Peymana Lozanê ku 102 sal di ser re derbas bûn, ne tenê sînorên Komara Tirkiyeyê her wiha cografya Kurdan ku mîrateya Împaratoriya Osmanî ye bi sê parçeyên cuda parçe kir. Kurdên ku di nava sînorên Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de man weke ‘gelê parçebûyî’ li ser dika dîrokê cih girtin; nasname û mafên wan jî bi giranî di bin siya peymanên navneteweyî û polîtîkayên dewletan de man.
Ji Zanîngeha Zurichê akademîsyen Toros Korkmaz bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Lozanê tenê nexşeyên dewletan diyar nekir, her wiha bû destpêka wê yekê ku Kurdan û gelên din weke ‘yên nayên dîtin’ li derveyî dîrokê bêne dehfdan.
Korkmaz anî ziman ku sedema bingehîn a rûdana pirsgirêka Kurd di eyarên damezrandinê yên komarê de veşartî ne û got, “Van eyarên damezrîner mekanîzmayeke welê bi xwe re anî ku nasnameya Kurd nas nake û hewl dide bi zorê bike Tirk.
Çarçoveya vê mekanîzmayê jî bi giranî 24’ê Tîrmeha 1923’an li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi Peymana Aştiyê ya Lozanê hatiye diyarkirin.”
NAVÊ KURDAN JI NEXŞEYÊ JÎ JI DÎROKÊ JÎ HATE BIRIN
Korkmaz destnîşan kir ku Peymana Lozanê ne tenê sînor, di heman demê de gel jî parçe kir û ragihand ku peymana di 24’ê Tîrmeha 1923’an de hate mohrkirin mafên bingehîn ên Kurdan û gelên din ên li Sewrê hebûn, bi temamî ji holê rakir.
Toros Korkmaz bi bîr xist ku li Sewrê ji bo Kurdan soza xweseriyê, ji bo Ermenan serxwebûn û ji bo Asûran jî soza naskirinê hebû, lê belê li Lozanê ev nehatin rojevê û destnîşan kir ku ev yek ne tercîheke dîplomatîk bû, lê tasfiyeke bi zanebûn a li ser nasnameyên cuda bû.
Korkmaz ragihand ku bi Lozanê re dewleta Tirk ji taybetmendiya pir netewe ya Osmanî dûr ket, li ser nasnameya Tirk ava bû û destnîşan kir ku vê pêvajoyê Kurd bi temamî ber bi derveyî sîstemê dehf da: “Hebûna hiqûqî, siyasî û çandî ya Kurdan li wê maseyê tine hate hesibandin. Nexşe hate xêzkirin, lê belê navê Kurdan ti carî li wê nexşeyê nehate nivîsandin.”
Korkmaz bal kişand ser gotina ‘Me li gel Kurdan şer kir’ a ku Îsmet Paşa di hevdîtinên li Lozanê de anî ziman û ragihand ku ev gotin li qadê bersiva xwe nîne. Korkmaz got, “Eger bi rastî jî bi hev re şer kiribe, çima bi hev re bi rê ve nebir? Ev gotin tenê retorîk in. Li dora maseyê kesekî ku mafên Kurdan temsîl bike tine bû.”
‘KURD LI LOZANÊ TINE HATIN HESIBANDIN, LI SER VÊ ÎNKARÊ JÎ DEWLETEK HATE AVAKIRIN’
Korkmaz diyar kir ku Peymana Lozanê ne tenê metneke dîplomatîk e, her wiha şikestineke dîrokî ye ku gelê Kurd bi rengekî fermî li derve hate hiştin û got, “Eger li Lozanê navê Kurdan jî derbas nebû, ev yek ne tenê ji ber pêvajoya avakirina nasnameya neteweyî ya li Tirkiyeyê, her wiha pêwendiya xwe bi hevsengiyên siyasî yên navneteweyî yên wê demê heye. Îngilistan ku di destpêka sedsala 20’î de li Rojhilata Navîn aktorekî diyarker bû, li şûna Kurdan piştgirî da rêveberiya Kemalîst a li Enqereyê. Li pişt vê yekê hem berjewendiyên stratejîk hebû hem jî bêbaweriya ji Kurdan
Di navbera salên 1919 û 1921’ê de Kurdan li herêma Bakurê Iraqê ku weke Başûrê Kurdistanê tê pênasekirin li hemberî rêveberiya Îngiliz gelek caran serî hildan. Ev serhildan jî bûn sedem ku Kurd ji aliyê Îngilizan ve weke ‘civakeke ne aram û ne cihê baweriyê’ bê dîtin. Her wiha ji ber ku Kurd ji aliyê navxweyî ve xwedî cihêrengiyeke polîtîk bû û ji mekanîzmayeke hevpar a temsîlî bêpar bû, ev bêbawerî mezin bû.
Li aliyê din beşek ji Kurdan di pêvajoya Qirkirina Ermenan a 1915’an de bi bandora Îttîhat Terakkî ku rêveberiya neteweperest a Tirk a radîkal a Osmanî bû tevlî van sûcdariyan bûbûn, ku vê yekê bandoreke neyînî li nêrîna raya giştî ya Îngiliz û siyaseta wê ya li hemberî Kurdan kiribû. Dema ku têkiliya olî ya bi Tirkan re jî li ber çavan hate girtin, ji ber ku Kurd li şûna Ermenan bêhtir nêzî Tirkan bûn, Îngilistanê tercîha xwe kir ku bi rêveberiya Enqereyê re bixebite.
Li gel vê yekê îhtimala vegera mirovên ji Qirkirina Ermenan rizgar bûn li cih û warên xwe yên berê, li hin herêmên ku Kurd lê ne bûbû sedema fikarên cidî. Ev fikar bi giranî di nava wan eşîrên Kurdan de hebû ku dest danîbûn ser milên Ermenan an jî bi rengekî çalak di nava vê pêvajoyê de cih girtibûn. Lewma gava ji aliyê van koman ve bê nirxandin, hevkariya bi rêveberiya Enqereyê re hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê civakî ve rêyeke ‘cihê baweriyê’ bû.
Peymana Lozanê ne tenê peymanek bû ku gelê Kurd tine hesiband û pêwendiya xwe bi siyaseta navxweyî hebû, di heman demê de encamek ji hevsengiyên berjewendiyan ên navneteweyî bû. Ji ber ku Kurd di vê pêvajoyê de bê statu hatin hiştin, di dehan salên piştî vê de bûn hedefa polîtîkayên asîmîlasyon, zext û înkarê. Ev rewş jî nîşaneya wê armancê ye ku Tirkiye li şûna civakeke pir nasname û pir çandî weke ‘neteweyeke Tirk’ a homojen bê avakirin.”
LI DORA MASEYÊ ÇIMA KURD TINE BÛ?
Korkmaz got, “Lozanê ne tenê statuya Kurdan ji holê rakir, her wiha pêşî li polîtîkayên zextê vekir û di dema Komarê de bêne meşandin” û destnîşan kir ku înkarkirina nasnameya Kurdan bi xwe re îdeolojiyeke fermî ya nû afirand:
“Di sala 1923’an de Kurd li meclîsa wê demê di asta parlamenteriyê de dihate temsîlkirin, lê belê li gel vê yekê jî pêwistî nedîtin ku nûnerekî xwe bixin nava wê heyetê ku peymana aştiyê ya Lozanê mohr bike. Li cografya Tirkiyeyê piştî Tirkan gelê herî mezin Kurd e, ji ber ku Kurd di hevdîtinên Lozanê de ne xwedî derfetê temsîlkirina berjewendiyên xwe bûn, destê heyeta Tirk xurt bû; bi vî rengî tenê Ermen, Rûm û Yahûdî li nava çarçoveya ‘hiqûqa hindikahiyan’ hatin bicihkirin.
Bêguman soza hikumeta wê demê ya ji bo xweseriyê ku dabû Kurdan bûbû cihê baweriyê. Lê belê wê demê nûnerên Kurdan ji rêveberiya Kemalîst a wê demê belgeyeke nivîskî ya li ser hêza pêkanîna hiqûqî ya xweseriyê nexwestin, ku ev yek weke kêmasiya asta hişmendiya polîtîk dikare bê şîrovekirin.
‘MÛSIL Û KERKÛK BI ZANEBÛN NEXISTIN ROJEVÊ’
Li gel Peymana Lozanê bûyereke ku di nava raya giştî de zêde nayê zanîn ew e ku heyeta Tirk ji bo bajarên Mûsil û Kerkûkê bi dest bixe gelekî hewl da, lê belê ji ber ku Îngilistanê giraniya xwe da ser, ev herêm tevlî xaka welêt nekarî bê kirin.
Halbûkî di dema hevdîtinên li ser Peymana Lozanê de heyeta Tirk meseleya diyarkirina sînorên Iraqê bi zanebûn nexistin rojevê ku bajarên Mûsil û Kerkûk jî eleqedar dikir. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew bû ku Kurdên li vê herêmê ku weke Başûrê Kurdistanê tê pênasekirin berxwedêr bûn. Jê bi fikar bûn ku eger Mûsil û Kerkûk tevlî xaka welêt bê kirin wê nifûsa Kurdan ji aliyê hejmarî ve zêde bibe û Kurdên li vê herêmê wê bandor li Kurdên li xaka niha ya Tirkiyeyê bikira ku hişmendiya neteweyî biafirînin.
Dema ku mirov bala xwe didin ser notên wê demê yên meclîsê, tê dîtin ku parlamenterên Kurd bi israr li ber radibin ku Mûsil û Kerkûk ji Iraqê re bê hiştin ku di bin rêveberiya Îngiliz de bû. Rêveberên wê demê ji ber ku ji otonomiyeke Kurd a gengaz ditirsiyan di mijara Mûsil û Kerkûkê de qet israr nekirin.”
DU NÊRÎNÊN CUDA LI LOZANÊ: SERKETIN AN JÎ KÊMASÎ?
Korkmaz anî ziman ku Peymana Lozanê dema ku li Tirkiyeyê ji aliyê polîtîk û civakî ve bi du perspektîfên bingehîn tê nirxandin ev tespît kir: “Li Tirkiyeyê Peymana Lozanê ji aliyê derdorên siyasî yên cuda ve bi giranî bi du şîroveyên bingehîn tê nirxandin: Nêrîna destpêkê li gel vegotina dîrokê ya fermî li nava derdorên rastgiriya navendî û çep a navendî ya Kemalîst serwer e. Li gorî vê perspektîfê dema ku zor û zehmetiyên navneteweyî yên dema Lozanê li ber çavan bêne girtin, serketineke dîplomatîk a girîng e ku serxwebûna Tirkiyeyê parastiye û li qada navneteweyî rewa kiriye. Her çend Mûsil, Kerkûk û hin herêmên din tevlî nava sînorên Tirkiyeyê nekarîbûye bê kirin jî ev rewş bi şertên stratejîk û hevsengiyên hêzê yên global dikarin bêne vegotin. Lîderiya Îsmet Paşa ya di vê demê de û berxwedana wî bi hurmet tê dîtin.
Li aliyê din li nava derdorên Tirkperest û Îslamî, bi taybetî jî li bloka AKP û MHP’ê Peymana Lozanê kêm û neserketî tê dîtin. Ev derdor dixwazin li sînorê Mîsakî Mîlî bê vegerandin û Îsmet Paşa rexne dikin ku mohra xwe danî binê peymanê. Gotinên Serokkomar Erdogan hene ku vê nêrînê diparêze. Her wiha bi wesîleya sala 100’emîn bi eşkere anî ziman ku êdî Lozan derbasdar nîne, divê bê nûkirin. Lê belê herdu şîrove jî dûrî armanca polîtîkaya derve ya aştiyane û demokrasiyê ye ku hurmetê ji mafên mirovan re nîşan dide.
Lozan ya weke metneke serketinê tê dîtin ku armancên emperyal asteng kiriye, yan jî weke amûreke asîmîlasyonê tê dîtin ku cihêrengiya entîkî red kiriye. Ji ber vê yekê jî eşkere ye ku Lozan çavkaniyeke dramê yan jî gelek pirsgirêkên dîrokî û serdema heyî ye.”
Korkmaz destnîşan kir ku tiştekî rewa û mafdar e ku Kurd Peymana Lozanê weke neheqiyeke dîrokî şîrove dikin û ji bo avakirina paşerojeke demokratîk bal kişand ser girîngiya rûbirûbûna dîrokê.