Pêncşem, 8 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Koma Meclîsê ya DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî êrişên li Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li dijî Kurdên li Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk amade ye ku li dijî Kurdan piştgiriyê bide Şamê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo meşa ‘heqîqet û edaletê’ ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo meşa 10’ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Parastina Rojava erkekî neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mesrûr Barzanî ji bo êrîşên ‘qirkirina nijadî’ yên li Helebê nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Êriş çareseriyeke maqûl sabote dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê divê hêzên siyasî hemû hewl bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê berfê bandor li xizanan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêvan çû û li ber xwe da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê banga piştgiriyê li gelên Îranê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li hemberî êrîşên li ser jin û gel ên li Helebê bêdeng nemînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên jin dest bi greva birçîbûnê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî: Tu hêz nikarevê pêvajoya dîrokî rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê danezana hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê şehîd Erdal, Avesta, Ekîn û Çekdar bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê şehîd Erdal, Avesta, Ekîn û Çekdar bi bîr anî

Hêzên Parastina Gel (HPG) Erdal Êrkendî, Avesta Çiyayî, Ekîn Sûr û Çekdar Tolhildan ên ku sala 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Çile 2026 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Em hevrêyên xwe Erdal Êrkendî, Avesta Çiyayî, Ekîn Sûr û Çekdar Tolhildan ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me yên ku bawer dikirin Tevgera Azadiya Kurdistanê hêviya gelê Kurd ê bindest û hatî mêtingehkirin e, bi biryardariyeke mezin tevlî PKK’ê bûn. Ji tecrûbeya artêşa me ya gerîla sûd wergirtin û bûn milîtanên xurt. Bi felsefeya Apoyî xwe perwerde kirin û ji bo li qadên zehmet bi cih bibin, israr kirin. Hevrêyên me li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîneke bênavber meşandin. Bi cidiyet û disiplîneke mezin nêzî her wezîfeya Partiya me bûn û pratîkek serketî nîşan dan. Gelek xebatên ku ked û fedakariyê dixwazin, bi îdîa û biryardariyeke mezin meşandin. Hevrêyên me ji bo zindî hiştina xeta Apoyî, hewldaneke zêde raber kirin. Di pêvajoyeke ku êrîşên dewleta Tirk pir zêde bûn de, mîsyona xwe bi cih anîn û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hiştin. Hevrêyên me Erdal, Avesta, Ekîn û Çekdar ji sekna bi îrade, xurt û şoreşgeriya li dijî dijmin tawîz nedan û bûn mînakên şênber. Em soz didin ku wan timî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Di serî de malbatên wan ên hêja ku milîtanên fedayî yên Apoyî yên hêja bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dan qezenckirin, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê xeyalên şehîdên xwe.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Erdal Êrkendî
Nav û Paşnav: Yusuf Kartal Bagdu
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik – Bav: Duriye – Bedrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Cotmeha 2021’an / Garê

Nasnav: Avesta Çiyayî
Nav û Paşnav: Fatma Fîrdevs Gok
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Behiye – Abdulbakî
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Cotmeha 2021’an / Xakurkê

Nasnav: Ekîn Sûr 
Nav û Paşnav: Sevîm Bulbul
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Nîmet – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Cotmeha 2021’an / Xakurkê

Nasnav: Çekdar Tolhildan
Nav û Paşnav: Agît Derinyer
Cihê Jidayikbûnê: Îngilistan
Navê Dayik – Bav: Cennet – Vedat
Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Cotmeha 2021’an / Qendîl

ERDAL ÊRKENDÎ

Hevrêyê me Erdal di nava malbateke ji gundê Êrkend ê herêma Garisa ya Botanê de, li Edeneyê hate dinê. Hevrêyê me Erdal ji ber gundê xwe û helwesta xwe ya welatparêziyê, bû hedefa dijmin. Dewleta Tirk sala 1994’an li dijî gundên Kurdistanê polîtîkayeke terorê ya dewletê ya hovane meşand û zilmeke mezin li xelkê Êrkend kir. Ji ber zext û zilma dijmin û ferzkirina cerdevantiyê, xelkê me yê li gundê Êrkend neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Her çendî ku neçar man gundên xwe terk bikin û ji Kurdistanê dûr bikevin, nasname, çand û welatparêziya xwe birin her derê. Zarokên xwe bi çanda welatparêziyê mezin kirin, rastiya têkoşînê pê dan naskirin, esas girtin ku Kurdîtiyê bi rengê herî zindî bijîn.

Hevrêyê me Erdal jî ewladê xelkê Êrkend ê welatparêz bû. Welatparêziya Êrkend, Garisa û Botanê hîna di temenê zarokatiyê de di kûrahiya kesayeta hevrê Erdal de cih girt. Lewma hevrê Erdal cewhereke girîng di kesayeta xwe de hewand. Li taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê ku bi welatparêziya xwe navdar e, mezin bû. 12 salan xwend û ji lîseyê mezûn bû. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, weke kedarekî xebitî. Ji xizmên wî yên nêz û derdora malbata wî gelek tevlîbûn li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hene, hin hevrê şehîd bûn û yên din jî di eniyan de têkoşîna xwe domandin, vê yekê bandor li hevrê Erdal kir. Wî jî mîna gelek xizmên xwe biryar da ku welatparêziya xwe veguherîne têkoşîna şoreşgerî û bi komeke hevalên xwe re destpêka sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me bi zanebûn û hestên mezin tevlî gerîla bû, navê fermandarê me yê mezin hevrê Erdal – Engîn Sîncer li xwe kir û dest bi têkoşînê kir. Bi coş û kelecana mezin hewl da gerîlatiyê fêr bibe. Perwerdeya gerîla ya ewilî li Garê wergirt û li vir dest bi pratîkê kir. Ji fermandar û hevrêyên me yên bi tecrûbe, gelek tişt fêr bûn. Bi eşqeke mezin armanc kir ku jiyana hevrêtiyê ya PKK’ê pêş bixe û xurt bike. Bi sekna xwe ya exlaqî, pîvan û keda xwe bû milîtanekî Apoyî yê hêja. Heya sala 2015’an li Garê pratîk meşand, piştre bi baweriyeke bilind di xebatên ewlehiyê yên Fermandariya Biryargeha Navendî de cih girt. Di vê pêvajoya xebitînê de li kuderê çi kar hebe bila bibe, bêyî rawestan û bi tempoyeke bilind hewl da bi cih bîne. Têkildarî taktîk, teknîk û hûrgûliyên gerîla xwe pêş xist û perwerde kir. Weke gerîlayekî xwedî zanebûna vekirî, pêşketinê bi dest dixe û tecrûbe qezenc dike di xwe de asteke baş afirand. Bi baweriya xwe ya bilind a li hemberî PKK’ê, têkoşiya û tevlîbûneke pir samîmî û jidil raber kir. Hevrêyê me Erdal her karê xwe bi serketineke bilind temam kir, rêbaz dît, înîsiyatîf pêş xist û çareserî hilberand. Weke milîtanekî fedayî yê Apoyî di xebatên Biryargeha Navendî de bi rola xwe rabû. Tevî temenê xwe yê ciwan jî her kar dikarî bike. Weke fermandarek ciwan şêwe girt.

         

        

Ji bo ku di pêvajoya jinûve avakirina HPG’ê de di gerîlatiya modernîteya demokratîk de kûr bibe û di hunera gerîla de bibe pispor, dawiya sala 2020’an li Dibistana Sabotajê ya Akademiya Şehîd Mahîr perwerde dît. Hevrê Erdal asteke serketinê ya bilind bi dest xist û gihişt formasyoneke ku perwerde bide. Piştî perwerdeya xwe bi serketî qedand, li ser esasê pêdiviyan car din vesaziya wî ji bo xebatên Biryargeha Navendî çêbû. Hevrê Erdal weke fermandarekî gihiştî, xwedî tecrûbe, kesayeta xwe perwerdekirî û di gerîlatiyê de kûr bûye, bi cidiyeteke mezin car din tevlî xebatan bû. Hevrê Erdal îşareta ku wê bibe fermandarekî mezin ê siberojê nîşan dida, xwe ji berpirsyarî girtinê neda paş. Ji bo hevrêyên xwe biparêze û karên rêxistinî bi performanseke tam bimeşîne, her cure fedakarî kir, dema pêwîst kir rîsk girtin û planên dijmin pûç kir. Di heman demê de pratîkeke mînak raber kir.

Ewladê wêrek ê xelkê me yê Êrkend, milîtanê hêja yê Botanê û fermandarê me yê ciwan hevrê Erdal Êrkendî, 22’yê Cotmeha 2021’an di êrîşa hewayî ya dijmin a li ser Garê de şehîd bû. Em ê jiyana gerîla ya 7 salan a hevrê Erdal ku sekin, dirûstî, samîmiyet, fedakarî, cesareta bilind û kedkariyeke mezin raber kir, ji xwe re mînak bigirin û soz didin ku timî bîranîna wî bidin jiyîn.

AVESTA ÇIYAYÎ

Hevrêya me Avesta Çiyayî li Şirnexê ku yek ji navendên girîng ê welatparêziya Kurd e, hate dinê. Ji nava 9 xwişk-birayan, ya herî biçûk bû. Hevrêya me Avesta bi çanda welatparêziya qedîm a xelkê Şirnexê û exlaqê wê yê civakî mezin bû. Xwedî karakter û kesayeteke xurt bû. Hevrêya me ciwaneke xebatkar bû, ji dibistana navîn bû mezûn. Ji ber ku dewleta Tirk li dibistanan asîmîlasyonê dimeşîne, Kurdîtiyê û Kurdî tune dihesbîne, ji dibistanê sar bû û terikand. Hevrêya me ya ku ciwaneke Kurd a bi zane bû, ji bo tevlî têkoşîna civakî bibe ket nava lêgerînê. Daxwaza azadiyê ya hevrê Avesta bû wesîle ku tevlî xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bibe. Hevrêya me di nava ciwanên Kurd ên welatparêz de ciwanên mîna xwe dît. Ferq kir ku ketiyeke rêyeke rast. Bi lez xwe pêş xist, xurt kir û bi rengekî aktîf tevkarî li xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger kir. Piştî ku du salan tevlî van xebatan bû, xwest asta xwe ya tevlîbûnê bilind bike. Kurxaletê wî Beşîr Ernesto – Alî Malgaz 4’ê Çileya 2014’an li Rojava di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû, vê yekê bandoreke kûr li wê kir. Di encama lêgerînên xwe de biryar da ku tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibe û di payîza 2015’an de tevlî PKK’ê bû.

         

        

Hevrêya me Avesta di raporeke xwe de sedemên tevlîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: ‘Kuştina zarokan, li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de destûr nehat dayîn ku birîndar û jinên ducanî bibin nexweşxaneyê, ew qas malbat hatin qetilkirin, binçavkirina jinan û êşkence li wan kirin, gelê Kurd weke kole dîtin, hêrsa min a li dijî vê sîstemê zêde kir û rêya min a tevlîbûnê vekir’.

Hevrê Avesta bi zanedarbûneke xurt û hestên esil tevlî nava refên gerîlayan bû û yekem perwerdeya gerîlayan li Garê stand. Li vir dest bi pratîkê kir û fêrî gerîlatiyê bû. Ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê derbasî Kerkûkê bû. Weke şervaneke Tabûra Şehîd Reşîd Serdar di eniyên herî pêş de tevlî şerî bû. Tecrûbeyên girîng bi dest xistin. Girêdayî van tecrûbeyan ji bo ku xwedi gerîlatiyê de zêdetir kûr bike û pispor bibe li dibistana operasyonê daxilî perwerdeya pisporbûnê bû. Piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, dewreyeke din ma û vê carê jî têkarî li perwerdeya hevrêyên xwe kir. Di van perwerdeyan de li gel tecrûbeya leşkerî hişmendiyeke xurt û îdeolojîk û rêxistinî jî bi dest xist. Hevrê Avesta daxwaz kir ku daxilî têkoşîna li çiyayan bibe û di encama pêşniyarên wê yên bi israr de di sala 2017’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li eyaleta Xakurkê daxilî yekîneya gerîlayan a gerok bû. Bi lez beşdarî pratîka li vir bû û weke gerîlayeke YJA Starê a xwedan tecrûbe berpirsiyarî girtin ser milên xwe. Bi awayekî bêyî teredut daxilî têkoşînê bû û hewl da ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Girêdayî vê yekê li gelek qadên eyaleta Xakurkê xebitî, ked da û nirx afirandin. Di serî de Şehîd Bêrîtan, Lêlikan û Xinêrê weke hevrêyeke ku li gelek qadan xebitiyeî derket pêş. Hevrê Avesta li gel cesareta xwe ya bilind bi awayê herî bedew nûnertiya gerîlatiya jin kir û biryardariya tevlîbûna çalakiyan a herî pêş nîşan da. Weke jineke Kurd a azad a ku bi ser dij min de diçû û hesab jê dipirsî, xwe pêş xist. 

Hevrêya me Avesta ya ku xwe gihand asteke girîng a tevlîbûnê, kesayeta jina azad û gerîlatiya YJA Starê, di 12’ê Cotmeha 2021’an de li herêma Sinînê ya eyaleta Xakurkê dema ku li ser erka xwe bû di encama êrîşeke dijmin a hewayî de li gel hevrê Ekîn Sûr tevlî karwanê şehîdan bû. Em hevrêya xwe Avesta Çiyayî ya ewlada Cizîra Botan a wêrek ya li ser şopa Binevş Agalan meşiya û li çiyayên Kurdistanê bû qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wê li Kurdistana Azad zindî bigirin. 

EKÎN SÛR

Hevrêya me Ekîn Sûr li gundê Şelê yê girêdayî navçeya Hênî ya Amedê ji dayîk dibe. Li vir li gundê xwe û li gel malbata xwe ya welatparêz dijî û mezin dibe. Hevrêya me 5 salan diçe dibistanê û dibistana seretayî diqedîne. Li gundî li gel kirina karên cotkariyê alîkariyê dide malbata xwe. Hevrêya me Ekîn, weke hemû însanên ku cotkariyê dikin dizane ku kulmek ax û peryekî welatê azad çi ye û wisa mezin dibe. Hevrê Ekîn ji ber vê yekê gelekî girêdayî xweza, ax û welatî bû û ev yek weke taybetmendiyên hevrêya me yên diyar pêş ketin. Tevlîbûnên ji bo nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ji derdora malbata wê bandorê li hevrêya me jî dike.  Şahidiya zor û zehmetiya ku têkoşîna gelê Kurd ya ji bo hebûn û azadiyê û afirandina welatekî azad dike. Lê belê tevî vê yekê biryarê dide ku bibe perçeyekî vê têkoşînê, têkoşereke birûmet. Weke jinekê ferzkirinên di nava civakê de yênpaşverî qebûl nekirin û lêgerînên xwe yên têkildarî azadiyê xurt kirin. Rola li ser jinan hatiye ferz kirin, red kir û dike armanca xwe ku xwe bigihîne jiyaneke azad. Di serdemeke ku hevrêya me Ekîn lêgerînên xwe yên têkildarî jiyana azad xurt dike de di serdema salên 2015-2016’an de ku dewleta Tirk bi awayekî dijwar êrîşî gelê Kurd û bajaran dike, li navçeya Sûr a Amedê berxwedaneke mezin tê meşandin. Berxwedana Dîrokî ya Sûrê ku lehengên fedaî yên Apoyî li hemberî dijmin bejna xwe netewandin û heya dawiyê li ber xwe dan û lehengiyên ku di vê berxwedanê de hatin nîşandan, bandoreke mezin li hevrêya me Ekîn dikin. Ji bo layiqbûna ji van lehêngên ku jibo parastina hebûna gelê me xwe fedaî dikin, domandina têkoşîna wan û lierdênehiştina çekên wan biryara tevlîbûnê distîne. Hevrêya me Ekîn girêdayî vê yekê di bihara sala 2016’an de li Amedê tevlî nava refên gerîlayan dibe.

         

        

Hevrêya me Ekîn yekem pêngava xwe ya ji bo nava PKK’ê di nava şert û mercên gerîlatiya li Bakur de diavêje û yekem perwerdeya xwe li vir distîne. Ji danehev û tecrûbeyên gerîlatiya Bakur sûd werdigire û di nava demeke kurt de xwe pêş dixe. Gerîlatiyê ne ji pirtûkên teorîk, bi xwe li qadên şer, di bin êrîşên dijmin de, li gel derfetên kêm û şert û mercên dijwar hîn dibe. Hevrêya me Ekîn bi vî rengî yekem teşeya xwe digire û di kesayeta xwe de gerîlatiyeke xurt pêk anî. Hevrêya me gav bi gav pêş ket, li gel kedeke mezin hewl da ku xwe bigihîne gerîlatiya YJA Starê. Bi coş û kelecaneke mezin daxilî pratîkê bû û li qadên Licê û Dorşînê xebitî. Hevrêya me demekê li vir dimîne û piştre di dawiya sala 2016’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi heman bawerî û biryardariyê têkoşîna xwe meşand. Girêdayî vê yekê li Xakurk û Xinêrê xebatên pratîkî dan meşandin. Hevrêya me Ekîn dizanîbû ku rexne û xwerexnekirina xurt însanan pêş dixe, bi hêz dike û tecrûbeyan lê zêde dike. Ji ber vê yekê bi qasî jê hat hewl da ku rexne û xwerexnekirin ku mezintirîn çekên têkoşînê yên PKK’ê ne pratîk bike. Hevrêya me ji kêmasiyên xwe dersên hewce standin û ew kirin egera bilindkirina têkoşîna xwe. Hevrêya me girêdayî vê heqîqetê pêşketineke girîng bi dest xist û xwe ji berpirsiyariyên xwe neda paş. Weke hevrêyeke zindî, bi moral û tim dixwaze li gel hevrêyên xwe bijî, derket pêş. Hest û ramanên xwe tim nivîsandin, li gel hevrêyên xwe parve kirin û hewl da ku jiyana gerîlayan li dîrokê bineqişîne. Di dilê hemû hevrêyên xwe yên li gel wan dimîne de cih girt û weke milîtaneke fedaî ya Apoyî karî navê xwe li van çiyayan li ser dîroka me ya têkoşînê bide nivîsandin. 

Hevrêya me Ekîn a kedkar û ji hevrêyên xwe gelekî hez dikir, di 12’ê Cotmeha 2021’an de li eyaleta Xakurkê dema ku li ser erka xwe bû di encama êrîşeke dijmin a hewayî de li gel hevrêya me Avesta Çiyayî tevlî karwanê şehîdan bû. Em hevrêya xwe Ekîn a şopdara berxwedêrên Sûrê û ewlada wêrek a gelê me Amedê bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wê li Kurdistana Azad zindî bigirin.

ÇEKDAR TOLHILDAN

Hevrêyê me Çekdar Tolhildan weke yekem ewladê ji malbateke Elewî ya welatparêz ji dayîk dibe. Hevrêyê me li bajarê London û Îngilistanê tê dinê û li dûrî welatê xwe Kurdistanê mezin dibe. Lê belê taybetmendiyên malbata hevrêyê me yên weke demokratbûn, şoreşgerî û welatparêzî bûn wesîle ku hevrêyê me bi hişmendî û kesayeteke bi hêz û li ser koka xwe mezin bibe. Her çend bi awayekî fîzîkî li dûrî Kurdistanê jî be bi awayekî zindî Kurdayetiya xwe dijî. Hevrêyê me ciwantiyeke serkeftî derbas dike û 12 salan diçe dibistanê. Di astên pêş de fêrî Kurdî, Tirkî û Îngilizî dibe. Hevrêyê me Çekdar dizane ku ew ferd û perçeyekî ji gelê Kurd e û li şûna kesayetekî pergala modernîteya kapîtalîst tercîha xwe li ser têkoşîna azadiya gelê xwe kir. Her çend di destê hevrêyê me Çekdar de derfet û tercîhên cuda hebûn jî wî her cure bedêl dan ber çavên xwe rêya dijwar lê belê ew qasî jî bi rûmet hilbijart. Hevrêyê me Çekdar girêdayî vê yekê beşdarî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz ên li Ewropayê dibe. Li gel hevrêyên xwe yên ciwan bê navber têkoşiya. Xebatên bi rê ve birin, ew pêş xistin û bûn wesîle ku gelê Kurd baştir nas bike. Hevrêyê me Çekdar tiştên ku fêr dibûn li ser kesayeta xwe dida rûniştandin û hewl da ku ciwanên Kurd zanedar û birêxistin bike. Lê belê her çend dixebitî jî kêmasiya hin tiştan hîs dikir. Hesreta welêt a di dilê wî de û efsûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya bandorê li însanan dike, berê wî dida çiyayên Kurdistanê. Hevrê Çekdar guh dide hişmendî û dilê xwe û di dawiya sala 2016’an de ji Ewropayê bi rê dikeve û tevlî nava refên gerîlayan dibe.

         

        

Hevrêyê me Çekdar ku bi hesreteke mezin gihişte Kurdistanê, dilê wî bi kelecan û hezkirineke bêhempa tejî bû. Hevrêyê me bi moraleke bilind tevlî gerîla bû, li Qendîlê perwerdeya xwe ya gerîla ya ewilî dît. Ji ber ku li bajarên Ewropa ji dayik bû û mezin bû, di pêvajoyên ewilî de li çiyayên Kurdistanê hinekê zehmetî kişand. Lê jiyana hevrêtiyê ya komunal a PKK’ê û germahiya gerîla, kir ku zû fêr bibe, xurt bibe û hemû zehmetiyan derbas bike. Hevrêyên wî û fermandarên wî piştgirî dan wî, tecrûbe û zanistên xwe pê re parve kirin, ev yek bû sedem ku hevrê Çekdar pêşketineke girîng bi dest bixe. Li ser bingehê hevrêtiyê hîs kir ku roj bi roj xurt dibe û pêş dikeve. Pîroztiya hevrêtiyê, bû sedem ku hevrê Çekdar bi manewiyateke bilind tevlî bibe. Piştî ku ferqa têkiliya hevrêtiyê ya di nava PKK’ê de û ya sîstema kapîtalîst dît, kêfxweşî û aramiya xwe ya ji ber vê jiyana pîroz bi hemû hevrêyên xwe re parve kir.

Hevrêyê me Çekdar kesekî xebatkar, jîr û kedkar e. Di gerîlatiyê de pêş ket û tecrube bi dest xist. Li qadên cuda yên Qendîlê pratîk meşand. Li çiyayên Kurdistanê fîzîka xwe xurt kir, zanebûna xwe pêş xist û dilê xwe mezin kir. Dilnizmiya milîtaniya fedayî ya Apoyî di kesayeta xwe de da rûnişkandin û gihişt asta ku berpirsyarî bigire. Li ser esasê eleqe, xwestek û mereqa xwe ya ji bo hunera şerê gerîla, hewl da ku bibe pispor. Bi hevrêyên xwe yên ku perwerdeya profesyonel dibînin re timî nîqaş kir, pirs ji wan kir, tecrûbeyên wan guhdar kir. Bi aktîf tevlî pêvajoyên pratîkê bû û armanc kir ku bibe pispor. Li ser vê esasê asteke girîng bi dest xist. Hevrê Çekdar di şexsê gerîlatiya pispor de gav bi gav ked da û pêş ket. Hevrêyê me Çekdar ê bedew, xwînşirîn, bi kelecan û bi jiyanê dagirtî, bi sekin û pratîka xwe hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Di her yekîne, tîm û xebatê de bi sekna xwe bawerî da û bendewarî bi cih anîn.

Hevrêyê me Çekdar weke milîtanekî fedayî yê Apoyî hêviya siberojeke ronahî dida. 6’ê Cotmeha 2021’an li herêma Qendîl dema li ser wezîfeya xwe şehîd bû. Hevrêyê me Çekdar li Goristana Şehîd Mehmet Karasungur li kêleka şehîdên me yên ezîz hate spartina axê. Em soz didin ku têkoşîn û hevrêtiya wî ya jidil weke mîrate bigirin, armanc, xeyal û hesretên wî pêk bînin û hewl bidin bibin layiqê bîranîna wî.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Helebê bîlanço giran bû: 7 şehîd, zêdeyî 40 birîndar
Nûçeya Pişt re YJK-E’yê ji bo meşa Parîsê banga tevlîbûnê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Her ku zemîna hiqûqî xurt bû, pêvajo wê hîn bi hêsanî bi encam bibe’

Heyeta Îmraliyê ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir, got "Her ku zemîna hiqûqî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rageşiya di navbera Çîn û Fîlîpînê de zêde dibe

Rageşiya di navbera Çîn û Fîlîpînê de ya li ser Behra Çînê ya Başûr her…

Ji aliyê Stêrk TV

Li DYE’yê jin bi rêjeyeke zêde ji kar derdikevin

Li DYE’yê di navbera Çile û Tebaxê ya îsal de nêzîkî 455,000 jinan ji kar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Koma Meclîsê ya DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî êrişên li Helebê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Helebê şerekî giran diqewime

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrîşên li dijî Kurdên li Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?