afirîneriya xwe ya taktîkî ya di pûçkirina êrîşên tinekirinê yên dijmin de û bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta fedayîtiyê, li herêma Zapê ya Şehîd Delîl Batî berpirsiyarî girt û gelek xebat bi serkeftî bi cih anî.

Li qadê û di tûnelan de bi pêşengiha şer a tîmên pispor bi ruhê fedayî yê Apoyî pêşengî kir. Bi taybetî di operasyona şoreşgerî yên ku derbeyên herî giran li dijmin xistin de bi awayekî pêşeng beşdar bû. Weke fermandarê koma êrîşê, bi ruhê fedayî yê Apoyî ber bi dijmin ve meşiya. Di operasyoneke şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê de ji stûyê xwe guleyek xwar û bi giranî birîndar bû. Lê bi îradeya xwe ya xurt û bi azmûna xwe zû baş bû, ji qadên berxwedanê û hevrêyên xwe yên fedayî yên ku pir jê hez dikir dûr neket û dîsa tevlî berxwedana dîrokî bû. Vê carê bi zêdetir hişmendî, jêhatîbûn û hêrsa tola ji dijmin hilanê, derbasî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bû û fermandariya Tûnela Şehîd Yunus girt ser xwe. Bi kedkariya xwe, fedakariya xwe û kesayetiya xwe ya bi moral dihat nasîn, hevrê Elî bû çavkaniya hêzê ji bo hevrêyên xwe û weke fermandarekî pêşeng û pratîkeke fermandariyê nîşan da. Bi manewiyata xwe ya xurt, di mercên herî dijwar de jî di gihîştina serkeftinên mezin de bandordar bû. Zêdetirî sê salan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi îradeya fedayî ya Apoyî derbeyên mezin li dijmin xist û wekî fermandarekî fedayî yê sembolîk navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand.

Hevrêyê me Elî, bi hevrêtiya xwe ya dilsoz, rast û dilgerm, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û ji me re mîraseke têkoşînê ya nejêbîrkirin hişt. Weke şopdarê hevrêyên xwe yên ku bi fedayitî şer kirin û tevlî karwana nemiran bûn, berpirsiyariyên xwe bi baldarî bi cih anî. Di 29’ê Kanûna 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû, em soz didin ku helwesta fedayî ya Apoyî û azmûna têkoşîna hevrê Elî wê ji bo me bibe mînak û bîranînên wî wê her tim bijî.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn
Nûçeya Pişt re QSD’ê êrîşa çeteyan a li El-Cezratê têk bir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPJ’ê şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bi bîr anî

HPJ'ê fermandar û gerîla Aryen Arê û Êrîş Berxwedan di salvegera 2'yemîn a şehadeta wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hezexê civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate lidarxistin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengiya Platformên Saziyên Demokratîk (DEKUP) civîna bi sernavê “Aştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê çalakî û civîn hatin qedexekirin

Walitiya Stenbolê diyar kir ku di navbera rojên 19-23’ê Adarê li bajêr hemû civîn, daxuyanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Fermandar Ronahî Yekta û avahiya ku 17 rojan lê li ber xwe da

Ji aliyê Stêrk TV

Bozan: Mafê hêviyê baskê aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xezal: Nenavedîbûn rêya derketina Sûriyeyê ji kaosê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pakêta darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt hat qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?