Pêncşem, 11 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    28 wekîlên CHP’ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nijadperestan li Kampusa Cebecî êriş birin ser xwendekarên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Koçyîgît: Muxatabê pêvajoyê Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ ne’ tevlî Greva Jinan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dem, pênûs û şopên nemir: Fermandar Ezîme

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Mahşad Keşani nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîcle Ayşegul Sayyîgît: Kuştina jinan polîtîkayeke qirkirinê ya bi rêk û pêk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêwîtiya ber bi herêma berxwedanê ya Sergelê
Rojane

Rêwîtiya ber bi herêma berxwedanê ya Sergelê

Li wir berxwedan, li wir dengê bombeyan û li wir rastiya jiyanê heye. Û ji ber vê yekê rêwîtiya ewil a ber bi Herêma Berxwedanê ya Sergelê destpê dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li pişt çiyayan, me rêgehek ji xwe re diyar kiriye û ber bi cihê xwe ya nû ve diçin. Li wir berxwedan, li wir dengê bombeyan û li wir rastiya jiyanê heye. Û ji ber vê yekê rêwîtiya ewil a ber bi Herêma Berxwedanê ya Sergelê destpê dike.

Bayê ku radibe bi çiyayan dihesîne ku payîz hatiye. Her tişt li pişt me dima; Dar, riya ku em tê de dimeşin, axa ku di bin lingê me de dişemitî, zinarên ku dema westandinê me destê xwe didayê, morîkên ku amadekariyên ketina hêlînê xwe dikirin, pelên kesk ên bi daran ve mane, sivoriyên ku dar bi dar digerin, ewr û hîn gelek tiştên din… Rê û tiştên ku bi xwe re anî bû.

Kêliya ku em di nava çîmên zer bûyî ku heta nava me bilind bûye re derbas dibûn, stirîyên kulîlkên mor bi destê me ve dibû. Mîna rûyê rastî yê jiyanê bû. Tevî du gerîlayên kurye û ez me li pêşiya xwe dinêrî û dimeşiyan. Gerîlayekî Ereb ê ji Minbicê, bi Kurdîtiya xwe ya gelekî lewaz, li paş xwe dinerî û bi rûkenî digot, “Başî heval?” Gerîlayekî berê jî di rêwîtiyeke din de gotibû, “Di hemû rêwîtiyan de mirov bi xwe dimeşe.”

Min dev ji hejmartina rîtmên dilê xwe berdabû, bênefesiya xwe ji nedîtî ve dihatim û di nava daristanên bêdeng de min dengê çûkan ku carcaran dihat guhdarî dikir. Carcaran baranê hurik hurik lêdikir, min bêhna axê dikişand hinavên xwe û tehma wê derdixist. Dema ku hûn tehma rê dernexin, rê gelek dirêj dibe. Dema kuryeyê ciwan ê pêşî got bila bêhnê vede, min yekser xwe avêt binê darekê, mîna ku demeke dirêj ez li benda bihîstina vê hevokê bûm.

Çend darên kesk hatibûn birîn. Hin gundiyên ji aliyê PDK’ê ve hatin birêxistinkirin, di berdêla pereyan de tên herêmên nêzî gerîla û darên ter û kesk dibirin. Darên hatine birîn an li erdê belav tên hiştin an jî ji bo firotinê dibin bajêr. Em her sê jî li daran dinêrin. Ez bawer im ku em kêm an jî zêde texmîn dikin wê kêliyê çi di dilê me de derbas dibû.

Darên Berû qut kirine. Û hemû berû… Baş e, bêguman em hîn bûn bi gerîla re li çiyê bimeşin. Di dema navberê de min firsend dît û min berê xwe da gerîlayê Ereb û dest bi sohbetê kir; Jê dipirsim ku paşnavê xwe ji kî standiye, dibêje, “Ji Kemal Pîr.”

-Tu Kemal Pîr nas dikî?

-Hewceyê dîtinê nake. Dema ku hevrêyan qala wî kir ez pê bandor bûm. Navê wî tenê têr dike ku mirov bi bandor bibe.”

Bi kurdîyeke ewçend lewaz çiqasî xweşik anî ziman. Ev yek tê wateyê hestên xwe anîna ziman, bi ziman ve negirêdayî ye. Navbera bêhndanê, demek gelek kûrt bû ji xwe, du deqeyan derbas nebû. Dengê traktorekê dihat min. Kes li derdorê tunebû û piştî hinek din em bi pêş ve çûn deng nêzîktir bû û li ser traktorê du xortên Başûrî hebûn. Dar barkiribûn û ji ber bar tejî bû, traktor bi zehmetî birêve diçû.

Ji ber riya nexweş û barê giran ne pêkan e ku mirov zehmetî nejî. Beriya ku nêzî me bibin, em rawestiyan û li ber darekê li bendê man ku traktor derbas bibe. Dema traktor nêz bû, rawestiya. Dest bi axaftinê kirin, di wê kêliyê de minê jî bigota ez ê çend pirsên bersiva wan meraq dikim bipirsim. Lê gerîlayê ciwan ji min bêhtir bilez tevgeriya û got:

-Gelo hûn dizanin ka kî van darên şîn û ter dibire?

Gundî, hesasiyeta gerîla ya li hemberî dar û xwezayê gelek baş dizanin. Beriya niha jî bûm şahidê vê yekê; dema ku gerîla yekser vê pirsê dikin, tirsek biçûk bi gundiyan re çêdibû. Lê di van herdu xortan de tirs nebû, berovajî gelek xwînsar bûn.

-Gotin, “Em darê hişk berhev dikin. Em darê ter û kesk nabirin. Em hesasiyeta we ya li hemberî xweza û daran dizanin. Ev der xwezayên me û çiyayên me ne jî.”

Piştre bêdeng bûn. Lê diyar bû jidil axivîn. Ajokarê traktorê, ji bo ku nîşan bide ku netirsiye li pênûs û kaxiza di destê min de dinihêrî û dibişirî. Piştî ku çavê me li hev ket, min dest bi pirsîna pirsên xwe kir:

– Tu dikarî bi rehetî biçî nav rez, bax û zeviyên xwe?

– “Wele, hûn jî dizanin gelek caran destûr nadin me.” Bi Kurdiya Behdînî digot , “Tu fehm dike ji xwe” û wiha dewam kir. 

-“PDK’ê destûr nade. Dema em tên vir divê em mirina xwe bigirin berçavan û bi vê berpirsyariyê werin. Destûrê nadin ku em sotemeniyê jî bikirin. Em nikarin mazotê an jî benzînê bikirin. Difikirin ku em ê sotemeniyê ji gerîla re bibin. Heke em hinekî zêde sotemenî bikirin, yekser asayîş me hişyar dike. Gundê me di vê mijarê de bi PDK’ê re di nava şer de ye. Dema em sotemenî dikirin, me gilî dikin.

– Li vê derdorê gund tune ne?

– “Gundê me …. Dûr e, ji ber vê yekê em bi traktorekê hatin.”

Piştre di rê de çîroka me û dara guhîjê dest pê dike. Yek ji fêkiyên bijare yên gerîla jê hez dike ye. Mirov nizane dê kengî derkeve pêşberî wan. Ciwanê kurye çû binê darê û guhîj kom kir û yekser hat cem me. Ji bo ku em guhîj bixwin destê me tejî kir. Di nava gerîla de yên ku herî zêde ji surprîzê hez dikin kurye ne; Ew tenê dizanin ku wê rê kengî biqede, di rê de em ê rastî çi bên û em ê li ku bisekinin. Helbet ev jî wan hinekî nagihanî dike. Em bi xwarina guhîjan meşa xwe didomînin. Li pişt çiyayan, me rêgehek ji xwe re diyar kiriye û ber bi cihê xwe ya nû ve diçin. Li wir berxwedan, li wir dengê bombeyan û li wir rastiya jiyanê heye. Û ji ber vê yekê rêwîtiya ewil a ber bi Herêma Berxwedanê ya Sergelê destpê dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê CÎK’ê ji bo mîtînga Kolnê banga tevlîbûnê kir
Nûçeya Pişt re Milîsên HBDH’ê: Wesayîta kesekî faşîst hate şewitandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê Azad Îsa Husên ji bo birêvebirina karûbarên Komeleya Îdarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Komeke ji ciwanên Rojhilat beşdarî berxwedana li Rojava bûn

Komeke ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew beşdarî berxwedana li Rojava ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn

Gerîlayên YJA Starê di salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) de axivîn û gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

28 wekîlên CHP’ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?