Pêncşem, 5 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê êriş bir ser Silêmanî û Hewlêrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Hevdîtinên li ser qanûnan wê piştî cejnê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo taziyeya şervana YPJ’ê seredaneke girseyî çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûçegihanê DÎHA’yê berê Arslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Gabar: Li dijî tundiya mêr, komîn jiyanê diparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Di avakirina civaka demokratîk de divê jin bi rola pêşengiyê rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şukran Demîr: Jin bi têkoşînê hewl didin jiyana xwe biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinên Elewî deklarasyona 8’ê Adarê: Bi hev re têkoşîn, bi hev re azadî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê mirina bi guman: Dayik û keça wê hatin spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin
Jin

Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

Jinên Kurd ên ji beşên cuda yên ol, sazî û beşên cuda yên civakê yên ji Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn û Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê ragihandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Jinên Kurd ên li Ewropayê yên ji çar aliyên Kurdistanê, ji beşên cuda yên civakê û saziyên serbixwe di salvegera 51’emîn a şehadeta Leyla Qasim de li hev kom bûn.

Têkildarî kombûnê û encamên wê daxuyaniyek hate dayin.

Li gorî vê yekê, jinên Kurd ên li Ewropayê, bi armanca yekîtiya jinên Kurd, ji bo xwedîderkertina li têkoşîn, kevneşopî, destketiyên jinên Kurd, parastina mîrate û berxwedana jinên Kurd, bi dirûşma ‘Yekîtî hebûn e’ li hev civiyan.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke jinên Kurd ên bi darê zorê ji cih û warê xwe bûne, şehîdên kurdistanê û berxwedêrên jin ên azadiyê yên canê xwe feda kirine bi rezdarî û minetdarî bi bîr tînin.

KOÇBERÎ, ASÎMÎLASYON, ÎNKAR Û QIRKIRINA SEDSALÎ

Bi dewamî hate gotin, “Gelê Kurd zedeyî sed sal e bi koçberiya bi darê zorê, asîmîlasyon, înkar û qirkirinê re rû bi rû ye. Bêguman yek ji encamên herî dijwar ên van polîtîkayên zordar ew e ku gelê me bi neçarî ji xaka xwe veqete. Armanca hêzên serdest ew bû ku bi hişmendiyeke mêrperest, yekdest û kolonyalîst gelê me ji nasname û çanda xwe dûr bihêle û rê li ber statuya wê bigire. 

Bi milyonan Kurdan ji welatê xwe bi darê zorê koçber bûn. Lê belê, hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li Ewropayê, gelê Kurd ji bo parastina nasname, çand, ziman û nasnameya xwe berxwedanek bi biryar nîşan daye.”

DI ŞER DE DIJWARIYA HERÎ MEZIN BÛYE PARA JINAN

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Di vê krîz, pevçûn û kaosa îro de jî ku ji ber Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rû daye, dijwariya herî mezin bûye para jinan. Jin wek ganîmetên şer hatin bikaranîn, hatin êsîrxistin, destdirêjî li wan hat kirin, hatin kuştin û bêdengkirin. Lê belê, bi hezaran jinan da ku gelê xwe û pêşeroja xwe biparêzin bedena xwe wekî mertal bi kar anîn û bingeha azadiya îroyîn afirandin.

FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BÛYE BANGEKE GERDÛNÎ YA AZADIYA JINAN

Şoreşa jinan a li Rojava encama herî berbiçav û dîrokî ya vê berxwedanê ye. Pergala demokratîk a ku bi  pêşengiya jinan hatiye avakirin, mafê bikaranîna zimanê dayikê dide hemû gelan ku bikarin bi zimanê xwe bijîn û xwe bi rê ve bibin. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê di nav jinên li çaraliyê cîhanê de veguheriye bangeke gerdûnî ya berxwedanê û di têkoşîna azadiya jinan de bûye hêzeke gerdûnî ku tevgerên enternasyonalîst feyza xwe jê digirin.

DEMA WÊ YE KU EM BI DESTÊN XWE PAŞEROJA XWE AVA BIKIN

Pergalên ku bi serdestiya mêran tên birêvebirin, ji ber ku ji vê pêşketinê ditirsin, bi awayekî sîstematîk zext û tundiya li ser jinan didomînin. Lê belê, jinan li her derê û di her şert û mercî de ev polîtîka pûç kirine û bi têkoşîna xwe rêya dîrokê diyar kirine.

Di vê serdema dîrokîde em dibêjin; 

Niha dem dema wê ye ku em bi destên xwe paşeroja xwe ava bikin. 

Sedemên ku me tînin cem hev zêdetir in ji sedemên ku me ji hev vediqetînin. Bawerî, reng û ramanên me dikarin ji hev cuda bin; lê hêsirên me heman reng in. 

Em bi hev re bêqusûr in û bihêz in.

Bi van hesta: 

Em, wek jinên Kurd ku ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dane Ewropayê; Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd a li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin silav dikin û Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Rojava pîroz dikin ku ji hêla gelê me ve bi coş û kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin.

BANGA LI JINAN: DI BIN BANÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA JINÊN KURD A EWROPAYÊ DE BIBIN YEK

Em careke din diyar dikin ku em ê hêz û feyza xwe ji têkoşîna xwe ya sedsalî bigirin û em ê dilsozê mîrateya hevalên xwe yên jin bimînin ku ji bo azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirine.

Niha, em di merheleyeke dîrokî de ne ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û rêxistineke jinan a konfederal û demokratîk ava bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li nûnerên rêxistinên jinan, hevalên xwe yên jin ên ji her partiyeke siyasî, hunermend, rewşenbîr û nivîskarên, kesayetê jin dikin ku di bin banê Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê de bibin yek.

Werin, em serpêhatî, dîrok hûner ked û tekoşîna jinan a mîrateya berxwedana sedsalî em bighînên nivşê siberoja welatê xwe. 

Werin, em jinên Kurd ên azad di rêya avakirina Kurdistana Azad de yekitiya xwe xurt bikin û xwe rêxistin bikin.

Damezrandina Înîsiyatîfa Jinên Kurd li tevahiya jinên Kurd pîroz be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rûsyayê karên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî qedexe kir
Nûçeya Pişt re Li Kobanê di çarçoveya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de komxebat hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokê MXDŞ’ê banga vegerê li Şengaliyan kir

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ji bo parastina Şengalê ji êrîşan bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama Rêber Apo mohra xwe li Kongreya Wan TUHAY-DER’ê xist

Kongreya Asayî ya 4'emîn a Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Kobanê komkujî kir

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê malbatek qetil kir. Di êrîşa nîvê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo taziyeya şervana YPJ’ê seredaneke girseyî çêbû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kongoyê karesata madenê: Zêdeyî 200 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?