Hunermend Emînê Erbanî (Mehmey Emîn Erden) ku li navçeya Qoser a Mêrdînê dijiyan, jiyana xwe ji dest da. Erbanî ku di salên 90’î de bi albumên xwe yên “Gundê Erban” û “Gundê Me” bi nav û deng bû, di muzîka Kurdî de bi rengî û dengê xwe xwedî cihekî taybet bû. Erbanî ku nêzî 3 sal bûn nexweşîneke giran lê peyda bûbû, li nexweşxaneyeke taybet jiyana xwe ji dest da.
Erbanî ku di sala 1966’an de li gundê Erban ê Qoserê hat dinê, bi navê gundê xwe Erban bi nav û deng bûbû.

