Yekşem, 2 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têrê nake, divê berpirsyarî bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hakan Fîdan dîplomasiya li dijî Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temel: Eger pêvajo civakî bibe, vegera jê wê ne hêsan be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê gava şênber bê avêtin, qanûnên derbasbûnê bêne derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seferên balafiran ên navbera Silêmaniye û Tirkiyeyê jinûve destpê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîroka mirovahiyê dîroka komunan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ciwanro nerazîbûna li dijî cezayê li mamosteyan hatî birîn, zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji DEM Partiyiyan re got: Wezîfeya xwe bikin, civakê bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bestayê qirkirina daran didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrfan Cûdî: Hevalê Şivan nirxekî mezin ê gelê û partiya me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Canpolat: Mafê hêviyê divê tavilê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Murad: ‘Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Nîşan dan ku bi helwesta xwe ya şoreşgerî ya di jiyan û şer de û bi gerîlatiya modernîteya demokratîk ku bi ruhê fedayî yê Apoyî hatiye pêçandin, dikarin çi bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 60 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:

“Em têkoşerên fedaî yên Apoyî û hevrêyên xwe Sefqan Garzan, Rêvan Aslan, Bahoz Bagok, Argeş Tolhildan, Berxwedan Hesekê, Mîtan Agirî û Cîlo Çarçela yên di têkoşîna sala 2025’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di berxwedana serdemê de cih girtine bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Dewleta dagirker a Tirk tevî êrîşên dermirovî jî li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê şikestinek mezin xwar. Hevrêyên me erkên xwe yên dîrokî bi cih anîn û bûn nûnerên xeta fedaî ya Apoyî yên nayên jibîrkirin. Bi wêrekî, fedakarî û hewldanek bêhempa hemû erkên dan ser milê xwe bêteredût bi cih anîn. Hevrêyên me yên tevî derfetên kêm jî ti sînor nasnekirin û kesayeta serketinê di xwe de ava kirin, pîvanên milîtaniya fedaî yên Apoyî di lûtkeyê de temsîl kirin. Nîşan dan ku bi helwesta xwe ya şoreşgerî ya di jiyan û şer de û bi gerîlatiya modernîteya demokratîk ku bi ruhê fedayî yê Apoyî hatiye pêçandin, dikarin çi bikin. Em soz didin ku em ê mîrateya têkoşîna ku hevrêyên xwe Sefqan, Rêvan, Bahoz, Argeş, Berxwedan, Mîtan û Cîlo yên ku ji bo azadiya gelê me bê hesab têkoşiyan, ji me re hiştine bi serketinê tacîdar bikin û em hevrêyên xwe yên şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Li ser vê bingehê, em di serî de ji malbatên hêja ên hevrêyên me yên şehîd û ji gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku em ê hêjayî bîranîna hevrêyên xwe yên fedaî bin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Sefqan Garzan
Nav û paşnav: Agit Akgun
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dayik û bav: Fatma – Rasîm
Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Adara 2025’an / Zap

Sefqan Garzan – Agit Akgun

Nasnav: Rêvan Aslan
Nav û paşnav: Berîvan Katar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Kadriye – Husnu
Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Adara 2025’an / Zap

Rêvan Aslan – Berîvan Katar

Nasnav: Bahoz Bagok
Nav û paşnav: Recep Ûnus
Doğum Yeri: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Servet – Îsa
Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Çileya 2025’an / Zap

Bahoz Bagok – Recep Unus

Nasnav: Argeş Tolhildan
Nav û paşnav: Veysî Aktaş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
navê dayik û bav: Merci – Recep
Dîrok û cihê şehadetê: Nîsana 2025’an / Zap

Argeş Tolhildan – Veysi Aktaş

Nasnav: Berxwedan Hesekê
Nav û paşnav: Omer Herdan
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê dayik û bav: Sena – Seleh
Dîrok û cihê şehadetê: Nîsana 2025’an / Zap

Berxwedan Hesekê – Omer Herdan

Nasnav: Mîtan Agirî
Nav û paşnav: Salîm Selmo
Cihê jidayikbûnê: Rimêlan
Navê dayik û bav: Meryem – Suleyman
Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Sibata 2024’an / Zap

Mîtan Agirî – Salîm Selmo

Nasnav: Cîlo Çarçela
Nav û paşnav: Xelîl Suleyman
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Navê dayik û bav: Marî – Abdulkadîr
Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Çileya 2025’an / Zap

Cîlo Çarçela – Xelîl Suleyman

SEFQAN GARZAN

 

Hevrê Sefqan li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji malbatek welatparêz ê ku di têkoşîna azadiyê de berdêl daye, ji dayik bû. Malbata hevrê Sefqan ji ber eslê xwe ji Mala Cengo ku li Bedlîsê malbateke navdar e, xwedî kevneşopiyeke kûr a Kurdewarî bû. Malbata hevrê Sefqan ji destpêkê ve beşdarî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku Rêber Apo û PKK’ê pêşengiya wê dikirin bûn. Xizmê wî yê nêzîk, hevrê Xalit-Reûf Akbay ku di salên destpêkê yên têkoşîna me de tevlî refên gerîla bû û di nav komên pêşîn de vegeriya welêt, di 16’ê Nîsana 1985’an de li herêma Duhokê şehîd bû. şehîd Xalit hem di nav malbatê de û hem jî li herêma ku lê dijiya bû efsanewî û navê şehîd li her derê belav bû. Paşê apê wî, hevrê Şoreş Tetwan-Îhsan Akgun di sala 1992’an de tevlî refên gerîla bû û di sala 1997’an de şehîd bû, ji bo malbata hevrê Sefqan bû rûmetek mezin. Bavê hevrê Sefqan di destpêka salên 1990’î de ji aliyê dijmin ve hate girtin û demek dirêj di girtîgehê de ma. Ji ber vê yekê di zarokatiya xwe de bavê xwe nedît. Piştî ku bavê wî ji zindan derket ji ber zextên dijmin ên li ser wî û malbatê berdewam kirin, neçar man ku koçî bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê bibin. Hevrê Sefqan piraniya jiyana xwe li Îzmîrê derbas kir û kesayetiya wî li wir teşe girt. Hevrê Sefqan her çiqasî di bin bandora polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin de ma jî, qet ew cewhera ku di dilê xwe de hildigirt winda nekir. Timî karakterê welatparêz û şoreşger ê malbata parast. Hevrê Sefqan piştî ku dibistana amadeyî ya Îzmîrê qedand, ji bo zanîngehê çû Manîsayê. Li wir bi rastiya jiyanê re rû bi rû ma û derfet dît ku rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Her çiqasî hestên wî yên welatparêzî xurt bûn jî, di nava avaniyekî rêxistinkirî de cih negirtibû, lê di salên zanîngehê de di nava xebatên ciwanan ên şoreşger û welatparêz de cih girt. Hevrêyê me vê pêvajoyê wekî derfeta ji bo naskirina Rêbertiyê û lêhûrbûnê nirxand, parêznameyên Rêbertiyê yên ku bi dest xistin gelek caran xwend û di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûrbûn esas girt. Di demek kurt de hat asta ku pêşengiya xebatên ciwanan bike û her roj têkoşîna xwe mezintir kir. Piştî sê salan li Manîsayê xwendin, beşa xwe li Wanê domand û li wir jî du salan xwend. Hevrêyê me bi vî awayî ji beşa endezyariya kîmyayê ya zanîngehê mezûn bû û li Wanê bi awayekî çalaktir tevlî têkoşînê bû. Hevrê Sefqan bi gerîlayên Çiyayên Zagrosê re têkilî danî, wekî milîs xebatên xwe domand. Hevrêyê me hem di pêşxistina xebatên xweparastinê de û hem jî bi tevlîkirina şervanên nû ji bo nava gerîlayan re eleqedar bû û keda wî di dehan hevrêyên ku bi gerîlayan re bûn yek de derbas bû. Hevrêyê me, di erdheja Wanê de ji hevgirtina gelê me hêz û moral digirt, bi qasî ku ji destê wî hat hewl da ku birînên gel derman bike. Hevrê Sefqan piştî ku dewleta Tirk pêvajoya ku jê re digot “Pêvajoya Çareseriyê” di sala 2015’an de ji holê rakir, biryar da ku tevlî refên gerîla bibe û hizirî ku divê rastiya dijmin bi zimanê ku ew jê fêm bikin were bersivandin. Hevrêyê me li ser vê bingehê ji Çiyayên Zagrosê tevlî refên gerîla bû û kêfxweşiya pêkanîna xeyalên xwe yên zarokatiyê jiya.

 

Hevrê Sefqan li herêma Zapê perwerdehiyek kurt dît, piştre li Şehîdgeha Zapê dest bi peywirê kir. Li vir gorên hevrêyên xwe yên şehîd parast û xemiland. Hevrê Sefqan giraniya peywira ku her kêliya wê bi manewiyatê barkirî ye hîs kir û vê yekê kir sedema mezinkirina têkoşînê û lêhûrbûnê. Ev peywira xwe demek kurt meşand, di encama lêhûrbûna xwe ya kûr de pêşniyara xwe ya ji bo beşdarbûna Hêzên taybet kir. Hevrêyê me ji ber sekna xwe ya pêbawer di sala 2016’an de beşdarî Hêzên Taybet bû. Li wir di perwerdehiyek kûr de derbas bû û derfeta ku xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pêş bixe dît. Hevrêyê me li wir bi taybetmendiyên ku ji pergalê wergirtibû û li pêşiya fedaîtiya wî dibûn asteng re rû bi rû hat, bi wan re têkoşiya û li ser bingeha felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de guherîn û veguherînên girîng çêkir. Sala 2016’an a ku wekî sala fedîtiyê derbasî dîroka têkoşîna azadiyê bû, di zanyariya berpirsyariyeke giran li xwe bar kiribû de bû û bi bawerî û biryardariya xwe ya serketinê xwe ji bo her erk û mîsyonê amade dît. Di vê wateyê de bi helwest û sekna xwe bû milîtanê Apoyî yê mînak.  

Hevrê Sefqan piştî perwerdehiya xwe bi serketî qedand, di nav Hêzên Taybet de beşdarî xebatên girîng û stratejîk bû û di pêşxistina taktîkên serdemê de kedek mezin da. Bi saya afirînerî, baldarî, xebatên dîsîplînî û kesayetiya hestyarî hişt ku serketinên girîng bên bidestxistin û roleke diyarker di bidestxistina serkeftinên girîng di hin braşên leşkerî yên Tevgera me de lîst. Hevrê Sefqan demek dirêj di van xebatan de ma û bi fedakariya xwe hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir û timî di nava hewla mezinkirina têkoşînê de bû. Hevrêyê me bêwestan lêkolîn û ceribandin kir û pêşengiya xebatên ku dimeşand kir.

Dema ku dewleta dagirker a Tirk êrîşî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kir, hevrêyê me di beşdarbûna berxwedanê de israr kir û ev pêşniyar demekê nehat qebûl kirin. Lê hevrêyê me di pêşniyara xwe de israr kir û bi kelecan li benda kêliya ku ew ê li kêleka hevrêyên xwe yên di çeperan de li ber xwe bidin, bû. Pêşniyara hevrêyê me ji ber sekna fedaî ya di jiyanê de û jêhatîbûna di taktîk û teknîkên leşkerî de hate qebûlkirin. Hevrêyê me di sala 2022’an de bi coş, xwestek û heyecaneke mezin vegeriya welatê fedaiyan a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê. Hevrêyê me li çeperên berxwedanê yên ku rewşa herî parzinandî lê dihat jiyîn cihê xwe girt, armanca wî ya herî mezin ew bû ku tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne. Li ser vê bingehê, nêzîkî sê salan di tunelên şer ên herêma Girê Cûdî de li ser xeta fedaîtiyê têkoşînek bêhempa meşand. Hevrê Sefqan ji bo hêrsa xwe ya li dijî dijmin bide der, her kêliya xwe di lêhûrbûnê de derbas kir û her firsenda biçûk ji bo çalakiyê bi kar anî. Hevrêyê me yê ku di van xebatan de serkeftî bû, beşdarî gelek çalakiyan bû û îradeya fedaiyên Apoyî nîşanî dijmin da. Hevrê Sefqan bi beşdariya xwe ya jiyanê, helwest û jêhatîbûna xwe ya leşkerî bawerî da hemû hevrêyên xwe, ti carî teredût nekir û bi coş û heyecan hemû xebatan meşand. Hevrêyê me bi vê taybetmendî û beşdariyê, xwe nêzîkî Rêber Apo hîs dikir û hestên mezin ên ku jiyaye kir sedema mezinkirina têkoşînê.

Hevrê Sefqan dema ku li ser erka xwe bû, di êrîşeke dijmin de 20’ê Adara 2025’an tevlî kerwanên şehîdan bû. Hevrê Sefqan bi hevrê Rêvan re mîrateyeke efsanewî ya têkoşînê li pey xwe hişt. Em wek hevrêyên wî soz didin ku bîranîna hevrê Sefqan di Kurdistana Azad a ku di hesreta wê de bû, bidin jiyîn.

RÊVAN ASLAN

 

Hevrê Rêvan li Şirnexê di malbateke welatparêz a ji eşîra Cafirî de ji dayik bû. Hevrê Rêvan ji ber ku malbata wê girêdayî çanda qedîm a Botanê bû û di her şert û mercî de nirxên azadiyê diparast, bi çand, ziman û kevneşopiyên xwe ve girêdayî ma. Hevrêya me demekê li dibistanên dewleta Tirk xwend, li wir cara yekem rastiya dijmin nas kir. Hevrê Rêvan qebûl nekir ku di van dibîstanan de ji xeynî ziman û çanda xwe, ziman û çandekî cuda lê were ferzkirin. Ji ber vê yekê, piştî demekê dev ji xwendinê berda. Piştre di encama lêhûrbûnê fêm kir ku dijmin dixwaze bi rêya van dibistanan zarokên Kurd, bi taybetî keçên Kurd asîmîle bike û qirkirina Kurdan temam bike. Ji ber vê yekê hêrsa wê ya li hember dijmin pêş ket. Hevrê Rêvan mîna her zarokek Kurd ku li Kurdistanê, bi taybetî li Botanê ji dayik bûye û mezin bûye, rûyê hovane û zalim ê dijmin nas kir. Şahidiya zilm, êşkence û komkujiyên li dijî gelê me yê ku daxwazên xwe yên herî mafdar tînin ziman kir û hêrsa wê ya li hember dijmin hîn dijwartir bû. Hevrê Rêvan di temenê xwe yê biçûk de têkoşîna gerîlayên ku hêza rizgariya gelê me ne, nas kir û ji bo gerîla sempatîyek kûr pêş xist. Apê wê Kamil-Ahmet Katar piştî ku têkoşîna me li Botanê berfireh bû, tevlî refên gerîla bû, piştî demekê gihîşt şehadetê û çîrokên qehremaniya wî bala hevrê Rêvan kişand û ew bi apê xwe serbilind bû.https://sehidjiyane.com/tr/2024/06/22/kamil-ahmet-katar/

Hevrêya me, timî Wî ji xwe re mînak digirt, xeyala tevlîbûna nava refên gerîla dikir. Paşê gelek xizmên wê yên nêzîk tevlî refên gerîla bûn û ev yek bandor li ser hevrêya me çêkir û gerîla wekî parçeyek xwe dît. Hevrêya me ji ber vê yekê, timî meraq dikir û dixwest gerîla bibîne, her gava ku serdana gundên xwe dikir, hêviya dîtina yekî ji wan dikir. Hevrê Rêvan ev hêvî û xeyalên xwe çend caran pêk anî, ji hevrêtiya germ û kûr a gerîla bi bandor bû. Nîqaşên ku bi gerîlayan re kir hişt ku jiyanê baştir fêm bike û bi rêya nîqaşên bi hevrêyên jin re, têgihîştineke kûrtir bi dest xist. Hevrêya me ji ber vê yekê lêgerîna xwe hîn kûrtir kir, ji dotmama xwe ya ku di 2012’an de tevlî refên gerîla bû, îlham girt û biryara tevlîbûnê da. Hevrê Rêvan li ser vê bingehê, di sala 2013’an de vegeriya çiyayên Botanê û bi tevlîbûna refên gerîla xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.

Hevrê Rêvana ku ji herêma Bestayê tevlî gerîla bû, piştî demek kurt ji wir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Lê ti carî hevrêyên ku li Bestayê nas kiribû û di fêrbûna gerîlatiyê de alîkarî dabûnê ji bîr nekir û roniya wê zanînê rê nîşanî gerîlatiya wê da. Hevrêya me perwerdehiya xwe ya şervanê nû li herêma Heftanînê dît û li wir derfet dît ku hemû hûrguliyên jiyana gerîla fêr bibe. Bi saya perwerdehiya îdeolojîk a ku dît rastiya gelê me, dîroka wan û têkoşîna wan a ji bo azadiyê nas kir û ji têkoşînê hêz girt. Wekî nefereke têkoşîna azadiya gelê me, mayîna li çiyayên Kurdistanê ji bo xwe wekî rûmetekê dît. Hevrê Rêvan wekî jinek ciwan derfetek dît ku ew qalibên ku pergal li ser jinan ferz kirine bişkîne û ji bo azadiyê derkeve çiyayan ji xwe re wekî şensek dît. Hevrê Rêvan ji bo bingeha îdeolojîk û teorîk bi dest bixe, lêhûrbûn kir. Hevrê Rêvan di heman demê de ji rastiya xwe bêtir derxist zanyariyê û derfet dît ku ew taybetmendiyên ku pergala kapîtalîst di wê de afirandibûn zelaltir analîz bike. Bi zanîna ku ev taybetmendî dikarin li pêşiya têkoşîna wê bibin asteng, bi xwe re ket nav şer û hewl da ku wan derbas bike. Hevrêya me di vî şerî de bi ser ket û pêwîstiya domandina vê şerê navxweyî fêm kir. Hevrêya me di wê zanyariyê de bû ku wekî hêzeke xweparastina jin û gelê me, divê xwe di hunera gerîlatiyê de pêş bixe û bi hişmendiyê nêzî hemû perwerdehiyan bû. Bi fêrbûna gelek taktîkên gerîla re xwe ji bo rewşa şer a muhtemel amade kir û bi jêhatîbûna ku bi dest xist ji hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrê Rêvan piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, berê xwe da herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û vê serdemê wekî derfeta ji bo bidestxistina ezmûna jiyana gerîla û pêşxistina kesayetiya Apoyî dît. Hevrêya me di vî warî de ezmûneke girîng bi dest xist, piştî ku dijmin di sala 2015’an de êrîşên berfireh li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, xwest ku biçe herêmên ku şerên dijwar lê diqewimin. Piştî ku pêşniyara wê hat qebûlkirin, ew derbasî herêma Metînayê bû û heta sala 2018’an bi awayekî çalak têkoşiya. Hevrê Rêvan li vê herêma ku êrîşên dijmin lê dijwar bûn, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin da. Hevrê Rêvan bi ked û fedakariya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê û roj bi roj tempoya têkoşînê zêde kir. Hevrê Rêvan piştî pratîka dijwar, ji bo taktîkên gerîla yên serdema nû fêr bibe, pêşniyar kir ku beşdarî perwerdehiyê bibe. Pêşniyara hevrêya me hat qebûlkirin û beşdarî perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk bû. Hevrêya me pratîka ku meşandiye di ber çavan de derbas kir, dersên girîng jê derxist û wan ji bo xwe kir tecrûbeyek. Hevrêya me de heman demê de tecrûbeyên ku qezenc kir bi hevrêyên xwe re parve kir û di vî alî de ked da. Hevrê Rêvan ji bo fêrbûna taktîkên gerîla yên serdema nû xebitî, gelek taktîkan bi hûrgilî fêr bû û bû gerîlayek jêhatî ya YJA Starê.

Hevrêya me ku deverên cûda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand, piştî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê di sala 2022’an de derbasî herêma Zapê bû û li wir tevlî berxwedanê bû. Hevrêya me bi hemû şaneyên xwe ji taktîka tunelên şer bawer kir û li wir du salan di tunelên şer de li ber xwe da. Hevrê Rêvan tevî hemû êrîşên dijmin, di berxwedanê de israr kir û bi îradeya xwe ya xurt ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me piştre derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û li wir tevlî berxwedana fedaî bû. Li vê herêma ku dijmin hemû teknîk, amûrên şerê taybet û çekên kîmyewî û nukleer taktîkî bi kar anî, bi fedaî li ber xwe da. Hevrê Rêvan, di aliyê manewî de xwe bi hêz hîs kir û armanca wê ya sereke ew bû ku hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd û têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo bibe. Hevrêya me tevî berxwedana sermirovî meşand jî, ji sekna xwe ya mutewazî tawîz neda. Hevrê Rêvan bû milîtanek YJA Starê ku ji hêla hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrê Rêvan di 20’ê Adara 2025’an de, dema ku li herêma Girê Cûdî erkdar bû, bi hevrê Sefqan re di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Wê timî pêşengiya têkoşîna me bike. Wekî hevrêyên wê, em soz didin ku em ê xeyalên hevrê Rêvan bikin sedema têkoşînê.

BAHOZ BAGOK

 

Hevrêyê me Bahoz li navçeya Midyad a Mêrdîn’ê, ku sembola welatparêzî û girêdana bi nirxên xwe yên resen e, çavên xwe li jiyanê vekir. Ji ber girêdana malbata wî bi nirxên Kurdewar re û helwesta wan a bi rûmet a li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk, hevrêyê me di temenê xwe yê biçûk de tevgera me nas kir. Mîna her zarokekî Kurd ê ku li Kurdistanê dijî, hevrêyê me rastiya dijmin di salên xwe yên dibistana seretayî de dît û her tim li hemberî dibistanên pergalê dûr ma. Ji ber nakokiyên ku di derbarê zimanê zikmakî de jiyan kirin, ji malbata xwe pirs kir û ne xwest bibe amûrê lîstikên asîmîlasyonê yên dewletê. Belavbûna Tevgera me li seranserê Kurdistanê û dayîna berdêlên mezin ji bo vê têkoşîna pîroz, bû sedem ku hevrêyê me xwe bipirse. Hevrêyê me yê ku heşt salan çû dibistanên pergalê, ji bo ku alîkariya debara malbata xwe bike, dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me yê ku di temenê biçûk de bi kedê re nas bû û qîmeta tiştên bi kedê hatine bidestxistin dizanibû, di hawîrdora xwe de bû mirovekî hezkirî.

 

Bi kesayetiya xwe ya paqij, xwerû û gihîştî, li her derê ku lê bû reng da hawîrdorê. Hevrêyê me, her ku temenê wî mezin bû, baştir jiyana ku pergalê li gelê me rewa dît, fêm kir û lîstikên qirêj ên ji bo qutkirina ciwanên Kurd ji resenê wan nas kir û bi nakokiyên xwe re lêgerînên xwe kûrtir kir. Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser destkeftiyên gelê me û tevlîbûna Tevgera me bi ruhê seferberiyê, bû sedem ku hevrêyê me lêgerînên xwe yên ji bo tevlîbûnê kûr bike. Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me li Rojava, Başûr û Şengal’ê û tevlîbûna hezaran ciwanên Kurd bi derbaskirina sînoran di nava refên me yên têkoşînê de, ji bo hevrêyê me jî rê nîşan da. Hevrêyê me yê ku ji şehadeta di dema Berxwedana Kobanê ya efsanewî de gelekî bandor bû û wek her ciwanekî Kurd ê bi rûmet dixwest di nava têkoşîna mirovahiyê ya ku dihat jiyîn de cih bigire, biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê da.

Hevrêyê me yê ku di dema Berxwedana Kobanê de, ku hemû cîhanê bi heyranî li wê temaşe kir û mînaka berbiçav a vîna Apoyî ya têkneçûyî ye, tevlî nava refên Partiyê bû. Bi zanabûna berpirsyariyên ku dîrokê xistiye ser milên wî, tevgeriya. Ji ber şert û mercên şer, piştî perwerdeya kurt, bi awayekî çalak li qadên ku şer lê giran bû, cih girt. Hevrêyê me yê ku di gelek operasyonên şoreşgerî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih girt, bi wêrekiya xwe û coşa xwe di demeke kurt de bû şervanekî azadiyê yê jêhatî û her erka ku girt ser milê xwe bi awayekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me yê ku ji bo pêkanîna projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rêbertiya me bi rengekî fedayî têkoşiya, tecrûbeyên leşkerî yên ku bi dest xistibû, bi hevrêyên xwe re parve kir û bi vî rengî beşdarî pêşketina hevrêyên xwe jî bû. Hevrêyê me yê ku dilê wî her tim li çiyayên Kurdistan’ê bû û ji bo gihîştina qadên ku xewna wî ya zarokatiyê bû pêşniyar kir, berê xwe da çiyayan ku cihên pîroz ên gerîla ne. Hevrêyê me yê ku gihîşt nava refên gerîla, ku bi salan hesreta wê dikişand û xewna wî ya zarokatiyê bû, bi tevlîbûna xwe ya moral û coşdar bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me yê ku jêhatîbûna wî ya leşkerî hebû, ji bo mezinbûna têkoşîna xwe qadên Bakurê pêşniyar kir. Hevrêyê me yê ku tevlî perwerdeyên pisporiyê bû û jêhatîbûna wî ya di taktîkên serdemê de hebû, bi zanabûna hêviyên serdemê, kûr bû. Hevrêyê me yê ku perspektîfên leşkerî yên Rêbertiya me dixwend û alîkariya hevrêyên xwe jî dikir, bû mînaka ku divê milîtanekî Apoyî çawa be. Hevrêyê me yê ku di perwerdeyan de muhasebeya kêmasiyên xwe yên di dema şer de jiyan kir, kir û perwerdeyê wek zemînekî derketinê yê xurt nirxand, piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, xwest derbasî qadên ku şer lê giran bû, bibe. Hevrêyê me yê ku sond xwar ku tola hevrêyên xwe yên ku di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de û berxwedanên efsanewî yên ku hatin nîşandan, şehîd bûne, hilde, derbasî Eyaleta Şehîd Delîl Zagros bû. Li vê qadê, tevî hemû pêkanînên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk û nêzîkatiyên wê yên ku qanûnên şer tune dihesibîne, ku tê de têkçûnên mezin jiyan kir, di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêyê me yê ku ji bo her erkê amade bû û bêyî ku bîskekê jî dudilî bibe, bi rengekî fedayî têkoşiya, wek milîtanekî fedayî yê Apoyî di dîroka me ya têkoşînê de cih girt.

Hevrêyê me yê ku bi moralekî mezin derbasî qadên ku şer lê giran bû û pêwîstiyên serdemê bi cih anî. Hevrêyê me Bahoz ê ku bi israra xwe ya li ser lêdana dijmin bû mînaka milîtanekî Apoyî yê mînak, di her çalakiyeke ku tê de cih girt, bi îdîaya hilanîna tola şehîdên me şer kir. Bi wêrekî û hevrêtiya xwe ya xurt, her erka ku jê re hat dayîn bêkêmasî bi cih anî û mîraseke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. Wekî peyrewên hevrêyê me Bahoz ê ku di 4’ê Çileya 2025’an de tevlî karwanê şehîdan bû, em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wî li Kurdistan’a azad bidin jiyîn.

ARGEŞ TOLHILDAN

 

Hevrêyê me Argeş li Colemêrg’ê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber girêdana malbata wî bi taybetmendiyên civakî û nirxên welatparêziyê, hevrêyê me Argeş jî li gorî resenê xwe mezin bû. Ji ber ku apê wî û xizmên wî yên nêz di nava refên gerîla de cih girtibûn, hevrêyê me Argeş ji biçûkatiya xwe ve têkoşîna me nas kir û ji şehadeta apê wî Piling Colemêrg – Şaban Aktaş di sala 2008’an de li herêma Bestayê gelekî bandor bû. https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2008-ehitlerimiz/item/874-piling-hakkari-saban-aktas Hevrêyê me tevî ku di temenê biçûk de bû, bi hêza fikrî ya mezin gihîşt wê astê ku sedema tevlîbûna apê wî di nava refên gerîla de, têkoşîna wî ya heta şehadetê û sedema derketina şer pirs kir û di lêgerîna dîtina bersiva van pirsan de bû. Bi demê re hevrêyê me rastiya dijmin nas kir û bi awayekî tecrûbî fêr bû ku dewleta Tirk dixwaze gelê me qir bike. Hevrêyê me Argeş ê ku şahidiya ferzkirina zimanê Tirkî li ser wî li dibistana ku diçû û qedexekirina zimanê wî yê zikmakî Kurdî, her wiha hewldana valakirina çand, kevneşopî û şêwazê jiyanê yê bi hezaran salan ê gelê me bi polîtîkayên şerê taybet kir, zû fêm kir ku ev hemû rêbazên qirkirinê ne.

Dema ku dît dewleta Tirk bi van hemû pêkanînan dema ku negihîşt armanca xwe ji pêkanîna komkujiyên li dijî gelê me paş ve nema, baştir fêm kir ku çima apê wî Şehîd Piling Colemêrg û hezaran gerîla derketine çiyayan û heta şehadetê şer kirine. Û ji ber vê helwesta wî, hevrêyê me bi apê xwe serbilind bû û wî ji xwe re kir mînak. Hevrêyê me Argeş ê ku kûrbûna xwe ya li ser têkoşîna azadiyê ya gelê me didomand, ji çalakiyên bi bandor ên gerîla yên li dijî dewleta Tirk a dagirker, hêz û moraleke mezin girt. Her wiha derketina gelê me ya qadan ji bo azadiyê û têkoşîn û berxwedana wan a bêrawestan li hemberî hemû zext û êrîşên dewleta Tirk ji xwe re kir mînak. Hevrêyê me yê ku difikirî ku divê ew jî wekî ciwanekî Kurd di nava refên têkoşînê de cih bigire, li ser vê bingehê ket nava lêgerînan. Hevrêyê me Argeş ê ku ji pêkanînên derveyî mirovahiyê yên dijmin ên li ser cenazeyên gerîlayan û goristanên şehîdan hêrseke mezin dikişand, difikirî ku bersiva herî baş a vê yekê, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Hevrêyê me yê ku ji şehadeta xizmê xwe Agir – Naim Akgul di sala 2015’an de di nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bandor bû, tavilê xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Lê belê berî ku vê daxwaza xwe bi cih bîne, bi awayekî bêbext ket destê dijmin û demekê di bin çavan de ma. Hevrêyê me Argeş ê ku piştî ku hate berdan, kûrbûnên xwe domand, di vê pêvajoyê de neçar ma ku şahidiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla û Şoreşa Azadiyê ya Rojava bike. Hevrêyê me yê ku ji vê rewşê gelekî hêrs bû, xwest zû tevlî nava refên gerîla bibe û tola şehadetên ku dihatin jiyîn, hilîne. Hevrêyê me Argeş ê ku di sala 2019’an de derfeta ewil dît, li herêma Heftanîn’ê tevlî nava refên gerîla bû.

Di dema tevlîbûna wî ya gerîla de destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Heftanîn’ê, ji bo hevrêyê me Argeş wekî fêrbûna şert û mercên şer bû. Li vir hevrêyê me yê ku êrîşên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li ser sirûşta Kurdistan’ê dît, hêrsa xwe zêdetir kir. Piştre hevrêyê me Argeş derbasî herêmeke din bû û li wir tevlî perwerdeyên şervanên nû bû. Li vir hevrêyê me yê ku xwe di warê îdeolojîk de perwerde kir, gelek taybetmendiyên ku ji sîstema kapîtalîst girtibû derbas kir û taybetmendiyên modernîteya demokratîk di xwe de ava kir. Hevrêyê me Argeş ê ku ji roja ewil a tevlîbûna nava refên gerîla de difikirî ku divê têkoşîna ku bimeşîne li ser xeta fedayîtî be, ev kûrbûna xwe di pêvajoya perwerdeyê de jî domand. Tevlîbûna wî ya di her kêliya jiyanê de li ser vê bingehê bû û bi vê taybetmendiya xwe hem bala hevrêyên xwe kişand, hem jî rêzgirtina wan bi dest xist. Hevrêyê me Argeş ê ku nameyên hevrêyên me yên ku berê çalakiyên fedayî kiribûn dixwend, her ku çû kûrbûnên xwe yên di vê aliyê de kûrtir kir. Ji ber ku di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin giran bûn de tevlî nava refên gerîla bû, kûrbûnên wî yên leşkerî xurt bûn û ji bo fêrbûna taktîkên gerîla yên serdema nû, xwedî hewldaneke mezin bû. Bi taybetî jî bi hemû hebûna xwe bi baweriya xwe bi taktîkên tunelên şer û gerîlatiya livdar, ji bo fêrbûnê kedeke mezin da.

Hevrêyê me Argeş ê ku perwerdeya şervanên nû bi serkeftî qedand, derbasî qadên karên pratîkî bû û demekê dirêj hem di çêkirina tunelên şer de, hem jî di karên tenduristiyê de cih girt. Di xebata xwe ya ku hemû hêz û kûrbûna xwe dabû wê, bi dîsîplîn û xebatkarî bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Argeş ê ku bi dermankirina hevrêyên xwe yên di dema şer de birîndar bûbûn re eleqedar bû, di vê pêvajoyê de rastiya şer hîn zêdetir fêm kir. Hevrêyê me yê ku dixwest tola hevrêyên xwe yên şehîd û birîndar hilîne û kûrbûnên xwe yên derbarê fedayîtiyê de di jiyanê de jî nîşan dida, bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bêhesab, li çepera şer a ku lê bû pêşengî kir. Hevrêyê me Argeş ê ku difikirî ku wek milîtanekî fedayî bi derbasbûna karên Hêzên Taybet re dikare derketineke mezin pêk bîne, li ser vê bingehê pêşniyar kir. Lê belê pêşniyara wî demekê hate sekinandin û hevrêyê me di vê pêvajoyê de lêhûrbûnên xwe kûr kir. Hevrêyê me yê ku lêkolîn li ser jiyana têkoşînê ya her hevalekî xwe yê şehîd kir û ji wan ders derxist, bi vî awayî xwest bibe xwediyê têkoşîneke hîn bi bandor. Hevrêyê me yê ku bi taybetî li hemberî şehadetên li herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bandor bû û sonda tolhildanê da, careke din ji bo tevlîbûna karên Hêzên Taybet pêşniyar kir.

Pêşniyara hevrêyê me vê carê hate qebûlkirin û derbasî qursa perwerdehiya bingehîn bû û hay jê hebû ku ev derfeta perwerdehiyê bi ked û fedakariya mezin a hevrêyên wî yên şehîd hatiye afirandin. Ji ber vê yekê di her qonaxa perwerdehiyê de bi zanabûna layiqbûna hevrêyên xwe yên şehîd, tevgeriya. Hevrêyê me Argeş ê ku bi perwerdeyên ku girt, felsefeya azadiyê ya Rêber Apo hîn kûrtir fêm kir, di heman demê de dersên ku di qadên şer de hatine bidestxistin jî ji xwe re kir tecrûbe. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, hevrêyê me yê ku bi israr û pêşniyara xwe ya xurt derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû, çû qada Girê Amediyê ya ku bi kedên mezin ên şehîdên me Şehîd Delîl, Şehîd Guven, Şehîd Hêzil, Şehîd Botan, Şehîd Vorîn, Şehîd Goksu û gelek şehîdên din hatiye avakirin. Hevrêyê me Argeş ê ku di berxwedana efsanewî ya li vir de roleke mezin lîst, piştre derbasî qada Girê Bahar bû û li vir jî hêz da berxwedanê. Bi hemû hebûna xwe tevlî berxwedana ku di pêşengiya fermandarê me yê hêja Şehîd Mordem Çewlîk de pêş ket, bû û xwe bi temamî ji serketinê re feda kir.

Hevrêyê me Argeş ê ku di meha Nîsanê de dema ku bi hevrêyê xwe Berxwedan re li ser erka xwe bû, di êrîşeke dijmin de şehîd bû, ruhê fedayî yê Apoyî ku li herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava careke din şênber bû, di kesayeta xwe de temsîl kir û navê xwe li têkoşîna azadiyê ya gelê me nivîsand. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê Argeş li Kurdistana azad bidin jiyîn.

BERXWEDAN HESEKÊ

 

Hevrêyê me Berxwedan li Hesekê di nava malbateke Ereb, ji eşîra Cubur de hate dinê. Ji ber ku li bajarekî wekî Hesekê ku gel û baweriyên cuda bi hev re di nava aştiyê de dijîn, mezin bû, bi awayekî gelekî tolerans û rêzgirtina li cudahiyan mezin bû. Hevrêyê me yê ku di şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ket serdema ciwaniya xwe, di vê pêvajoyê de têkoşîna me nas kir. Bi taybetî jî ji hevrêyên me yên şehîd ên ku li hemberî rejîma BAAS’ê û çeteyên DAÎŞ’ê yên ku gelê Ereb talan dikirin û her tim di bin zextê de digirtin, bi hewldana xwe ya bilind bûn nemir, bandor bû. Hevrêyê me yê ku zanîbû şehîdan ji bo afirandina cîhanekî ku tê de hemû gel dikarin bi hev re xwişk-biratî bijîn, berdêl dane, her tim xwe deyndar hîs dikir. Hevrêyê me Berxwedan ê ku coşa şoreşa li Rojava di dilê xwe de dijiya, difikirî ku divê ew jî di nava vê têkoşînê de cih bigire.

 

Hevrêyê me yê ku zanîbû tenê bi vî awayî dikare layiqî şehîdan bibe, li ser vê bingehê ket nava lêgerînan û xwest şoreşa ku dihat jiyîn hîn ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de milîtanên Apoyî nas kir, ji têkiliyên wan ên hevrêtiyê, helwesta wan a di jiyanê de û qîmeta wan a ji mirovan re bandor bû. Ji ber vê yekê hevrêyê me Berxwedan ê ku dest bi eleqedarîya nêzîktir bi têkoşîna me kir, di destpêkê de biryara tevlîbûna hêzên azadiyê yên Rojava da. Li ser êrîşa dewleta Tirk a ji bo tasfiyekirina şoreşa ku bi rêya çeteyan bi ser neketibû û bi vî awayî li gelek qadan êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin, hevrêyê me Berxwedan jî cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt. Piştî ku perwerdeyên xwe yên ewil girt, derbasî qadên ku şer lê giran bû û li vir kedeke girîng da. Piştre hevrêyê me Berxwedan ê ku perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî girt, bû şervanekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku bi taybetî jî bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku girt felsefeya azadiyê ya Rêber Apo fêr bû û fêm kir, gihîşt wê baweriyê ku gel tenê bi felsefeya Rêber Apo dikarin bigihîjin azadiya xwe û di nava aştiyê de bijîn. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe tevlî xebatan bû. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz jî gelek tevlîbûn û şehadet di nava refên azadiyê de hatin jiyîn, hevrêyê me Berxwedan gihîşt wê biryardariyê ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me yê ku zanîbû ev yek tenê bi derbasbûna çiyayên Kurdistanê pêkan e, li ser vê bingehê berê xwe xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Berxwedan ê ku li hemberî heybetiya çiyayên Kurdistan’ê heyranîya xwe venaşart, tevî ku berê nehatibû çiyayan, lê ji bo ku di demeke kurt de bi çiya û jiyana gerîla re bibe yek, xwedî hewldaneke xurt bû. Hevrêyê me yê ku di warê leşkerî de tecrûbeyên wî yên diyar hebûn, bi perwerdeyên ku di nava refên gerîla de girt, xwe di warê îdeolojîk de hîn tûj kir. Hevrêyê me yê ku dît felsefeya azadiyê ya Rêber Apo li çiyayên Kurdistan’ê di şexsê gerîla de tê jiyîn, bi coşeke mezintir tevlî bû. Dema ku dît li çiyayan bi sedan Ereb û gerîlayên ji gelên cuda mîna wî têkoşînê dikin, baweriya wî ya bi Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêbertiya me hîn zêdetir bû. Ji ber vê yekê têkoşîn hîn zêdetir xwedî lê derket û xwe li ser serketinê kilît kir. Hevrêyê me Berxwedan ê ku zanîbû armanca dawî ya êrîşa dewleta Tirk a li ser qadên gerîla berfirehkirin e, hay jê hebû ku ev yek wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn encamên giran bîne. Ji ber vê yekê difikirî ku divê bersiva êrîşên dewleta Tirk bê dayîn.

Li ser vê bingehê hevrêyê me Berxwedan ê ku pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê giran bû û ji bo vê yekê israr kir, derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû. Li vir hevrêyê me yê ku tevlî berxwedana ku li ser xeta fedayîtî dihat meşandin bû, di demeke kurt de karî xwe li qadê biguncîne. Di tunelên şer de li hemberî hemû êrîşên dijmin bi hevrêyên xwe re bi rengekî fedayî li ber xwe da. Hevrêyê me Berxwedan ê ku bi tevlîbûna xwe ya bi biryar û xwestek û kesayetiya xwe ya fedakar rêzgirtina hevrêyên xwe bi dest xist, ev helwesta xwe her dem ji bo mezinbûna berxwedanê esas girt. Hevrêyê me yê ku tevî hemû rêbazên şerê taybet ê dijmin, çekên kîmyewî yên ku bikar anî û hemû ne gengaziyan, îradeya Apoyî di xwe de şênber kir, bi vî awayî bersiva herî watedar da dijmin.

Hevrêyê me Berxwedan ê ku di berxwedana li herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava de kedeke girîng da, di meha Nîsanê de dema ku li ser erka xwe bû, bi hevrêyê xwe Argeş re di êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû û karî têkoşîna xwe bigihîne lûtkeyê. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca hevrêyê Berxwedan ê şoreşgerê enternasyonal a cîhanek û Rojhilata Navîn a demokratîk, azad û wekhev, pêk bînin.

MÎTAN AGIRÎ

 

Hevrêyê me Mîtan li Rimêlanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me yê ku ji eşîra Ereb a kevnar Begara bû, bi çanda kûr û dewlemend a gelê Ereb mezin bû. Hevrêyê me yê ku 9 salan xwend, ji bo alîkariya debara malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku kesayetiyeke berpirsiyar, kedkar û fedakar bi dest xist, karî van taybetmendiyên xwe di tevahiya jiyana xwe de biparêze. Hevrêyê me yê ku demekê kurt piştî pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, bi mîlîtanên ku şoreş pêk anîn û felsefeya Rêber Apo ya ku çavkaniya îlhama wan bû, nas kir, eleqeyeke mezin nîşanî têkoşîna ku dihat meşandin, da. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku ket nava lêgerînan, bi bandorbûna tevlîbûna xwişkeke xwe di nava refên têkoşînê de, biryara tevlîbûna karên şoreşê da. Bi vî awayî hevrêyê me Mîtan ê ku di kêleka hevrêyê Sîpan Efrîn – Mihemed Hemo yê ku di nava gel de wek Sîpan Doçka dihat naskirin, cih girt, li vir derfet dît ku rastiya têkoşîna me hîn ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku di şexsê hevrêyê Şehîd Sîpan de rastiya milîtantiya Apoyî, felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û têkiliyên hevrêtiyê yên resen nas kir, bi coş, heyecan û xwestekeke mezin tevlî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku her tim di hewldana afirandina nirxan de bû, bi kedkarî û fedakariya xwe bandor li her kesê li derdora xwe kir. Hevrêyê me Mîtan ê ku ji şehadeta hevrêyê Sîpan di sala 2019’an de piştî krîza dil bandor bû, şehadeta wî kir sedema mezinbûna têkoşîna xwe. Li ser vê yekê tevlî karên leşkerî bû û ji bo parastina gelê me erka girîng bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de karî xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de jêhatî bike, ji tevlîbûna malbat û xizmên xwe yên nêz di nava refên têkoşînê de û şehadetên ku hatin jiyîn, bandor bû û gihîşt wê biryardariyê ku xwe bi tevahî ji têkoşîna azadiyê re feda bike.

 

Li ser vê bingehê di sala 2021’an de gihîşt biryardariya tevlîbûna çalak a têkoşînê û bû şoreşgerekî profesyonel. Hevrêyê me Mîtan ê ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bandor bû, bawer kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tenê bi felsefeya Rêbertiyê û Paradîgmaya jiyanê dikarin bên çareserkirin. Ji ber vê yekê ji bo ku xwe di felsefeya Rêbertiyê de kûr bike, xwedî hewldaneke mezin bû. Hevrêyê me yê ku her ku kûr bû, xwest têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bike, li ser vê bingehê ket nava lêgerînan. Hevrêyê me yê ku ji şehadeta pismamê xwe Mazlum Berxwedan – Hesen Salîm Selmo di Berxwedana dîrokî ya Zap’ê de bandor bû, ev yek kir sedema kûrbûneke hîn zêdetir. Di sala 2023’an de pêkanîna çalakiya fedayî ya hevrêyên me Rojhat û Erdal li dilê dijmin li Enqerê, kir ku kûrbûn û lêgerînên hevrêyê Mîtan hîn zêdetir şênber bibin. Hevrêyê me yê ku xwest derbasî çiyayên Kurdistan’ê bibe û tevlî karên Hêzên Taybet bibe, tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Mîtan ê ku her ku hat çiyayan ji bo tevlîbûna karên Hêzên Taybet pêşniyar kir, pêşniyara wî hate qebûlkirin. Ji ber ku milîtanekî resen û bi awayekî gelekî dirust tevlî jiyanê dibû, di demeke kurt de bi çiya û jiyana gerîla re ahengdar bû. Hevrêyê me yê ku derbasî perwerdehiya qursa bingehîn bû, vê pêvajoya perwerdehiyê wek derfeteke ji bo nasîna xwe, analîzkirina taybetmendiyên ku li pêşiya milîtanbûna wî asteng bûn û derbaskirina wan, nirxand. Hevrêyê me yê ku di vî alî de kûrbûneke xurt jiyan kir, karî vê yekê li ser jiyanê jî nîşan bide. Ji ber vê yekê bû milîtanekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêz jê re dihat girtin. Hevrêyê me yê ku ji bo ku bi hevrêyên xwe yên Kurd ên ku bi hev re dijiya û têkoşîn dikir re têkiliyeke baştir dayne, dest bi fêrbûna Kurdî jî kir, bi azwerî û hewldana xwe di demeke kurt de di vî warî de pêşketinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Mîtan ê ku perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo fêm kir, anî ziman ku milîtantiya vê perspektîfê û dabînkirina azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn berpirsyariya wî ye û bi vî awayî bû xwedî xeyal û armancên mezin. Her wiha ji bo fêrbûna taktîkên gerîla yên serdema nû yên ku serkeftina berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker pêk anîn, xwedî hewldan û kedeke mezin bû. Hevrêyê me yê ku tecrûbeyên xwe yên leşkerî yên berê bi gerîlatiya serdema nû re hevkar kir, di vî warî de derketineke mezin pêk anî.

Piştî ku perwerdeyên xwe bi serkeftî qedand, hevrêyê me Mîtan ê ku xwest biçe qadên ku berxwedan lê didome, karî baweriyê bide hevrêyên xwe. Bi vî awayî ji bo hilanîna tola pismamê xwe Mazlum Berxwedan – Hesen Salîm Selmo yê ku li Zap’ê şehîd bû, rûyê xwe da herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava. Hevrêyê me yê ku ji kêliya ewil ve bi awayekî çalak tevlî berxwedana ku li vir dihat meşandin, bû, bi fedakariya xwe bû mînaka hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku li hemberî êrîşên giran ên dijmin bi îradeya Apoyî ya di dilê xwe de bersiv da, di gelek çalakiyan de roleke çalak girt ser xwe. Bi wêrekiya xwe, bû sedema lêdanên giran ên li dijmin û di hewldana hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd de bû. Li vir hevrêyê me yê ku fedayîtî baştir nas kir û fêm kir, rastiya ku fedayîtî şêwazekî jiyanê ye, fêm kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku xwe li ser xeta fedayîtî bi dirhem dirhem helandinê feda kir, li tunela şer a ku lê bû, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Mîtan ê ku di dema erka xwe ya ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin de, di êrîşeke dijmin de şehîd bû, cihê xwe di nava şehîdên me yên nemir de girt. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê armanc û xeyalên hemû şehîdên xwe yên enternasyonal di şexsê hevrê Mîtan de pêk bînin.

CÎLO ÇARÇELA

Hevrêyê me Cîlo li Reqayê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî ji eşîra kevnar a Egedat bû, hevrêyê me Cîlo li gorî resenê xwe mezin bû. Malbata wî ya ku bi salan di bin zilm û zordariya Rejîma BAAS’ê de jiyan kir, ji ber vê yekê di xeteke dijberî pergalê de bû. Hevrêyê me Cîlo jî di demeke kurt de ev rûyê rejîmê ferq kir û xewna siberojeke azadtir û adiltir kir. Hevrêyê me yê ku dît rejîm di heman demê de li ser gelên din ên ku li Sûriyeyê dijîn, bi taybetî Kurd, zilmê dike, karî bi van gelan re empatiyê dayne. Piştî ku bavê wî ji aliyê Rejîmê ve hate kuştin, hêrsa wî ya li hemberî sîstemê zêde bû û ji ber vê yekê di lêgerîna têkoşînê de bû. Hevrêyê me Cîlo yê ku dît saziyên ku di bin navê muxalefetê de derketine jî xwedî heman zîhniyeta rejîmê ne, dît ku ev yek ji bo gelên Sûriyeyê nikare siberojeke azad dabîn bike. Her wiha hevrêyê me yê ku bi salan neçar ma ku di bin zilm û zordariya çeteyên DAÎŞ’ê de bijî, bi komkujiyên ku kirin fêm kir ku ev çeteyên ku bi navê Îslamê derketine, tu têkiliya wan bi Îslam û mirovahiyê re tune ye. Hevrêyê me yê ku bandora şoreşa azadiyê ya ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket holê, bihîst, dema fêr bû ku li qadên ku ev şoreş lê bi bandor e, hemû gel û bawerî dikarin bi hev re bi azadî bijîn, bi coş û heyecaneke mezin li benda roja ku hêzên azadiyê yên Rojava wan jî ji çeteyên DAÎŞ’ê xilas bikin, ma.

Dema ku di sala 2017’an de bajarê Reqaya ku lê dijiyan ji çeteyan hate rizgarkirin, hevrêyê me yek ji rojên herî watedar ên jiyana xwe jiyan kir û bi heyecan li benda wê kêliyê ma ku şervanên azadiyê yên ku wan xilas kirine nas bike. Hevrêyê me Cîlo yê ku helwesta jiyanê ya şervanên azadiyê yên ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo hembêz kirine û hevrêtiya wan a kûr dît, bêyî ku bîskekê jî dudilî bibe, xwest tevlî van hêzan bibe. Hevrêyê me Cîlo yê ku ji tevlîbûna xwişka xwe û xizmên xwe yên nêz di nava hêzên azadiyê de demekê kurt piştî rizgarkirina Reqayê bandor bû, biryara xwe ya dawî da û tevlî nava refên berxwedanê bû. Hevrêyê me yê ku demekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîn meşand, di vê pêvajoyê de Rêber Apo û rastiya têkoşîna me hîn ji nêz ve nas kir. Dema fêm kir ku fikirên Rêber Apo azadiya hemû gelên bindest garantî dikin û armanca wan afirandina cîhanekî wekhev û adil e, gihîşt wê biryardariyê ku têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bike. Piştî şehadeta hevrêyê Şehîd Cîlo yê ku pê re têkoşîn dikir li herêma Eyn Îsa, hevrêyê me yê ku ji bo pêkanîna vê armancê ket nava lêgerînan, bawer kir ku ew dikare vê yekê herî baş li çiyayên Kurdistanê pêk bîne. Hevrêyê me yê ku li ser vê bingehê rûyê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû û rûpelekî nû di jiyana xwe de vekir.

Hevrêyê me Cîlo yê ku bi perwerdeyên jiyanî û îdeolojîk ên ku girt, di demeke kurt de bi jiyana gerîla û çiya re ahengdar bû, xwest di kêleka hevrêyên xwe yên ku li Zap, Metîna û Avaşîn’ê berxwedaneke efsanewî nîşan didin, be. Ji ber vê yekê bi israr pêşniyar kir û xwest bi hevrêyên xwe re li hemberî dewleta Tirk a ku jê gelekî hêrs dibû, mil bi mil têkoşînê bike. Pêşniyara hevrêyê me Cîlo yê ku kûrbûnên wî yên li ser şer xurt bûn û xwe di warê îdeolojîk de jî jêhatî kiribû, hate qebûlkirin û derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû. Hevrêyê me yê ku zanîbû li vir têkoşîneke li ser xeta fedayîtî tê meşandin, ji kêliya ewil ve anî ziman ku wê bibe şervanekî bêrawestan ê vê xetê. Dema ku derbasî qada şer bû, armanca xwe ya herî mezin wek bidawîkirina dagirkeriya dijmin û dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destnîşan kir. Hevrêyê me Cîlo yê ku dema derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû, şahidiya berxwedana ku li vir dihat jiyîn kir, di demeke kurt de ferq kir ku di koka vê berxwedanê de têkiliyên hevrêtiyê yên xurt, manewiyat û fedakarî heye. Ji ber vê yekê ji bo pêkanîna van fezîletên ku berê jî taybetmendiyên diyar ên kesayetiya wî bûn, xwedî hewldaneke mezin bû. Hevrêyê me Cîlo yê ku di vê pêvajoyê de ku dijmin bi bikaranîna hemû îmkanên xwe hewl dida berxwedanê bişkîne, bi îradeya Apoyî bersiv da, bi tevlîbûna xwe di gelek çalakiyên li dijî dijmin de, karî bersiva pêwîst bide. Hevrêyê me yê ku kesayetiyeke wî ya dilnizm, kedkar û dirust hebû, tu carî xwe ji têkoşîna çalak û meşîna ser dijmin paş ve nekişand. Tevî bombeyên kîmyewî yên ku dijmin bikar anî, karî xwe bi îradeya xwe ya xurt, baweriya xwe ya bi serkeftinê û xeyalên xwe yên ku dixwest pêk bîne, ve girê bide.

Hevrêyê me Cîlo yê ku di 4’ê Çileya 2025’an de şehîd bû, têkoşîna xwe ya azadiyê ya ku ji deştên berhemdar ên Reqayê dest pê kiribû, li çiyayên Kurdistanê gihande lûtkeyê û karî bibe pira xwişk-biratî, aştî û jiyana hevbeş di navbera gelên me de. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê hevrêyê Cîlo de xeyalên hemû şehîdên xwe yên li ser pêşeroja azad, pêk bînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîroka mirovahiyê dîroka komunan e
Nûçeya Pişt re KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li DYE’yê bahoz rabû: 3 kes mirin

Rayedarên xwecihî yên DYE'yî ragihandin ku Bahoza Helene li eyaleta Georgiayê bû sedema mirina 2…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê têkoşîn daîmî be’

Hevserokê MAF-DAD’ê Mahmût Şakar destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hate gotin ku Îsraîlê çek daye komeke milîs a Fîlîstînê, komê îdîa red kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kir ku ji komeke milîsên Filistînî ya li Şerîda Xezeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Ciwanro nerazîbûna li dijî cezayê li mamosteyan hatî birîn, zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo ji DEM Partiyiyan re got: Wezîfeya xwe bikin, civakê bi rêxistin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bestayê qirkirina daran didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?