Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di roja 42’emîn de rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di êrişên rejîma Îranê yên li dijî xwepêşandêran de herî kêm 6 hezar û 961 kes hatine kutin.
Heman çavkaniyê ragihand ku 51 hezar û 465 xwepêşander jî heya niha hatine binçavkirin û zêdetirî 11 hezar û 21 xwepêşander jî birîndar bûne.
Li gorî raporê ji kesên hatine kuştin, 6 hezar û 507 kes ji wan xwepêşander bûn. Di nava wan de 176 zarokên dibin temenê xwe yê 18 salî dene. Herwiha ji heman hejmarê 214 kes jî endamên hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ne. Herwiha 62 welatiyên ku tevlî xwepêşanderan nebibûn, lê hatine kuştin û jibilî vê jî 112 xwendevanên zanîngehê hatine binçavkirin.
Hate gotin ku heya niha 11 hezar û 480 kes ji bo lêpirsînê ji bo dezgehên ewlehiyê yên Îranê hatine vexwendin û 311 xwepêşander jî bi darê zorê neçar mane ku îtîraf bikin.

