Medyaya Sûriyeyê daxuyand ku vê sibehê hunermend Huda Şairawî di hundirê mala xwe ya Şamê de kuştî hat dîtin, hûrgiliyên vê bûyerê hîna nayên zanîn.
Malpera Hunerê ya Sûriyeyê diyar kir ku hunermend Huda Şairawî (87) mirî hatiye dîtin, çavkaniyên ji malbatê gotin hatiye qetilkirin.
Serokê Sendîkaya Hunermendan, Mazin El Natûr, di daxuyaniyekê de rastiya agahiyên li ser medyaya civakî ya der barê kuştina hunermenda Sûrî Huda Şairawî de piştrast kir.
El Natûr diyar kir ku li gorî agahiyên ji tiba edlî derketine destnîşan dikin ku sûc di navbera saet 5-6 sibeha îro de pêk hatiye û guman jî li ser xizmetkdara wê be, ew jî heta niha winda ye.
Li gorî malperan, Huda di biçûkaniya xwe de tev li cîhana hunerê bû, destpêkê ji radyoya Sûriyeyê de di 9 saliya wê de bû, gelek xebat di radyoyê de kirin. Huda di zêdetirî 50 filmên Sûriyeyê de lîstiye.

