Hunermendê Kurd Sînan Hezer qala berpirsyariya temsîliyeta hunerê, pêwîstiya bi hilberîna kolektîf, şerê estetîk û polîtîkayê û hêviyê weke stratejiyekê dinirxîne. Hunerê weke bibîranîn, vegotin, berxwedan û qadeke exlaqî ya mayina bi hev re pênase dike.
Li ser berxwedana di pratîka hunerî de Sînan Hezer got, “Ji bo min berxweedan ne tenê rabûna li ber e, yan jî rexnekirin e. Berxwedan israra wê yekê ye ku ya nayê dîtin nîşan bide. Jinûve geşkirina çîrokên tepisandî û bêdengkirî, zindîkirina hişê li ber tinekirinê ye. Di hunera min de berxwedan ‘nerazîbûnek’ nîne, şêweyekî dewamkirinê ye, israra li ser hebûnê ye. Dema ku firçeya xwe digerînim, dibêjim ‘Ez li vir im, em li vir in, çîroka me neqediya ye’, dewam dike. Dîroka gerdûnî ya hemû neteweyan bi vî rengî xurt dibe.”
Hunermend Sînan Hezer li ser girîngiya sembolan a di berhemên xwe de bi vî rengî vegot, “Sembol ji bo min weke ‘zimanekî veşartî’ ne. Tiştên ku yekser nikarim bibêjim, dema ku gotin bi rîsk be û vegotin kêm bihêle, sembol derdikevin holê. Çivîkek, bedeneke birîndar, heywanek, valahiyek, gerîlayeke jin a dimeşe… Ev hemû işaretê bi çîrokekê, bi jiyanê dike. Bi dîtina min hin sembol parolaya jiyana di bin zextê de ye; ji temaşevan re dibêje, ‘Ya te nedîtiye bibîne, ya te ji bîr kiriye bi bîr bîne’. Her hunermendek ku hunerê hildiberîne, li pey parolayekê, li ber nirxandin, şîroveyekê dikeve. Ez jî yek ji wan im. Di hin sembolên xwe de bi zanebûn balê dikişînim ser vegotinên gelê Kurd, neqşên li ser tejikan û zimanê bedenî yê kevneşop. Ev yek ne nostaljiyek e, nîşandana dewama hebûnê ya li ser koka xwe ye.”
Sînan Hezer ragihand ku ew hunera xwe di navbera du deveran de bi cih dike û ev herdu cih weke hişê birîndar û berxwedêriya têkoşînê ya Kurdistanê û belawelî û nasnameya berxwedêr a dîasporayê pênase kir. Hezer got, “Lingekî min li gund, bajar û malên hilweşiyayî, li çiyê, çavên min li ser mekabeke terikandî ya li ser rê ye, lingekÎ min jî li sirgûnê, koçberiyê û di nava biyanîtiyê de ye. Hunera min di navbera van herdu cîhanan de pirek e, rêyeke derbasbûnê ye, xeteke ragihandinê ye. Ji ber vê jî cihê civakî her tim ‘di navberê de’ û nêzî ‘hişê kolektîf’ dibînim. Bi dîtina min mesele bi temamî afirandina hiş e, yan jî piştgiriya bi hişê afirandî ye.”
Di dewama axaftina xwe de Hezer nêzîkatiya hunerî ya kolektîf vegot û got, “Hunera kolektîf ji bo min ne tenê karkirina bi hev re ye. Tê wateya fikirandina bi hev re, êşa bi hev re, xurtkirina hevdu. Kolektîfî hevkariyeke berpirsyariyê ye. Ji bo hunermendên li sirgûnê yan jî di bin zextê de hunerê dikin kolektîfî li dijî tenêtiyê tevneke piştevaniyê ye. Di nava vê tevnê de parvekirin, axaftin, nîqaş û bibîranîn heye.”
Li ser wate û girîngiya ziman a di hunerê de hunermend Sînan Hezer got, “Ziman ji bo min ne tenê vegotin e; nasname ye. Gotineke bi Kurdî carna dibe ku ji wêneyekî bêhtir xwedî hesteke xurt be. Gotin valahiya wêne temam dike; wêne valahiya hevokê temam dike. Pir zimanî rewşa xwezayî ya koçberî, sirgûn û parçebûnê ye. Ziman hem stargehek e, hem jî amûreke berxwedanê ye. Bêyî ziman ti ji qada hunerê bi têrkerî dikare bê xebitandin. Ya rast ziman şêweyekî ferhengeheke pir şêweyî ye.”
Sînan Hezer destnîşan kir ku huner her tim ji bo wî bûye karekî hişê û got, “Dema ku wêneyekî çêdikim ne tenê bi xet û rengan ve mijûl dibim; bi hiş re mijûl dibim. Dixwazim çîrokên windabûyî, qedexebûyî û nedîtî hatiye hiştin, weke şopekê hilgirim. Huner carna kêlek e, carna lênûskeke bîranînê, carna logrînek, carna jî aleke berxwedanê ye. Weke min got, gerîlayeke jin an jî mêr…”
Sînan Hezer ji bo parastin û zindîhiştina hişê bang kir û got, “Ne weke xemlekê weke amûreke piştevaniyê, maleke bîranînê, qadeke berxweedanê em xwedî li hunerê derikevin. Ji kîjan welatî, ji kîjan zimanî, di nava kîjan şert û mercî de dibe bila bibe, em bibin dengê hev, soz bidin hev û mil bidin hev.
Ji ber ku dema me bi hev re hilberand, bi hev re bi bîr anîn, bi hev re li ber xwe dan ev çîrok dikare ji tinebûnê rizgar bibe.”

