Duşem, 8 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê bertek nîşanî Selvî da: Dest ji îdiayên ku rastiyê nîşan nade berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî şerha muxalefetê danî ser budçeya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber peyva ‘Mahabad’ û ‘Kurdistan’ hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Meclîsê: Ev projekeye dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Çepgirên Tirk bi heman jiberkirinan dewam dike, xwe nû nake

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erbaş: Em nikarin helwesta xwe li gorî ya dewletê diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên sala 2024’an bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: HPJ bi saya keda hevrê Feraşîn gihîştiye vê astê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo tenduristiya civakî jî aştî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > HPJ: Artêşa azad a jinan wê bibe hêza parastina hemû nirxên mirovahiyê
Jin

HPJ: Artêşa azad a jinan wê bibe hêza parastina hemû nirxên mirovahiyê

Fermandariya Giştî ya HPJ’ê bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) daxuyanî da û got, “Em ê xeta ku bi Bêrîtanan destpê kirî û bi Aryenan mezin bûye, heta serkeftinê û misogerkirina civaka demokratîk û aştiyê bidomîn in.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HPJ’ê bi vî rengî ye:

“Di serî de, di şexsê heval Bêrîtan de em hemû şehîdên riya şoreşa Kurdistanê û tevahî jinên şoreşger ku di oxira riya azadiyê de gihîştine şehadetê bi bîr tînin û bejna xwe li beramber wan ditewîn in. Di heman demê de, salvegera 32’yemîn a damezrandina artêşbûna jinê, li tevahî jinên berxwedêr û têkoşînvanên azadiyê pîroz dikin. Meha Cotmehê di têkoşîna me ya azadiyê de, xwedî girîngî û wateyekî mezin a fedayîtiyê ye. Bi sekna serhildêr û berxwedêr a pêşenga me ya mezin heval Bêrîtan, 25’ê Cotmehê di hiş û mejiyê civaka Kurd de cihekî girîng girt. Bi sekna hevrê Bêrîtan re, ji bo tevahî jinan riya rizgariya ji koletiya salan vebû. Di heman demê de, li dijî komplo û xiyanetê, pêşiya berxwedaneke bi heybet a şoreşa jinan vebû. Ji ber hevrê Bêrîtan teslîmî nokeriyê nebû û bû abîdeyek. Ev sekna ku hevrê Bêrîtan raber kiriye, hişmendiya azadiyê ya ku Rêber Apo ew afirandî, careke din ji her kesî re raxist ber çavan. Ev wêrekiya bê hempa ya hevrê Bêrîtan, rê li ber rêxistinbûn û artêşbûna jinê vekir. Ji ber vê jî rastiya Bêrîtan ne tenê dîrokeke, felsefe û xeta jiyana azad e, ji bo me pîvana jiyanê ye. Îro bi hezaran şopdarên hevrê Bêrîtan, bi vê baweriyê û biryardariyê di nava şert û mercên herî zehmet ên jiyanê de têkoşîn dikin. Em di roja me de jî dibînin ku ne tenê jinên di nava refên azadiyê de cihê xwe digirin, di heman demê de hemû jinên cîhanê, li ser mîrasa vê têkoşînê helwestên xwe yên li dijî mejiyê mêrê serwer datînin holê. Jinên leheng ên mîna Bêrîtan, Ronahî, Zîlan, Aryen û bê dawî qehremanan, ji destpêkirina têkoşîna azadiyê re, di hemû qonaxên têkoşîna rizgariya gelê Kurd de, rola pêşengtiyê lîstin e. Bi wêrekî û cesareteke mezin ev hîmên artêşbûna jinê dewam kirin û ji şoreşên mezin ên jinan re zemînên bi hêz ava kirin. Ji ber vê jî jinan di şoreşên ku pêşengtiya wê kirine de, serkeftinên mezin bi dest xistine. Mînaka wê ya herî şênber jî, serhildana Jin Jiyan Azadî, ya di pêşengtiya jinên Rojhilatê Kurdistanê de ye. Jin li dijî hemû êrîş û tundiyan bi girseyî û yekbûyî rabûn ser piyan. Jinan bi rêka van berxwedanên mezin ku rû dane, berê xwe dan nava refên têkoşîn û dîrokên nû yên layiqî heqîqeta jinê ku nehatibû nivîsandin. Tevlîbûna hemû jinan jî, tenê fîzîkî nebû, di asta baweriyê û biryardariya jiyana azad de bû. Di çiyayan de tovên xwe yên jiyana bi rûmet şîn kirin û di bajaran de jî, kêlî bi kêlî vîn û hêz ava kirin. Di nava her şert û mercî de têkoşiyan û ti carî gavê xwe paşde ne avêt in. Bi vê baweriyê her tiştên ku hişmendiya mêrsalar digot nabe, bi israr pêk anîn. Hemû cewherên jinê ku hatibûn fetisandin, bi pêşketina hêza parastinê re, careke din derket holê. Pêşiya van hemû pêşketinan artêşbûna jinê vekir. Bê guman şertên jiyana gerîla û tevahî jinan di nav de têkoşîn kirin e, şertên herî zehmet û dijwar in. Lê îqnabûna azadiyê di jinan de, hestê berxwedêr û vînî bi xurt pêş xist.

Tundiya ku li dijî jinê îro jî bi pergala serdestiya mêr bi dijwarî dewam dike. Lewma jî her jina ku tevlî têkoşîna azadiyê dibe, ji vê qirkirin û dîroka dijberî jinê jî tolê hiltîne. Ev jiyana azad dibe tolhildana hemû helbest, gotin, stran, huner û jiyana jinê ya ku jê hatibû standin. Artêşbûna jinan a azad ku Rêber Apo jî wê weke amûra jiyana azad bi nav dike, bû bersiva herî dijwar a li dijî artêşbûna mêrên serdest, ku bi salan jin û civak rû bi rûyê komkujiyan hiştibû. Ji ber vê yekê jî îro li dijî têkoşîna me ya azadiyê êrîşên îdeolojîk gelek zêde ne. Ji bo vala derxistina vê îdeolojiyê bê navber polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Dixwazin vê hêzê bi rê û rêbazekê tune bikin û dibêjin ne dema gerîlatiyê ye. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bê navber êrîş û destdirêjî li ser jinan tê meşandin. Di demeke bi vî rengî de em nikarin bêjin ku dema xweparastinê derbas bûye. Ji bo vê jî pêwîste hîn zêdetir jin berê xwe bidin têkoşîna azadiyê û di xeta berxwedanê de israr bibin. Em ê xeta ku bi Bêrîtanan destpê kirî û bi Aryenan mezin bûye, heta serkeftinê û misogerkirina civaka demokratîk û aştiyê bidomîn in. 

Li ser vê bingehê, em careke din di şexsê şehîdê mezin a têkoşîna azadiyê hevrê Bêrîtan de, hemû şehîdên têkoşîna şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li beramber wan ditewînin û soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin. Her wiha salvegera 32’yemîn a artêşbûna jinê, li hemû gelan, jinên berxwedêr û têkoşînvanan pîroz dikin. Em didin diyarkirin ku ev artêşa azad a jinan wê bibe hêza parastina hemû nirxên mirovahiyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin
Nûçeya Pişt re Li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Reco (Çîrokên Kolanên Ewropa ên Xemilandî)

Dema Reco li bajarê xwe bû haya wî ji çûyina Ewropa ne bû,karê wî baş…

Ji aliyê Ferat KEVIR

ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Jina ciwan a di êrîşa li ser Tişrînê de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku jina ciwan Ronîz Mihemed Elî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partiyê bertek nîşanî Selvî da: Dest ji îdiayên ku rastiyê nîşan nade berde

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Toreke ku agahî ji MÎTˊê re dişandin hat bêbandorkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Yekîtiya Ewropayê ji gotina Elon Musk a ‘Bila YE bê belav kirin’ hêrs bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji ber peyva ‘Mahabad’ û ‘Kurdistan’ hatin cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?