Sêşem, 17 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlya şehîd eşkere kir û got, “Hevrê Sila wê bi sekna xwe ya fedayiyane, têkoşîn, hevrêtî û cesareta xwe ya di şer de timî rê nîşanî me bide û em ê teqez armancên wê bi ser bixin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê sala 2022’yan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî raber kir. Dema payîza sala 2022’yan nêz bû, ji bo dijmin ji giran were paqijkirin û were nîşandan ku dagirkirina Kurdistanê ne pêkan e û tola dîrokî bê hilanîn, li Qadên Berxwedanê yên Girê Hekarî, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM gelek çalakî hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan jî; çalakiya êrîşê bû ku 25’ê Mijdara 2022’yan li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî hêza dijmin hate lidarxistin. Hevrêya me Sila Tolhildan di baskê êrîşê yê vê çalakiyê de cih girt, bi milîtana fedayî ya Apoyî hevrê Eylem Esrîn Memyan – Nûpelda Polat re mil bi mil bi cesareteke mezin bi ser dijmin de çûn. Hevrêya me Sila di vê çalakiyê de mîna xeyal û xwesteka xwe, dema bi lehengî bi ser dijmin de çû û şer kir şehîd bû. Hevrêyên me Sila, Eylem, Heqî, Adar, Medya, Rênas, Şahîn, Milîtan, Serxwebûn, Nejwan, Amed, Binevş û Baran pêşengî ji van çalakiyên payîza 2022’yan re kirin. Van çalakiyan tirseke mezin di dijmin de çêkir û kir ku dijmin ji gelek deverên rojhilat û rojavayê Zapê derkeve. Milîtanên fedayî yên Apoyî bi meşa xwe ya lehengane û cesareta xwe ya bêhempa, dijmin paşde şandin. Hevrêya me Sila Tolhildan jî yek ji van milîtanan bû, em wê bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Em bi hestên herî kûr ji malbata Ete ya welatparêz û pir hêja ku sê ewladên xwe di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd dan, gelê Botan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Fedayiya Apoyî hevrê Sila Tolhildan çeka birayê xwe û xwişka xwe li erdê nehişt, xwedî li bîranînên wan derket, bêteredut têkoşiya, li çiyayên Kurdistanê bi wêrekî û lehengî şer kir û şehîd bû. Têkoşîna wê ji me hemûyan re mînak e. Weke şopdarên xwişk û birayên şehîd, hevrê Sema, Koçer û Sila em soz didin ku di her şert û mercî de bibin şopdarên xeta şehîdan û meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad ku armanca wan a herî mezin bû, teqez pêk bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Sila Tolhildan bi vî rengî ne:

Nasnav: Sila Tolhildan
Nav û Paşnav: Sultan Ete
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik – Bav: Xoxê – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Mijdara 2022’yan / Zap

Hevrêya me Sila di nava malbateke hêja ya Botanî ya ji eşîra Didêrî ya welatparêz de, li Sêrtê hate dinê. Li derdoreke ku taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtîk û çanda welatparêziyê lê serwer e, mezin bû. Ji malbata wê û derdora wê gelek kes tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne, di têkoşîna welatparêziyê de berdêl dane û timî di nava berxwedanê de bûne. Vê yekê şêwe da karakterê hevrêya me Sila. Di zarokatiya xwe de guhdarî çîrokên lehengiyê kir, bû şahidê zilma dewletê û êşên gelê me, ev yek di mejî û dilê hevrê Sila de cih girt. Hevrêya me Sila li dibistanên cuda yên Sêrt, Amed û Şirnexê heya lîseyê xwend û qedand. Tevî ku xwendekareke zîrek û jêhatî bû, li cihekî çand û zimanê Kurdî lê tê înkarkirin û gelê Kurd rû bi rûyê êrîşên îmhayê dimîne, xwendina li dibistanên dewleta Tirk ji bo xwe weke heqaret dît û dest jê berda. Hevrê Sila tevlî xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger bû û dest bi têkoşînê kir. Xwe di gelek aliyan de pêş xist. Xwişka hevrêya me Sila hevrê Sema – Muhsîne Ete sala 2005’an tevlî nava refên gerîla bû û sala 2009’an li Botanê di kemînekê de şehîd bû, piştî vê şehadetê birayê wê hevrê Koçer Rustem – Hesen Ete sala 2010’an tevlî nava refên gerîla bû û sala 2014’an li Şengalê şehîd bû. Van şehadetan bandoreke kûr li hevrêya me Sila kir. Ew jî ji bo çeka xwişk û birayê xwe li erdê nehêle, têkoşîna wan bi ser bixe û tola şehîdan hilîne, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û sala 2014’an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû.

https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2009-ehitlerimiz/item/948-sema-muhsine-ete
https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2014-ehitlerimiz/item/3492-kocer-rustem-hasan-ete

Hevrêya me Sila, ji ber ku ji nava malbateke resen û welatparêz dihat di demeke kurt de adapteyî jiyana li çiyayên Kurdistanê bû. Piştî ku demeke kurt li Botanê dimîne derbasî Heftanînê dibe. Yekem perwerdeya gerîlayan li vir distîne. Bi hêza ku ji perwerdeyan digire û xwestekeke mezin dest bi pratîkê dike. Xwe di hemû waran de pêş dixe û kûrbûna li ser xeta azadiya jinan esas digire. Fermandara me ya nemir hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ji xwe re mînak digire û ji bo ku di gerîlatiya YJA Starê de xwe pêş bixe, hewl da. Girêdayî vê yekê beşdarî perwerdeya Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî dibe, di warê terz û taktîkên gerîlayan de tecrûbeyên mezin bi dest dixe û xwe ji pratîkên mezintir re amade dike. Piştî perwerdeyê li ba Rêveberiya KCK’ê beşdarî xebatan dibe. Bi sekna xwe ya baweriyê dide li ba hevalên di rêveberiyê de tecrûbeyên girîng bi dest xistin. Hevrê Sila ya ku dixwaze tempoya meşa xwe ya şoreşgeriyê zêdetir bike, ji bo ku li ser xeta Zîlan bibe milîtaneke dijwar derbasî warê fedaiyan Hêzên Taybet bû. Perwerdeyên li vir ên dijwar bi xwestek û hewleke mezin bi biryardarî temam kir û bû milîtaneke fedaî ya Apoyî ya ji hemû erkan re amade.

Hevrê Sila, bi qasî ku di jiyanê de tim bi moral û rûken bû li dijî dijmin jî tim û tim xwedî kîn û hêrsekê bû. Êşên ku dijmin bi malbat û hemû gelê Kurd daye kişandin û trajediyên ku şahidaya wan kiriye tim li ber çavên wê bû. Ji ber vê yekê dema ku derbasî Hêzên Taybet dibe navê xwe yê Sarîna Avesta weke Sila Tolhildan diguherîne. Bi hişmendiya tolhildana tiştên ku dijmin anîne serê gelê me, xwepêşxistin û bihêzbûnê dike mezintirîn armanca xwe. Di Hêzên Taybet de di nava xebatên girîng de cihê xwe digire. ji bo ku xwe li ser xeta azadiya jinan û di fermandariya YJA Starê de pêş bixe tim û tim di nava lêgerînekê de bû. Tu caran xwe pêşketî nedît û xwe bi tu serkeftinan sînordar nekir. Weke derwwêşekê jiya, felsefeya yek loqme û yek xirqe esas girt û bû fedaiyeke ciwan a pîvanên milîtaniya PKK û PAJK’ê di kesayeta xwe de temsîl dike.

Hevrêya me Sila, bi avaniya xwe ya enerjîk, azweriya têkoşînê ya bêdawî, bi kelecan û coşa xwe ya mezin di nava jiyanê de tim li nûjeniyan geriya. Bi tempoyeke bê navber û weke keseke ku tim têkoşîna xwe mezin dike, meşiya. Li gel êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di salên 2021 û 2022’yan de hevrêya me Sila jî bi xwestekeke mezin di nava amadekariyên şer de cihê xwe girt. Xwest li eniyên herî pêş pêşwaziya dijmin bike û tola salan bistîne. Ji ber ku ji malbata wê gelek xizmên wê, bira û xwişka wê beriya wê demê tevlî karwanê şehîdan bûbûn fermandarên wê destûra vê yekê nedan û xebatên cuda kirin. Lê belê her çend fermandarên wê xwestin hevrêya me Sila biparêzin û bikêşin xetên paş jî wê li hemberî vê yekê li ber xwe da. Di sala 2022’yan de ku wê salê têkoşîn bilind dibû, bêyî agahiya hevrêyên xwe hewl da derbasî li eniyên şer bibe. Dema ku ji aliyê fermandarên wê ve ev hewldana wê hate astengkirin jî hevrêya me Sila diyar kir ku divê ew bi awayekî teqez derbasî qadên şer bibe û tola xwe ya ku bi salan e di dilê wê de ye bistîne û tu kes nikare li pêşiya wê bibe asteng. Li hemberî vê biryardariyê, xwesteka hevrêya me Sila hate qebûlkirin û derbasî Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû.

Hevrêya me Sila ya ku xwe digihîne Eniya Şehîd Mûnzûr a li Qada Berxwedanê ya Girê FM û kedeke mezin dide, bi lez beşdarî pratîka li vir dibe. Hevrêya me Sila ya ku tim û tim li dijî leşkerên Tirk amade ye, hemû êrîşên dijmin pûç dike, di çalakiyên ku derbên mezin li dijmin tên xistin de xwedî kedeke mezin e. Bi kesayeta xwe ya bimoral, cesareta xwe ya mezin, enerjiya xwe ya jiyanê ya bêdawî û hevrêtiya xwe ya jidil ji hemû hevrêyên xwe re dibe hêz û moral. Weke gerîlayeke YJA Starê ya berxwedanê xurt û têkoşînê mezin dike, rola xwe ya dîrokî dilîze. Hevrêya me Sila, di 25’ê Mijdara 2022’yan de di çalakiya êrîşê ya li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de li gel milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêya me Eylem Esrîn Memyan – Nupelda Polat mil bi mil bi cesareteke mezin bi ser dijmin de diçin û di encamê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrê Sila wê bi sekna xwe ya fedayiyane, têkoşîn, hevrêtî û cesareta xwe ya di şer de timî rê nîşanî me bide û em ê teqez armancên wê bi ser bixin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Gulistan heta Narîn û Rojînê
Nûçeya Pişt re ‘Hevala Bêrîtan ji bo me xeta azadiyê diyar kir’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Akademiya Jineolojiyê wê konferansa li dijî zayendperestiyê li dar bixe

Akademiya Jineolojiyê bi armanca mezinkirina têkoşîna azadiya jinê û wekheviya civakî wê di 2'yê Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK: Cejna Qurbanê li gelê me û hemû alema Îslamê pîroz be!

KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û got: “Di van şert û mercan de…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gava li ser mafê hêviyê bê avêtin wê pêvajoya çareseriyê xurt bike’

Mûrat Aba diyar kir ku biryara binpêkirinê ya ku DMME’yê têkildarî Rêber Apo, ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?