Şemî, 1 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nexweş tevahiya rojê bê av ma: Nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevî tîştên ku piştî pêvajoya berê hatin jiyîn jî hêviya aştiya civakî neqediyaye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Li Bane û Rebetê 2 kes hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora 6 mehan a binpêkirinên li girtîgehan hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye û kirdeya diyarker e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sozdar Avesta: Têkoşîna civaka Êzidî têkoşîna mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariyên Newrozê
Kurdistan

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariyên Newrozê

Roj û agir ji bo gelê Arî tê wateya jiyanê. Bi hilbûna rojê ve gerîla bi kelecanî ketin nava liv û tevgerê. Ji çar milan ve dest bi amadekariyên pîrozbahiyê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji deşta Nînowayê agirê ku bi destê Kawayê Hesinkar ve hatibû pêxistin, li hemberî Dehaqan bibû serhildana herî mezin û textê desthilatariyê hatibû ruxandin. Agirê ku hatibû pêxistin çirûska wê ji ocaxa gelê Arî derketibû. Li çiyayên Zagrosan ji tevahî mirovahiyê ronahiyek şewq vedabû û li derdora xwe bîr û baweriya gelan dabû komkirin. Ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan, cejna gelê Kurd bi wateya xwe ya dayîna jiyandin û rûmeta xwe parastinê ve dihate pîrozkirin. Ev cejn ji bo gelan û gelê Kurd bi wateya hebûn û nasnameyê ve radibû. Rêber APO beriya 53 salan li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê meşa bi heybet a têkoşîna Tevgera Azadiyê di vê rojê de dabû destpêkirin.

Newroz xwe ji xweliya xwe jinûve afirandin û bi rihkirin e. Ev heqîqet xwe bi her awayî di sekna şoreşgerên Tevgera Azadiyê de şênber dike. Agirê ku îro li qûntara çiyayên Zagrosan hatibû pêxistin nîşaneya vê yekê bû.

Dîroka têkoşîna gelan ji serî heya dawî bi berxwedan û serhildanan ve dagirtiye. Carnan çiruskek ji tevahî civakan re dibe îlhama têkoşînê û civakan li ser lingan digire, carnan jî dibe bîra civakî û civak bi van yekan ve çand û nasnameya xwe diparêze. Beriya 2638 salan li hemberî civaka Kurdan, ango Medan, êrîşên herî dijwar pêk tên. Konfedarasyona Medan bi berpirsyariya dîrokî ve radibe û li hemberî tevahî êrîşan serî radike. Agirê ku bi destê Kawayê Hesinkar ve hatibû pêxistin ji civakan re bibû werçerxa jiyana azad. Dema sal dibe 1982, li zindana Amedê bi pêşengiya Mazlum Doganan ve ev agir carekî din tê pêxistin. Zindana Amedê ji bo Dehaqên hemdemî re dibe cihê binkeftinê û di şexsê Mazlum Doganan de rûmet û azadiya gelan bi berdêlên herî mezin ve tê bidestxistin. Rêber APO bi fikra jiyana azad ve roja Newrozê zêdetir bi wate û qîmet kir.

Îro li çiyayên azad, di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de hêza felsefe û birdoziya Rêber APO xwe ji her milî ve dida xuyakirin. Gerîlayan bi kelecaniya rojê ve tîrêjên Rojê pêşwazî kirin. Roj û agir ji bo gelê Arî tê wateya jiyanê. Bi hilbûna rojê ve gerîla bi kelecanî ketin nava liv û tevgerê. Ji çar milan ve dest bi amadekariyên pîrozbahiyê kirin. Di tevgerîna gerîlayan a di amadekariyên pîrozbahiyê de kelecaneke pir bi nirx xwe dida nîşandan. Bîra dîrokî li qada amadekariyê xwe ji her milî ve dida xuyakirin. Di nava amadekariyên şahiya Newrozê de gerîlayan ji bo amadekariyan nerînên xwe wiha parve kirin.

Gerîla Rênas Bawer di nirxandinên xwe de wisa got: “Wekî ku tê zanîn îro em di nava amadekariyên Newrozê de ne. Em ê sibê jî Newrozê pîroz bikin. Berî her tiştî em vê Newrozê li Rêber APO, gelê me yê li çar aliyên cîhanê cih digirin û tevahî gelan pîroz dikin. Ev roj ji bo me rojeke girîng e û me di demên bihûrî de dîmenên Rêber APO dîtin, vê yekê kelecaniya me hîn zêdetir bilind kir. Wêneyê Rêber APO yê herî dawî ji bo me kêfxweşiyeke mezin bû û me jê hêzeke pir mezin girt. Bi pêşketinên herî dawî ve girêdayî wateya vê rojê hîn zêde bûye û Rêber APO vê rojê ji bo me wek rojeke biwate ya têkoşînê dinirxîne. Em ê bi wesîleya wê rojê, têkoşîna xwe hîn zêdetir bilind bikin. Em ê bi têkoşîna xwe ve azadiya fîzîkî ya Rêber APO û yekîtiya gelê Kurd a di çar parçeyên Kurdistanê de bidin avakirin. Dîsa em vê rojê berî her kesî li Rêber APO û tevahî gelê xwe pîroz dikin. Wê ev coşa me hîn zêde bilind bibe.”

Gerîla Faraşîn Zagros jî derbarê vê rojê de nêrînên xwe wiha parve kir: “Wek Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê em bi kelecanî amadekariyên Newrozê dikin û em di nava tevgereke pir mezin de ne. Îro amadekariyên ku tên kirin di encama keda Rêber APO û têkoşîna bi salan de hatiye meşandin de ava bûne. Em jî şopdarên wê têkoşîn û kedê ne. Ji bo wê jî em berî her tiştî vê rojê li Rêber APO, şehîdên şoreşê, gelê xwe û hevalên ku niha di nava van amadekariyan de cih digirin pîroz dikin. Newroz ji bo me gelê Kurd rojeke serhildanê ye, roja xwe gihandina serkeftin û azadiya Rêber APO û yekîtiya gelan e. Pêwîst e wek rojeke yekîtiyê were destgirtin û em bi xwe jî bi vî awayî digirin dest û xwe amade dikin. Gelê Kurd bi vê rojê ve li hebûn, nasname û çanda xwe xwedî derdikeve. Serhildanên ku di vê rojê de pêk hatine wek sembola Neteweya Demokratîk tên destgirtin û gel bi vî awayî pîroz dike. Li çar aliyên Kurdistanê ev roj bi kelecanî tê pêşwazîkirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev roj dîsa me bigihîne serkeftinê. Xeyala her gerîlayekî eve ku em vê rojê bi Rêber APO re pîroz bikin. Dîsa em vê rojê li tevahî hevalan pîroz dikin.”

Mervan Botan di nirxandinê xwe de got: “Em wek gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo Newroza 2026’an di nava amadekariyan de ne. Me bi têkoşîna ku Rêber APO xwe gihandiye lutkeyê ve dest bi vê salê kir. Dîmenên Rêber APO yên ku gihîştin raya giştî hêz û morala me ya heyî hîn zêde bilind kir û em bi vê kelecanê ve amadekariyên Newroza 2026’an dikin. Em di serî de Newroza 2026’an li Rêber APO û tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Bangawaziya Rêber APO ya di 27’ê Sibata 2025’an de pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê da destpêkirin. Bi pêşketina vê pêvajoyê re, ji bo ku em bikaribin ji her milî ve ji bangawaziya Rêber APO re bibin bersiv, wek mîlîtanên Rêber APO ji her milî ve amade ne ku erkên xwe bi cih bînin. Ji bo ku têkoşîna Rêber APO bigihîje serî, em wek gerîlayên azadiya Kurdistanê ji her milî ve amade ne. Daxwaza me eve ku em di welatekî azad de bi Rêber APO re jiyan bikin. Ji bo vê jî têkoşîna ku tê xwestin em ê bidin û bi rihê Newrozê ve em ê hîn zêde bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji bo mezinkirina govenda azadiyê em bang dikin’
Nûçeya Pişt re KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Dewlet divê êdî bersivê bide banga aştiyê ya Ocalan’

Gianni Tognoni ile Marion Böker diyar kirin ku banga dîrokî ya Rêber Apo pir girîng…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Komîsyon divê demildest dest bi sererastkirinên qanûnî bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Elmanyayê ji bo kirîna pergala moşekan dest bi hevdîtinan kir

Elmanya, derveyî pergalên parastina hewayî yên menzîldirêj ên Arrow 3’yê ku di sala 2023’yan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Sozdar Avesta: Têkoşîna civaka Êzidî têkoşîna mirovahiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê kolberek qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?