Amed, bes ne erdnigarî û dilê çandî yê Kurdistanê ye, di heman demê de navenda têkoşîna siyasî azadiya gelê Kurd e ku bi deh salan e berdewam dike. Dewleta Tirk tam jî ji ber vê yekê hemû aliyên polîtîkayên xwe yên şerê taybet li vî bajarî disepîne.
Ji fermandariyên qereqolan bigirin heya yekîneyên MIT’ê, hi navenda polîsan bigirin heya qeymeqamtiyan avaniyeke bikoordîne heye. Ev avaniya ku tiryk, fûhûş, sîxurtîkirin û çetebûnê weke amûrekê bi kar tîne, bi taybet berê xwe dide taxên Amedê (Sûr, Rezan, Kaynartepe) yên herî welatparêz û berxwedêr. Armanca sereke: Rûxandina ciwanên Kurd, jêbirina bîra civakî û pêşîlêgirtina birêxistinbûna ji nû ve ye.
JI LICÊ HEYA REZANÊ TORA TIRYAKÊ YA DI BIN KONTROLA DEWLETÊ DE
Ji bo fêmkirina meseleya tiryakê ya li Amedê divê em ji erdnigariyê dest pê bikin. Navçeya Licê ku li seranserê cîhanê ji aliyê hilberîna tiryakê ve weke yek ji navenda herî girîng tê zanîn, tevî ku lê 25 hezar nifûs heye û navçeyeke biçûk e jî bandora wê xwe li gelek qadan nîşan dide.
Li vir, li gundan terşdarî û hilberîna titûnê û çandina tiryakê ketine nava hev, li gorî beyanên cotkaran bi xwe, bi agahiya û erêkirina saziyên dewletê yên xwecihî tê birêvebirin. Fermandarên qereqolan, qeymeqamtî û miduriyeta polîsan di hemû serdemên rakirinê de bi hilberîneran re hevdîtinan pêk tînin û para xwe distînin.
Ev tiryaka ku ji van zeviyan derdikeve bes li Amedê nayê belavkirin. Piraniya wê di serî de ji çar aliyên Tirkiyeyê û Ewropa ji gelek welatan re tê belavkirin. Lê belê meseleya sereke ne belavkirin e; vê tiryakê li ku, çawa û didin kê.
LI BAJÊR BÎST HEZAR KES TIRYAKÊ BI KAR TÎNE
Li gorî lêkolîneke ku di sala 2015’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye kirin, ji sedî 1,4’ê nifûsa 1,7 milyonî ya bajêr tiryak bi kar dianî. Ev yek tê wateya zêdetirî 20 hezar kesî. Tê îfadekirin ku piştre ev rêje ji sedî 2’yan derbas bûye. Temenê bikaranînê jî heya 12’yan jî daketiye.
Dîsa li gorî lêkolîneke ku di Çileya 2025’an de ji SAMER’ê (Navenda Lêkolînên Qadî) ve hatiye kirin, li navçeya Rezanê ji sed, 70,1’ê bikarhênerên tiryakê di navbera temênên 12-17’yan de dest pê kirine. Li Erxeniyê jî ji sedî 65,6’ê wan di navbera temenên 12-17’yan de û ji sedî 9,4 jî di navbera temênên 5-11’an de dest bi bikaranîna tiryakê kirine. Li Farqînê jî ji sedî 52’yê bikarhênerên tiryakê di bin 18 saliyê de ye temenê bikaranîna yekemîn heya 10’an dadikeve.
Ji bilî tiryakê (esrar) di salên 2013-2014’an de tiryakên sentetîk ên bi navê ‘’Bonzaî’’ tên zanîn, ketin piyaseyê. Piştre madeyên hişbir ên weke metadon, kokaîn, eroîn, Jamaîka û balî-tîner li tabloya heyî, hatin zêdekirin. Di roja me ya îroyîn de jî madeyeke nû û gelekî talûketir lê hate zêdekirin: Krîstala ku weke ‘’Met’’ tê zanîn (metamfetamîn)
XEFIKA NÛ YA CIWANAN: KRÎSTAL
Li gorî çavdêriyên li Sûr, Ofîs û Rezanê hetine kirin, li kolana rojeva sereke çeteyên xeracê kom dikin û bikaranîna krîstalê ya bilez e. Li Taxa Mevlana Halît a Rezanê bikaranîna tiryakê heya temenê zarokan daketiye.
Pirsa ku krîstal çima ev qasî bi lez belav dibe tê fêmkirin. Di nava demeke kurt de xweşî û hîseke enerjiya zêde dide û bi demê re dibe sedema paranoya, êrîşkarî û vexuyanên giran ên derûnî. Bi taybetî ji bo nifûsa ciwan a di nava xizanî, bêçaretî û îzolasyona civakî de ne xefikeke mezin e. dengnekirina dewletê ya li hemberî belavbûna vê madeyê, tew amadekirina zemîna wê jî bi zanebûnî tê kirin.
BAŞ E DEWLET ÇIMA MUDAXELEYÊ NAKE?
Tê texmînkirin ku li Amedê herî kêm 50 hezar endamên hêzên parastinê hene. Ev kadroya mezin li hemberî dîtina çeteyeke ku li Sûrê xeracê zêrîngereke distîne, destûrdayî geriyana firoşkarên tiryakê ya li ber qereqola li Rezanê, firotina tiryakê li pêşiya wesayîtên zirxî yên tîmên taybet çavên xwe digirin ku ev yek îdîaya hilbijartineke birêxistinkirî û çavgirtineke bi zanebûnî rast dike.
Dewlet li vir dibêje ku li şûna ku ciwan nasnameyeke polîtîk bi dest bixin, piştgiriyê dide çetebûyînê.
FÛHÛŞ: SEKTOREKE DI BIN KONTROLA DEWLETÊ DE
Tora fûhûşa li Amedê jî weke tiryakê ne jirêderketineke civakî ye ku xwe bi xwe pêk hatiye. Li semta Ofîsê zêdetirî 50 randevûxane hene û li van cihan jinên ku ji bajarên cuda ên Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Qefqasyanê hatine anîn, tên xebitandin.
Li Taxa Kaynartepe ya Rezanê û derdora wê û Taxa Huzurevlerî ya Peyasê hejmara xaniyên lê fûhûş tê kirin zêde bûne ku piştî Berxwedanên Xwerêveberiyê malbatên ku ji Taxa Sûrê ji cih û warên xwe bûn, berê xwe dan li wan deran.
Tê gotin ku li Taxa Huzurevlerî ku 55 hezar nifûsa wê heye zêdetirî 100 xaniyên lê fûhûş tê kirin, hene. Tê diyarkirin ku tevî ku niştecihên taxê bi dehan caran ji qereqola polîsan re giliya van xaniyan kirine jî tu pêkanîn nehatine kirin.
TORA SIYASIYÊN BERÊ DIKEVIYÊ
Tê zanîn ku kafe, salonên bedewiyê yên qaçax û salonên m asajê jî weke cihên fûhûşê tên bikaranîn. Hebûna avaniyên ku xwe weke ‘’PKK’yîyên berê’’ didin naskirin û jinan ciwan dixin tora xwe û berê wan didin fûhûşê jî kûrahiya vê torê radixe ber çavan.
Dema ku en dikevin li pey têgeha ‘’PKK’yîyên berê’’ jî agahiyên balkêş bi dest dixin. Em pê hesiyan ku ev têgeh ji bo kesên ku beriya niha di nava tevgera siyasî ya Kurd de xebat bi rê ve birine, di hin pozîsyonan de cih girtine, li girtîgehê mane lê belê piştî ku ji aliyê MIT’ê ve aliyên wan ên qels hatine zanîn û ew hatine sîxurkirin, tê bikaranîn; a niha jî di karên weke birêvebirina fûhûş, tiryak, sîxurkirina ciwanan û çeteyan de cih digirin.
Armanca sereke ya bikaranîna vê têgehê ew e ku baweriyê bidin ciwanên welatparêz ên berê xwe dane wan! Em pê hesiyan ku ji van kesên hatine xistin heya çeteyên hatine avakirin, bi taybetî li gel rê û rêbazên zextê yên li ser jinan berê wan ciwanan didin xwekuştin, bikaranîna tiryakê û bi armanca çêkirina feraseta li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê li qadê roleke çalak jî digirin.
ÎTIRAFA POLÎTÎKAYA DEWLETÊ
Îtîrafa ku têkiliya polîtîkaya dewletê ya li gel fûhûşê ya bi awayê herî eşkere nîşan daye, ji aliyê Waliyê Sêrtê yê berê ve di sala 2011’an de hatibû kirin. Li Sêrtê dema ku derket holê ku ji aliyê çeteyekê ve ku midûrê dibistanê jî nav de cih digirt de li xwendekarên keç fûhûş tê kirin, waliyê wê demê li pêş raya giştî ev yek anîbûn ziman: ‘’Li şûna ku derkevin serê çiyayan bila fûhûşê bikin. Li şûna ku keviran biavêjin bila fûhûşê bikin û tiryakê bi kar bînin.’
Ev îfade, piştî salan weke îtîrafeke ji nava pergalê ya bi dehan caran ji aliyê çapemeniya Kurd û rêxistinên mafparêz ve hate bibîrxistin, derbasî dîrokê bûbû. Cewheta polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê tê birêvebirin, bi zimanekî eşkere bi vî awayî hatibû gotin.
AVAKIRINA ÇETEYAN Û XERACA JI ESNAFAN TÊ STANDIN
Li Amedê kiryarên çetebûyînê yên di van salên dawîn de zêde bûne, nabe ku bes weke ‘’pirsgirêkeke asayîşê’’ were nirxandin. Çeteyên ku li deverên bajêr ên weke Sûr, Ofîs, Rezan û derdora wan xwe nîşan didin, weke avaniyên berê û yên nû du beş in û têkiliya wan li gel dewletê heye.
Li Sûrê çeteya ku bi navê ‘’Selefî’’ tê zanîn, bi awayekî eşkere destwerdana mafê jiyana gel dike. Ji esnafan xeracê distîne û li hemberî jinan êrîşan pêk tînin. Vê çeteyê beriya niha êrîşî kargehên weke Starbuck û Burger Kingê kiriye, li Saraykapiyê avêtine ser malên sê jinên ciwan, b awayekî fîzîkî êrîşî jineke di rê de kiriye û cafeyên bi navên Hewş û Karga hedef girtibûn. Tê zanîn ku li Rezanê jî komeke ku nasnameya wê nediyar, bi taybetî jî bi darê zorê ji zêrîngeran xeracê kom dike.
ÇETEYÊN JI ZAROKÊN MALBATÊN WELATPARÊZ PÊK TÊN
Esnafekî li Sûrê, ji bo dikaneke ku nû vekiriye zor lê hatiye kirin ku du qatî zêdetirî bedêla milkî pereyî bide ‘’çeteyên berê’’, kargeheke ku dayîna xeracê red kiriye, hatiye gulekirin û ji wê demê ve ye neçar maye ku deriyê dikana xwe bigire. Bi dehan esnafên li heman taxê jî bi fikara ewlehiyê van bûyeran bi raya giştî re parve nakin.
Serkêşiya van çeteyên ku li Amedê hatine avakirin, çeteya ‘’Dalton û Casper’’ dike. Li gorî agahiyên me bi dest xistine, piraniya ciwanên ku di nava van çeteyan cih digirin, zarokên malbatên welatparêz in û beriya niha di nava karên siyasî de cih girtine.
Odeya Zêrînger û Serafan a Amedê, di daxuyaniya xwe ya Cotmeha 2024’an de dabû zanîn ku ew bi mehan e li hemberî zêrîngeran li ser hev êrîş tên kirin, bûyerên gefxwarin û şantajê diqewimin. Li zêrîngeriya bi navê Îzol re xerac hatibû birîn, dema ku xwediyê kargehê ev yek red kiribû jî bi saetên şev li hemberî kargeha kesê berbehs êrîşa çekdarî hatibû kirin. Tevî ku Zêrîngeriya Îzol gelekî nêzîkî Qereqola Polîsan a 10’ê Nîsanê ye û hemû herêma derdorê bi kamerayên MOBESE’yê tê çavdêrîkirin jî êrîşkar bêyî ku werin sekinandin ji cihê bûyerê dûr ketibûn.
XERACA LI XALA POLÎSAN TÊ STANDIN
Di vê xalê de detayeke krîtîk derdiveke pêş: Ev hemû êrîş li herêmên nêzîkî xalên kontrola polîsan pêk tên. Li ser Cadeya Dortyol a Rezanê ku çete xwe didin nîşandan, wesayiteke zirxî ya polîsên tîmên taybet heye, li Kaynartepeya ku lê trafîka tiryakê gelekî zêde ye jî wesayîteke zirxî ya nivîsa TEM’ê li ser heye, tevahiya rojê disekine. Li şûna ku ev wesayît mudaxeleyî çeteyan bike, weke ‘’parêzvanên’’ wan tev digerin.
Tê zanîn ku çete bes ne esnafan di heman demê de nûnerên civaka sivîl jî hedef digirin. Bi awayekî eşkere gef li hin nûnerên saziyên rêxistina sivîl ên ku derheqê avaniyên li derdora Pira Dehderî de rapor amade kiribûn, tê xwarin. Çete ji ber ku li ser van gefan nayê sekinandin, tevî giliyan jî nayên girtin.
Du taybetmendiyên sereke yên ku van ‘’çeyetên nifşê nû’’ ji yên berê cida dikin, hene: Ya yekem ew e ku zêdetir zarok tên bikaranîn û berê wan didin sûcan. Ya dueymîn jî ew e ku weke ku ne girêdayî dewletê xuya dike lê belê di rastiyê de erkekî weke sepandina polîtîkayên şerê taybet ê dewletê girtine ser milên xwe. Dema ku çeteyek were belavkirin jî dikare çeteyek din bi awayekî hêsan were avakirin. Ji ber ku avaniya ku çeteyê li ser piyan digire, ne çete bi xwe ye, polîtîkaya dewletê ye ku zemînê pêşkêşî çeteyê dike.
ÇERXA KU NAVA CIVAKÊ VALA DIKE: SÎXURTÎ
Yek ji polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Amedê ya herî kevn û berdewam kiryara sîxurtîkirinê ye. Ev polîtîkaya ku di salên 90’î de bi rêya gefa kuştinê dihat birêvebirin, ji salên 2000’î û pê ve li gel manîpulasyonên teknîkî û derûnî hate kûrkirin.
Yek ji awayê herî berbelav ê ferzkirina sîxurtiyê ew e ku şikestinên aborî tê hedefgirtin. Tê îfadekirin ku kesên ku ji nava malbatên welatparêz, bi awayekî dîmane polîtîk in yan jî kesên kêmtir girêdayî nirxên xwe tên hilbijartin; bi nêzîkatiya weke ‘’Bira/xwişka te li serê çiya bi kêrî çi hat? Were em ji aliyê aborî ve piştgiriyê bidin te û malbata te, tu jî alikariya me bike’ xizanî û êşa dinava malbatê de weke çekekê tê bikaranîn.
Sîxurtiya dîjîtal jî bi taybetî ji nîveka salên 2010’an û pê ve zêde bû. Rastiyeke e ku personelên MIT’ê li ser medyaya civakî hesabêb sexte vedikin û li gel kesên di bin siya Tevgera Azadiya Kurd û yên derdora wê ‘’hevaltiyeke jirêzê’’ çêdikin, bi demê re têkiliyeke hestiyarî çêdikin, nivîsên têkildarî zayendiyê tomar dikin û van yekan ji bo şantajê bi kar tînin. Kesên zewicîne yan di nava tevgerê de kesên ku weke ‘’vê yekê tu caran nake’’ tên zanîn, tên hedefgirtin.
ELEMANÊN DEWLETÊ YÊN BIUNÎFORMA
Di kiryarên ferzkirina sîxurtiyê ya li ser jinên ciwan jî bi rê û rêbazeke ku tê zanîn û rasterast tê kirin: revandin û tecawiz. Piştre dîmen bi gefa ‘em êbidin malbata te û di nava raya giştî de belav bikin’ vediguhere amûreke şantajê û ji wan jinan tê xwestin ku xwe di nava mekanîzmayên tevgera Kurd de bi cih bikin. Weke ku em di mînaka li Êlihê pêk hatî de dibînin ku jina bi navê Îpek Er ji aliyê Çawişê Pispor Mûsa Orhan ve hate revandin, destdirêjî lê hate kirin û piştre jî berê wê dan xwekuştinê, tundiya dewletê ya biunîforma û rewşa vê yekê ya sîstematîk li dijî gelê Kurd weke polîtîkayeke şerê taybet xwe nîşan dide.
Ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hate ragihandin ku windahiyên gerîlayan ên di operasyonên bejahî yên li navçeyên Licê, Pasûr û Hezroyê de bi îstîxbarata van sîxuran re têkildar e û tevgerên bankayan ên bi milyon lîreyî jî ji aliyê van çavkaniyan ve tên ragihandin.
Xisara herî giran a ji ber sîxurkirinê rû da, bêbaweriya civakî ye. Ji ber vê bêbaweriyê cîran bi guman li hev dinihêrin, sirên nava malbatê nayên parvekirin, têkiliyên rêxistinî lawaz dibin û têkiliyên manewî ji hev dikevin. Dewlet tişta ku bi bombe û fîşekan nekarî bike, bi rêya vê çerxa nayê dîtin, dike.
‘NARKO-ÇETE DEWLET’ Û HIŞÊ BERXWEDANÊ YÊ AMEDÊ
Narkotîk, fûhûş, çetebûyîn û sîxurkirin weke çar sitûnên bingehîn ên stratejiya “qirkirina çandî” ya dewleta Tirk a li Kurdistanê kar dikin û hevdu xwedî dikin.
Ji bo fêhmkirina vê sîstemê jî pirsa “Çima Amed?” gelekî girîng e. Ji ber ku Amed di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de cihê herî xurt bû, tevgera azadiyê ya Kurdistanê xwedî rehên bingehîn ên civakî ye û navenda temsîliyeta siyasî ya Kurd e. Dewlet van polîtîkayên xwe bi taybetî li Sûr û Baglarê dimeşîne.
Dawiya dawî xelkê Amedê zane ku ev rewş bi zanebûn hatiye afirandin û bi dengekî bilind destnîşan dike ku çareserî siyasî ye.
Sibe: Riha; Laboratûwara qirkirina çandî -2

