Şemî, 16 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cezayê darvekirina Şerîfe Muhammedî hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga hevrûbûnê li hikûmetê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Acar ê ku 31 sal berê li Amedê hatibû revandin, daxwaza edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê KNK’ê li Torontoyê bi gel re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gule li hewşa girtîgehê danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê bi tîpên zêrîn nivîsandina rûpeleke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Vejînê li Binarê Qendîl bi coş tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Parastinê yê DYA’yê vîdyoyek li ser dijberîya mafê jinê belav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Reqayê li dijî tundiya li ser jinan kampanya hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ÎHD: Hezar û 412 girtiyên nexweş hene
Kurdistan

ÎHD: Hezar û 412 girtiyên nexweş hene

Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê "Rapora Girtiyên Nexweş" eşkere kir. Li gorî raporê li girtîgehan herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku rewşa 335 ji wan giran e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Şaxa Amedê “Rapora girtiyên nexweş” aşkera kir. Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî.

Kuçukbalaban, diyar kir ku Wezareta Dadgê ditirse daneyên têkildarî girtiyên nexweş parve bike lewma daneyên ÎHD parve dike daneyên nû û girîng in. Kuçukbalaban, wiha got: “Li vî welatî mafên mirovan ên sereke herî zêde li girtîgehan tên binpêkirin.”

Kuçukbalaban, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û got: “Em vê pêvajoyê bi keyfxweşî pêşwazî dikin. Hinek pirsgirêkên sereke, pirsgirêkên mafên mirovan û texrîbatên meseleya Kurd bi xwe re anîn hene. Ji bo ev texrîbat ji holê bên rakirin, Abdullah Ocalan bangek kir. Ji wê rojê heta niha jî em û tevahiya raya giştî li benda helwesta dewletê ne lê heta niha jî nexşerêyek nehatiye aşkerakirin. Hinek daxuyanî hatin dayin. Çendek berê şandeya DEM Partiyê bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Em dizanin ku di vê hevdîtinê de li ser gavên qanûnî jî hatiye axaftin. Girîngtirîn gava qanûnî ew e ku girtiyên nexweş tavilê bên berdan û bigihijin mafê xwe yê tenduristiyê.”

Di berdewamê de Kuçukbalaban bal kişand ser “Mafê hêviyê” û got ku hewceye di vê mijarê de tavilê gav bên avêtin. Kuçukbalaban, hêvî kir ku rapora wan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bibe rêberek û xwest ji ewil girtiyên nexweş bên berdan. Kuçukbalaban, wiha domand: “Şertên aştiyê nabin. Şertê demokrasiyê nabe. Bêguman berdana çekan û bidawîbûna tundiyê girîng e lê ji bo vê divê dewlet gavên pêbawer biavêje û operasyonan bide sekinandin. Heta ku binpêkirina mafê jiyanê bidome, baweriya bi çareseriya pirsgirêka Kurd jî kêm dibe. Divê Wezareta Dadê ji bo daneyên me tavilê paketeke guhertinê bîne Meclisê. Divê girtiyên nexweş û ‘Mafê hêviyê’ jî tê de cih bigire.”

Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Yûsûf Erdogan rapor xwendin. Di raporê de agahiyên hatine ber destê ÎHD’ê, hevdîtinên parêzeran ên bi miwekîlan re, serlêdanên malbat û xizmên girtiyan û tespîtên di dema hevdîtinên li girtîgehan de cih girtin. Di raporê de hate bibîrxistin ku li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan; ji 7’ê Nîsana 2025’an ve li Tirkiyeyê di 395 girtîgehan de bi giştî 403 hezar û 60 girtî û hikûmxar hene.

Bi domdarî di raporê de hate gotin ku agahiyên der heqê rewşa tenduristiyê yên girtiyên nexweş de ji hêla bijîşkan ve hatine nirxandin. Hat ragihandin ku niha li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 161 jê jin û hezar û 251 jê zilam bi giştî ehrî kêm 412 girtiyên nexweş hene. Rapor, wiha domiya: “Rewşa 335 girtiyan giran e. Ji van girtiyan 230 jê nikarin bi tena serê xwe bijîn, 105 jê pêdiviya wan bi alîkariyê heye, 188 jê ji ber nexweşiyên xwe divê her tim bin kontrolkirin. 515 girtî jî tevî nexweşiyên wan hatine diyarkirin jî ji ber ku daneyên ji bo nirxandinê tune ne û 2 girtî jî ji ber ku der heqê cureyê nexweşiya wan de agahî nînin, bi giştî 517 girtî jî ji ber ku der heqê wan de agahî nehatin bidestxistin, nehat tespîtkirin ka girtiyên rewşa wan giran in an na.”

Di raporê de hate gotin ku 230 girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe bijîn hene, pêdiviya 105’an bi alîkariyê heye, 188 girtiyên divê her tim bên kontrolkirin hene, 38 girtiyên divê bên emeliyetkirin, 21 jê divê bên tedawîkirin, 34 jê divê der heqê wan de teşhîs were kirin, 247 jê divê nexweşiya wan were şopandin, 8’an jê astengiya wan a ortopedîk heye, 23 jê çavên wan nabînin, 2 jê jî qet nabihîsin.

Di berdewama raporê de girtiyên nexweş li gorî cureyên nexweşiyên xwe bi hûr û kûr hatin vegotin.

Di berdewama raporê de ev tespît hatin kirin:

“*Sewqên nexweşxaneyê bi wesayîtên veguhestinê yên yekkesî û ne li gorî rûmeta mirovahiyê de tên kirin û ev yek ji hêla mafê tenduristiyê ve rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. Ev wesayît bi taybet jî ji bo girtiyên epîlepsî, bêhnkurt û hwd. û girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene xetereke mezin e. Di wesayîtên rîngê de havînan klîma nayê vekirin û di zivistanê de jî tê kêmkirin. Her wiha hundirê wan pir qirêjî ye. Ev jî dike ku nexweşiyên girtiyan zêdetir bibin. Heta girtî diçin nexweşxaneyê û vedigerin girtîgehê bi saetan di hundirê van wesayîtan de tên ragirtin.

*Zexta kelemçekirina destan a di dema muayeneyê de û wergirtina cendirme û memûrên girtîgehê ya li odeya muayeneyê, binpêkirina mafê tenduristiyê ye.

*Di salên dawî de cendirme bi awayekî dijî rûmeta mirovahiyê, zexta lêgerîna nava dev li girtiyan ferz dikin û ji ber vê sepanê jî girtiyên nexweş naçin nexweşxaneyê.

*Girtiyên nexweş di dema xwe de nabin revîrê û sewq girtiyan a ji bo nexweşxaneyan jî bi heman piştre tên kirin.

*Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî di nav de, girtiyên nexweş bi nivînan ve tên kelemçekirin. Dema diranên girtiyan tên kişandin, xwîna wan tê girtin û di hemû muayeneyan de kelemçe ji destên wan nayên derxistin.

*Têkiliya mahrem a nexweş-bijîşk a li polîklînîkên nexweşxaneyê ji hêla leşkeran ve tê binpêkirin û nahêlin protokola tedawiyê ya bijîşkan bê cîbicîkirin.

*Qawîş û hucreyê girtina baş nayên germkirin û nayên hewadarkirin. Saetên hewşê tên bisînorkirin.

*Derfetên xwegihandina av û hewayê paqij ê girtiyan tê bisînorkirin. Ji ber ku ava şebekeyê paqij nîne, girtî neçar dimînin ku ava xwe ji kantînê bikirin. Girtiyên derfetên wan nînin jî ji neçarî ava qirêjî ya nebitendurist bi kar tînin.

*Bedela îaşeyê yên girtiyan kêm in, xwarin têr nakin û kêm in.

*Li hinek girtîgehan girtî li qawîşên pir qelebalix tên ragirtin. Ev jî bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê tîne. Ji ber ku baş nayên germkirin, ji hêl hîjyenê ve baş nînin û qadên taybet ên aydê şexan tune ne, gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne.

*Xwarinên li girtîgehan di firaqên plastîk de tên dayin û ji ber ku ev guncav nînin, nayê qebûlkirin firaqên fafon bidin girtiyan.

*Girtiyên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind dimînin, di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Hinek girtiyên nexweş û yên astengdar jî di odeyên yekkesî de tên ragirtin û ev jî bi xwe re binpêkirina mafê jiyanê tîne. Girtiyên li van girtîgehan tên ragirtin, ji neçarî cilên xwe li van odeyan dijîn û ziwa dikin. Di hundirê heman odeyê de hem serşok, hem daşir û hem jî qada jiyanê ye. Lewma jî dibin sedema gelek nexweşiyan. Li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind tekane paca ber bi hewşê ve vedibe jî bi têlan hatine girtin. Lewma jî girtî nikarin hewayê paqij bistînin û rê li ber pirsgirêka ronahiyê jî vedike.”

ENCAM Û PÊŞNIYAR

Di beşa dawî ya raporê de bal hat kişandin ser peymanên neteweyî û navneteweyî û ev pêşniyar hatin rêzkirin:

“* Divê tedawiya lezgîn û daîmî ya girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê bê kirin û înfazên girtiyên nexweş ên nikarin di bin şert û mercên girtîgehê de bên tedawîkirin tavilê bên rawestandin.

* Divê rewşa tenduristiyê ya girtiyan li gorî pîvanên gerdûnî û zanistî bên nirxandin û hemû girtiyên nexweşên giran ên hê jî li girtîgehan e li ser bingeha her raporeke nexweşxaneyê ya bi temamî hatine girtin tavilê bên berdan, tedawiya wan bi malbatên wan re bê dewamkirin û sîgortaya wan a tenduristiyê ji aliyê dewletê ve were pêşwazîkirin.

* Divê gefên li ser yekparebûna ruhî û fîzîkî ya girtiyan ji holê bên rakirin û pêkanînên layiqî rûmeta mirovahiyê bên pêşxistin. Eger mirovên tedbîrên pêwîst negirin û xwedî bandor bin, divê lêpirsînên bi bandor werin kirin û ceza werin dayîn.

* Xwarina tendurist mafekî bingehîn ê mirovan e. Girtiyên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, mafê wan heye ku xwarina ji aliyê doktoran ve tê nivîsandin, werbigirin. Girtiyên nexweş an jî hikumxwar divê ji aliyê rêveberiyên girtîgehê ve tên kirin, xwarinê bidin wan. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku di serlêdana takekesî ya Ebedîn Abî ya Tirkiyeyê de qedexeya tedawiya li dijî rûmeta mirovan hatiye binpêkirin (B.No: 10839/09, 13/3/2018) ji bo girtiyekî nexweş an jî mehkûm xwarina diyetê neda.

* Divê birina nexweşan a li revîrê û veguhastina wan a nexweşxaneyê bê lezandin. Divê were piştrastkirin ku teşhîs, tedawî û kontrol ji aliyê doktorên pispor ve tên kirin. Divê hejmara personelên tibî yên li girtîgehan bên zêdekirin.

* Divê şandina nexweşan a bê hewa, sar a zivistanê û  germa havînê û hiştina bi saetan a li rîngê li ber nexweşxaneyê bê bidawîkirin. Nexweşên giran divê ne bi wesayîtên rîngê, bi ambûlansê sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Divê wesayîta rîngê ya yek kesî bi temamî bê rakirin.

* Divê dest ji serlêdana rêbaza muayene û tedawiyê ya bi kelepçe bê berdan. Rêyên din jî dikarin bên dîtin û ji bo hewcedariyên ewlehiyê bi têra xwe bên dabînkirin; avakirina yekîneyeke çavdêriyê li nexweşxaneyên bi vî rengî dibe ku yek ji van çareseriyan be.

* Mafê her girtiyên nexweş heye ku li gorî etîka tibî xizmeta tenduristiyê werbigire, ji ber ku divê serî li her nexweşekî bide, li derdoreke ku ji mahremiyeta wan re hurmet tê nîşandan, bi rengekî hêjayî rûmeta mirovahiyê ye. Yekitiya Tabîbên Cîhanê û Yekitiya Tabîbên Tirk jî gelek nivîsan diweşînin ku di dema muayeneya girtiyan de her cure qedexeyê ji holê rakin û kesê bi kelepçe muayene û tedawî nekin. Yekitiya Tabîbên Tirk di Kanûna 1994’an de der barê mijarê de deklarasyonek weşand û vekirina kelepçeyê weke ‘wezîfeya doktor’ pênase kir û ragihand ku muayeneyên bi vî rengî li dijî prensîbên exlaqa pîşeyî ya li tibê ye.

* Divê Saziya Tipa Edlî ji raporên taloqkirina înfazê yên ji ber sedemên tenduristiyê yên dawî û yekane otorîte bê rakirin û raporên nexweşxane û nexweşxaneyên Zanîngehan jî bên qebûlkirin.

* Divê darizandina dozgerên komarê ya di biryarên taloqkirina înfazên ji ber sedemên tenduristiyê de bên rakirin, înfazên cezayan li gorî raporên ji aliyê nexweşxaneyan ve hatine dayîn bên taloqkirin û pîvana “xeteriya li ser ewlekariya cemaweriyê” ya li pêşiya taloqkirina înfaza girtiyên nexweş ji qanûnan bê derxistin. Divê ji bilî rewşa tibî ya heyî ya kesên têkildarî taloqkirina înfaza cezayê ji ber rewşa wan a tenduristiyê ti astengî neyê danîn.

*Li gorî biryarên koma Gurban/Tirkiyeyê, divê ji bo serbestberdana girtiyan dîrokeke guncaw were diyarkirin û rewşa wan a tendirûstiyê li ber çavan bê girtin.

* Divê giştînameyên serokomar ên ku ji ber sedemên tendirûstiyê biryara efûkirina girtiyan amade dike bê sererastkirin û serokkomar bêyî ku cudahiyê bike divê desthilatiya xwe ya derbarê girtiyên nexweş ên giran de bi kar bîne.

*Divê rejîma înfazê ya Tirkiyeyê bê guhertin ku wê li gorî Rêzikên Mandela yê NY’ê bîne û di warê TMK’ê de dawî li cudakariya di înfazê de bê anîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Doktoran têkildarî rewşa Onder daxuyaniyeke nû dan
Nûçeya Pişt re Li Yemenê kampa koçberan hat bombekirin: Herî kêm 68 kes mirine
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re’ salek li pey xwe hişt

Pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re' ku li Şengalê hate destpêkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Mela Îdrîs Jaleyî: Divê Misilman dagirkeriyê qebûl nekin

Alimê dîn ê Kurdistanê, melayê Mizgefta Kelarê Mela Îdrîs Jaleyî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên hikûmeta Şamê du ciwan qetil kirin

Hêzên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 24 saetên dawî de du ciwan qetil kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Welatiyên ji Licê: Şewatê ji binê qereqolê dest pê kir!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Licê şewat car din destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li hember avakirina HES’ê ya li hewza Sarimê bertek hat nîşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?