În, 8 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cengîz Çîçek: Divê komîsyon Birêz Ocalan jî di nav de ligel hemû aliyan hevdîtinan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Divê komîsyon pirsgirêkê ji Abdullah Ocalan guhdarî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê TBB’ê Sagkan: Belegeyên derçûnê yên 15 fakulteyên hiqûqê hatin xirabkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Celal Firat bû endamê nû yê komîsyonê yê DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Çaynak: Gel ji bo baweriyê gavên qanûnî dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya HPJ’ê 7 gerîlayên azadiyê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bazîdê xwedî li banga Rêber Apo derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêviyên îro berhema fedakariya wê û hevalên wê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîn du sal şûnde bi encam bû: dîsa êşkence bê ceza ma!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Westanê Navenda Jiyana Jinan a Tamara hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr zêde dibe: Di 3 mehan de 350 jinan serî li baroyê dan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê disiplînê dan Leyla Guven û 11 jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Tîrmehê de herî kêm 28 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Elewî: Em amade ne ku bibin hilgirên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hesekê komxebata piştgiriya jinên Siwêdayê: Hikûmeta veguhêz ji parastina welatiyan berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 139’emîn Galaya Madenvanên Durhamê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 5 gerîlayên ku sala 2019’an şehîd bûn bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 5 gerîlayên ku sala 2019’an şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) gerîla Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi “rêzdarî û minetdarî” bi bîr anî û got, “Em ê ala têkoşînê ya dewrî şopdarên xwe kirine, bi serketinê tacîdar bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tebax 2025 Dema xwendinê: 27 dq.
Parvekirin

HPG-NRÇ’ê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em hevrêyên xwe Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Hevrêyên me Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn. Bi tarzê jiyana Apoyî û hevrêtiya xwe ya kûr, her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anîn. Hevrêyên me li gelek qadên cuda xebat meşandin, bi tevlîbûna xwe ya bêteredut a di pêvajoya şer de û bi tarzên xwe yên fedayî bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Li dijî konsepta îmha û tasfiyeye ya li ser gelê me û Tevgera me hatî ferzkirin, di her xebatê de tevlîbûneke bi moral û coş raber kirin. Em ê ala têkoşînê ya ku şehîdên me dewrî me şopdarên xwe kiriye, bi serketinê tacîdar bikin û li ber bîranînên wan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên şehîdên xwe yên leheng li Kurdistana azad bidin jiyîn.”

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd, bi vî rengî hate diyarkirin:

Nasnav: Rojda Arjîn

Nav û Paşnav: Mehnaz Bazarxak

Cihê Jidayikbûnê: Merîwan

Navê Dayik – Bav: Gulçîn – Mehdî

Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna

 

Nasnav: Serdem Wan

Nav û Paşnav: Welat Hazir

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Sabrî – Adem

Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna

 

Nasnav: Hêja Mawa

Nav û Paşnav: Bêrîtan Aktaş

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Hayat – Cemalettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Îlona 2019’an / Metîna

 

Nasnav: Nizar Cizîrî

Nav û Paşnav: Adem Gok

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Ummuhan – Feyzullah

Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna

 

Nasnav: Sozdar Ronî

Nav û Paşnav: Sevda Yagan

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik – Bav: Xezal – Fazil

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Îlona 2019’an / Metîna

Daxuyanî wiha dom kir: “Hevrêya me Rojda li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê hate dinê. Di nava malbateke ku tevî hemû zextên rejîma Îranê nasnameya Kurd û nirxên welatparêziyê lê zindî tê hiştin de mezin bû. Erdnîgariya Rojhilatê Kurdistanê xwedî paşeroj û mîrateyeke berxwedanê ya bi kok e, ji bo Tevgera Apoyî û Rêber Apo gelek berdêl dan. Ewladên xwe yên herî bi wêrek bi serbilindî tevlî têkoşînê kir û li ser vê xakê bû haveynê jiyana bi rûmet. Bajarê Merîwan di tevahiya dîrokê de huner, wêje, hîsiyat lê pir xurt bûye. Hevrêya me Rojda li bajarekî wiha û di nava mîrateyeke çandê ya bi kok de mezin bû, ev yek bû sedem ku bibe xwedî dilsoziyeke xurt. Hevrêya me timî gerîla, hevrêtî û têkoşîna gerîla mereq kir. Di nava gerîlayan de dilsoziyeke xurt dît û vê yekê îradeya wê ya ji bo tevlîbûna têkoşînê xurt kir. Hevrêya me ya bi zanebûna Kurdîtiyê mezin bû, biryar da ku vê cewherê xwe bi têkoşîna dozeke hîn pîroztir re bike yek. Ji malbatê wê hevrê Armanc tevlî nava refên gerîla bû û di sala 2008’an de bi lehengî şehîd bû, têkoşîna hevrê Armanc bandoreke mezin li ser wê çêkir. Hevrêya me Rojda ji şervanên azadiyê yên ji bo Rêber Apo û Kurdistanê şehîd bûne, hêzeke mezin girt û di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Feraset û taybetmendiyên ku rejîma Îranê ava kirî, hewl da ku di perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava refên gerîla de ji ser xwe bavêje. Ferq kir ku divê jixwe bawer bike û di jiyanê de rol bilîze. Di van perwerdeyan de hîn baştir fêm kir ku jineke bê xweparastin nikare bibe xwedî hebûn. Lewma ji bo pratîkek gerîla ya xurt raber bike, armanc kir ku xwe pêş bixe. Hevrêya me ji bo xwedî derketina li gerîla û hevrêtiyê, sekneke xurt raber kir û bi kesayeta xwe ya naîf bala hevrêyên xwe kişand. Her tim bawer kir ku divê jinek di jiyanê de ji her tiştî re amade be û xwe bike parêzvanê civakê. Ji bo zanist û kêrhatinên xwe yên leşkeri pêş bixe, ket nava hewldanek mezin. Li qadên ku lê ye, pratîkek xurt raber kir. Hevrêya me Rojda li qadên têkoşînê yên cuda wezîfe weşand, bi disîplîneke mezin wezîfeyên xwe bi cih anî. Di îdeolojiya Rizgariya Jinê de xwe timî nû kir û sekna şoreşgeriya xetê raber kir. Bi dirûstî û sadebûna xwe her tim weke hevrêyek bi jiyanê tejî hate bîranîn. Hevrêya me herî dawî bi îdîa û biryardariyeke mezin hate qada Metînayê. Hevrêya me bi erdnîgariya Metînayê re bû yek û ji bo barê pratîka li qadê bigire ser xwe, bi xwestekek mezin hewl da. Di nava herikbariya jiyanê de kesayeta bi cewher a gerîlatiyê bi dest xist. Girîngî dayîna zanist û jiyana bi zanist, bingehê girîng ê gerîlatiyê ye. Hevrêya me dizanî ku di nava gerîla de divê cewher û şêwe heman be, ev yek di şexsê xwe de bi kedek mezin nîşan da.

Hevrêya me wateyeke mezin da her kêliyeke jiyana gerîla û ev yek li gorî pêdiviyê jiyan kir. Bû milîtaneke dilsozê Rêber Apo û şehîdan. Hevrêya me Rojda şoreşek cewherî û pêşenga jiyanê bû. 1’ê Îlona 2019’an di êrîşeke dijmin a li qada Metînayê de, şehîd bû. Heta kêliya dawî bi hezkirin û xwestekek mezin girêdayî rastiya Kurd û Kurdistanê ma û bû neferek têkoşîna azadiyê. Em ê têkoşîna hevrê Rojda ya dewrî me kirî, bigihînin serketinê û ev yek ji bo me sedemê herî esas ê têkoşînê ye. Soza me ya serketinê ya ji bo şehîdên me, wê bibe ronahiya siberoja me.

Hevrêyê me Serdem ê ku milîtanekî hêja ye, li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku medeniyet, çand û yekîtî lê zindî bûye, hate dine. Hevrêyê me Serdem di nava malbateke welatparêz de mezin bû ku ji dil girêdayî têkoşîna azadiyê ye û di heman demê de ji bo têkoşînê berdêl daye.

 

Hevrêyê me di nava lêgerîna de bû ku nirxên gelê Kurd biparêze û bi wî rengî mezin bû. Di temenekî zû de bû şahide zext û zilma dijmin. Ji ferdên malbatê gelek kes li hemberî vê zext û zilmê helwesteke dîrokî raber kirin û tevlî nava refên têkoşînê bûn. Her yek ji wan di têkoşîna azadiyê de cih girt, vê yekê hem di wî de lêpirsînên kûr çêkir hem jî agirê berxwedanê gur kir. Fikirî ku ji bo bigihije wan rojên ku têkoşînê li refên herî pêş bimeşîne divê tiştekî bike. Lewma biryar da ku bi rengekî aktîf tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bibe. Di dema xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de hem rastiya gelê xwe hem jî rastiya dijmin hîn baştir fêm kir. Ji bo ku ciwan li dora Rêber Apo kom bibin, bi roleke girîng rabû. Hevrêyê me bi ti rengî fêrî dibistanên sîstemê nebû, di refa 8’an de dibistan hişt û xwe bi temamî tevlî xebatan kir. Her gava avêtî ew ji bo biryareke hîn mezintir amade kir. Li ser vî bingehî hevrêyê me xwe amade kir û sala 2014’an ji bo di nava refên têkoşînê de cih bigire, tevlî nava refên gerîla bû.

 

Di jiyana gerîla de pêşketin, di kêliyê de çêdibe. Kes xwe weke ku jinûve zindî bûye, hîs dike û dikeve ferqa rastiya xwe. Hevrêyê me Serdem ev yek di şexsê xwe de pir zelal dît. Bi sekna xwe ya bi biryar, di nava refên gerîla de ji perwerdeyên dîtî serketineke hêja bi dest xist. Hevrêyê me di warê leşkeri de bi lez pêş ket û heqê berpirsyariyên ku girtiye ser xwe, da. Weke fermandarek ciwan timî di nava hewldan û lêhêrbûnê de bû ku darbeyên giran li dijmin bixe. Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Li gel vê yekê ji bo bibe gerîlayek profesyonel, hewl da. Hevrêyê me bi performansa xwe ya di perwerdeya pisporbûnê de, bal kişand. Hevrêyê me Serdem di nava demek kurt de bû xwediyê pêşketinên cidî û şervantiya profesyonel a di nava gerîla de û sekna milîtanek disozê Rêbertî raber kir. Bi hesasiyet nêzî her wezîfeyê bû û esas girt ku her xebatê bi ser bixîne. Li gel aliyê leşkeri, weke îdeolojîk jî pêşketin bi dest xist. Bi tarzê xwe yê ku timî lêhêrbûn dike, lêkolîn dike û rê vedike, tevlî dewreya perwerdeya îdeolojîk bû. Guhertin û veguhertina ku li vir jiyan kir, di jiyana xwe de jî raber kir. Hewldana wî ya ji bo hîn baştir fêmkirinê, îspat kir ku ew milîtanek dilsozê Rêbertî ye. Bi hêz û biryardariya ku ji perwerdeyê girtî, berê xwe da pratîkê. Hevrêyê me li qadên ku wezîfe lê meşandî, bû xwediyê zemînê pratîkek xurt. Hevrêyê me bi perwerde û pêşketina hevrêyên xwe re jî pir eleqedar bû. Di nava hevrêyên xwe de bû kesekî ku pir jê dihat hezkirin. Bi jiyana xwe ya bi zanebûn, wêrek, fedayî û kedkar jiyaneke mînak raber kir. Ji bo felsefeya jiyana gerîla û hevrêtiya wê bi rengekî herî baş jiyan bike û bide jiyankirin, bû xwedî hewldanek mezin. Hevrêyê me bi reng, sekin û asta xwe ya di nava jiyana gerîla de tevkariyên girîng kir û heya kêliya şehadetê li ser armanca xwe bû. Hevrêyê me bi xeyala “Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad” hêrsa xwe ya li dijî dijmin zêde kir. Weke ewladekî hêja yê gelê Kurd, hewl da berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Hevrêyê me Serdem ku şervan û milîtanekî hêja ye, 1’ê Îlona 2019’an di êrîşeke dijmin a li ser qada Metîna de bû nemir û şehîd bû. Weke milîtanekî her tim bi fedayiyane û lehengî jiyan kir. Hevrêyê me Serdem bi têkoşîn, jiyan û cewherê xwe navê xwe li dîroka azadî û lehengiyê ya gelê xwe nivîsand. Em soz didin ku têkoşîna wî bi ser bixînin. Em car din diyar dikin ku wê soza me ya dilsoziya bi bîranînên wan re, bibe teminata me ya serketinê.

Bajarê Amedê ku dergûştiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiriye, di tevahiya dîrokê de bûye navenda têkoşîna gelê Kurd. Yek ji mînaka bêhempa ya têkoşînek birûmet welatparêziya gelê Amedê ye. Hevrêya me Hêja di nava kevneşopiyeke wiha ya hêja de di nava malbat û derdoreke gelekî girêdayî pêvanên welatparêziyê de ji dayîk bû. Ji ber ku gelek ferdên malbata hevrêya me Hêja tevlî nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne, ev yek bû sedem ku ew bi vê kevneşopî û çandê mezin bibe. Ji ber ku di nava derdoreke polîtîk de mezin dibe, dibe şahidê her cure êrîşên dijmin û rastiya têkoşînê. Li gel naskirina dijmin hêrsa xwe mezintir dike. Hevrêya me Hêja piştî ku 8 salan diçe dibistanên pergalê dibîne ku li vir pêşerojeke sexte û ji civakê dûr li benda wê ye. Ji ber vê yekê dev ji dibistanê berda. Di heman salan de bi hestên welatparêziyê tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz dibe. Bi awayekî aktîf li hemberî amûrên şerê taybet ên pergalê û propogandayên wê têkoşiya. Hevrêya me ya ku heya demekê di nava van xebatan de dimîne, di vê pêvajoyê de biryara tevlîbûna nava refên gerîlayan distîne û yekem pêngava xwe ya ber bi refên gerîlayan ve avêt.

Di yekem perwerdeyên di nava refên gerîlayan de bi taybetmendiyên xwe yên di dibistanên pergalê de ji dîrok, çand û nasnameya wê hatî veqetandin û wisa hatine avakirin, hesiya û ev yek heya asteke girîng derxist hişmendiyê. Perwerdeya gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê weke qonaxeke jiyana xwe ya girîng nirxand. Li vir weke kesayetekê baştir pê hesiya ku têgihiştinên wê ji aliyê pergalê ve hatine tehrîbkirin û wê li hemberî vê yekê çawa têkoşîna xwe bide meşandin. Hevrêya me ya ku girêdayî vê têgihiştinê bû xwediya pêngavên şênber, di demeke kurt de xwe gelekî pêş xist. Piştre di perwerdeyên akademiyê de girêdayî vê yekê meşa xwe domand. Bi saya taybetmendiyên kesayetiya xwe yên weke bi zû fêm dike û di pratîkê de nîşan dide, ji pêvajoyên perwerdeyê bi awayekî serkeftî mezûn bû. Di hemû kêliyên jiyanê de hewl da ku di nava yekbûyînekê de bijî. Hevrêya me ya ku ferdên malbata xwe yên tevlî refên têkoşînê bûne tim ji xwe re weke mînak digire, di mijara dilsoziya ji bo şehîdan de bû xwediya sekneke girîng. Tim mereqa jiyana hevrêyên xwe yên şehîd kir û hewl da ku bi kûrayî nêzîkatiyên wan ên li hemberî têkoşînê fêm bike. Çi qas fêm dikir jî hewl da ku li ser şopa wan bimeşe, weke nêrînan wan lê binêre û li gel dilsoziya wan bi Rêbertî re ava kirine, bijî. Bi saya kesayetiya xwe ya bihêz û bibiryar di hemû xebatan de serkeftinên mezin bi dest xistin. Tim hewl da ku têkiliyên xwe yên hevrêtiyê pêş bixe. Ji ber ku ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî dihate hezkirin vê yekê kir ku di nêzîkatiyên wê yên li hemberî nirxan de tim xwedî xwestekeke mezintir bibe. Bi saya helwestên xwe yên diyar ji bo nîşandana pratîka ku divê gerîlayek hem di nava jiyanê de hem jî di nava têkoşînê de pêşengtiyeke çawa bike, tim hewl da.

Hevrêya me Hêja ya ku di encama êrîşa dijmin a 10’ê Îlona 2019’an de a li ser Metînatê tevlî karwanê nemiran dibe, li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin hişt. Hêvrêya me ya ku bû hêjaya hevrêyên xwe û gelê xwe wê tim di nava dil û têkoşîna hevrêyên xwe de bijî. Soza me serkeftinê ya ji şehîdan re temînata siberoja me ye.

 

Hevrêyê me Nizar li navçeya Cizîrê a Şirnexê ku bûye navenda serhildanên Botanê ji dayîk bûye. Di nava malbat û derdoreke ku xwedî nirxên bilind ên welatparêziyê de mezin dibe. Di zarokatiya xwe de dibe şahidê zulm û zextên dewleta Tirk a faşîst.  Hevrêyê me yê ku heya dibistana seretayî diçe dibistanên pergalê, dev ji xwendina van saziyên ku pêşerojekê pêşkêşî wî nake, berdide. Ji ber welatparêziya malbata xwe hê di zarokatiya xwe de li gel rastiya Kurd û Kurdistanê mezin dibe. Hevrêyê me yê ku tim xeyal dike ku bibe gerîla, xwe gav bi gav ji bo refên têkoşînê amade dike. Di sala 2015’an de di Berxwedanên Rêveberiya Xweser de dibe şahidê komkujiya dewleta Tirk a li Cizîrê pêk anî. Hevrêyême yêku bi xwe jî di nava berxwedanê de cihê xwe digire, di vê pêşvajoyê de di encama êrîşên leşkerên Tirk de birîndar dibe. Vê birîndarbûnê kir ku dilsoziya hevrêyê me ya ji bo têkoşînê zêdetir bibe û li hemberî dijmin pêngavên radîkaltir biavêje. Hevrêyê me sondê dixwe ku tola êşên hatine dîtin hilîne. Hevrêyême Nizar li dijî pergala destbixwîn a ku li hemberî berxwedana gelê Kurd ya mafdar têk diçe û ji ber vê yekê ev qasî zêde serî li komkujiyan dide, di nava têkoşîna azadî û rûmetê de bibe neferekî ku tu caran têk naçe di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Ji ber ku ji malbata hevrêyê me hem mamê wî û hem jî kurmamê wî tevlî nava refên têkoşînê bûne û şehadeta kurmamê wî Mehmet Guler ya di sala 2015’an de zemîna tevlîbûna wî ya ji bo nava refên gerîlayan xurttir kir. Li gel vê bingeha xurt ji kêliya destpêkê ve di nava têkoşîna gerîlayan de adaptebûneke mezin pêk anî. Bi kesayeta xwe ya bixwebawer, nûxwaz û jêhatî di hemû perwerdeyên di nava refên gerîlayan de dibîne performanseke hêja û serkeftinênmezin bi dest xistin. Hevrêyê me yêku zanîn û tecrûbeyên xwe yên di warê leşkerî roj bo roj zêdetir dike, ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonel tim hewl da.  Hevrêyê me yêku êşên gelê Kurd di dilê xwe de hîs dike, tim berpirsiyariyên wê girtin ser milên xwe. Hevrêyê me bi van hestên bersisiyarbûnê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê yên hov di eniyên herî pêş de şer kir û li ber xwe da. Hewl da ku xwe di nava şerî de zêdetir pêş bixe û derbên girîng li dijmin bixe. Bi van taybetmendiyên xwe li hemû qadên têkoşînê û di xebatên xwe de serkeftinên mezin bi dest xistin. Bi saya gerîlatiya xwe ya pêş dikeve, ji bo ku xwe di mijara şerê profesyonel de perwerde bike di akademiyên pisporbûnê de jî perwerdeyan distîne. Di van perwerdeyan de ku baldarbûn, serwerî û tecrûbeyên mezin hewce dike jî serkeftinên mezin bi dest xistin. Hevrêyê me Nizar,  bi saya taybetmendiyên xwe yên ciwanbûn û  jêhatîbûnê di demeke kurt de di nava refên gerîlayan de xwe gelekî pêş xist. Hevrêyê me da îspatkirin ku ew şopdarekî felsefeya Rêbertî ye ku tu caran têk naçe û di nava jiyanê de jî bi avaniya xwe ya fedekar, kedkar û wêrek bûye xwediyê sekneke mînak. Ji ber vê yekê ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî rêz lê hate girtin û hezkirin. Sadebûna wê û kesayeta xweser ya erdnigariya Botanê li hemû qadan nîşan da. Hevrêyê me yêku kesayeta xwe ya sade ya ji malbata xwe girtî, bi çand û exlaqê Apoyî re dike yek, hewl da ku bibe xwedî taybetmendiyên milîtanên Apoyî û li gel wan bijî.

Hevrêyê me Nizar ê ku tim dilsozê kesayeta sadeû çanda welatparêziya ya gelê Cizirê ye, weke ewladekî gelê Kurd ê wêrek heya kêliya dawîn têkoşîna xwe bê navber meşand. Hevrêyê me Nizar bi sekna xwe ya resen,hêrsa xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe re her çend kurt jî be di nava têkoşînê de bû xwediyê sekneke layiqî reseniya xwe. Hevrêyê me Nizar di 1’ê Îlona 2019’an de di encama êrîşa hewayî ya dijmin ali ser qada Matînayê de tevlîkarwanê şehîdan dibe. Em soz didin ku em ê siberojên azad û birûmet yên hevrêyê me Nizar hesreta wan dikir, bi mîrate û biryardariya têkoşîna ku şehîdên me ji me re weke mîras hiştine, ava bikin.

Hevrêya me Sozdar weke şirîkeke jiyana ku li ser rêyên koçberiyê hatiye avakirin, li bajarê Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêya me Sozdar di nava malbateke ku girêdayî kokên xwe û yek ji hezar malbatên ku weke encama zextên dijmin ji Sêrtê koçî Edeneyê kiriye de mezin dibe, gelekî hestreta Kurdistanê dike. Her çend li Edeneyê mezin dibejî ji nasnameya xwe dûr nakeve û ji zarokatiya xwe ve dibe şahida têkoşîna nasnameyî ya gelê Kurd. Ji ber ku li bajarekî ku nas nake û xwe aîdî xwe nabîne mezin dibe, rastiya dijmin ji nêz ve nas dike. Tim eleqeyeke mezin nîşanî têkoşîna azadî û rûmetê ya gelê Kurd ê hem têkoçberîkirin û hem jî bi rê û rêbazên cuda dixwazin asîmîle bikin. Tu caran bi pergalê re yekbûyînek pêk neanî û tim û tim li rastiya xwegeriya. Ji ber ku ji derdora wê ji bo nava refên azadiyê tevlîbûn hebûn, eleqeya wê ya ji bo têkoşîna azadiyê gav bi gav zêdetir kir. Girêdayî vê yekê hevrêya Sozdar xwe ji biryara radîkal ya ku wê di demên pêşde bistîne re amade kir. Hevrêya me di pêvajoya ku ‘’Plana Têkbirinê’’ li ser gelê Kurd û gerîlayên azadiyê xistin dewrê de, gihîşt wê baweriyê ku êdî sekinandin tê wateya tunebûna di nava pergalê de û tevlî nava refên gerîlayan bû.

Hevrêya me ya ku ji kêliya yekem ya tevlîbûna xwe bi heyraniyeke mezin tevlî jiyana gerîlayan dibe û bi saya kesayeta xwe ya sade hewl da tim baştir fêm bike, di perwerdeyên destpêkê de sekna xwe nîşan da. Bi saya têgihîştina xwe ya xurt dersên di perwerdeya de dibîne gav bi gav di nava jiyana xwe de weke pratîkî nîşan dide. Ji ber van taybetmendiyên xwe ji pêvajoya destpêkêû pê ve îspat kir ku wê bibe milîtan û şervaneke hêja. Hevrêya me ya ku rengê xwe jî li xebatên ku bi rê ve dibe, zêde dike, bi kesayeta xwe ya rengîn ya di nava jiyanê de ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Tevî temenê xwe yê ciwan jî tim dixwest li eniyên herî pêş de be û ev yek bû sembola cewhera milîtaniya li gel wê. Hevrêya me ya ku vê daxwaza xwe bes li ser gotinê nahêle, ji bo ku bibe gerîla û şervaneke profesyonel tim hewl da. Ji bo ku xwe bigihîne tecrûbeyên leşkerî û îdeolojîk ku du xalên herî girîng ên jiyana gerîlayan in,  bi kûrbûneke mezin û berdewam tevlî jiyanê dibe. Weke jineke ciwan gihîşt wê baweriyê ku jinbûn girêdayî têkoşînê gavên pêşdetir hewce dike û wisa jî tev geriya. Hevrêya me ya ku bi hezeke mezin dilsoza Rêbertî ye tim û tim bi xwestek û hewla azadkirina Rêbertî tev geriya. Hevrêya me ya ku hebûna di hebûna Rêber Apo de dibîne, ev yek bi hemû jidiliya xwe jiya. Hevrêya me Sozdar ya ku li gel jiyan û hevrêyên xwe girêdaneke bihêz ava kir, li gel hişmendiya ku hevrêtiya rast bi keddanê pêkan e, hem ked da û hem jî ji bo kedên hatine dayîn nirxekê bi dest bixe hay ji berpirsiyariyên xwe bû. Li ser rûyê xwe yê biken tu caran cih neda metirsî, bêbiryarî û bêhêvîbûnê. Bi paqijiya zarokan a li ser kenê xwe barê têkoşînê da ser milên xwe. Ne ku ji bo têkoşînê bibe bar, ji bo ku barê têkoşînê bide ser milên xwe jiya.

Hevrêya me Sozdar ku şervaneke resen ya gelê Kurd e, di 10’ê Îlona 2019’an de di êrîşeke dijmin a li ser qada Metînayê de weke milîtaneke ku heya kêliya dawîn li ber xwe da û tevlî karwanê nemiran bû. Bîranîna hevrêya me Sozdar a di doza xwe ya mafdar de bû mîrasgira jiyan û têkoşîneke bêyî dudil, wê di rêya serkeftinê de tim pêşiya me ronî bike.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Temellî: Divê komîsyon pirsgirêkê ji Abdullah Ocalan guhdarî bike
Nûçeya Pişt re HPG: Êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta Rojava agirê azadiyê – V

Di 22’ê Gulana 2007’an de çalakiya fedayî ya Erdal Andok a li Enqereyê, mîrateya Zîlan…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenê kepçeya ku hate îmhakirin

Gerîla TV dîmenê kepçeyeke dagirkeran weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Zapê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan qurbaniyên komkujiya Roboskî bi bîr anîn

Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan kesên ku di komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin, bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Elmanyayê hinerdaya çekan a ji bo Îsraîlê da sekinandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Washingtonê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de peymana ‘aştîyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?