Sêşem, 30 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dozger û parêzeran tehliyeya Ayşe Gokkan xwest, dadgehê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Zimanê Kurdî ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ banga tevlîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KONGRA-GEL peyama sersalê: Em azadî û civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Sala nû bila bibe sala aştiyê ne ya şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Gefa DAÎŞ û avaniyên weke wê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KNK’ê peyama sersalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Roboskî: Em edaletê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê hêviyê bêyî derengxistinê divê bi cih bê anîn, pêşî li aştiyê bê vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê şehîdên Heftanînê bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê şehîdên Heftanînê bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, "Meşa xwe ya li nava têkoşîna azadiyê di asta herî bilind de qedandin û cihê xwe di dîroka bi rûmet a gelê me de girtin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Îlon 2024 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Milîtanên Apoyî yên hêja û zarokên qehreman ên gelê me hevrêyên me Navdar, Dilovan û Bager di pêvajoya têkoşîna dijwar a sala 2019’an de bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Meşên xwe yên di têkoşîna azadiyê de ku hemû tiştên xwe feda kirin û tevlî bûn, di merheleya herî jor de temam kirin û cihê xwe di dîroka gelê me ya bi rûmet de girtin. 

Zarokê qehreman ê Amedê û milîtanê partiya me PKK’ê hevrêyê me Navdar ê 7’ê Tîrmeha 2019’an şehîd bû, bi îdia û biryardariyeke mezin erkên xwe bi serkeftî bi cih anî. Weke milîtanekî fedayî yê têkoşîna azadiya gelê me tevgeriya. Bêyî dudilî ji bo azadiya gel û welatê me têkoşiya. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku li Kurdistanê azadî tenê bi şer û têkoşîneke li ser xeta fedayitiyê pêkan dibe, di her kêliya xwe de pêwîstiyên vê baweriya xwe bi cih anî û bû gerîlayekî azadiyê ê bi kok. Hevrêyê me Navdar ku dilê wî bi azadiyê lê dida û ji bo tevahiya ciwanên Amed û Kurdistanê bû milîtanekî mînak, bi helwesta xwe ya jiyanê û biryardariya xwe ya di têkoşînê de wê her tim pêşengiya me bike. 

Hevrêyên me Dilovan û Bager ên di 17’ê Îlona 2019’an de şehîd bûn, weke milîtanên hêja hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê bi wate kirin û di refên têkoşînê de jî bi tevlîbûnên xwe yên fedayiyane bûn milîtanên mînak. Zarokên qehreman ên Botan û Serhedê, hevrêyên me Dilovan û Bager di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bi baweriya xwe ya li nirxên azadiyê, hezkirina xwe ya hevrêtiya kûr û tevlîbûna xwe ya bêdudilî, nûnertiya heqîqeta milîtaniya Apoyî kirin. Em soz didin ku bîranîna hevrêyên xwe Dilovan û Bager ên bi vê taybetmendiyên xwe re di dilê hemû hevrêyên xwe de şopên nayên jêbirin hiştin, di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Em hevrêyên wan, di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Navdar û Bager, ji gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku teqez têkoşîna şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. 
 
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Navdar Firat
Nav paşnav: Muhammed Canbey
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hatîce – Azîz
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Tîrmeha 2019/Heftanîn

Nasnav: Dilovan Sîpan
Nav paşnav: Mehmet Sedîq Babat
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Meryem – Salîh
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2019’an/Heftanîn

Nasnav: Bager Çiya
Nav paşnav: Devrîm Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şekir-Necîp
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2019’an/Heftanîn

NAVDAR FIRAT

Hevrêyê me Navdar li Amedê ku ji dîrokê heta roja me bi helwesta berxwedêr a li dijî dagirkeran bûye paytexta Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata hevrêyê me Navdar exlaq, çand û zimanê Kurd ji kûr ve jiya, weke dilsozê cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me serhildêrî û çanda polîtîk ya Amedê ji temenekî biçûk ve zanî û roj bi roj rastiya dijmin nas kir. Bi taybet dema li dibîstanên pergalê dixwend, ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk re kir. Bertekeke mezin nîşan da ku Tirkî zimanê perwerdeyê ye û li dibîstanê bi taybet dîroka dewleta Tirkiyeya mêtînkar li zarokên Kurd tê fêrkirin. Hevrêyê me ku lêpirsînên wî yên ewil ên jiyanê di vê pêvajoyê de destpê kir, ev lêpirsînên xwe roj bi roj kûrtir kir. Hevrêyê me Navdar ku zarokekî pir jîr bû, weke her zarokekî Kurdistanê gelekî ji gerîlayên azadiyê bandor bû ku li dijî rastiya dijmin bi fedakarî têdikoşin. Kêfek mezin ji her çalakiyên gerîla ên li dijî pergala ku wan tunehesiband, anî. Ji ber vê yekê gerîla ji bo wî bû qehremanê zarokatiyê û xeyal kir ku rojeke gerîlayan bibîne. Hevrêyê me di temenê xwe yê ciwantiyê de hêrsa xwe ya li dijî zext û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me zêdetir kir û di wê baweriyê de bû ku divê weke ciwanekî Kurd erk û berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê me bi cih bîne. Bi taybet êrîşa dewleta Tirk a bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê Kobanê, ji bo hevrêyê me Navdar bû dilopa dawî. Ji ber vê yekê bi awayekî çalak tevlî serhildanên li Bakurê Kurdistanê bû û hewl da erkên xwe bi cih bîne. Di pêvajoya vê serhildanê de dema dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî êrîşî gelê me kirin, weke ciwanekî xweparastina gelê me kir. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku azadî bi tenê afirandina pergalekî parastinê ya bi bandor pêkan dibe û dizanîbû ku ev jî bi mezinkirina gerîlayan pêkan e. Hevrêyê me ku bi lêhûrbûnên kûr ên li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî û tevlî refên gerîla bû. 

Hevrêyê me ku perwerdeya xwe ya ewil a gerîlatiyê li herêma Amedê dît, ji nêzîkatiyên hevrêyên xwe yên li vir pir bandor bû. Derfet dît ku gelek gerîlayên xwedî tecrube bibîne û hewl da sûd ji tecrubeyên wan ên jiyan û şer bigire. Hevrêyê me nêzî 2 mehan li herêma Amedê ma û gelek tecrubeyên mezin bi dest xist. Ji ber vê yekê bû gerîlayekî jêhatî û milîtanekî Apoyî yê hêviyê dide. Hevrêyê me Navdar ku pêşniyara hevrêyên xwe qebûl kir ku divê hin zêdetir perwerde bibîne, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li vir demeke perwerde dît, di pêvajoya perwerdeyê de bi helwesta xwe ya jiyanê û kesayeta xwe ya bi meraq ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Di heman demê de weke gerîlayekî şerker ê xwedî tecrube alîkarî da hevrêyên xwe yên nû tevlî refên gerîla bûn û erkên xwe yên hevrêtiyê bi cih anî. Di pêvajoya perwerdeyê de xwe di felsefeya jiyana azad a Rêber Apo de pêş xist û bû milîtanekî xwedî kok. Di heman demê de dizanîbû ku divê weke şervanekî li dijî “Plana Çokdanînê” ya dewleta Tirk a li dijî gelê me û Tevgera me amade kir, bibe bersiv. Li ser vê bingehê xwe di hunera şer a gerîla de pêş xist. Hevrêyê me ku piştî perwerdeyê qedand tevlî xebatên pratîkî bû, bi kesayeta xwe ya coş û heyecan rêz û hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Li gel gelek hevrê û fermandarên xwedî tecrube ma û xwe hin zêdetir pêş xist. Hevrêyê me ku di her xebatên xwe de serkeftinê esas girt, bi saya lêhûrbûna xwe ya kûr xwe gihand vê armanca xwe. Hevrêyê me di her firsendê de dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya me û şehîdan re anî ziman û dizanîbû ku divê pêwîstiyên vê dilsoziyê bi cih bîne. Wisa ku dema êrîşên dewleta Tirk a mêtînkar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir, israr kir ku biçe qadên ku şer lê giran e. Hevrêyê me gelek xwest ku li kêleka hevrêyên xwe yên di çeperên berxwedanê de cih digirin bibe û bi ruhê Apoyî, bi îdia û biryardariya têkbirina êrîşên dijmin tevgeriya. Hevrêyê me gelek xwest fêrî hûrguliyên hûnera şer a gerîla bibe û ji bo vê hewl da. Di gelek taktîkên gerîla de bû pispor û mezintirkirina têkoşîna xwe kir armanc. Hevrêyê me ku herî dawî li qadên Perax, Partîzan û Xantûr ên herêma Heftanînê di gelek xebatan de cih girt, bi saya tevlîbûna xwe ya çalak ji bo hemû hevrêyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me ku namzetê fermandarekî ku pêşerojê wad dikir bû, bi dilsoziya xwe ya li rêgezên milîtaniya Apoyî bawerî da hevrêyên xwe û bû şoreşger û hevrêyekî xebatê.

Hevrêyê me ê ku di 7’ê Tîrmeha  2019’an de şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê nirxên ku Rêber Apo û şehîdên me yên qehreman afirandin. Hevrêyê me Navdar ku bû milîtanekî Apoyî yê dirust, jidil û paq, wê her tim di têkoşîna me de bijî û bibe rênîşandarê me.

DILOVAN SÎPAN

Hevrêyê me Dilovan li gundê Osyan a navçeya Perwarî ya Sertê li nava malbatekî ji eşîra Goyî ji dayik bû. Ji ber ku eşîra Goyî xwedî kevneşopiyeke welatparêz û bi kok e, hevrêyê me Dilovan girêdayî kevneşopî û çanda Kurd mezin bû. Hevrêyê me li gundê Osyan ku lê jiyan kir bi ziman û çanda xwe mezin bû û nakokiya xwe ya ewil dema ku çû dibîstanên mêtîngeriyê jiya. Hevrêyê me ku neçar ma bi zimanekî biyanî perwerde bibîne, rûbirûyê zehmetiyên ku her zarokekî Kurd jiya ma. Ji ber vê yekê tu car xwe aîdê wan dibîstan û pergala dewleta Tirk nedît. Li gund xwe li kêleka hevalên xwe yên zarokatiyê ku heman ziman û çandê bi wan re parve kir, zêdetir rehet û azad hîs kir. Hevrêyê me Dilovan ku bi temenê xwe ve nakokiyên xwe yên li ser jiyanê kûrtir kir, bi taybet di fêmkirina pergala cerdevaniyê de ku li ser gundên wan serwer bû, zehmetiyê kişand. Hevrêyê me ku dest bi lêgerîna sedema pêşxistina vê pergalê kir, di heman demê de têkoşîna me jî nas kir. Hevrêyê me ji bo tevgera me ya azadiyê nas bike ku dewleta Tirk dixwaze bi pergala cerdevaniyê tasfiye bike, kete nava lêgerînan û berovajî tîştên ku ji wî re hatine gotin bawerî li mafdariya têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê anî. Hevrêyê me ku gihişt vê hişmendiyê ku berteka wî ya li dijî dewleta Tirk ku di temenekî biçûk de hewl da wî ji cewhera wî dûr bike, yek ji sedemên têkoşîna PKK’ê ye, roj bi roj meraq û lêgerînên xwe zêdetir kir. Hevrêyê me Dilovan bi lêhûrbûnên xwe ferq kir ku pergala cerdevaniyê ku li ser gundê wan serwer e, bi armanca tevliheviya li nava gelê Kurd e û ji ber vê yekê hêrseke wî ya mezin li hemberî dewleta Tirk a dagirker û cerdevanan ku bawerî li polîtîkayên şerê taybet ên dijmin tînin, çêbû. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku gerîlayên azadiyê ku li hember wan çek rakirine, zarokên herî hêja yên gelê Kurd in û vê hêrsa xwe kir sedema têkoşînê. 

Hevrêyê me ku weke ciwanekî Kurd ê bi kok di wê baweriyê de bû ku divê li dijî van polîtîkayên bêoxir ên dijmin xwedî helwest be û têbikoşe, fikirî ku bersiva herî bibandor bi tevlîbûna li nava refên gerîla şerkirina li dijî dewleta Tirk a dagirker e û di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku jê ne biyanî bû û ji herêma Herekolê tevlî refên gerîla bû. 

Hevrêyê me Dilovan ku demeke kurt li herêma Herekolê ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li vir li herêma Heftanînê perwerdeya şervanên nû dît, bi perwerdeyên îdeolojîk careke din fêm kir ku biryara tevlîbûna li gerîla çiqas di cih de ye û di vê wateyê de bû xwedî kedekî bêhempa. Di heman demê de xwe di wateya leşkerî de jî pêş xist û xwest bibe gerîlayekî jêhatî. Hem di pêvajoya perwerdeya şervanên nû de hem jî perwerdeya pisporbûna leşkerî ku piştre beşdar bû, bi tevlîbûna xwe ya çalak û helwesta xwe ya daxwazker ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin kir sedema herî bingehîn a tevlîbûna li nava jiyana gerîla û xwe di her kêliya jiyana xwe de berpirsyar hîs kir. Hevrêyê me ku piştî perwerdeyên standî, tevlî xebatên pratîkî bû, li qadên herî zehmet ên herêma Heftanînê ma. Xebatên herî zehmet ku hêz û îradeyeke mezin dixwest, bi coş û moralekî mezin bi cih anî. Hevrêyê me Dilovan ku aliyê wî yê pratîkî li pêş bû, bi vê taybetmendiyê xwe re hem alîkarî da hevrêyên xwe hem jî bû mînak. Hevrêyê me hemû xebatên ku têde cih girt bi awayekî serkeftî bi cih anî û bawerî da hevrêyên xwe. Di heman demê de bi tevlîbûna xwe ya bê dudilî rêza hevrêyên xwe qezenç kir. 

Hevrêyê me Dilovan ku bi pêşniyara hevrêyên xwe xwest xwe di taktîka şerê gerîla û felsefeya Apoyî de kûr bike, derbasî akademiyên îdeolojîk û leşkerî bû. Li vir lêhûrbûnên kûr kir û xwest bi awayekî çalak tevlî pêvajoya şerê dijwar a heyî bibe. Bi taybet israr kir ku derbasî Botanê bibe û hêrsa xwe ya bi salan a li dijî dijmin bixe pratîkê. Lê hevrêyê me Dilovan ku hem bi jêhatîbûna ku bi xebatên pratîkî bi dest xist hem jî kesayetiya Apoyî ya xwe gihand, baweriya hevrêyên xwe û rêxistina me bi dest xist, di gelek xebatên girîng de cih girt. Di van xebatan de ku hestiyarî û disiplîneke bilind dixwest, derfet dît ku bi gelek hevrêyên ji hev hêjatir re hem bixebite û hem jî rasterast wan nas bike. Hevrêyê me Dilovan ê di xebatên ku têde cih girt de li ser serkeftinê kilîd bû û xwedî tarzeke encamgir bû, baweriya hevrêyên xwe rûde neda û roj bi roj têkoşîna xwe mezintir kir. Hevrêyê me ku gelekî girêdayî têkiliyên hevrêtiyê bû, bi nêzîkatiyên xwe yên bi rêgez di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me ku di heman demê de bi fedakariya xwe tê nas kirin, her tim bû xwedî tevlîbûneke biîstikrar û bêteredût.

Hevrêyê me Dilovan ku di 17’ê Îlona 2019’an de li qada Geliyê Pisaxa ya Heftanînê şehîd bû, bi dilsoziya xwe ya li nirxên azadiyê, hevrêtiya xwe ya xurt û bi tarzê tevlîbûna fedayî bû milîtanekî ku hevrêyên wî her tim ji xwe re bikin mînak û rênîşander. 

BAGER ÇIYA

Hevrêyê me Bager li navçeya Çildêran a Wanê ku yek ji navendên girîng ên welatparêziya Kurdistanê ye, di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora hevrêyê me Bager welatparêz û dilsozê nirxên xwe yên civakî bûn, ew jî bi van nirxan mezin bû. Hevrêyê me têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê ji temenekî biçûk ve nas kir û bi taybet sempatiyek wî ya mezin ji bo gerîla çêbû. Hevrêyê me guhdarî serpehatiyên bavê xwe kir ku di salên 1980’an de li zindanên faşîzmê girtî bû û rûbirûyê êşkenceyên nemirovî ma û hê di temenekî biçûk de rastiya dijmin nas kir û wisa mezin bû. Ji ber vê yekê hêrsekî wî yê mezin li hemberî dijmin çêbû. Hevrêyê me dema ku çû dibîstanên mêtîngeriyê rûyê qirker ê dijmin ji nêz ve dît, bi hewla parastina nirxên hebûna xwe bersiva herî bi wate da polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin. Hevrêyê me ku di salên ciwantiyê xwe de ji bo tevkariyê li dabara malbata xwe bike, gelek karên cuda kir, di vê pêvajoyê de diyardeya kedê dît. Hevrêyê me ku xwedî kesayetekî zîrek û fedakar bû, ji aliyê malbat û derdora xwe ve dihat naskirin. Wekî her ciwanekî Kurd roj bi roj hêrsa xwe ya li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me mezin kir. Bi taybet komkujî û êrîşên ku bi arestekirina dewleta Tirk û hevkarên wî bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê Êzidî yên li Şengalê pêk hat, bandoreke mezin li ser hevrêyê me Bager çêkir. 

Hevrêyê me fikirî ku divê weke ciwanekî Kurd li kêleka gelê me bibe û li dijî van çeteyan şer bike. Li ser vê yekê di sala 2015’an de ku şahidî ji berxwedanên mezin kir, derbasî herêma Şengalê bû û li vir cihê xwe di têkoşîna azadî û rûmetê de girt ku li dijî çeteyan hat pêşxistin. Hevrêyê me dema li qada Şengalê bû li aliyekî bi awayekî çalak tevlî şerê li dijî çetayan bû, li aliyê din jî jiyan, helwesta têkoşer û fedakariyên milîtanên Apoyî yên li vir şopand. Derfet dît ku Şehîd Egîd Civyan, Şehîd Dilşêr Herekol, Şehîd Memo Mêrdîn û gelek milîtanên fedayî yên Apoyî nas bike. Ji hevrêtiya wan bandor bû û zêdetir bû dilsozê têkoşîna azadiyê. Bi zanînên ku ji tecrubeyên van hevrêyên me fêr bû, hewl da tevlîbûna xwe ya hestyarî veguherîne tevlîbûnekî hişmendtir. Hevrêyê me Bager ê ku di paqijkirina Şengalê ji çeteyan û vegera gelê me yê Êzidî li xaka xwe de kedekî mezin da, di pêvajoya şer a heyî de tecrubeyên mezin bi dest xist.

Hevrêyê me ku piştre ji bo bi çeteyên DAÎŞ’ê re şer bike çû Rojava, li vir tevlî pêngava rizgarkirina Minbicê bû. Hevrêyê me Bager ku sond xwar li her derê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê têbikoşe, erk û berpiryariyên xwe bi fedakariyeke mezin bi cih anî. Hevrêyê me di Pêngava Minbicê de ji lingê xwe birîndar bû û bi saya helwesta xwe ya bi îrade birînên xwe di demeke kurt de pêçand û têkoşîna xwe domand. Li vir jî di şexsê hevrê Şehîd Ebû Leyla û Şehîd Eylem Pirsûs de ji helwesta şer û jiyanê ya milîtanên Apoyî yên xwedî felsefeya Apoyî pir bandor bû. Hevrêyê me Bager ê ku erka xwe ya di têkoşîna li dijî çetayan de bi awayekî serkeftî bi cih anî, piştî şehadeta hin hevrêyên xwe yên têkoşînê ku ji kesayeta wan bandor bû, fikirî ku ji bo bibe layiqê wan divê têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêyê me dizanîbû ku ev yek jî bi tevlîbûna li nava refên gerîla pêkan dibe û di sala 2017’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû. 

Hevrêyê me Bager ê xwedî tecrubeyên girîng ên şer bû, di demeke kurt de fêrî jiyana çiya bû û bû xwedî tevlîbûneke çalak. Hevrêyê me ku li herêma Heftanînê tevlî xebatan bû, tecrubeyên xwe yên şer ên di pratîkê de û zanîna xwe ya teknîkî bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkariyeke mezin li pêşketina hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Bager di pêvajoyeke ku êrîşên dewleta Tirk a qirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bû de bi israr xwest tevlî çalakiyên li dijî dijmin bibe, gihişt armanca xwe û di gelek çalakiyan de cih girt. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar û helwesta xwe ya wêrek ên di van çalakiyan de ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me derfet dît ku li gelek qadên Heftanînê têbikoşe û ji xwezaya muhteşem a van deran pir bandor bû. Hevrêyê me Bager ku di heman demê de derfet dît gelek milîtanên Apoyî yên ji hev hêjatir nas bike, hem ji van hevrêyên xwe fêrî gelek tiştan bû û hem jî da fêrkirin. Ji ber vê yekê di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û şopên nayên jêbirin hişt. 

Hevrêyê me Bager ku di 17’ê Îlona 2019’an de li qada Geliyê Pisaxa ya Heftanînê tevî hevrêyê me Dilovan di êrîşê dijmin de şehîd bû, bi ruhê fedayî, têkîliya hevrêtiya xurt, helwesta îdeolojîk û kesayeta xwe ya xwedî ked ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Em hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku hevrêyê me Bager dewrî me kiriye, teqez bi ser bixin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêwîtiya xwe ya ber bi Botanê ve veguherand destanekê
Nûçeya Pişt re Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emîne Şenyaşar li Meclîsê hate astengkirin

Emîne Şenyaşar û kurê wê yê parlamenter ku li Meclîsê çalakiya xwe dewam dikin, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dev ji sepandinên faşîst berdin!

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di çalakiya li Sêrtê de axivî û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Behrî Serêkaniyê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Komandos Behrî Serêkaniyê (Îzedîn Ehmed Ehmed) li Goristana Til Temirê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji KNK’ê peyama sersalê

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Nêrînek ji ser Girê Sîser

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Malbatên Roboskî: Em edaletê dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Mafê hêviyê bêyî derengxistinê divê bi cih bê anîn, pêşî li aştiyê bê vekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?