Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi vî rengî ye:
“Hêzên me li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wî di navbera rojên 22 û 28’ê Hezîranê de çalakiyên bersivdayînê lidar xistin.
Di vê çarçoveyê de:
1- 22’yê Hezîranê şervanên me li xeta Marê çalakiyek sekvanî pêk anî û di encamê de çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin.
2- 28’ê Hezîranê de dîsa li xeta Marê şervanên me çalakiyek sekvanî li dar xist û di encamê de çeteyek dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.
Bi giştî di van çalakiyan de, 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.”