Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya meha Nîsanê ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin eşkere kir. MKG’ê di raporê de diyar kir ku berdewamiya ji nû ve darizandinan û dubarekirina cezayan, nemaze tevî biryarên binpêkirinan ên Dadgeha Destûrî, wekî delîlên girîng derdikevin pêş ku biryarên dadwerî bi awayekî sîstematîk li dijî rojnamevanan têne sepandin.
Rapora MKG’ê wiha ye:
“Di Nîsana 2026’an de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanên jin bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam kirin. Daneyên ku di raporê de hatine nîşandan eşkere kirin ku rojnamevan hem li qadê, bi rêya mekanîzmayên dadwerî û hem jî di qada dîjîtal de zext li wan hatine kirin.
Her çend êrîşên rasterast ên fîzîkî û pêlên binçavkirinên giran di meha Nîsanê de sînordar xuya dikirin jî, astengkirina şopandina nûçeyan a rojnamevanan, gefên li dijî wan û jiholêrakirina mafê wan ê pirsan binpêkirinên berbiçav bûn. Bi taybetî, biryarên ku beriya 1ê Gulanê hatine girtin da ku rê li ber ketina rojnameyan a ji bo herêmê bigirin û tepeserkirina fizîkî ya lêpirsîna rojnamevanekî ya li parlamentoyê nîşan da ku çalakiyên çapemeniyê rasterast hatine hedefgirtin.
Di vê pêvajoyê de, gef û destdirêjiyên li ser bingeha zayendî li dijî rojnamevanan berdewam kirin. Gefxwarin û destdirêjiya devkî ya li dijî, Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWSê û Seroka Şaxa me ya Wanê, Oznur Deger a di hevpeyvînek li kolanê de, careke din rîskên ku rojnamevanên li qadê dixebitin pê re rû bi rû dimînin, eşkere kirin.
Cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li rojnamevan Hamdiye Çiftçi Oksuz hatiye birîn, mînakek berbiçav a krîmînalîzekirina rojnamevaniyê ya bi rêya pergala dadwerî ye.
Di warê azadiya derbirînê de, zexta dadwerî di meha nîsanê de bi awayekî berbiçav berdewam kir. Gelek rojnamevan bi îdiayên wekî ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê’, ‘heqaret’ û ‘rûreşkirina dewletê’ bi lêpirsîn û darizandinan rû bi rû man. Hejmara zêde ya dozên berdewam û rojnamevanên ku têne darizandin nîşan dide ku dadwerî veguheriye amûrek zextê; cezayên girtîgehê yên hatine birîn nîşan didin, çalakiyên rojnamevaniyê tên krîmînalîzekirin.
Berdewamiya ji nû ve darizandinan û dubarekirina cezayan, nemaze tevî biryarên binpêkirinan ên Dadgeha Destûrî, wekî delîlên girîng derdikevin pêş ku biryarên dadwerî bi awayekî sîstematîk li dijî rojnamevanan têne sepandin.
Bûyerên di warê medyaya dîjîtal de şêweyên nû yên sansurê eşkere kirin. Di meha nîsanê de, hesabên medyaya dîjîtal ên gelek rojnamevanan hatin astengkirin, platformên nûçeyan hatin girtin û gihîştina gelek gotarên nûçeyan hate sînordarkirin. Ev yek êrîşek rasterast a li ser mafê gihîştina agahdariyê nîşan dide. Tedbîrên astengkirinê yên ku hatine sepandin, nemaze yên li ser daxwaza Desteya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) û qedexeyên ku bi hinceta Qanûna Hejmara 5651’ê hatine danîn, nîşan didin ku tê xwestin qada dîjîtal jî di bin kontrolê de were girtin.
Ji aliyekî din ve, nebûna binpêkirinên tomarbûyî yên di warên mafên aborî û civakî de nîşan dide ku şêweyê tepeserkirinê guheriye. Li şûna jikarderxistina rasterast an betalkirina kartan, tê xwestin rojnamevan bi rêya mekanîzmayên daraz û sansurê nexebitin.
Daneyên meha Nîsanê eşkere kirin ku zextên li ser rojnamevanan ne bûyerek tenê ye, lê siyasetek piralî û berdewam e. Di vê pêvajoyê de, ku astengkirina li qadê, krîmînalîzekirina bi rêbazên qanûnî û sansura dîjîtal di heman demê de têne bikaranîn, rojnamevan hem di mafê xwe yê pratîkkirina pîşeyê û hem jî di mafê xwe yê agahdarkirina raya giştî de bi binpêkirinên cidî re rû bi rû dimînin.”

