Malpera Mîzanî ya ser bi desthilata dadwerî ya Îranê ragihand, vê sibehê cezayê bidarvekirinê li ser girtiyê bi navê Mihemed Qubadlu ku yek ji girtiyên dema xwepêşandana sala 2022’yan bû, li girtîgeha Qizilhîsar a li Kerecê hat bicihanîn.
Parêzerê Qubadlu, Emîr Reîsyan diyar kir ku bidarvekirina muwekîlê wî ne yasayî ye, ji ber ku mafê wî yê îtirazê hebû.
Beriya niha jî 8 xwepêşanderên din ên serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ hatibûn bidarvekirin û niha jî metirsî heye ku gelek girtiyên din jî werin bidarvekirin.
Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji serê salê ve herî kêm 49 kes li Îranê hatine bidarvekirin.