Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku Dadgeha Şino 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li aktîvîstê Kurd ê siyasî Yûsûf Haci birî ye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Yûsûf Haci bi ‘xerakirina ewlekariya neteweyî’ hatiye sûcdarkirin.
Li Îranê Kurd û muxalîf bi sûcdariyên kêfî, bi rûniştinên ji çend deqeyan ên darizandinê bi cezayên giran, her wiha bi cezayê îdamê têne cezakirin.