Yekşem, 1 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Erdogan destûra bingehîn a nû wê bi rengê ‘hevpeymana civakî’ be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê du kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin dê vê pergalê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî nebaş e: Tedawiya wê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 2 şehîdan bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 2 şehîdan bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd ragihand û got, “Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku şehîdên me yên qehreman dewrî me kirine, bi hişmendiya bûyîna layiqê wan heta serkeftinê bimeşînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2025 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî da:

“Di roja 25’ê Tîrmeha 2024’an de êrîşê dijmin a ku li Herêmên Parastina yên Medyayê çêbûn de mîlîtanên Apoyî ên bi nirx hevrê Şerzan û hevrê Botan gihîştin şehadetê.

Hevrê Şerzan a ku di kesayeta xwe de werekî, egîtî û welatparêziya gelê Botanê bi felsefeya Apoyî re gihand hev û temsîliyeta wê kir. Meşa xwe ya şoreşgerî ya ku di salên ciwantiyê de destpê kir gihand lûtkeyê çiyayên Kurdistanê. Hîn ji roja destpêkê ve fedaîtîya ku cewhera partiya me PKK ye, esas wergirt û di hemû jiyana xwe ya şoreşgerî de her roj di terzê têkoşîna fedaî de xwe kûr kir. Hevrê Şerzan vê di jiyan û şerê xwe de bi awayekê serkeftî teyisand. Hevreyê me yê ku li dijî êrîşên li hemberî tevgera me di zanabûna berpirsyariya xwe ya dîrokî de bû û dixwest bi awayek bandor bersiv bide dijmin. Her tim hewl da biçe cihên ku şer lê zêde bûn. Hevreyê me yê ku bi saya girêdanbûna armanca xwe û israra lêhûrbûnên xwe xistina meriyetê re gihîştiye hedefê xwe, di gelek operasyonên şoreşgerî û çalakiyên ku li hemberî dijmin pêkhatî de cih girt. Hevrê Şerzan ê ku hezkirin û girêdanbûna wî ya hevrêtiyê her tim li çavên wî diteyisîn, di qada şer de jî parastina hevalên xwe kir armanca sereke. Ji bo vê her cure xetere girt berçav û bû mînaka her berbiçav a mîlîtaniya Apoyî û hevaltiya bijarte. Wêrekî, fedakarî û girêdanbûna xwe ya bi hevrêtiyê re her tim bû mîlîtanek mînak. Wê bîranînên hevrê Şerzan her tim ji têkoşîna me re pêşengiyê bike.

Hevrê Botan ê ku ji mîlîtanên fedaî yê Rojhilatê Kurdistanê ye wisa fikirî ku pêwîstiyên zanabûna netewî herî baş di refên PKK’ê de dikare bicih bîne, bû xwedî meşekî bêteredut. Hevreyê me yê ku jiyana xwe ya şoreşgerî bi xebatê ciwanan dabû destpê kirin, di demekê ku êrîşên dijwar li hemberî gel û tevgera me hebû de bi tevlîbûna li nava têkoşîna gerîla bir lutkeya herî jor. Dilê hevreyê me her tim bi hevalên ku tunelên berxwedanê de bûn re bû. Hevrê Botan ê ku hevalên xwe di her keliyê de hîs dikir, bi israr xwest derbasî qadên ku berxwedan lê hebûn bibe. Hevreyê me yê ku di zanabûna êrîşên li hemberî gelê me encex bi terzekê fedaîyanê bersiv tê dayîn de bû, zanîbû ku lêhûrbûnên xwe biteyisîne pratîkê jî. Di her qadê ku lê têkoşîn meşand de bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û mûtewazitiya xwe ya jiyanê re rêzgirtina hemû hevalên xwe qezenc kir. Bi zanabûna fedaîtî terzekê jiyanê ye di felsefeya jiyana azad a Apoyî de kûrbûn kir armanca xwe ya sereke. Hevrê Botan ê ku ji jiyana PKK’ê û hevaltiya wê re di asta azweri de girêdayî bû, bi kesayeta xwe ya fedakar, kedkar û xwezayî re di hemû hevalên xwe de şopên naye jêbirin hîşt.

Wek hevalên wan em di serî de ji malbatên hevrê Şerzan û Botan, ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Em soz didin ku em ê bi zanabûna layiqbûna têkoşîna şehîdên me yên leheng re têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.

Agahiyên nasnameya hevalên me yên ku gihîştine şehadetê bi vî rengî ye:

Navê Kod: Şerzan Herekol
Nav û Paşnav: Ridvan Şengîl
Cihê Dayîkbûnê: Edene
Navê Dayîk û Bav: Şemsê-SalihCih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2024’an/Herêmên Parastina yên Medyayê

 

Navê Kod: Botan Dalaho

Nav û Paşnav: Karwan Mihemed Xalid

Cihê Dayîkbûnê: Silêmanî
Navê Dayîk û Bav: Newroz-Xalid

Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Tîrmehê 2024’an/Herêmên Parastina yên Medyayê

 

ŞERZAN HEREKOL

 

Dewleta Tirk a ku li ser bingeha mêtîngeriyê hatiye avakirin, xwest hebûna gelê me înkar bike û polîtîkayên asîmîlasyonê pêk bînê û xwe li Kurdistanê mayînde bike. Di serdema Komarê de hemû serhildanên ku pêşketin bi awayekê hovanê çewisand û ji bo qirkirina Kurd pêk bîne her derfetê bikar anî. Li Kurdistanê piştî jiyandina dehan komkujiyan û xelasbûna hêviya pêşerojê ya gelê Kurd a ji bo demeke dirêjê, têkoşîna ku tevgera da destpê kirin ji bo gelê me bû nave ji nû ve zayînê. Têkoşîna azadiyê ku di pêşengiya Rêber Apo û partiya me PKK’ê de pêş ket û rêveçûna dîrokê guhert, li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû û ji bêdengiya mirinê re guleya yekemîn avêt. Gelê me yê welatparêz ê Botanê yê ku destpêkê ji vê serî rakirinê re şahidî kir, ji bo têkoşîn hîn mezintir bibe her fedakariyê kir. Zarokên xwe yên herî bi nirx bêteredut şandin têkoşîna azadiyê û erkên xwe yên welatparêziyê bê kêmasî pêk anî.

 

Hevrê Şerzan ê ku zarokekî Botanê ya egît bû, bi eslê xwe ji Dihêya Sêrtê bû. Ji eşîra Garisî ya welatparêz bû û li Edenê hate dinyayê. Ji ber ku malbata wî ferzkirina dewletê ya cerdewantiyê nepejirand û ji sekna xwe ya birûmet tawîz neda her tim rastî zextan hatin. Lê belê ligel ku dijmin kuştinên kujernediyar û şewitandina gundan ji bo çewisandina gelê me bikar dianî jî malbata hevrê Şerzan ê ku ji sekna xwe ya welatparêzî tawîz neda, li Edeneyê jî ku koç kiribûn, vê sekna xwe parastin. Ji ber vê hevrê Şerzan jî bi nirxên Kurdbûnê re girêdayî mezin bû. Hevreyê me yê ku demekê kurt çûye dibistanên ku pergal wek navenda qirkirinê bikar tine, piştre ji bo piştgirî bide dabara malbata xwe di gelek karan de xebitî. Hevrê Şerzan ê ku kedkar û fedakar bû, di ferqa berpisyariyên xwe yên civakî de bû û rêzgirtina malbat û derdora xwe qezenckir. Her çiqas ji durî Kurdistanê mezinbûye jî her tim dilê wî girêdayî axê bû û ji lehengiya ku ji berxwedana gerîlayê azadiya Kurdistanê derketiye holê bandor bû. Her wiha di derdora wî ya nêz de hebûna şehadetan mereqa hevrê Şerzan a têkoşînê zêdetir kir. Hevreyê me yê ku hesreta Botanê dikşand û rûyê wî her tim li çiyayên Kurdistanê bû, wek ciwanekî birûmet ê Kurd her tim xwedî li erkên xwe yên welatparêziyê derket. Hevreyê me yê ku li hemberî bûyerên civakî xwedî refleks bû, hêrsa xwe ya li hemberî pergalê her roj mezintir kir. Hevreyê me yê ku di xebatên ciwanên welatparêz de cih girt û bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bû, di çalakiyekî de ji aliyê dewleta Tirk ve ku çalakiyên rewa ya demokratîk jî qebûl nake û serî li rêbazên zext û êşkenceyê dide, hat girtin. Ligel hemû zext û êşkenceyên dijmin hevrê Şerzan ê ku ji sekna xwe ya şoreşgerî tawîz neda, zindan ji bo xwe wek qada xwe perwerdekirinê dît. Bi meteryalên partiyê yên ku xwendibû re têkoşîna azadiyê hîn baştir fêm kir. Hevreyê me yê ku ji aliyê bîrdozî ve lêhûrbûnên girîng jiyan dikir, xwe ji bo rojên xwe bigihînê gerîla amade kir. Hevreyê me yê ku pêvajoyê li zindanê nabû baş nirxand û li hemberî zilma ku li Kurdistanê tê jiyandin zanabûna meşandina têkoşînê de bû, biryara tevlîbûna gerîla da. Hevreyê me yê ku piştî ji zindanê derket ji bo bigihîje çiyayên azad ket nav lêgerînan, ligel ku zewicî bû hemû derfetên pergala kapîtalîst red kir û di sala 2017’an de berê xwe çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Şerzan ê ku bi tevlîbûna li nava gerîla şanaziya pêkanîna xeyalên xwe jiya, li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Ji manewiyeta bihêz û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bandor bû. Hevrêyê me yê ku eleqeyekî zêde da perwerdeyên leşkerî û di zanebûna bendewariyên pêvajoyê de bû, di her wateyê de pêşxistina xwe kir armanc. Hevrêyê me ku bi dersên dîrokî êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê me baştir fêm kir û li dijî dijmin bihêrs bû, bûyîna gerîlayekî jêhatî kir armanc. Bi taybet ji bo zanebûnên xwe yên di perwerdeyên leşkerî de pêk bîne bêsebr bû û perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir. Hevrêyê me yê ku tama jiyana gerîlatiyê di qadên xebatê yên pratîkî de zêdetir girt, ji bo jîyanîbûna felsefeya Apoyî li her qadê hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Şerzan ku xwest li ser hemû hirgûliyên jiyana gerîla serwer bibe, di gelek xebatan de ked da. Di xebatên ku tê de cih girt de bi kesayeta xwe ya fedakar û kedkar ji hemû hevrêyên xwe re bû milîtanekî mînak ê Apoyî. Bi taybet ji bo wateya ku dida têkiliyên hevrêtiyê û pêwîstiyên vê bi cih bîne ked da û bi vê yekê li qadên ku lê bû şopên kûr di hemû hevrêyên xwe de hişt. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku şer encax bi amadekariyên berê dikare bê qezenckirin û bi coş û moralekî mezin tevlî amadekariyên ku di wê warî de dihatin kirin bû. Her erka ku partiya me da bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di aliyê îdeolojîk de xwedî danahev û tecrubeya rêxistînî bû, li her cihê ku lê bû pêwîstiyên rêgezên Partiyê bi cih anî. Ji bo çalaktir beşdarî pêvajoya şer a piştî pratîkê bibe, beşdarî perwerdeyên îdeolojîk bû. Di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de bi taybetî li ser şêwazê şerê gerîla yê serdema nû lêhûrbûn bû. Bi xwendina dahûrandinên Rêbertiya me hesabên kûr di kesayeta xwe de kir. Di pêvajoya ku xebatên pratîkî dikir de dersên mezin ji kêmasiyên xwe girt. Hevrêyê me Şerzan ê ku danehavekî girîng di aliyê îdeolojî û leşkerî de bi dest xist, bi biryardarî û îdiayekî mezin xwe ji bo erkên demê amade kir. Piştî ku wekî gerîlayekî azadiyê yê jêhatî û serkeftî perwerdeya xwe temam kir, xwest biçe herêmên ku êrîşên dijmin lê hene. Hevrêyê me bi taybetî ji şehadeta hevrêyên xwe yên bi gazên kîmyewî ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedanekî destanî dan, bandor bû. Tolhildana van hevrêyên xwe kir sedema herî mezin a têkoşînê.

Hevrêyê me yê ku bi moraleke mezin derbasî mewziyên şer bû, li gorî ruhê serdemê tevgeriya. Hevrêyê me Şerzan ku her tim bi helwesta xwe ya milîtanî û israra xwe ya di lêdana dijmin de bû milîtanekî Apoyî yê mînak, di gelek operasyonên şoreşgerî de cih girt ku derbên dirokî û giran li dijmin dan. Bi saya qabiliyeta xwe ya şer, wêrekî û jêhatîbûna xwe ya leşkerî di gelek çalakiyan de pêşengiya hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Şerzan ji roja tevlîbûna xwe ya li nava Tevgera me heta nefesa xwe ya dawî wekî milîtanekî li ser xeta fedaî meşiya û hemû erk û berpirsyariyên xwe bêyî kêmasî bi cih anî. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil û kûr mîrateyekî nayê jibîrkirin hişt. Em weke peyrewên hevrê Şerzan ku 25’ê Tîrmeha 2024’an tevlî karwanê şehîdan bû, soza xwe dubare dikin ku bîranîna wî li Kurdistana azad bidin jiyîn.

BOTAN DALAHO

 

Hevrêyê me Botan ku bi eslê xwe ji herêma Dalaho ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber ku malbata wî di encama zextên rejîma Îranê de koçî bajarê dîrokî yê Başûr Kurdistanî Silêmaniyê bû, li vir ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz û dilsozê nirxên Kurdîtiyê ye, bi cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji zarokatiya xwe ve di gelek karan de şixûlî û tevkariyê li dabara malbata xwe kir, bi kedkariya xwe derket pêş. Di pêvajoya kar de xwe bi keda xwe li ser lingan girt û di heman demê de zêdetir fêm kir ku kapîtalîzm pergala mêtingeriyê ye. Hevrêyê me di zanebûna pergala qirkirinê de bû ku li çar parçeyên Kurdistanê heye û li dijî vê helwestê girt. Hevrêyê me Botan xwest kevneşopiya berxwedanê ya di pêşengiya Partiya me PKK’ê de ji nêz ve nas bike û fêm bike. Hevrêyê me xwest bersiva nakokî û lêgerînên xwe bibîne û cihê xwe di xebatên ciwanên şoreşger de girt. Wekî kesekî çalak, dînamîk û jêhatî pêşniyara beşdarbûna ji bo her xebatê kir. Pir bandor bû ku zarokên herî hêja yên gelê me di refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de têdikoşin û hemû derfetên pergalê red dikin. Her roj firsend dît ku Rêbertî û Partiya me baştir fêm bike û bi tevlîbûna xwe ya li xebatan bû mînak. Hevrêyê me yê ku bi xwendinê zane bû û hewl da tiştên ku fêr bû bide jiyanîkirin, ji şêwaza jiyana milîtanên Apoyî bandor bû. Dema DAÎŞ’ê bi piştgiriya hêzên mêtînkar êrîşî qadên Rojava û Şengalê kir û xwest gelê me ji qirkirinê derbas bike, gerîlayên azadiyê li dijî êrîşan têkneçûyîna îradeya Apoyî ji cîhanê re îspat kir. Ev yek bandorek kûr di hevrêyê me de hişt. Hevrêyê me Botan dît ku gerîla bi ruhekî fedaî hem li dijî dewleta Tirk a dagirker û hem jî li dijî çetayan şer dike û ji bo parastina destkeftiyên gelê me berdêlên giran dide. Li ser vê yekê xwest beşdarî refên gerîla bibe. Lê ji ber jêhatîbûna xwe ya di xebatan de û pêwîstiyên rêxistinî neçar ma vê biryara xwe ji bo demekê taloq bike. Hevrêyê me yê ku xeyala beşdarbûna li nava refên gerîla dikir, xwest di pêvajoyeke ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser qadên gerîla giran bû de biryara xwe ya tevlîbûnê bike pratîkê. Bi moral û heyecaneke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku cîhên pîroz ên gerîla ne.

Hevrêyê me Botan di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû û keyfxweşiya pêkanîna şertê ewil a gava jiyana azad jiya. Hevrêyê me jidilî û têkiliya hevrêtiyê ya gerîlayan bandor bû. Di demeke kin de fêrî jiyana gerîla bû û tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me bi perwerdeyên wergirtî li ser felsefeya Rêbertî lêhûrbûn bû, xwendinên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û xwe di aliyê îdeolojîk de pêş xist. Di perwerdeyên leşkerî de li ser taktîkên demê lêhûrbûn bû û li gorî ruhê demê tevgeriya. Hevrêyê me nêzîkatiya felsefeya Apoyî ku jiyan û pratîkê yek digre, esas girt. Piştî ku perwerdeya şervanên nû temam kir, derbasî qadên pratîkî bû. Hevrêyê me yê ku bala xwe da her hirgûliyên derbarê jiyanê de û sûd ji tecrubeyên hevrêyên xwe wergirt, di demeke kin de hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê bîrdozî ve pêş ket. Xwest her kêliya xwe ya di refên gerîla de tijî tijî bijî û heqê wê bide; bi tevlîbûna xwe ya bi moral û hevrêtiya xwe ya bi hêz her erka xwe li gorî rêgezên Partiyê bi cih anî. Hevrêyê me Botan ê ku xwest rolekî çalaktir di pêvajoya şer de bilîze û erkên xwe yên demê bi cih bîne, tevlî perwerdeyên pisporiya leşkerî bû. Armanc kir ku bibe gerîlayekî profesyonel û cihê xwe di berxwedana destanî ya li qadên Zap, Avaşîn û Metîna de bigire. Bi hêza ku ji hevrêyên xwe girt ku sepandinên nemirovî yên dijmin pûç kirin û bi berxwedanên xwe derbasî dîrokê bûn, xwe ji bo erkên herî zehmet amade kir. Perwerdeyên xwe yên pisportiya leşkerî bi daxwaza fêrbûnê û performasa xwe ya bilind bi awayekî serkeftî temam kir. Hevrêyê me Botan ê ku li hemû qadên ku lê bû bi perwerdeyên hevrêyên xwe re eleqeder bû û di her xebatê de ked da, xwest di şerên tunelan de cih bigire. Li ser vê esasê derbasî qada Zapê bû, hêrs û ezîma xwe ya têkoşînê mezin kir û bû xwediyê pratîkekî serkeftî. Bi keda xwe ya di amadekariyên tunelên şer de û kesayeta xwe ya fedakar bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Botan ê ku li herêma Zapê di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û derbên mezin li dijmin da, îdiaya xwe mezin kir û xwest di tarzê fedaîtiyê de kûr bibe. Li ser vê bingehê pêşniyar kir ku di xebatên binesaziya Hêzên Taybet de cih bigre. Lê hevrêyê me ji ber erk û mîsyona ku li xwe girtibû neçar ma vê pêşniyara xwe taloq bike û li qada ku lê bû xeta fedaîtiyê esas girt û têkoşîna xwe mezin kir.  

Hevrêyê me Botan ku di êrîşa dijmin a 25’ê Tîrmeha 2024’an de şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî her kêliya xwe fedayî têkoşîna azadiya gelê Kurd kir. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna fedaîyane ya hevrêyê xwe bi ser bixin û heta pêkanîna xeyalên şehîdên xwe têkoşîna xwe mezin bikin.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sewqiyata leşkerî kir
Nûçeya Pişt re DEM Partî ji bo Pexşan Ezîzî li pêşiya Konsolosxaneya Îranê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîbo: Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi tevahî bêrol bihêle

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Gel ê PYD'ê Sîhanok Dîbo der barê planên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Ereban ê Hezexê leşkeran bi ser malan de girtin û 3 kes binçav…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî wê li Romayê di konferansê de bê nîqaşkirin

Paşeroj, îro û pêşeroja pêngava ji Rêber Apo re azadî, wê di 11-12’ê Nîsanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?