Duşem, 24 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên DEM Partiyê li Melbourneyê tevlî civîna gel bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karatay ku piştî 31 salan hate berdan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kiliçdaroglu bertek nîşanî biryara Îmraliyê ya CHP’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê: Me bi PKK’ê hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê mekteba siyasî ya YNK’ê: Em bi Rojava û hemû aliyên Kurd re ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lingê kolberekî Kurd ji ber teqînê jê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talebanî: Bêyî YNK hikûmeta Herêma Kurdistanê nayê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber ku kolan bê kontrol man, çete zede bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê xwendevanê zanîngehê ku winda bibû, li Çemê Sîrwanê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên ku li dijî tundiyê daketin qadan, banga birêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Şengalî li dijî tundiya mêr rêyên çareseriyê nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Azadiya jinê bingeha veguherîna civakî û jiyana komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka DBP’ê li Zurihê ye: Aştî bi muxatabên azadiyê re tê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê bi sedan jin û mêr gotin, ‘Jin, Jiyan, Azadî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan avakirina aştiya civakî gotûbêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG NRÇ’ê pêşengên Tevgera Apoyî Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr bi hurmet bi bîr anî
Kurdistan

HPG NRÇ’ê pêşengên Tevgera Apoyî Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr bi hurmet bi bîr anî

Hate ragihandin ku Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr gihiştine şehadetê. HPG’ê NRÇ’ê fedaiyên pêşeng ên Tevgera Apoyî bi hurmetî, hezkirin, bêrîkirin û minetdarî bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 47 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG NRÇ) a têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:

“Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê hevrêyê me Sabrî Tendurek 18’ê Gulana 2016’an, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê hevrêyê me Masîro Xabûr jî 27’ê Gulana 2020’î li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn. Fedaiyên pêşeng ên Tevgera Apoyî û fermandarên leheng ên Hêzên me yên Parastina Gel hevrê Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr meha Gulanê ku meha şehîdan e şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi hurmet, hezkirin, hesret û minet bi bîr tînin. Di şexsê fermandarên me yên leheng de soza xwe ya dilsoziyê ya bi şehîdên xwe hemûyan re dubare dikin û dibêjin, em ê têkoşîna xwe li ser esasê xeta şehîdan hîn mezin bikin û hêjayî bîranîna wan bin.

Hevrê Sabrî Tendurek ji sala 1989’an dema tevlî nava refên PKK’ê bû heta bi sala 2016’an dema şehîd bû, 28 salan li çiyayên Kurdistanê bênavber bi rengê şoreşgerî meşiya. Hevrê Sabrî ku ciwanekî pak ê Kurd bû, esaleta karakterê xwe bi îdeolojiya Apoyî re kir yek û bû milîtanekî fedaî yê Apoyî. Hebûna xwe ji doza azadiyê ya gelê me û felsefeya Rêber Apo re kir diyarî. Li ser vê bingehê di nava têkoşîna 28 salan de mohra xwe danî binê gelek serketinan. Hevrê Sabrî di nava PKK’ê de bi kesayetiya xwe ya kedkar, hevrêtiya xwe ya bi wate, durustî, sadebûn, dilsoziya bi nirxên azadiyê, tevlîbûna xwe ya bi moral, wêrekiya xwe ya di şer de û baweriya xwe ya qewîn a bi felsefeya Apoyî hate naskirin. Beşeke mezin a gerîlatiya xwe li qadên herî zehmet ên Bakurê Kurdistanê derbas kir. Ji Serhedê heta bi Dersimê, ji Botanê heta bi Zagrosan û Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadên cografya Kurdistanê şer kir. Ji şervaniyê destpê kir û xwe gihand asta fermandariya manga, tîm, yekîne, tabûr, herêm, eyalet û fermandariya qadê. Di asta Fermandariya Eyaletê ya Serhedê, Fermandariya Qadê ya Dersimê, Fermandariya Qadê ya Botanê, Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Bakur li her qadê ya hezên me yên parastinê bi berpirsyariyê rabû. Ew fermandarekî serketî û hostayekî şer ê şareza bû ku ji tîm û yekîneyên gerîla heta bi hezaran gerîlayî hemû bi profesyonelî koordîne dikir. Weke derwêşekî Apoyî ku nefsa xwe têk bir, felsefeya ‘pariyek, xirqeyek’ di her kêliya jiyana xwe de temsîl kir. Hêrsa xwe ya bê dawî ya li hemberî dijmin û hezkirina xurt a ji hevrêyên xwe her tim parast, zindî hişt. Hevrê Sabrî li gel gerîlatiya xwe ya bêhempa û wêrekiya xwe ya di şer de, rêberekî gel ê heqîqî û pêşengekî PKK’ê bû ku şervaniya bêeman a xeta Apoyî, xeta îdeolojîk li her derê serwer kir. Gotina ‘Maf hat, batil tine bû. Ji xwe batil mehkûmî tinebûnê ye’ ya di metnên pîroz de derbas dibe, di nava PKK’ê de xist meriyetê. Ji ber ku hevrê Sabrî li her cihê ku lê bû edalet, rastî û rasteqînî serwer kir, her tiştên bêbingeh, kof û şaş tasfiye kir, bi vî rengî bû fermandarekî me yê mînak. Hevrê Sabrî ji ber van taybetmendiyên xwe bû tirsa dilê tasfiyekaran, li her cihê lê bû tasfiyekar tasfiye kir, rastî serwer kir, sîstema rêxistinî ava kir, rê û rêbaza wê afirand, coşa şoreşgerî ya mezin derxiste holê û serketinên girîng pêk anî. Lli her cihê ku hevrê Sabrî lê bû Apogerî û PKK serwer bû, di demên herî krîtîk de bû kadroyekî mîna çiyê ku rêxistina me karibe pişta xwe bispere wî. Hevrê Sabrî ku gelek serketin û têkoşîneke destanî ya ji 28 salan weke mîrate ji me re hişt, wê di nava têkoşîna me de her tim bê bîranîn û weke meşaleyeke azadiyê pêşiya me ronî bike.

Hevrê Masîro Xabûr jî ji sala 1989’an dema tevlî nava refên PKK’ê bû û heta sala 2020’î dema şehîd bû, 31 salan gerîlatiyeke destanî kir. Di temenekî gelekî ciwan de tevlî nava PKK’ê bû. Destpêkê ji dil baweriya xwe bi PKK’ê anî, piştre di gerîlatiyê de jiya, bi ked, hewldan û xweperwerdekirinê bi rengekî têgihiştî fêhm kir. Hevrê Masîro di salên herî zehmet de, li qadên şer ên herî giran, di demên herî dijwar ên têkoşîna rêxistinî de kar kir. Ji van pratîkan derbas bû, şahidî ji şehadeta bi sedan hevrêyên xwe re kir, bi sedan çalakî û operasyon li dar xist û bi vî rengî bû xwedî tecrûbe. Di gerîlatiyê de şareza bû û li fermandariyên manga, tîm, yekîne, tabûr, herêm, eyalet û qadê wezîfe kir. Weke ku cihekî şopa lingê wî lê nebe li her qada Botanê kar kir. Ji Botanê heta bi Qada Rêbertî, ji Zagrosan heta bi Amanosan, ji Efrînê heta bi Kobanê li çar parçeyên Kurdistanê pêşengî ji şerê parastina rewa yê gelê Kurd re kir. Dilxwaziya hevrê Masîro ya ji gerîlatiyê re, dilsoziya wî ya bi Rêber Apo re, manewiyata wî ya bilind a ji bo şehîdan, samîmiyeta bi hevrêyên xwe re, bala wî ya ji bo hunera leşkerî kir ku bibe fermandarekî bêhempa. Fermandarekî me yê serketî bû ku bi saya wêrekiya xwe ya mezin û îradeya xwe ya fedaî ya Apoyî di kêliyên dîrokî de gav diavêt, enerjî û dema xwe ji bo bilindkirina têkoşînê bi kar dianî, ji bilî têkoşînê xwe ji her tiştî vedigirt, felsefeya pariyek û xirqeyek ji xwe re dikir esas û timî bi rengekî dilnizm dijiya, bi hevrêyên xwe re dibû yek, her çend wezîfeyên mezin bi ser dixist jî ti carî xwe mezin nedidît. Taktîsiyenekî şer bû ku serê xwe li ser taktîkê diêşand, dijmin analîz dikir, li dij dijmin taktîk diafirand, rêbaz dida rûniştandin, teknîk dixist xizmeta taktîkê û dema ku ev hemû dikir jî gerîlatî bi rêbazeke afirîner bi cih dianî. Koordîneyekî şer ê hosta bû ku ji tîmên gerîla heta bi bihezaran şervanî koordîne dikir, di asta herî bilind de hêza leşkerî motîve dikir, baweriya bi serketinê diafirand, ru dida, bi rê ve dibir û dida şerkirin. Hevrê Masîro pêşengekî me bû ku hîn sax bû veguherîbû efsaneyê, mînak dihate nîşandan, bi pêngavên xwe yên nejirêze û bi taktîsiyeniya xwe dibû mînak, ber bi gerîlatiya serketinê ya xeta Apoyî ve bi gavên ji xwe bawer dimeşiya. Weke fermandarê fedaî yê Apoyî navê xwe li dîrokê nivîsî ku Berxwedana Kobanê ya Dîrokî afirand ku rê li ber dîrokê xist, çarenûs diyar kir û pêşketinên mezin afirand; di nava fermandariya wê de cih girt, bi rê ve bir, bi xwe şer kir û serketin bi dest xist. Meşa şoreşê ya hevrê Masîro ispateke rasteqîn a wê yekê ye ku mirovekî cewherî dema bi rengekî durust xwe digihîne îdeolojiya Apoyî û xwe dide gerîlatiyê, dikare çi bi ser bixîne. Fermandariya fedaî ya Apoyî ya hevrê Masîro ku wêrekî dida her kesî û pratîka wî ya têkoşînê ya 31 salan ji bo gelê Kurd û mirovahiyê weke destketiyeke mezin derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Em jî weke şervan û şopdarên hevrê Masîro em soz didin ku sekn û kesayetiya hevrê Masîro, jiyana wî ya têkoşînê ya 31 salan û fermandariya wî ji xwe re bikin mînak, hewl bidin bi cih bînin û her tim xwedî li bîranîna wî derkevin.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re ji dil dixwazin û careke din bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Sabrî Tendurek
Nav paşnav: Fetîh Şarlatan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Cemşîde-Adil
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Gulana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Masîro Xabûr
Nav paşnav: Bedîrxan Abo
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nerîman-Halît
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Gulana 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

SABRÎ TENDUREK

Gelê Kurd ku li gel afirandina nirxên destpêkê û yên herî mezin ên dîrokê di bin êrişên giran ên qirkirinê de li ber mirinê bû, bi PKK’ê re ji nû ve bi ser xwe ve hat û derkete ser dika dîrokê. Rêber Apo di nava şert û mercên welê de ku ji hêviyê tiştek nema bû weke şervanekî heqîqetê bi rê ket û xeteke berxwedanê ya destanî afirand ku li her bihosta Kurdistanê belav bû. Milîtaniya PKK’ê ya ku bi Berxwedana Zindana Amdedê re serî netewand û bi Pêngava 15’ê Tebaxe ya Dîrokî re îradeya serketinê hate afirandin. Jin û mêr ên leheng ên Kurdistanê li dora meşaleya azadiyê ya Rêber Apo civiyan û bersiva herî bi wate û bi heybet dan vê banga pîroz.

Yek ji ciwanên Kurd ên esîl ku guh dan banga azadiyê ya Rêber Apo û tevlî nava refên PKK’ê bû hevrê Sabrî Tendurek bû. Hevrê Sabrî li nava malbateke ji eşîra Şerefanê ya ji konfederasyona eşîra Ertûşî ji dayik bû. Hevrêyê me Sabrî li navçeya Elbak a Wanê ku bajarê qedîm ê Serhedê ye ji dayik bû, kevneşopî û çanda Kurdistanî ya parastî pejirand û bi wê mezin bû. Kilamên dengbêjan ên li ser serhildanan û zêmarên li ser êşa gelê me kir ku civaka xwe hîn baştir nas bike. Kesayetiya wî ya asî ya ku serî li ber zilmê neditewand, zû ava bû. Ji ber ku ji malbat û derdoreke welatparêz û berxwedêr bû, li pêşberî pirsgirêkên civakî hişyar û berpirsyar bû. Her wiha ji ber ku şahidî ji êşên gelê me yên ji ber dagirkeran dikir, her wiha berxwedana gerîla ya ku mezin dibû û bandor li tevahiya ciwanên Kurd dikir, bûn sedem ku hevrêyê me Sabrî bêteredût beşdarî nava refên têkoşînê bibe. Hevrê Sabrî 1’ê Tîrmeha 1989’an ku hingî 18 salî bû bêteredût tevlî nava refên têkoşînê bû. Di temenê bedew ê ciwantiya xwe de tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ê mezlûm bû ku di bin êrişên îmha, înkar û qirkirinê de, di bin zexta qirkirinê de ji bo hebûnê têdikoşiya. Li ser xeta Apoyî bi têkoşÎna xwe ya bênavber hewl da bersivê bide hesreta azadiyê ya gelê me.

Hevrê Sabrî ku li warê lê ji dayik bû û mezin bû xwe gihand gerîla, pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Serhedê kir. 11 salan li Eyaleta Serhedê têkoşînek meşand ku her kêliya wê zor û zehmet bû. Hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe bi îdeolojiya Apoyî afirand û bi gavên qewîn dest bi meşa azadiyê kir ku wê 28 salan dewam bikira. Têkoşîna xwe ku li Serhedê weke şervanekî nû da destpêkirin, heta ku bigihêje asta Fermandariya Eyaletê ya Serhedê dewam kir.  Ji xwe re kir pîvana bingehîn ku di nava her şert û mercî de dilsozê fermanên partiya me be. ji xwe re kir esas ku çanda berxwedanê û pîvanên jiyana azad biparêze yên ku PKK’ê bi bedêlên giran afirand û bi vî rengî li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê bawerî, hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Sabrî bi wêrekiya xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê, her wiha bi taybetmendiya xwe ya fetihkirinê jî bû fermandarekî gerîla ku çeperên dijmin ên herî zehmet xist. Di zivistana 93-94’an de êrişên dijmin ên gelekî berfireh li Tendurekê hemû têk bir. Qad ti carî neterikand û Tendurek veguherand keleheke berxwedanê ku nayê bidestxistin. Di nava şert û mercên giran ên zivistanê yên Serhedê de di nava berfa bi metreyan bilind de dijmin pêşwazî kir û bi taktîkên dewlemend derbên herî giran lê da.

Gevrê Sabrî ku bi gavên ji xwe bawer ber bi Egîdbûnê ve dimeşiya, bi sekn û pratîka xwe hêja hate dîtin ku biçe Qada Rêber Apo û tevlî perwerdeya Rêbertî bibe. Li ser vê bingehê hevrê Sabrî çû gel Rêber Apo, perwerdeya herî berfireh û kûr a li ser Apogerî û PKK’ê ji çavkaniya wê wergirt. Ne tenê gotinên Rêber Apo her wiha bala xwe da ser jiyan, liv û tevger, ziman û rêbaza Rêber Apo. Bi heyranî li rastiya mirovê azad, rêbertiya gel û têkoşeriya bêeman a kesayetiya Rêber Apo temaşe kir. Hevrê Sabrî bi her awayî hewl da Rêber Apo fêhm bike û bi cih bîne. Piştî ku perwerdeya xwe ya li Qada Rêbertî qedand, pûsûlaya Apoyî di dilê xwe bi cih kir û weke Apoyiyekî ti carî rêya xwe şaş neke careke din li Serhedê vegeriya. Hevrê Sabrî ku bi kincên sivîl hatibû çiyayê Serhedê vê carê weke fermandarekî Apoyî lê bû û bi zanebûna berpirsyariya xwe dest bi kar kir. Ji sala 1996’an heta sala 1999’an ku gelek operasyon û êrişên dijmin çêbû, hunera xwe ya fermandariya Apoyî xist meriyetê û li Serhedê karîbû hemû êrişên dijmin pêşwazî bike. Hevrê Sabrî ne fermandarekî welê bû ku şer ji eniya paş an jî ji dûr ve koordîne bike. timî bi xwe li qadê û li nava şer li gel şervanên xwe mil bi mil şer kir. Sala 1996’an di pêvajoya operasyoneke berfireh de di şer de ji rûyê xwe birîndar bû. Lê belê bêyî ku bisekine birîna xwe zû pêçand û wezîfeya xwe dewam kir. Dijmin her çend ji bo tasfiyekirina gerîla li Serhedê êriş kir jî ev yek weke hewldaneke pûç li çepera berxwedana gerîla ya bi pêşengiya hevrê Sabrî ket û bêwate bû.

Hevrê Sabrî bi hêrsa li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me hate kirin di sala 1999’an de berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û weke her milîtanekî Apoyî ji ber hevrêtiya kêm gelekî li ber xwe ket. Weke rexnedayinê jî ji xwe re kir esas ku di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de xwe kûr bike, bibe hevrêyekî têrker û baş ê Rêber Apo û kete nava hewldana vê yekê. Li hemberî meylên tasfiyekar ên ku hewl dida partiya me ji hundirîn birizîne bi sekna xwe gotinên xwe yekser got, sekneke radîkal nîşan da û bû parêzvanekî xurt ê nirxan ku bi keda Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd ve hatin afirandin. Di demên krîtîk de ku îmya, tasfiye û dejenerebûn dihate ferzkirin, baweriya xwe bi wê yekê anî ku helwesta herî rast bilindkirina şerê azadiyê li Bakurê Kurdistanê ye. Hevrêyê me Sabrî li ser bingeha bicihanîna xeta Apoyî di sala 2003’an de berê xwe da qadên têkoşînê yên zehmet, wezîfeya Fermandariya Qada Dersimê da ser milê xwe û derbasî Dersimê bû.

Di pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîranê ya Dîrokî de ku yek ji werçerxên girîng ên dîroka me ya têkoşînê bû, hevrêyê me Sabrî wezîfeya Fermandariya Qada Dersimê dikir û bû yek ji wan fermandarên me ku pêşengî ji pêvajoyê re kir û ji bo serketina wê kedeke mezin da. Bi saya kûrbûna xwe û ruhê xwe yê pêngavî ji bo gerîla karibe berê xwe bide qadên nû yên têkoşînê pêşniyar û nêrînên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û kete feraseta mezinkirina têkoşînê xurt kir. Hevrêyê me Sabrî ku bi asta xwe ya polîtîk û îdeolojîk fermandarekî pêşdîtî bû, bi saya hêza xwe ya çavdêrî û analîzê ya kûr taktîkên artêşa Tirk di dema wê de analîz kir û li hemberî vê jî tedbîrên bi bandor wergirt. Bi vî rengî bû yek ji wan fermandaran ku tevkariyeke mezin li afirandina nasnameya têknaçe ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir û cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

Piştî ku wezîfeya xwe ya li Dersimê bi rengekî serketî bi cih anî di sala 2006’an de vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî karên Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê (Bi navê xwe yê niha Fermandariya Biryargeha Navendî) bû. Piştî karê li Biryargeha Navendî yê ji du salan, vê carê jî wezîfeya Fermandariya Qadê ya Botanê hilda ser milê xwe ku berpirsyariyeke hîn girîng û giran bû û di sala 2008’an de derbasî Botanê bû. Li Botanê bû fermandarek ku da ser şopa fermandarê me yê nemir hevrê Egîd. Hevrê Sabrî li hemberî taybetmendî û meyla tasfiyekariyê ku hewl dihate dayin ku Botanê serwer bibe, şerekî îdeolojîk û rêxistinî meşand. Xeta Apoyî bi xurtî da rûniştandin, ferasetên li derveyî xetê beralî kir û asteke girîng afirand. Hevrê Sabrî dema ku wezîfeya Fermandariya Qadê ya Botanê dimeşand di têkoşîna hundir û derve ya li dijî dijmin de pratîkeke serketî nîşan da. Di sala 2010’an de piştî ku wezîfeya xwe ya li botanê bi cih anî vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di salên 2010 û 2011’an de li Ocaxa PKK’ê du dewreyên perwerdeyê dît û di vê pêvajoyê de bi kûrbûna xwe re beriya her tiştî bû lêgerînerê hevrêtiya rast. Weke şervanekî heqîqetê baweriya xwe bi wê yekê anî ku hevrêtiya rast a bi jinê re bi kûrbûna di têkoşîna zayendî de û bi jiholêrakirina taybetmendiyên bi serweriya mêr dibe. Hevrêyê me jiyana bi baweriya xwe di asta pîvanê de dît, di jiyana xwe ya têkoşînê de ji xwe re kir esas ku bi hevrêyên jin re li ser pîvanên azadiyê jiyanê parve bike. Ber bi fermandariya serketinê ve bi gavên rast û bi biryar meşiya û bi pratîka xwe bû çavkaniya hêzê ji hemû hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Sabrî ku di felsefeya Apoyî de xwe kûr kir û bi rêbaz û tempoya xwe serxistina wezîfeyên şoreşê ji xwe re kir esas, tecrûbeya xwe gihand hevrêyên nû. Di gihandina bi hezaran şervanên nû û bi sedan fermandaran de kedeke mezin da. Ji bo her hevrê di felsefeya Apoyî de, di gerîlatiyê de û di jiyana PKK’ê de xwe kûr bikin û bibin pêşeng, tecrûbe û danheviya xwe hemû danî holê. Hevrê Sabrî tişta ji PKK’ê wergirt, ti carî ji hevrêyên xwe venegirt. Ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve tecrûbeya xwe hemû xist têkoşîna me. Di gelek çalakiyan de li her qonaxê cih girt, li refên herî pêş bi hevrêyên xwe re şer koordîne kir. Li her qada têkoşînê ku lê bû, bi hevrêyên xwe hemûyan re yekîtiya ruhî afirand û pêngavên şoreşgerî bi rêxistin kir. Bi saya enerjiya xwe ya herikbar, kesayetiya xwe ya zindî û çalak hevrêyên xwe hemû jî tevlî ahengiya pêvajoyê kir û pêşengî ji afirandina rêbazeke têkoşînê ya bi bandor re kir. Hevrêyê me Sabrî ku xwedî jiyaneke dilnizm a hêjayî milîtaniya PKK’ê bû, ksayetiya sosyalîst a Apoyî bi rengekî hêja temsîl kir.

Hevrê Sabrî sala 2015’an di rapora xwe de bawerî û biryardariya xwe bi van gotinan anîbû ziman: “Di dîroka me ya têkoşînê de me zêdeyî 10 hezar şehîd dan. Bi taybetî di salên dawî de di encama şerê giran de gelek hevalên ku me nas dikir û em bi hev re diman şehîd bûn. Çawa ku dayikek li Kobanê ji bo şerê li Kobanê gotibû, ‘Qelenê Kobanê me bi xwîna xwe da’, ‘Qelenê Kurdistanê jî me bi xwînê da’. Xuya ye em ê hîn bêhtir bidin. Bêguman şoreş û azadî bê berdêl nabe. PKK partiyeke şehîdan e û li ser vê kevneşopiyê mezin bûye. Di vê mijarê de pîvana ku ez ê ji xwe re bikim esas, nîşaneya xwedîderketina li şehîdan bi şêweyê asta xwedîderketina li partiyê be. Pêşvebirina şoreşê, sekneke rast bi wefaya ji bo hevrêtiyê dibe. Haya min ji vê heye. Ez ê heta dawiyê hevalên xwe û şehîdên me ji bîr nekim û bibim xwedî tevlîbûn û sekneke xurt. Li ser van esasan, ji bo sala 2015’an bikin sala azadiyê ya Rêber Apo û Kurdistanê, ez ê heta dawiyê xwedî li vê armanca me ya bingehîn û dirûşma me derkeve û ji bo bicihanîna mîsyona xwe ya pêşengiyê ez ê hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînim. Ji bo mayindekirina serketina Kurdistanê em ê xwe ji kêmasiyên heyî paqij bikin, bi ruhê şoreşê ya serdemê em ê xwe amade bikin. Lewma ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û îradî ve li pêşiya xwe ti astengiyê nabînim. Li ser vê bingehê dikarim bibêjim ku ji hemû qadên têkoşînê re amade me. Bi beyana îradeyeke bi vî rengî ya xurt a ku pêwîstiya serdemê pê heye, ez soza serketina tekez a bi tevlîbûneke rast û xurt dikarim bidim gelê me û hemû hevrêyan.”

Hevrêyê me Sabrî Tendurek ku ji bo serketina têkoşîna dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê her kêliya xwe da berxwedanê û her berpirsyariya xwe bi rengekî hêja bi cih anî, ji jinûve avakirina gerîla heta bi bicihanîna serketî ya taktîkên dema nû di gelek karî de ked da. Piştî sala 2011’an di serî de Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê wezîfeya Fermandariya Sewq Îdare û piştre jî wezîfeya Fermandariya Sewq Îdare ya li Bakur hilgirt ser milê xwe. Heta 18’ê Gulana 2016’an ku di rojeke gelekî bi wate ya gele me û tevgera me Roja Şehîdan de di encama êrişeke dijmin de şehîd bû, ev wezîfeyên xwe bê kêmasî bi cih anî.

Hevrêyê me Sabrî fermandarekî me yê fedaî bû ku bi sekna xwe ya milîtaniya pêşeng, jiyan û têkoşîna xwe di gihîştina asta heyî ya meşa me ya azadiyê de ked û hewldaneke diyarker da. Şehadeta hevrêyê me Sabrî her çend ji bo gelê me û tevgera me giran jî be bi berpirsyariya ku dide me wê bibe havênê jiyana azad a gelê me. Hevrêyê me Sabrî Tendurek li ser her milîtanên Apoyî xwedî kedeke bêhempa bû û hîn sax bû bûbû efsane. Em hevrêyê xwe Sabrî Tendurek careke din bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku xeyalên wî tekez bi cih bînin.

MASÎRO XABÛR

Hevrêyê me Masîro Xabûr li gundekî Geverê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Gewdanê weke zarokê çaremîn ji dayik bû. Weke ewladê dayikeke kedkar, ku taybetmendiyên qedîm ên civaka komunal a dayikê di kesayetiya xwe de dihewand, bi çanda civaka polîtîk a exlaqî ya xurt mezin bû. Ev çand û exlaq hem karakterê hevrê Masîro diyar kir hem jî bû zemîna kesayetiya wî ya xurt a di tevahiya jiyanê de bi gavên ji xwe bawer bimeşe. Bi pêkhatina Pêngava 15’ê Tebaxê 1984’an û belavbûna gerîla li Kurdistanê re dewleta Tirk êriş bir ser gelê Kurd ê li herêmên çiyayî û bejahî. Zilmên gelekî giran li gelê Kurd hatin kirin. Gundê Geverê yê ku hevrêyê me Masîro lê ji dayik bû û mezin bû, bû hedefa êrişên dijmin. Ji ber zextên dijmin bi malbatî neçar man ku ji Geverê koçî Elkê bikin. Hevrêyê me Masîro heta sala 1989’an li Elkê ma û li vê derê dibistana seretayî xwend. Dengê Tevgera Apoyî ku li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû, bandor li dil û mejiyê hevrêyê me Masîro jî kir. Çîrok û gerîlatiya efsanewî û bi heybet ên fermandarên me yên navdar ên Botanê şehîd Doktor Baran – Muslum Dûrgûn û Şehîd Ezîme – Mîhrîban Saran mîna her kesî bala hevrê Masîro jî kişand. Hevrê Masîro ku ji zarokatiyê ve aşiq û dilxwazê çiyê bû, xwest weke lehengên ku navê wan bihîst bibe gerîla. Di Tîrmeha 1989’an de li Elkê bi rêya hevrê Şehîd Doktor Baran tevlî nava refên gerîla bû. Beşdarî yekîneya hevrê Doktor Baran bû, li wê derê dest bi pratîkê kir û perwerdeya xwe ya destpêkê jî ji Şehîd Hereko – Hisên Çawiş dît. Perwerdeya destpêkê ya îdeolojîk û teorîk a ku şehîd Herekol da hevrê Masîro bû hêmanên esasî yên jiyana şoreşgerî ku wê bi dehan salan dewam bikira. Gerîlatiya ku ji hevrê Doktor Baran hîn bû, bû havênê fermandariyê ku wê piştre bibûya efsane. Pêvajoya ku hevrê Masîro li Botanê tevlî nava gerîla bû, ji bo tevgera me demeke gelekî zehmet û krîtîk bû. Ji ber ku ew sal bûn ku çetekariya wê piştre di dîroka me ya têkoşînê de weke Çeteya Çaran bihata binavkirin û mehkûmkirin li Botanê rabû û hewl bida xwe serwer bikira. Hevrê Masîro wê demê gerîlayekî ciwan bû, xwedî hêzeke teorîk û polîtîk nebû ku karibe çetekariyê bi detayên wê eşkere bike, lê belê weke feraset xwedî mejiyê PKK’ê bû ku zanibe ev çetekarî Apogeriyê temsîl nake. Hevrê Masîro bi rengekî cewherî, durust û kedkar beşdarî xeta Apoyî bû, di tevahiya jiyana xwe de her tim ji nêzîkatiyên tasfiyekar, çetekarî, derveyî xetê û nêzîkatiyên sivik ên gerîlatiyê xera dikin dûr ket û kete nava şerekî xurt. Li Botanê timî di nava yekîne û tabûrên bi tevger de bû, lewma li temamiya qadên Besta, Herekol, Payîzava, Feraşîn, Şax, Colemêrg, Berwarî, Garisa, Gabar, Çirav, Mêrdîn, Kerboran, Hezex, Mawa, Cûdî, Kêla Memê, Qileban, Heftanîn, Metînayê gerîlatî kir. Li Botanê cihek nema ku hevrê Masîro neçû, hedefeke dijmin nema ku keşif nekir. Ji zozanan heta bi qadên daristanî, ji çiyê heta bi deştê li her qadê hînî gerîlatiyê bû. Bi saya taybetmendiya xwe ya adaptasyonê hînî her qadê, rewşê û mercî bû. Gotina ‘Gerîla weke avê ye, li her cografyayê ji xwe re rêyekê dibîne û weke avê diherike’ xiste meriyetê. Hevrê Masîro gerîlayekî şareza bû ku li Kurdistanê dikarîbû mîna avê biherike, xwe berde nava her detayê, bi qadê re bibe yek, pişta xwe bispêre cografya bêhempa ya Kurdistanê û li dijî dijmin şer bike. Hevrê Masîro pratîkeke welê kir ku karîbû hemû êrişên berfireh ên dijmin, operasyonên bi beşdariya bi deh hezaranl eşker, çete û kontrayan pêşwazî bike, dijmin pûç bike û di heman demê de derbê lê bixe. Li cih û demên cuda pênc caran bi rengê cuda birîndar bû. Ji her birîndariyê ders wergirt û gerîlatiya xwe hîn xurt kir. Hevrê Masîro ku fermandarekî gerîla yê wêrek bû û bi tirsê nizanîbû, beşdarî bi dehan çalakiyên serdegirtin û êrişê bû. Bi saya wêrekî, jîrbûn û taktîsyeniya xwe, ji ber gelek çalakiyên xwe yên serketî hêjayî xelatê û bilindkirina payeyê hate dîtin.

Hevrê Masîro di payîza 1996’an de derbasî Qada Rêbertî bû û heta payîza 1997’an salekê li gel Rêber Apo ma. Hevrê Masîro ku piştî pratîka têr û tijî ya 8 salan perwerdeya Rêber Apo wergirt, li pêşberî jiyan, îdeolojî û xeta Apoyî xwe kûr kir, li xwe pirsî. Li pêşberî ziman, tempo, rêbaz û feraseta encamgir a Rêber Apo pratîka xwe nirxand. Ji xwe re kir armanc ku rastiya Rêbertî bi kûrahî fêhm bike, Apogeriyê hîn zêdetir bipejirîne û di kesayetiya xwe de şênber bike. Zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî Rêber Apo û bîranîna şehîdan be û bi hemû hêza xwe hewl da Rêber Apo bijî û bide jiyîn. Hevrê Masîro piştî perwedeya Rêber Apo, weke ku jinûve jidayik bûye bi hêz, moral û perspektîfeke gelekî mezin ji bo Eyaleta Wanê ya ser bi Botanê hate wezîfedarkirin. Heta sala 1999’an bênavber li vê derê kar kir. Her wiha meşa xwe ya bi wêrekî û bi biryardarî li vê derê jî dewam kir û weke fermandarekî Apoyî bi roleke girîng rabû. Hevrê Masîro li ser bingeha biryara vekişînê ya sala 1999’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Heta bihara 2000’î li vê derê ma û beşdarî civînên rêxistinê yên navendî bû. Ji ber ku dewleta Tirk pêvajoya vekişînê li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd binirxîne bi rengekî namerdî hewl da bike firsendek ji bo îmhakirina gerîla, hevrê Masîro sala 2000’î careke din derbasî Botanê bû. Di van salan de ku li gorî salên berê şer lê zêde giran nebû, hebûna gerîla ya li Botanê parast û kir ku têkiliyên bi gelê me re xurt bimîne. Dis ala 2002’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li qadên Zagros, Qendîl û Garê pratîk kir.

Hevrê Masîro meşa xwe ya şoreşê bi gavên ji xwe bawer, bi rengekî qewîn û bi afirandina xwe bi kedê meşand, di encama danhevî û tecrûbeya xwe ya kûr a gerîlatiyê de sala 2005’an ji bo wezîfeya Fermandariya Eyaleta Wanê guncaw hate dîtin. Ev wezîfeya girîng hilda ser milê xwe û careke din derbasî Botanê bû. Heta sala 2010’an bê navber li Eyaleta Wanê kar kir. Ev sal ew sal bûn ku dijmin giranî da ser teknîkê, dest bi bikaranîna balafirên bêmirov kir, êrişên hewayî yên li hemberî nuqteyên diyarkirî dikir û leşkerên xwe bi amûrên cuda dida şerkirin. Di vê pêvajoyê de ku artêşa Tirk bi serweriya teknîkê û şêweyên nû yên êrişê hewl dida encamê bi dest bixe, rêbaz û taktîkên dijmin timî şopand û kete nava lêgerîna wê yekê ku van pûç bike. Hevrêyê me Masîro ku xwedî kesayetiyekî gelekî hestiyar û hesas bû, bala xwe dida ser detayên herî biçûk û ji şikandina êrişên dijmin û lêdana derbên mezin a li hemberî dijmin, pêşengî kir. Di van salan de ku dijmin bi taybetî bi rêya termalên li ser çekên ferdî hewl dida gerîlayên li zozanan tasfiye bike, hevrê Masîro yekîneyeke dijmin bi hostatî xist kemînê û dest danî ser çek û cebilxaneyên li ser dijmin. Yekemcar dûrbîna termal a li ser çeka ferdî ya dijmin bi saxlemî bi dest xist. Hevrê Masîro ku bala xwe li ser hunera leşkerî, çek û teknîkê di asta herî bilind de bû, bêyî ku agahî û broşurek li ber destê wî hebe, bi xwe pê ve mijûl bû û ev teknîka termal a nû keşif kir û hînî bikaranîna wê bû. Piştî ku hîn bû, çalakiyeke gelekî serketî li zozanên Feraşînê bi bikaranîna çeka dijmin pêk anî, yekîneyeke dijmin xist kemînê, bi temamî tasfiye kir, çû ser cenazeyên dijmin, dest danî ser çek û cebilxaneya dijmin û bêyî windahiyê bide çalakiyeke serketî pêk anî. Bi vî rengî hem teknîka dijmin bêkêr kir, hem rahişt vê teknîkê û li dijî dijmin bi kar anî, hem jî taktîka dijmin pûç kir û bi vî rengî gaveke taktîkî ya nû ya ji bo tasfiyekirina dijmin da destpêkirin. Bi saya eleqeya xwe ya ji bo hunera şer, bûyerên rojane kêlî bi kêlî dişopand, serê xwe li ser êşan, rêryên çareseriyê afirand û bû yek ji fermandarên me ku di jinûve avakirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li qada şer pêşengiya fikrî, pratîkî û taktîkî kir. Li ser vê bingehê di navbera teorî û pratîkê, teknîk û taktîkê de hevsengiya bêhempa afirand û di nava têkoşîna me de bû yek ji fermandarên gerîla ku gavên destpêkê avêt.

Hevrêyê me Masîro ku yek ji mîmarên têkoşîna destanî ya li Bakurê Kurdistanê bû, di payîza 2010’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di zivistana 2010 – 2011’an de beşdarî perwerdeya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Di perwerdeyê de hem tecrûbeya xwe ya kûr bi hevrêyên xwe re parve kir, hem jî li pêşberî xeta Apoyî li xwe pirsî û sekna xwe hîn xurtir kir. Hevrê Masîro di sala 2011’an de ji bo tevlî perwerdeya li Ocaxa PKK’ê bibe derbasî Qendîlê bû. Lê belê ji ber ku dewleta Îranê di sala 2011’and e êrîşî partiya me PKK’ê kir hevrêyê me Masîro li vê derê beşdarî şer bû. Di şerê parastina rewa de yê li hemberî êrişê hate kirin bi roleke çalak rabû. Piştî ku ev êrişa berfireh a ji bo tasfiyekirina tevgera me bi berxwedana gerîla pûç kir û şer qediya, tevlî perwerdeya li Ocaxa PKK’ê bû. Piştî ku perwerde bi serketî û kûrbûneke xurt qedand, di bihara 2012’an de ji bo wezîfeya Fermandariya Qadê ya Amanosê hate tayînkirin û li gel hevrê Bedreddîn Amanos – Îbrahîm Şengul derbasî Amanosan bû. Hevrê Masîro heta sala 2013’an li Amanosê pratîk kir û piştî agirbestê ji bo destwerdana li êrişên çeteyan di Tîrmeha 2013’an de derbasî Rojavayê Kurdistanê herêma Efrînê bû.

Hevrê Masîro ku di parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de keda xwe mezin e, herî zêde nav û rola xwe di Berxwedana Kobanê ya Dîrokî ya sala 2014’an de da bihîstin. Hevrê Masîrodi fermandariya Berxwedana Kobanê de wezîfe hilgirt ser milê xwe û ev berxwedana destanî bi pêş ve bir. Bêguman cihgirtina di nava berxwedaneke dîrokî de, meşandina fermandariya wê gelekî girîng e. Lê belê di şer de kêliyên krîtîk hene ku îradeya rêveçûna dîrokê diyar dikin, hikum dikin û serketinên dîrokî bi xwe re tînin û çarenûsê diyar dikin. Di atmosfereke welê de ku Berxwedana Kobanê li êrişên herî giran rast dihat, hin derdoran êdî hêvî jê birî bûn, çeteyên DAÎŞ’ê ji her alî ve piştgirî digirt û dor li Kobanê pêçandibûn, berxwedan li çend taxên dawî asê ma bû, fîşek mîna baranê dibariya, top û bombardûman dibariya, sîsarkan xwe li bendê danî bûn û digotin ‘Kobanê ha dikeve, li ber ketinê ye’, hêzên hegemonîk ên navneteweyî ji hewayî û bejahî ve dişopandin û digotin ‘Gelo wê Apoyî karibin tiştekî bikin’ hevrê Masîro îradeya fermandariya fedaî ya Apoyî derxist holê. Gotina navdar a hevalê Masîro ku digot, ‘Çend çeteyên pîsik û qirêj hene, em ê wana paqij kin’ ku li Kobanê li ser zimanê hemû berxwedêran bû û hêvî da her kesî, di kêliyeke bi vî rengî ya dîrokî de hate bilêvkirin û pêngaveke dîrokî da kirin ku kes ne li bendê bû. Hevrê Masîro li qada şer ne ji bo biçûkxistina dijmin, lê ji bo nîşandana îradeya fedaî ya Apoyî bi rengekî ji xwe bawer ev gotin anî ser ziman. Mirovahî îro ji belayê DAÎŞ’ê rizgar bûye, lewma di nava şert û mercên niha de axaftin an jî nîşandana lehengiya li dora maseyê hêsan e. Lê belê di demekê de ku dewlet û artêşên mezin dema navê DAÎŞ’ê dibihîstin ji ber direviyan, nîşandana îradeya serketinê, nêzîkatiya lehengiyê bûbû para fermandarê fedaî yê Apoyî hevrê Masîro. Weke yek ji afirînerên serketina wê berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsand ku gotina ‘Kobanê wê bibe Stalingrad û êrişa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê we bibe destpêka bidawîbûna DAÎŞ’ê’ xist meriyetê.

Hevrê Masîro Berxwedana Kobanê ya Serfiraz bi vî ruhî, vê feraset, wêrekî û taktîkên gerîla yên bêhempa, li gel fermandarî û şervaniya Apoyî gihand serketinê û heta sala 2016’an li Rojavayê Kurdistanê pratîk meşand. Piştî ku rola xwe ya dîrokî ya li vê derê bi cih anî, wezîfe radestî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Masîro piştî ku hat çiyê, di Adara 2016’an de beşdarî civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bû. Li ser bingeha pêwîstî û perspektîfa di vê civînê de derkete holê, ji bo beşdarî Fermandariya Qadê ya Botanê bibe di 4’ê Nîsana 2016’an de derbasî Botanê bû. Hevrê Masîro temamiya Botanê weke kevika destê xwe nas dikir, lewma yek ji taybetmendiya wî jî ew bû ku pêwîstî bi kûrye nedidît. Bi saya hestiyariya xwe ya xurt û bilind, bi saya pêşdîtina xwe ku zanîbû kengî ji ku derbas bibe, bi serweriya xwe ya li ser qadê û dîsîplîna xwe ya xurt, biçûya ku derê timî weke pêşengekî diçû. Hevrê Masîro ku cografya gerîlatî lê dikir li dil û mejiyê xwe dineqişand, her timî weke pêşengekî meşiya. Timî ji aliyê hevrêyên xwe ve dihate rexnekirin ku li şûna xwe biparêze û hinekî li paş bimîne timî li pêş bû. Lê belê hevrê Masîro ti carî qebûl nekir ku li paş bimîne. Hevrê Masîro du salan weke endamê Fermandariya Qadê ya Botanê wezîfe kir, di sala 2018’an de weke berpirsyarê di asta yekemîn de weke Fermandarê Qada Botanê wezîfe wergirt. Rêbaza êrişan a nû ya dijmin ku li gorî îstîxbarata kêlî bi kêlî û teknîka zêde dimeşand, zû analîz kir û li hemberî vê yekê dît ku divê ji rêbaza yekîneyên gerîla derbasî tîmên gerîla bibe. Ji bo vê pêşdîtina xwe ya bilind bixe meriyetê û taktîka êrişê ya dijmin pûç bike, kedeke mezin da. Pêşdîtina bilind a hevrê Masîro li dîwarên taybetmendiyên me yên hînbûyî ketibe jî ti carî dest jê berneda û ji bo pêkhatina gerîlatiya ku jê piştrast bû, israr kir. Di pêvajoya jinûve avakirinê de ku gerîlatiya modernîteya demokratîk ava dibû hevrê Masîro bi pêşdîtin, pêşniyar û hewldanên xwe bû yek ji wan fermandarên me ku tevkariya girîng kir.

Hevrê Masîro li gel nexweşiyek ku li qirika wî der bû û gelekî zor dida wî jî hewl da wezîfeya girîng û berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li Botanê bi cih bîne. Li gel ku hevrêyên wî jê re got ku divê bê dermankirin, hevrê Masîro ji bo karibe hîn bêhtir xizmetê ji gelê xwe, doza azadiyê û hevrêyên xwe re bike heta kêliya dawî israr kir ku li Botanê bimîne. Di sala 2019’an de piştî ku nexweşî gelekî cidî bû, tedawî qebûl kir û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di dema tedawiyê de li gel ku diviyabû dermankirina wî divê li cihekî rehet be hevrê Masîro diyar kir ku şert û mercên bi vî rengî zorê didin wî, ji bo tedawiyê jî bê ew ji konformîzmê gelekî aciz e û dixwaze bê çiyayên Kurdistanê yên ku dilxwazê wê bû. Hevrê Masîro pêvajoya tedawiyê li çiyayên Kurdistanê dewam kir û ji bo demeke kurt li Fermandariya me ya Biryargeha Navendî hem tedawiya xwe dewam kir hem jî kûr bû. Di encama nîqaşên bi fermandariya me re ji bo karibe careke din wezîfeyên şoreşê yên mezin pêk bîne bi armanca tevlîbûna li perwerdeya li Ocaxa PKK’ê ya Sakîne Cansiz bi rê ket. Hevre Masîro di rê de ji ber rêbazeke tevgerê ya li derveyî înîsiyatîfa wî, di 27’ê Gulana 2020’î de di encama êrişa dijmin de şehîd bû.

Fermandarê me yê pêşeng hevrê Masîro yek ji kedkarên mezin ên têkoşîna me ya azadiyê, hişê mezin ê leşkerî her tim rê nîşanî me da. Şehadeta hevrê Masîro bêguman ji bo gelê Kurd û Tevgera Apoyî şehadeteke welê ye ku telafiya wê zehmet e û şûna wê nikare bê dagirtin. Lê belê mîrateya têkoşînê ya dewlemend a ku ji me re hişt, bi durustî, hevrêtiya xwde ya pak û hunera gerîlatiya xwe ya serketî wê timî rê nîşanî me bide.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parlamenterên DEM Partiyê li Melbourneyê tevlî civîna gel bûn
Nûçeya Pişt re Elîf Kaya: Azadiya jinê bingeha veguherîna civakî û jiyana komunal e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aqlê Kurd divê li Rojava vegere

Li Rojavayê Kurdistanê, derfeteke zêrîn ji bo miletê Kurd peyda bûye. Lê ev derfet ji…

Ji aliyê Luqman GULDIVÊ

Li Colemêrgê 151 serokên desteya sindoqê yên HDP’ê hatin redkirin

Li Colemêrgê 151 kesên ku HDP’ê ew wekî serokên desteya sindoqê peywirdar kiribûn, hatin redkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bi edaleta jinê em ê hesabê êrişan bipirsin’

Jinan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Em xwe bi rêxistin bikin, xurt bikin û azad bibin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê: Me bi PKK’ê hebûna xwe nas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê mekteba siyasî ya YNK’ê: Em bi Rojava û hemû aliyên Kurd re ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Lingê kolberekî Kurd ji ber teqînê jê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?