- Xwebûna ku li Îmraliyê tê avakirin vê xelatê bi naverok dike. Ji ber vê ye di berdewamiya heman hevdîtinê de Rêber APO dibêje; ‘Jiyan xelate û kesayet bi xwe dikare vê binirxîne. Jiyana herî bi nirx ewe ku kesayet rast hîs dike û ji bo vê di nav hemleyê de ye.’
Di avakirina wateyê de dualîte xwedî bandorkariyeke pir bi hêz e. Reş û spî, aştî û şer, kêfxweşî û xemgînî û hwd. bi diyardeya dijberî xwe, wateyê li xwe bar dikin. Lê di nav van dijberî an go dualîteyê de ya ku dibe bingeha tevahî dualîteyan û hemû dûalîte li derdora wê ava dibe, dualîteya jiyan û mirin e. Têgihiştina herî xwirt a bingehîn di tevahî dîroka mirovahiyê de dikare bê gotin ku ji bo mirov hizra mirinê ye. Di nav xumamiya ajo, hest, hizir û hişmendî de têgihiştina mirinê, di mirov de hejandineke pir erjeng bi xwe re aniye. Mirin di encama xofekê de di hebûn û hişmendiya mirov de piştî cîh girt û şun de êdî di dîtin û watedayîna xwe de mirov di cîhaneke din de dide ser rêya heqîqetê.
Helbet ev erjengiya bi xof, bi xwe re hizir û hişmendî û wateya dijberê mirinê derdixîne. Ew heqîqeta ku di encama dualîteya mirinê derdikeve, coş û nirx û bedewiya jiyanê ye. Têgihiştina mirinê, di mirov de nirxa herî mezin yanî jiyanê diafrîne. Di encama vê de bidestgirtina taybet a ji bo mirinê, merasîmên taybet ên xatir xwestinê ku weke şînê tê binavkirin tenê di mirov de pêş dikeve. Avakirina dinyayek ji vê dinyayê cuda, hêza sebrê û qebûlkirina mirinê bi xwe re tîne.
Bi qasî vê hizra erjeng, nirx û coş û bedewiya herî mezin û watedayîna jiyanê, di mirov de ava dibe. Di çerxa jiyan-mirin-jiyanê de serpêhatiyeke dijwar ji bo mirovahiyê destpêdike. Lê dilemmaya herî dijwar jî dîsa bi destê mirov pêk tê di vê serpêhatiyê de. Mirov bi xwe dibe dijminê xwe da ku vê çerxa bêhempa bişkêne. Û vê bi destê xwe dike. Mirov dibe melkemotê xwe û dest bi qirkirina xwe dike. Digihîje wê astêkê ku di encama şerekî de bi milyonan mirov bimrin. Di esasê xwe de ev yek kuştina hizr, wate û heqîqeta jiyanê ye û ya di roja me ya îro de jî pêk tê dîsa heman diyarde ye.
Bi taybetî li ser erdnîgariya ku em tê de dijîn, lawaziya nirxa jiyanê, erzaniya jiyanê, xeniqandina wateya jiyanê, weke çarenûseke mohrkirî li stuyê gelan, takekesan hatiye daleqandin. Rojane bi mînakên sosret û bi êş vê yeke jiyan dikin û dibînin. Wê nirxa pîroz a jiyanê çawa dikare lê were vegerandin, weke pirseke jiyanî li pêşberî me ye.
Di vê alozî û gengeşeya heyî de li ser esasê hêza ku li gotinê bar kiriye, Rêber APO bi gotineke ku rênîşaner e, hêz û qudreta Îmraliyê nîşan dide û helwêst û xîreta ji bo pêkanîna vê heqîqetê peşkêş dike û ji heyeta Îmraliyê re di hevdîtineke xwe de dibêje: ‘Jiyan Xelat e.’ Çawa ku bi du peyvan got: ‘Kurdistan mêtîngeh e’ û dest bi rêwitiyeke henase bi henase kir û heta roja me ya îro anî, îro jî dîsa bi van du peyvên ku heqîqeta qedîm lê barkirî, rêça têkoşîn, Xwebûn û ya pîroz nîşan dide. Li tevahî dinyayê lê bi taybet jî li Rojhilata Navîn erzanî û bênirxiya jiyanê weke çarenûs bi hezaran salaye hatiye ferzkirin. Takekes xwe di jiyaneke bi rûmet, bi nirx û xwebûn de ava nake da ku civak jî li gorî vê pêk were. Em weke takekesên Kurd weke takekesên ji gelên herêmê, me xwe di çi de îqna kiriye da ku em karibin ji vê mezbeleya bi hezaran salan derkevin? Jiyan çiqas bi nirxe ji bo me? Ji bo avakirina vê nirxê em çawa xwe ava dikin? Jiyan çima bi erzanî ji destê me diçe? Çarenûsa mirinê ku li ser me tê ferzkirin gelo çiqas ji hêla me takekesan jî qebûl e? Hilbijardeya me ji bo mirinê an ji bo jiyanê ye? Xelate an ceza ye?
Xwebûna ku li Îmraliyê tê avakirin vê xelatê bi naverok dike. Ji ber vê ye di berdewamiya heman hevdîtinê de Rêber APO dibêje; ‘Jiyan xelate û kesayet bi xwe dikare vê binirxîne. Jiyana herî bi nirx ewe ku kesayet rast hîs dike û ji bo vê di nav hemleyê de ye.’
Hilbijardina me wê çawa be? Jiyaneke di wateya kelaxiyê de an jî jiyaneke di wateya xelatê de? Bersiva me wê hilbijardin û xwe avakirina me be.