Ma hemû însanên ku bêhnê distînin û didin dikarin bibêjim ‘’em dijîn?’’ Yan na tişta ku em jê re dibêjin jiyan bes derbasbûna salên vala ne? Wê demê hilatina rojê û çûn û hatina şev û rojan bes dibin xwedubarekirineke bêyî kelecan. Jiyaneke ku bes ji hezkirina kesekî, armanca ku bes ji berhevkirina pereyan yan jî bidestxistina karekî dewletê pêk tê; bi rastî jî dikare weke ‘’jiyan’’ were pênasekirin. Li cîhaneke ku hejmara birçiyan tin ji ya têran zêdetir e, zalim keda xizanan îstîsmar dikin û hêsîrên bindestan ji xwediyên desthilatdariyê dibin sehneyeke kêfxweşiyê; mirov dikare bibêje ku li wir jiyaneke rastîn heye? Di demeke ku ruhê ciwanan weke însanên 70 salî pîr bûye, mejî bes bi lîstikên înternetê tije bûye, ji xaka xwe, welatê xwe û civaka xwe dûr ketiye de; li cihekî ku qîrînên jinan di bin giraniya zîhniyeta serweriya mêran de bilind dibe û ev qîrîn di cîhana mêran de vediguhere melodiyeke serkeftinê; jiyan birîndar e.
Divê bi xemgîniyeke mezin were gotin ku ji sedî 70’yê civaka roja îroyîn di nava van nakokiyan de lihevkirî dijî, ji kokên jiyana rasteqîn dûr dikeve û di nava kemînên pergala kapîtalîst de vediguhere nêçîreke hêsan. Lê belê bêguman agirê hêviyê ya li ser dilê mirovahiyê tu caran bi temamî venamire. Ciwanên ku heza azadiyê di dilê wan de zindî ye, weke lehengên nû mohra xwe li dîrokê didin. Ew jiyaneke ku rengên sexte hatiye boyaxkirin qebûl nakin; dikevin li dû sadebûn û heqîqetê. Di nava vê geremolê de rêya xwe diyar dikin. Naxwazin bibin pêlîstokên lîstika berjewendiyan, dixwazin bibin lehengên destaneke birûmet.
Yek ji van ciwanan jî Mijdar Mihemed e ku di bin ronahiya fikrên Rêber Apo de hêza xwe nas kiriye û biryardariyeke mezin bi dest xistiye. Çîroka Mijdarê li dûrî welatê wê, li ser xakên xerîbiyê dest pê dike. Ew ji Kobanêya warê berxwedanê ye. Li Lubnanê di nava malbateke feodal û girêdayî kevneşopiyên eşîrtiyê de ji dayîk dibe. Lê belê çûnûhatina milîtanên Apoyî, hê di zarokatiya wê de bala wê dikşîne. Dema ku ew dihatin bi heyraniyeke mezin li wan dinêre; dema ku diçûn jî di lîstikên xwe de teqlîda wan dikir. Kiryar, axaftin û suhbetên wan ji nû ve zindî dikirin. Bi vî awayî Mijdar, hem bi çanda welatparêziya malbata xwe û hem jî li gel naskirina tevgera azadiyê mezin dibe û di dawiyê de biryarê dide ku ew jî bibe yek ji wan hevrêyan. Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser welatê wê yên di salên 2013-2014’an de, birayara wê xurttir dikin. Piştî demeke kurt li eniyên şer ên herî germ weke şervaneke netirs cihê xwe digire. Tevî ku hê nû ye jî bi cesareta xwe bala her kesî dikşîne ser xwe, gelek kes weke ‘’Ev hevrê kî ye?’’ pirsa wê dikin.
DI TARÎTIYA ŞEVÊ DE SOZA SERKETINÊ
Erê, ev hevrê Mijdar e. Mijdar a ku di nava Tevgera Azadiyê de bi navê Azê rûpeleke nû vekiriye û bi hemû hebûna xwe tevlî şerê manû nemanê bûye. Di tarîtiya şevên sar de wê gelek caran pişta xwe dida dîwarên mewziya xwe û berê xwe jî dida çîrokên zarokatiya xwe. Tiştên ku dayîka wê li ser dîroka Kurdan û hovîtiya dijmin jêre gotibûn, dihatin bîra wê. Ji ber her kêliyeke wî şerî, rastiya van tiştên ku jêre hatibûn gotin, nîşan dida. Dijminên gelê Kurd vê carê bi maskeya DAÎŞ’ê êrîş dikirin, lê belê heman hedef bû: tunekirina nasnameya Kurd û Kurdistanê. Dema ku hizra van yekan dikir, destê wê diçû ser tetîka çeka wê û di şevên şerî de bi dengekî bilind soza mezinkirina têkoşînê û bidestxistina serkeftinê dida. Zivistan derbas bû, havîn hat; bihar û payîz hatin û çûn. Di encama lehengiya Azê û fedekariya bi hezaran şehîdan de şerê Kobanê bi serkeftinê hate tacîdarkirin. Xakên Rojava ji çeteyên hov hatin paqijkirin û kena li ser rûyê gel dubare xwe nîşan da.
Vê carê çenteyê Azê li ser pişta wê bû û berê xwe dabû çiyayên Garê. Di her pêngavekê de leza avêtina dilê wê û bêhstandina wê leztir dibû. Azê diçû hevdîtineke mezin. Bi salan bû evîndarê çiyayan bû lê belê ew qet nedîtibûm. Li ser vê hevdîtinê gelek xeyal kiribûn, li benda vê kêliyê bû. Bihareke ku nêrgiz û kulîlk bişkivîbûn, şahidiya vê hevdîtina pîroz kir. Azê piştî ku gihîşt qada çiya, di mijara xwekûrkirina girêdayî fikrên Apoyî û jiyanîkirina terzê fermandariya serkeftî de bi biryardariyeke mezin perwerdehiya xwe ya di Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz de bi serkeftî temam kir. Piştî çar salên birêvebirina xebatên stratejîk û li qadên birêvebirinê bi israr û xwesteke mezin tevlî refên Hêzên Taybet bû. Hemû şoreşgerên tevgera Apoyî xwediyê ruhekî fedaî ne; hemû kêliyên jiyana xwe, hemû deman bexşî serkeftina têkoşîna azadiyê dikin. Jiyana me jiyana fedaiyan e; li vir ji gotina ‘’ez’’ re cih tune ye, gotinên ‘’gelê min’’, ‘’welatê min’’ û ‘’hevrêyên min’’ hene.
Azê wiha digot: ‘’Tevlîbûna min a ji Hêzên Taybet re, mezinbûna evîna min a ji vê jiyanê re ye. Ji bo ku ez vê evînê mezintir û kûrtir bikim, min berê xwe da vê saziyê. Xwendekariya li dibistana Şehîd Zîlan ne carekê deh caran berpirsiyariya lêpirsîna têkoşîna min li ser milên min zêde dike; ev yek jî tim berê min dide pêşketinê. Azadî tu caran bi bedêlên biçûk nehatiye bidestxistin; tim bi bedêlên wê yên giran çêbûne. Bêrîtan, Delal, Zîlan, Sra û bi hearan hevrêyên me yên bedew bedêlên mezin dan. Ji ber vê yekê ez însanên bedew wê şopên xwe bihêlin; weke hevrêyên wan em ê li ser xeta wan a fedaî tim hebin.’’ Tişta ku Azê mezin dikir, ev gotin bûn; tişta ku ew di hemû karan de ew dikir pêşeng, piştevaniya ji hevrêyên xwe re, xwe tim perwerdekirin û pêşxistin ev bû. Ew jineke resen bû ku sozên giran dida û sozên xwe digirtin.
MEŞA BER BI QADÊN FEDAÎBÛNÊ VE
Havîn bû. Li asîmanên çiyayên Kurdistanê stêr ketibûn pêşbirka birîqînê. Din bin vê behra ronahiyê de bayekî hênik dijhat. Azê, li gel du hevrêyên xwe dimeşiya; berê xwe dabûn qada Rojavayê Zapê. Ev qad ji bo wan xwedî wateyeke gelekî mezin bû. Ji ber ku yekem perwerdeya xwe li dibistana fedaiyan li vir stendibû, li vir gelek hevrêyên hêja nas kiribû û li gel wan têkoşiyabû. Ji ber vê yekê bi gavên lez û baldar û bêyî ku dijmin wan ferq bike, dimeşiyan. Di emû bêhnvedanan de bi dengekî nizm qala kelecan, kêfxweşî û coşên xwe dikirin; qala xwesteka alîkarkirina hevalên li eniyên şerî dikirin û li hemberî dagirkeriyê soza mezin a tolhilanînê dida.
Li gorî qaîdeya meşa gerîlayan, di dema rêwitiyê de tu çi qasî tî dibî bibe jî divê tu zêde avê venexwî; ji ber ku ev yek, bandoreke nebaş li tempoya henase û meşê dike. Ji ber vê yekê Azê û koma wê, dema ku tîbûna wan zêde dibû bi qurtên biçûk av vedixwar û bi pêngavên bibiryar ber bi qada şerî ya dijwar ve dimeşiyan. Azê êdî gerîlayeke xwedan tecrûbe bû; di qada îdeolojîk û rêxistinî de xwedî tecrûbeyên mezin bû. Her ku fikrên Rêber Apo baştir fêm dikir, pênasekirinên wê jî xurt dibûn. Baş dizanî ku fikrên Rêber Apo hemberî zîhniyeta ku jin hedef digirtin, weke şûrekî pola ye. Ramana Apoyî, li hemberî tarîtî, zulm, bêexlaqî û dejenerebûnên di nava civakê de bi ronahiya xweû cewhera heqîqetê têdikoşe.
Ji bervê yekê Azê wiha digot: ‘’Roj dikare li ser cîhanê çavan ronî bike, lê belê roja li Îmraliyê ruh û mejiyan ronî dike. Her çend hêzên serdest dixwazin tîrêjên vê rojê ji me bistînin jî, Rêber Apo bi sekna xwe ya berxwedêr û têkoşer pergala Îmraliyê têk biriye û xwe gihandiye wijdana hemû kesên azadîxwaz.’’ Hêzên gerîlayan di şerê li qada Rojavayê Zapê yên çar salên dawîn de; li gel sekna xwe ya berxwedêr, afirîneriyên di taktîkên leşkerî de û xwenûkirina tim û tim li hemberî hêzên êrîşkar bandoreke mezin ava kirin. Azê û hevrêyên wê jî ji bo ku vî şerî di pêşengtiya jinan de bigihînin serkeftinê hemû zor û zehmetî dan ber çavên xwe. Bi wate û berpirsiyariyeke mezin hemû erkên xwe bi cih dianîn. Nûnertiya sekna şoreşgerên jin dikirin. Dema ku Azê têkoşîna xwe mezin dikir, dagirkerî têk dibir di heman demê de jî ‘’keştiyek’’ ava dikir. Li gorî bes mezinkirina têkoşînê û serkeftinên mezin dikarin bibin rêya ber bi Îmraliyê ve.
EZ ŞEHÎDAN FÊRÎ ALFABEYA JIYANÊ BÛM
Ji ber vê yekê Azê, 24 saetan bêyî navber di nava xebatan de bû. Mejiyê wê tim bi avakirina planên derblêxistina dijmin û pêşxistina çalakiyên mezin re mijûl bû. Bi baldarî, disîplîn û sekna xwe ya leşkerî dikarî hemû teknîkên dagirkeran têk bibe û çalakiyên serkeftî li dar bixe. Bi jêhatîbûna xwe hem xwe û hem jî hevrêyên xwe diparastin. Gelekî girêdayî hevrêyên xwe yên şehîd bû. Wiha digot: ‘’Ez ji pirtûka hevrêyên xwe yên şehîd fêrî alfabeya jiyanê bûm.’’ Ev yek li gel xwendinê mezin bû û meşiya; di hemû pêngav û serkeftinan de xwe weke deyndara wan dît. Di jiyan, terzê çalakiyên xwe û têkiliyên xwe de hevrêyên xwe yên şehîd zindî digirt.
Jiyana Azê, li gel perspektîfa hizra Apoyî û biranînên şehîdan teşe digirt. Girê Cûdî yê ku lê bi hezaran fedaî hatine oxirkirin, vê carê Azê oxir kir. Payîz e; dema kudaristanên Kurdistanê pelên xwe diweşandin, şahidiya têkoşîna dijwar a gerîlayên Apoyî dikirin. Sal 2024 û 23’yê Adarê ye… Mijdar Mihemed, bi navê xwe yê şoregerî Azê Rojgirav, di hembêza çiyayên welatê xwe de; ji bo azadî û wekheviyê tevlî karwanê nemiran dibe. Azê wiha bû; xwediya jiyaneke xwedan armancên pîroz bû. Ji bo pêşerojeke ronahîtir, ji bo cîhaneke ku şadî, rohanî, edalet û aşitî ji xemgînî, tarîtî û zulmê bihêztir dibin, gihîşt şehadetê. Ew, lehenga destana azadkirina xakên welatê xwe bû; rêwiyeke rastîn a doza jiyaneke birûmet û demokratîk bû.

