i Mêrdînê berxwedana li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin didome. Însiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî desteserkirina vînê li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê daxuyanî da. Hunermend Ayşe Çetînbaş li ser navê însiyatîfê daxuyanî xwendin.
‘EM Ê LI HER DERÊ BIN’
Çetînbaş êrîşên ku ji sala 2015’an ve destpê kirin bi bîr xist û got: “Em weke Însiyatîfa ji bo Azadiyê Huner darbeyên li dijî rêveberiyên herêmî, gelê Kurd, parêzvanên maf û mûxalîfan, tinehesibandina mafên herî bingehîn û binpêkirina mafan qebûl nakin. Ji Êlihê heta Xelfetiyê, ji Mêrdînê heta Esenyurt û Colemêrgê em ê li her derê bin.”
‘QEYÛM EWILÎ JINAN HEDEF DIGIRE’
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî. Devrîm Demîr diyar kir ku qeyûman ewilî jinan hedef digire û wiha axivî: “Di 8 salên serdema qeyûman de me dît ku herî zêde êrîşî li qada çand û hunerê hatin kirin. Di nava 8 salan de li ser van axan ne konserek û ne jî mihrîcanek pêk nehat. Ji ber ku sîstema qeyûman her tim dijminatiya çand û hunera gel dike. Her wiha dijminatiya nasnameyên cuda yên van xakan jî dike.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.