- Heqîqet û baweriya bi heqîqeta xwe li her cihekî û li her demekî ferqa rêber a ji yên rêzê ye. Aqlê Kurd ê li nîvenga Grava Îmraliyê ava bûye, serkeftina têkoşîna hêjayî rêzgirtinê ye.
Çarenûsa kesên ku Rêbertiya ramanên îlhambexş dikin û li derdora xwe tevgerekê didin avakirin hêjayê lêkolîn, dîtin, hestkirin û fahmkirinê ye. Çiye taybetmendiya rêber? Mêzekirin û xweavakirina rêber xwedî çi naverokekê ye? Rakêşeriya rêber di hişmendî, dîtin û helwêst de xwedî çi ferqekê ye? Ketin û rabûna rêber çawa ye? Ev pirs û gelek pirsên din ku dikare bê zêdekirin, bi taybetî ji bo têgihiştina heqîqeta Îmrali pêwist dike. Belê, heqîqeteke Îmrali heye ku yên şopdar û yên dijber jî dixwazin vê heqîqetê fahm bikin.
Ji rastiya gelê Kurd a ku bi her awayî nîqaş li ser hebûna wî dihat kirin, di kesayeta xwe de gel gihandina aqlekî berhevkirî û hunandina vê di her kêliyekê de, dikare bê gotin ku hîmekî herî esasî yê heqîqeta Îmraliye di kesayetiya Rêber APO de. Ji xeteriya man û nemanê, bi tevgerkirin û avakirina hişmendî ango weke ku Rêber APO dibêje ‘avakariya aqlê Kurd’ sererastkirina çarenûsa dîroka berjêre.
Çawa ku kod û genetîka zindiyan heye, her wiha mîna genetîkê dikare bê gotin ku kodên civaka jî heye. Ev kod ji nav kurahiya dîrok û civakê xwe ava dikin. Weke gelê Kurd ku pênaseyeke herî diyar bê kirin ew jî hestiyariye. Gelê Kurd gelekî hestiyar e. Di zindîweran de hestiyarî nîşaneya zindîbûnêye lê ev ji bo mirov di hêla têrkeriyê de bes nîne mixabin. Ev hestiyarî ji bo gelê Kurd têra xwe birêxistinkirinê nake û heta weke ku di dîrokê de tê dîtin, dikare bê gotin ku perçebûyînê jî bi xwe re aniye. Hestiyarî hişmendiyê dixwaze. Hestiyarî heke hebûn be, bi hişmendî yanî bi aqil ev hişmendî bi xwebûn dibe. Hestiyariya me divê vegûhere hişmendiyê û ev hişmendî divê wateyê li hestiyariyê bar bike. Heke na hezkirina me jî, kêferata me jî û daneheva me jî wê zêde şênber nebe.
Heqîqeta Îmraliyê ya daneheva 27 salan pêşxistin û şênberkirina aqlê Kurd e. Ji ber vê Rêber APO got; ‘ Derdê min pêşxistina aqlê Kurd e. Wê her kes para xwe ji vî aqlî bigre. 40 sal in bi şer û qiyamet ez gihiştim vê derê. Pirtûk nema ku min nexwendin, propaganda nema ku min nekir; qet nebe bila keda me vala neçe. Ez gihiştim vê encamê; bîrdoziyeke Kurd a kûr û bi bandor hate afirandin.’
Vê rastiyê rojane di siyaset, pêşveçûn, şer û hevsengiyan de û her wiha di rêxistin û xwerêvebirina civakê de dibînin. Ev realîte ji ber xwe ve çênebû helbet. Hişmendiya pêk hatî di encama diyalektîkeke taybet a têkoşîna dawî ya daneheva tevahî têkoşînan pêk hat. Diyalektîka vê têkoşînê jî ew bû ku li cihê ku dikeve, zehmetî dikşîne û di asta man û nemanê de jiyan dike, bêtir bi xwirtî derketine. Ji lawazî serkeftin avakirin manewiyata diyalektîka têkoşîna 52 salan e. Zanîna vê rastiyê wê bêtir nirxê avakirina vî aqlî Kurd bi me nîşan bide.
Heqîqet û baweriya bi heqîqeta xwe li her cihekî û li her demekî ferqa rêber a ji yên rêzê ye. Aqlê Kurd ê li nîvenga Grava Îmraliyê ava bûye, serkeftina têkoşîna hêjayî rêzgirtinê ye.