Yekşem, 13 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
Kurdistan

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Sason û Jêhat bi sekn û têkoşîna xwe bûn mînakên bijarte yên milîtaniya Apoyî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:

“Di 15’ê Çileya 2024’an de me bi gelê xwe û raya giştî re parve kiribû ku li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Hekkarî li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî hatiye lidarxistin. Dii vê çalakiyê de 12 dagirker hatine cezakirin, 8 dagirker birîndar bûne û hevrêyê me Jêhat bi ruhê fedayî yê Apoyî û cesareta bilind li dijî dagirkeran şer kir û gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Sason Asmîn jî ku beşdarî heman çalakiyê bû, piştî çalakiyê şehîd bû.

Hevrêyê me Sason û Jêhat bi taybetmendiyên xwe yên milîtanî yên Apoyî yên di jiyanê û şer de cihê xwe yê birûmet di dîroka me ya têkoşînê de girtin û weke mînakên şênber ên ruhê fedayî yê Apoyî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê derketin lûtkeyê. Hevrêyên me Sason û Jêhat li hemberî êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me bedena xwe kirin mertal û heta nefesa xwe ya dawî bi fedeyî beşdarî têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn. Bi helwest û têkoşîna xwe bûn mînakên berbiçav ên milîtaniya Apoyî.

Em di serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Sason û Jêhat cangoriyên fedayî yên Apoyî û ji hemû gelê me yê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin û careke din dubare dikin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sason Asmîn
Nav û Paşnav: Mûrat Oçek
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Sînem – Cafer
Dem û cihê şehadetê: 13 Çile 2024 / Metîna

Nasnav: Jêhat Bagok
Nav û paşnav: Mehmet Gumuş
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Bedîe – Firat
Dem û cihê şehadetê: 13 Çile 2024 / Metîna

Hevrêyê me Sason li Wanê, di malbateke welatparêz û dilsozê çanda Kurdî de hatiye dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, partiya me PKK di temenekî biçûk de nas kir. Bi taybetî di sala 2010’an de ji gerîlayên ku dîtiye gelekî bandor bûye. Helwesta gerîlayên ku di jiyanê de dît, têkiliyên wan ên hevaltiyê yên kûr û dilsoziya wan a bêdawî ya ji bo gelê me, hişt ku hevrêyê me Sason tevlîbûna gerîla bike armanca xwe ya herî mezin. Mijareke din a ku bandor li hevrêyê me Sason kir tevlîbûna xizmên wî yên nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Sason ferdekî ku ji aliyê malbat û derdora xwe ve dihat hezkirin û qîmet didanê. Piştî ku dibistana seretayî qedand, bi hizra ku dibistanên dijmin tiştekî bidin wî tune ye, dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me yê ku piştre ji bo debara malbata xwe bike şivantî kir. Di karê ku kesayet û hesasiyeteke pir hesas lazim bû de hêviyên malbata xwe bi cih anî. Tiştên ku ji şivantiyê hîn bû, piştre ji bo pêşketina wî ya di jiyana gerîla de bû bingehek girîng. Hevrêyê tevî temenê xwe yê ciwan rastiya dijmin nas kir, fêm kir ku bêyî têkbirina pergala dewleta Tirk a qirker a kuli ser tunekirina gelê me xwe avakiriye, gelê me bi rastî azad nabe. Ji ber vê sedemê pêşî xwest ji hemû girêdanên ku wî bi pergalê ve girêdide qut bike. Çalakiya hevrêyê me Sason a yekemîn redkirina rastiya dijmin bû. Roj bi roj hişyartir dibû û xeta xwe ya têkoşînê mezin kir. Di pêvajoyeke ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêşket û hêviya azadiyê ya gelê me zêde dibû de hevrêyê me Sason, tevlîbûna nava refên gerîla yên bi salan xeyal dikir, ji xwe re weke erk girt ser xwe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Sason ê ku yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li herêma Metîna dît, bi vê perwerdeyê yekser xwe bi jiyana gerîla û çiyê re adapte kir. Jiyana mitewazî ya gerîla, şêwaza xebata kolektîf û têkiliyên kûr ên hevaltiyê bandor li hevrêyê me Sason kir. Hevrêyê me yê ku dizanibû divê di kesayeta xwe de jî van taybetmendiyan temsîl bike, di vê wateyê de kûrbûnek kûr jiya. Hevrêyê me bi perwerdehiya dît firsenda çand û dîroka Kurd ji nêz ve nas bike, li ser vê bingehê kesayeta xwe dahûrand. Li diji bandorên dijmin ên li ser kesayeta xwe têkoşiya. Piştî ku pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir, li Metînayê xwendina xwe domand. Hevrêyê me Sason di jiyana xwe ya gerîlatiyê de azmûnek bi dest xist, bi saya tevlîbûna xwe ya rast û bêşert bû gerîlayekî jêhatî û bi van taybetiyan rêz û hezkirina hemû rêhevalên xwe girt. Hevrêyê me Sason dixwest bi têkoşîneke xurttir bersivê bide nirxên ku hevrêyên wî dane wî, bi salan beşdarî xebatên girîng û krîtîk bû. Bi saya hesasiyeta xwe ya di van xebatan de baweriya hemû rêhevalên pê hat. Hevrêyê me Sason di xebatên meşandin de fersenda naskirina bi dehan hevrêyên xwe bi dest xist, hem ji taybetmendiyên erênî yên van hevalan bandor bû û hem jî bandor li wan kir. Hevrêyê me Sason rûkenî û kesayeta xwe ya jidil di her hevrêyê xwe de şopên kûr hişt û her roj hewl da têkoşîna xwe berfireh bike. Bi vê armancê hevrêyê me her tim dahûrandin û parêznameyên Rêber Apo dixwend û fêm kir ku ew ancax bi kesayeta milîtan a Apoyî dikare bibe gerîlayekî serketî. Hevalê me her çendî xebatên girîng û krîtîk meşand jî, hevalê me her tim dixwest li qadên ku li dijî dijmin şerekî çalak dimeşîne be. Digot ku ancax bi vî rengî dikare azweriya di dilê xwe de berhev kiriye, li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê. Hevrêyê me bi taybetî dixwest bersivê bide êrîşên dijmin ên li seranserê Kurdistanê û li ser gelê me, bi israr xwest di eniya şerê germ de cih bigire. Lê di sala 2021’an de bi pêşniyara hevalên xwe yên ku dixwestin di taktîkên gerîla û îdeolojiya Apoyî ya serdema nû de xwe pêş bixe û bibe yek ji fermandarên ciwan ên serdema nû, di sala 2021’an de tevlî perwerdeya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Hevrêyê me ji pratîka xwe ya berê dersên girîng girt û di taktîkên gerîla yên serdema nû de ezmûnên girîng bi dest xist.

Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, berê xwe da herêma Metînayê. Hevrêyê me vê carê jî bi coş û kelecan beşdarî xebatan bû û di nava tîmên çalak ên gerîla de cih girt. Hevrêyê me li hemberî êrîşên dijmin ên ji bo tasfiyekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku ji xwe re weke astengî didît, derbasî qonaxeke nû ya qirkirinê bû, di nava berxwedaneke fedaî de bû derbên giran li dijmin xist. Li Herêma Metînayê beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me Sason di gelek çalakiyên li herêmên Metînayê hatin pêşxistin de bû milîtanekî mînak ku bi wêrekî, dilgermî û bi israra xwe ya derbê li dijmin bixe. Hevrêyê me her kêliya xwe li ser lêdana derbên giran li dijmin bide derbas dikir û ji bo vê berxwedanek mezin nîşan da. Herî dawî hevrêyê me Sason beşdarî çalakiya 13’ê Çileya 2024’an a li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Colemêrgê bû û di vê çalakiyê de cihekî girîng girt. Hevrêyê me yê ku di vê çalakiya ku derbên giran li dijmin dan de bi lehengî şer kir û piştî çalakiyê di demeke kin de di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Xeta berxwedanê ya hevrêyê me Sason di demên herî dijwar de jî bi saya ruhê xwe yê bilind ê êrîşkar derb li dijmin girt, wê ji bo hemû hevrêyên xwe bibe rêber.

 

Hevrêyê me Jêhat, di malbateke ku bi eslê xwe ji Şemrexa Mêrdînê ye, li Amedê hatiye dinê. Ji ber ku ji malbateke xwedî hişmendiya bilind a welatparêziyê bû û li Amedê têkoşîna me zû nas kir. Ji ber ku gerîla bi fedekarî û fedayiyeke mezin li dijî dewleta Tirk a qirker şer kir, bû sedem ku hevrêyê me Jêhat biçûkatiya xwe ji gerîla hez bike. Çîrokên lehengiyê yên gerîla ku ji derdora xwe dibihîst, hezkirina hevrêyê me ya ji gerîla re hê zêdetir kir, di heman demê de bû sedem ku tevlîbûna gerîla weke xewn û armanca xwe diyar bike. Hevrêyê me yê ku biçûkatiya xwe rastiya dijmin nas kir, mîna her zarokên Kurd ê li Kurdistanê, hebûna dijmin a li Kurdistanê qebûl nekir û neket bin bandora polîtîkayên dijmin ên ji bo asîmîlekirinê. Hevrêyê me Jêhat ku xwe berpirsyarê dabînkirina azadiya gelê me dibîne, mîna her ciwanê Kurd ê birûmet, bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên ciwanan bû. Hevrêyê me alikariya gelek ciwanên Kurd kir ku hişyar bibin û hişt ku di nava têkoşîna azadiyê de cih bigirin. Bo keda dayî roj bi roj têkoşîna me geştir kir, dilsoziya xwe ya bi gerîla re xurtir kir û li benda wê kêliyê bû ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di serdemeke ku êrîşên dijmin ên li ser gel û tevgera me zêde bûn de hevrêyê me Jêhat berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Jêhat ji ber xebatên xwe yên berê xwedî ezmûneke rêxistinî û bîrdozî bû, di adaptekirina jiyana gerîla û çiya de ti zehmetî nekişand. Hevrêyê me bi têkoşîna fedaî û hevaltiya kûr a gerîla bandor bû, ji roja destpêkê ve bi coş û heyecaneke mezin tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêyê me bi perwerdeya ku di gerîla de dît, derfeta pêşxistina xwe ya leşkerî bi dest xist, di aliyê îdeolojîk de jî firsend dît ku hîn bêhtir kûr bibe. Hevrêyê me yê ku bi hêza ji vê pêvajoya perwerdeyê wergirtiye xwe amade hîs kir ku pratîkên dijwar pêk bîne. Di nava kelecana ku tavilê biçe pratîkê bi hemû hevalên xwe re parve kir. Hevrêyê me Jêhat di demeke ku êrîşên dijmin dijwar bûn de xwest biçe qadên berxwedanê û li dijî dijmin şer bike. Ji ber ezmûnên wî yên berê careke din tevlî xebatên Komalên Ciwan bû. Hevrêyê me yê ku demekê di van xebatan de cih girt, di gelek qadên cuda de pratîk kir. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me şervanên nû dişand nava refên gerîlayan û di tevlîbûna bi dehan ciwanên di nava refên gerîla de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Jêhat ê ku di pêvajoyên ku di van xebatan de cih girtiye bandor li ser her ciwanê ku pê re xebitiye re çêkir, bi helwesta xwe ya di asta milîtaniya Apoyî de jî hurmet û hezkirina gelê me bi dest xistiye.

Êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi taybet herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, hêrsa hevrêyê me Jêhat a li hemberî dijmin hîn zêdetir kir. Di heman demê de berxwedana fedaî ya hevrêyên me yên li van herêman ji bo rêhevalên me bû hêz û moralek mezin. Berxwedana fedaî ya rêhevalên me li hember her cure çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên tektîkî yên di tunelên berxwedanê de hevrêyê me Jêhat vegerandin çiyayên ku di hesreta wê de bû. Hevrêyê me yê ku dixwest mil bi mil li hemberî dijmin şer bike, bi îrade û biryardariyeke mezin derket çiyayan û xwest tavilê biçe herêmên ku şer lê dijwar bûye. Di vî alî de israra wî ya mezin hebû. Lê ji ber hevrêyê me Jêhat ne xwediyê ezmûna leşkerî bû, ji bo di serdema nû de taktîkên gerîlatiyê kûrtir bibe û bibe gerîlayekî profesyonel, pêşî beşdarî perwerdeya şaxê bû. Hevrêyê me di şaxê pisporiyê ya sabotajê û taktîkên gerîlayên serdema nû de xwedî cihekî girîng e, di heman demê de bi saya hevalên xwe di gelek qadên cuda de zanîn û ezmûn bi dest xist. Hevrêyê me Jêhat ku di heman demê de şêwazên şerê tunel û gerîlla yê ku di encama lehengiyeke mezin de derketibû holê jî hebû, xwe ji şerekî mezin re amade kir û berê xwe da herêma Metînyê ku êrîşên dagirkeriyê lê dijwar bûn. Hevrêyê me yê ku li herêma Metînayê li gelek qadan beşdarî çalakiyan bû, bi pratîka xwe ya serkeftî hurmeta hevrêyên xwe yên qadê bi dest xist. Hevrêyê me Jêhat li her girekî ku dijmin lê bi cih bûye dizanibû û derbarê hêzên dijmin ên li ser van giran de xwedî plan bû û di pêkanîna gelek çalakiyên serketî de bû alîkar.

Hevrêyê me Jêhat di 13’ê Çileya 2024’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî leşkerên dijmin beşdarî çalakiyê bû, bi hişmendiya kûr a berpirsyariya xwe, bi biryardarî û ruhê serdemê têkoşiya. Hevrê Jêhat di vê çalakiyê de heta nefesa xwe ya dawî bi fedeyî û lehengî li ber xwe da û gihîşt şehadetê.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Paradîgmaya Rêber Apo wê sîstema dewletperest tune bike – NÛ BÛ
Nûçeya Pişt re Hem keça wê jê standin, hem jî dixwazin dersînor bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi sedan Êzidî ji kampên PDK’ê direvin: Banga lezgînî li Iraqê hat kirin!

Bi sedan êzidiyên ji aliyê PDK’ê vebi darê zorê li kampên Dihokê hatibûn ragirtin ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Hadî hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Elî Hadî yê di 9’ê Hezîranê de dema li…

Ji aliyê Stêrk TV

Keskîn Bayindir: Bi dîlgirtina Abdullah Ocalan dijminatiya li hemberî Kurdan hate nûkirin

Keskîn Bayindir diyar kir ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên AKP-MHP’ê li ser gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîmenê merasîma şewitandina çekan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?