Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa ISIG’ê: Meha Tebaxê herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ji bo şehîdan bernameya bîranînê ya 3 rojî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hem keça wê jê standin, hem jî dixwazin dersînor bikin
Rojane

Hem keça wê jê standin, hem jî dixwazin dersînor bikin

Dayika ji Fasê Asmaa Hachem ku ji bo keça xwe ya ji aliyê dewletê ve bi zorê jê hate standin têdikoşe, birin Navenda Vegerandinê ya Selîmpaşa. Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn ji bo Asmaa Hachem kete nava liv û tevgerê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Tirkiyeyê êş û derdê koçberan naqede. Yek ji wan jî Asmaa Hachem a ji Fasê ye ku ji bo keça xwe ya ji aliyê Xizmetên Civakî ve bi zorê jê hatiye standin têdikoşe. Asmaa Hachem 4 roj in li Navenda Vegerandinê ya Selîmpaşa tê ragirtin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn ji bo Hachem neyê dersînorkirin ketiye dewrê. Eren Keskîn li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

TIŞTEK NEMA KU BI SERÊ HACHEM NEHAT

Asmaa Hachem di sala 2017’an de ji bo betlaneyê ji Fasê hat Tirkiyeyê, lê belê tiştek nema ku bi serê wê nehat. Di rojên destpêkê de çenteyê wê hate dizîn û ji ber ku wesayitekê lê da, lingê wê şikest. Piştî ku rehet bû bi demê re li Stenbolê bû xwedî derdorekê. Hachem ji bo kar bike û mafê rûniştinê serlêdan kir, lê nehate qebûlkirin. Di 8’ê Adara 2021’ê de keça wê ya bi navê Fatîma Alya ji dayik bû. Bi piştgiriyê li Kasimpaşayê malek kirê kir û dest bi karê paqijiyê kir. Jiyana Hachem piştî pandemiyê bi krîza aboriyê re hîn giran bû. Ji ber ku kirêya xanî gelekî biha bû nekarî bide, lewma ji aliyê xwediyê xanî jî ji malê hate avêtin. Mîna ku ev têrê nake, li ser îxbarekê ew birin Qereqola Beyoglûyê û keça wê bi zorê jê hate standin. Keça wê Alya birin saziyeke Midûriyeta Xizmetên Civakî û ji wir jî radestî malbatekê hate kirin. Hachem ji bo karibe keça xwe werbigire bi mehan e hewl dide. Herî dawî ji aliyê Qereqola Beyoglûyê ve beriya 4 rojan ji bo bê dersînorkirin birin Navenda Vegerandinê ya Selîmpaşayê.

‘QANÛN LI ALIYEKÎ EV YEK JI ALIYÊ HESTEWARÎ VE REWŞEKE METIRSÎDAR E’

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku têkoşîna Asmaa Hachem a ji bo keça xwe dît û ji bo neyê dersînorkirin kete dewrê, anî ziman ku bêyî daxwaz û destûra Hachem keça wê bi zorê jê hate standin, destpêkê radestî Saziya Sêwiyan a Zarokan, ji wir jî dan malbatekê. Keskîn anî ziman ku Hachem bi mehan e têdikoşe ji bo karibe zaroka xwe werbigire û got, “Asmaa naxwaze zaroka xwe bide û dibêje ku dikare lê binere. Qanûn li aliyekî ev yek ji aliyê hestewarî ve tiştekî gelekî metirsîdar e. Zilm e ku zarokek bêyî daxwaza dayikê jê bê standin. Hem ji bo zarok hem jî ji bo dayikê travmayeke mezin e. Ji xwe dayikê dema serî li me da diyar kir ku dema zaroka wê jê hate standin felç derbas kir, porê wê jî weşiya. Lê belê zarok tevî vê yekê jî ji dayikê hate standin û radestî malbatekê hate kirin. Destûr ji Asmaa re hatiye dayin ku tenê mehê carekê keça xwe bibîne, ev yek jî ji bo wê bûye hêviyeke mezin. Em jî hewl didin ku ji têkoşîna wê re bibin alîkar. Lê belê ji ber ku belgeyên wê yên pêwîst nîne nekarî wekaletê bide me. Herî dawî em hîn bûn ku birine Navenda Vegerandinê ya Selîmpaşayê.”

EREN KESKÎN BANG LI WEZÎRA MALBATÊ KIR

Keskîn diyar kir ku dersînorkirina dayikeke ji bo wergirtina zaroka xwe têdikoşe binpêkirina mafên mirovan e û bangeke bi vî rengî li Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Mahînûr Ozdemîr Goktaş kir, “Vî karê vegerandinê tavilê rawestînin. Ji bo Asmaa Hachem zaroka xwe werbigire ya pêwîst tavilê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
Nûçeya Pişt re Nobetên Edaletê bi biryar dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî biryargeha ewlekariya sînor a Pakistanê êriş: 3 mirî

Li bajarê Peşaver ê Pakistanê ku paytexta eyaleta Hayberê ye, di êrişa xwekujî ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

Li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) ku wê bandora neyînî li jiyana xwezayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistina Efûyê: Îsraîlê di weşana zindî de komkujî pêk anî

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya binpêkirinên mafan de Îsraîl sûcdar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?