Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Birêz Ocalan aktorê esasî ye, divê karibe têkiliyê bi civakê re deyne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneyek li Hewlêrê hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê Modernîteya Demokratîk Şukru Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gotin û pratîka dewletê li hev nayê, ev jî dibe sedema bêbaweriyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Em dixwazin êdî têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 198’an nobeta Mexmûrê dewr girt: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê piştgirî da banga dayikên aştiyê ya li dijî darvekirinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa Nêrgiz Mihemedî krîtîk e: Di navbera mirin û jiyanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Divê rol û mîsyona YPJ’ê were naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir
Kurdistan

KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo meş û mîtînga ku 8’ê Mijdarê wê li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got, “Wê rojê wê çavê tevahî cîhanê li Kolnê be. Gelê me û dostên me divê bi ruhê seferberiyê biherikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dema azadiya Rêber Apo hatiye û got, 8’ê Mijdarê wê li Kolnê ‘dîrokeke nû bê nivîsandin’.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Banga Rêber Apo ya ‘Aştî û civaka demokratîk’ meha xwe ya 8’an temam kir, ket meha 9’an. Di vê pêvajoyê de Tevgera Azadiyê li ser bingehê bersiva bangê, gelek gavên girîng avêtin. PKK’ê di Kongreya xwe ya 12’an de biryara fesixê da. Ji bo pêşketina pêvajoyê bi pêşengiya Hevseroka KCK’ê heval Besê Hozat komeke gerîla çekên xwe şewitandin. Û bi armanca tunekirina îhtîmalên provakasyonên li hemberî pêvajoyê, gerîla ji qadên ku xeteriya şer lê hene vekişiyan û li ser navê gerîlayan Tevgera Azadiyê bi daxuyaniya çapemeniyê gaveke din a pir girîng avêt.

Rêber Apo bi pêşbînî û cesareteke bêhempa li ser navê aştî û demokrasiyê rol girt ser xwe. Lê belê tevî van hemûyan, bersiva ji bo van gavên dîrokî zêde têrker nebû.

Komîsyona ku ji aliyê meclîsê ve têkildarî pêvajoyê hate avakirin, di çarçoveya plansaziyekê de li gel ku bi gelek derdoran re hevdîtin kir, bi Rêber Apo re ku muzakerevanê sereke ye heta niha hevdîtin nekiriye. Pêkanîna hevdîtinê bi xwe bûye mijara nîqaşê ku ev yek ji ber kêmasiya hikumeta AKP’ê ya têkildarî pêvajoyê ye.

Li pêşberî tabloya şer û biçekbûna zêde ku krîza modernîteya kapîtalîst li cîhanê bûye sedema wê, Rêber Apo bi banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ji bo pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên neteweyî û civakî derfetê çareseriya alternatîf afirand. Şert û mercên kar û jiyana azad ên Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn û dostên me yên navneteweyî rojeva bingehîn e.

Di çarçoveya kampanya “Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re” ya bi pêşengiya dostên me di qada navneteweyî de tê meşandin, wê 8’ê Mijdarê li Kolnê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Meş û mîtîng ji bo xwedîderketina li Rêber Apo û bilindkirina daxwaza azadiyê firsendeke mezin e.

Gelek kesayetên girîng ên li qada navneteweyî naskirî ne û di nava kampanya “Azadî ji Rêber Apo re” cih digirin, wê 8’ê Mijdarê li Kolnê di mîtîngê de bin. Wê rojê bala cîhanê wê li ser Kolnê be. Ji ber vê yekê jî divê gelê me û dostên me bi ruhê seferberiyê biherikin Kolnê.

Gelê me yê welatparêz û dostên me yên enternasyonal ên ku pêngavên mezin pêk anîn, em ji dil bawer dikin ku wê di 8’ê Mijdarê de jî li Kolnê dîrokeke nû binivîsînin. Li ser vê bingehê di serî de jin û ciwan divê her kes derdora xwe bi rêxistin bike û bi rengekî girseyî tevlî mîtîngê bike.

Dem dema azadiya Rêber Apo ye. 8’ê Mijdarê wê li Kolnê dîrokeke nû bê nivîsandin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi tevlî govenda azadiyê bibin ku wê bi sed hezaran kesî bê gerandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG-NRÇ’ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qurbaniyên fermana Şengalê li Krasnodarê bi cîvînekê hatin bi bîranîn

Li mala sazîya gelên Krasnodarê, di 3 Tebaxê 11’emîn salvegera fermana li ser gelê Êzîdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Werîşe Mûradî: Tekane rê vegera ser hêza gel e

Werîşe Mûradî di nameya ji girtîgehê şand de got, "Tekane rê, vegera bo hêza bingehîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Şiyar Dersim qala Sakîne Cansiz kir

Şiyar Dersim: Hevala Sara ne tenê li Kurdistanê li tevahiya cîhanê bû mînak ji jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo diyarkirina nûnerên Hesekê û Kobanê komîsyon hatin avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Fermandar Serbest Birûsk şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li gelek welatan li dijî qaçaxçiyên narkotîkê operasyon: 270 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?