Duşem, 18 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sor: Xurtkitina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erka şoreşgerî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Santiago Zabala: Hewldanên Ocalan divê vala neçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê goreke din a komî ya ji hestiyên qurbaniyên Êzidî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Şoreş Zêwkî di encama xiyanetê de şehîd bû
Kurdistan

HPG: Şoreş Zêwkî di encama xiyanetê de şehîd bû

HPG'ê ragihand ku Şoreş Zêwkî li Serhedê di encama xiyanetê de şehîd bû û got, "Hevrêyê me Şoreş bi hezkirina ji gel û welatê xwe, bi dilsoziya bi armanc û hevrêtiya xwe, bi wêrekî û şoreşgeriya xwe ya mînak wê timî bibe rêber ji hevrêyên xwe re."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Ewladê serbilind ê xelkê me yên Botanê yê welatparêz, milîtanê fedaî yê Apoyî yê partiya me hevrêyê me Şoreş Zêwkî di 11’ê Mijdara 2023’an de li Serhedê di encama xiyaneta kesekî de şehîd bû. Hesê ku bû sedema şehadeta hevrêyê me Şoreş hate girtin, hesab jê hate pirsîn û tol hate hilanîn.

Hevrêyê me Şoreş ji bo doza azadiyê ya welatê me û gelê me bû şoreşger, di vê rêyê de bêteredût meşiya û bû milîtanê vê vêyê. Ewladekî leheng ê Kurd bû ku ji karên ciwanên şoreşger ên welatparêz heta bi serhildanan û ji wir jî heta çiyayên Kurdistanê têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me Şoreş ku eşqa xwe ya azadiyê li çiyayan neqişand, da pey xeyalên xwe, hunera milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih kir û bû milîtanekî cihê hurmetê. Bi kedkarî û fedakariya xwe xwe hewl da. Bi wêrekiya xwe ya bilind di serî de Bakurê Kurdistanê li kîjan deverê pêwîstî bi pêwîstiyên şoreşa me hebû li wê derê bû û serxistina wezîfeyên xwe ji xwe re kir esas. Ji bo serxistina doza azadiyê ya gelê me bi gavên ji xwe bawer meşiya. Di encama xiyaneta kesekî de şehîd bû. Hevrêyê me Şoreş bi hezkirina ji gel û welatê xwe, bi dilsoziya bi armanc û hevrêtiya xwe, bi wêrekî û şoreşgeriya xwe ya mînak wê timî bibe rêber ji hevrêyên xwe re.

Em soz didin ku armancên hevrêyê xwe Şoreş bi ser bixînin. Di serî de malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji eşîra Zêwkî ya welaparêz û ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Şoreş Zêwkî bi vî rengî ne:

Nasnav: Şoreş Zêwkî
Nav paşnav: Sercan Erkol
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Qumrî-Hesin
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Mijdara 2023 / Serhed

Hevrêyê me Şoreş li nava malbateke welatparêz a baskê Zêwkî yê Ertûşiyan ji dayik bû ku yek ji eşîrên herî qedîm ê Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a mêtinger gundê wan şewitand, tevî malbata xwe koçî Wanê kir û li vir mezin bû. Ji ber hişmendiya xurt a Kurdîtiyê ya li nava malbat û derdora wî, her wiha dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re, hevrêyê me Şoreş hîn biçûkanî partiya me PKK nas kir. Li dijî dijminê ku tevî malbat, xizmên wî bi milyonan mirovên me koçber kir, bi hezaran mirovên me yên welatparêz qetil kir, ji têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi fedaîtî şer dikin bi bandor bû. Hevrêyê me Şoreş gerîla weke rizgarker dît, armanca xwe ya herî mezin jî tevlîbûna li nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şoreş zarokatiya xwe bi dilsoziya bi vê armanca xwe derbas kir, lewma her çend li dibistanên mêtingeriyê demekê xwend jî têgihişt ku ev dibistan bi kêrî wî nayên. Hevrêyê me zanîbû ku dewleta Tirk a qirker bi rêya van dibistanan zarokên Kurd ji cewhera wan dûr dixîne, lewma jî hêrsa xwe ya li hemberî dijmin hîn mezin kir. Piştî demekê dibistan terikand û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike dest bi kar kir. Hevrêyê me Şoreş hîn bû ku bi keda xwe li ser piyan bimîne, di tevahiya jiyana xwe de ev sekna xwe parast. Di demên ciwantiyê de dest bi karên ciwanan ên welatparêz ên şoreşger kir, di vê demê de firsend dît ku rastiya partiya me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Di vê demê de derfet bi dest xist ku ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe, di heman demê de bi kûrahî fêhm kir ku ciwan hêza pêşeng û parastinê ya civakê ne. Lewma jî ji bo nehêle ku dijmin bi rêbazên şerê taybet civaka me dejenere bike û ji cewhera xwe dûr bixîne kete nava hewldanan. Bi karakterê xwe yê şoreşgerî li derdora xwe û di nava hevrêyên xwe de bû mînak, her tim hewl da hêjayî vê yekê be. Di sala 2007’an de piştî ku xwişka wî ya mezin hevrêya me Bêrîtan – Mercan Erkol tevlî nava refên gerîla bû, biryar da ku karên xwe hîn mezin bike û bû şoreşgerekî profesyonel. Hevrêyê me Şoreş êdî xwe bi temamî da têkoşîna azadiyê ya gelê me, piştî vê demê beşdarî gelek karî bû, wezîfeyên demê bi cih anî. Di demekê de ku sîstema kapîtalîst bi xefik û lîstikan hewl dida wî teslîm werbigire, ew bi xeyalên xwe yên zarokatiyê re dilsoz ma, weke helwesta herî mezin a şoreşgerî ev yek di kesayetiya xwe de temsîl kir û li ser vê bingehê sala 2013’an beşdarî nava refên gerîla bû. Bi vî rengî hem armanca xwe ya zarokatiyê bi cih anî hem jî bersiva herî bi wate da komkujî û zextên delweta Tirk a qirker ên li ser gelê me.

Hevrêyê me ji Wanê tevlî nava refên gerîla bû, li vê derê ma, tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê wergirt. Ji hevrêyên xwe yên bi tecrûbe yên li qadê di demeke kurt de perwerdeya jiyanî û gerîlatiyê ya bingehîn wergirt, bi tevlîbûna xwe ya bi xwest û asta xwe ya kûrbûnê bû gerîlayekî şareza. Nêzî salekê li herêma Wanê têkoşiya, piştre ji bo wergirtina perwerdeyeke berfireh derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî yên vê derê xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir, bi taybetî fêhm kir ku gerîlatî ji bo gelê me jiyanî ye. Hevrêyê me têgihişt ku gerîla ne tenê hêza parastinê ye, di heman demê de pêşeng û hucreya esasî ya civaka polîtîk, exlaqî û demokratîk e, gihîşt wê biryardariyê ku kûrbûnên xwe hîn xurt bike. Piştî pêvajoya perwerdeyê demekê bi perwerdeya hevrêyên nû re eleqedar bû, ev pêvajo hem di asta hînkirinê hem jî di asta hînbûnê de derbas kir. Hevrêyê me ku êdî gerîlayekî şareza û xwedî tecrûbe bû, israr kir ku careke din li Bakurê Kurdistanê têbikoşe. Li ser vê bingehê hevrêyê me derbasî herêma Katoyê bû, piştî ku demeke kurt li vê derê ma, di êrişeke dijmin de bi giranî birîndar bû. Hevrêyê me ku tedawî bû, ev pêvajo bi kûrbûneek xurt û derswergirtina ji karên pratîkî derbas kir. Xwişka wî ya mezin hevrêya me Bêrîtan – Mercan Erkol di sala 2017’an de li Amedê û pismamê wî Arnos – Abdulla Erkol jî li Sîdekanê şehîd bûn, ku vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Şoreş kir. Şehadet ji xwe re kir hinceta têkoşîneke hîn mezin. Hevrêyê me zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî rastiya şehadetê bibe û ji bo karibe di taktîkên gerîla yên demê de xwe bi pêş ve bibe û astên leşkerî û îdeolojîk ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de bi cih bike di asta akademîk de tevlî perwerdeyan bû.

Piştî ku ev perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û misogerkirina azadiay fîzîkî ya Rêber Apo weke armanca xwe ya bingehîn diyar kir. Hevrêyê me Şoreş ku di vê pêvajoya dîrokî ya gelê me de haya xwe ji konsepta tasfiyekirinê ya dijmin a li ser gelê me hebû, xwe bi temamî da têkoşînê û bawer kir ku bi vî rengî dikare bersivê bide vê pêvajoyê. Li ser vê bingehê li herêma Serhedê têkoşîneke çalak, têr û tijî derbask ir. Bi sekna xwe ya zelal a di pîvanên milîtaniya Apoyî de, bi hevrêtiya xwe ya dilnizm û kesayetiya xwe ya kedkar bû gerîlayekî azadiyê ku ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Şoreş di 11’ê Mijdara 2023’an de şehîd bû. Em soz didin ku li Kurdistaneke azad hesret, bîranîn û armancên wî dewam bikin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Şengalê bi meşeke girseyî li pişta çapemeniya xwe sekinî
Nûçeya Pişt re Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan: Kilîda çareseriyê li Îmraliyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berdana Atsiz ê 30 salan girtî careke din hate astengkirin

Berdana Sedat Atsiz ê girtiyê nexweş ku 30 sal in girtî ye, cara duyemîn hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Akdenîzê ciwan li ser piyan in 

Li Akdenîzê li hemberî hewldanên desteserkirina şaredariyê meşeke girseyî hate lidarxistin. Piştî meşê ciwanan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên dewleta Tirk daristanên Efrînê dişewitînin

Hate ragihandin, ku çeteyên dewleta Tirk van rojên dawî 230 hektar qadeke daristanî ya Efrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV

Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?