Di 11’emîn salvegera fermanê de; nîqaş, nirxandin û lêgerînên civaka Êzidî û xelkê Şengalê ya ji bo siberojeke azad û demokratîk zêdetir bûye. Ji fermana 2014’an heya roja me ya îro, civaka Êzidî li aliyekî bersiva êrîşên fermanê da, li aliyekî jî dest bi avakirina sîstema xwe ya demokratîk kir. Di nav 11 salên borî de, Rêveberiya Xweser a Şengalê her dem di nav wê lêgerînê de bû ku bi hikumetên navendî yên Iraqê re têkiliyeke li ser esasên demokratîk pêş bixe da ku pirsgirêkên giran ên Şengalê werin çareserkirin. Lê hikumetên navendî yên Iraqê, bi taybet jî serdema Kazimî û Sûdanî, li şûna destek û piştgiriyê bidin diyarkirina çarenûsa Êzidiyan û avakirina sîstemeke demokratîk, berevajî bi siyaseta xwe ya dorpêçkirinê, bi rêbazên leşkerî û istixbarî nefesa Êzidiyan zêdetir teng kirin.
Piştî 11 salên fermanê; êdî civaka Êzidî û gelê Şengalê dixwazin têkiliya xwe ya bi Iraqê re ji nû ve binirxînin. Di vê çarçoveyê de hem siyaseta Iraqê ya ji salên 1920’an heya roja me ya îro, hem jî ya piştî fermanê ya li ser Şengalê dibe mijara tehlîl û nirxandinên nû. Bi cewherî, civaka Êzidî li ser esasê nirxandina dîrokê, hewl dide siberoja xwe ya azad û sîstema xwe ya demokratîk ava bike.
Endamê Heya Tensîqî û siyasetmedar Hisên Hecî, jî guherînên siyasî û îdarî yên di nav Iraqê de yên piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî û avabûna dewleta Iraqê, nirxand û got, Êzidî ev 100 sal in ji mafên demokratîk ên civakî bêpar hatine hiştin.
Hisên Hecî, anî ziman ku piştî hilweşîna Osmaniyan, di sala 1920’an de dewleta Iraqê bi hikmê Melîkî (Qraltî) hatiye şekilandin û hebûna Êzidiyan a di nav vê dewleta nû de wiha nirxand: ‘’Ji ber Êzidî weke netewek, weke olek nehatine dîtin mafê wan jî nehatiye dayîn. Civaka Êzidî, ti caran weke hemwelatiyên wekhev, weke welatiyên di dereca yekem de nehatine hesibandin. Eger Melîkî be, eger Cumhurî be, eger Parlemenî be; taybetmendiyên Êzidiyan nehatiye dîtin. Lê di dîroka Iraqê de, çi ferman çêbûbe, çi şer çêbûbe, çi pirsgirêk çêbûbe Êzidî bi qehremanî cihê xwe têde girtine.’’
‘KOÇBERKIRINA 1975’AN, NÎV FERMANEK BÛ’
Weke tê zanîn, di 1975’an de Sedam Hisên bi darê zorê Êzidiyan ji Çiyayê Şengalê dûrxist, ew li deştê bicih kirin. Hisên Hecî, vê siyasetê jî weke nîv fermanek nirxand û got: ‘’Êzidî careke din ser mal, milk û erdên wan koçber kirin, Êzidî ji ser rez, kehnî û milkên xwe hatin qutkirin. Destê wan ji çiyayê wan qut kirin û ew li deştê, li komelgehan bicih kirin. Wê demê Êzidî bê îrade kirin. Ji wê demê şûn ve jî her carê xwestin Êzidiyan ji herêma wan dûr bixin. Şerê Îran û Iraqê çêbû, bi hezaran Êzidiyan şehîd dan. Êzidî bi egîdî û mêrxasiya xwe di eniyên şer de cihê xwe girtin. Lê heya niha jî Êzidî bi taybetmendiyên xwe ve nehatine qebûlkirin, ne weke qewmekî ne jî weke baweriyekî.’’
Hisên Hecî, serdema ji sala 2003’yan şûn ve ku Şengal ket ber hikmê PDK’ê jî nirxand û got: ‘’Hikumeta Iraqê hat û xwe bi ser Şengalê de girt. PDK hat û xwe bi ser xêratên Şengalê de, butçeya Şengalê de, hilbijartinên Şengalê de girt. Her kê li Iraqê bûye desthilatdar, Êzidî ji bo xwe bikaranîn. Êzidî bi hebûna xwe Êzidî ne. Em rêzê li hemû qewm û baweriyan digirin û em dixwazin ew jî rêzê li hebûna me bigirin. Di dîrokê de bi ferman, talan û koçberiyan herdem tehde li Êzidiyan hate kirin. Dema derfeta xwe dîtin wê koçberî an jî fermanek bînin ser vî miletî.’’
‘IRAQ CIDÎ NÊZÎ MAF Û HIQÛQA ÊZIDIYAN NABE’
Hisên Hecî, diyar kir ku civaka Êzidî bi hêz û îradeya xwe bersiva fermana 2014’an da û got: ‘’Fermana talî fermaneke plankirî bû. Ev 11 sal in di ser fermanê re derbas bûn, ti carî hikumeta Iraqê cidî nêzîkê doz, maf û hiqûqa Êzidiyan nebûye. Eger ne ji berxwedana YBŞ’ê bûya wê Çiyayê Şengalê biketa bin kontrola DAÎŞ’ê. Ihtimal bû Êzidî 100 sal venegeriyan ser cihê xwe. Lê van şervanan civaka Êzidî careke din vegerandin ser cih û warê xwe. Lê ev 6 hikumet derbas bûn, yek ji wan jî ji bo Êzidiyan tiştekî cidî negotiye. Hemû xapandin e û li ser doza Êzidiyan hesaban dikin.’’
‘JI BER KU TOMETBAR IN JENOSÎDÊ ÎTÎRAF NAKIN’
Endamê Heya Tensîqî û siyasetmedar Hisên Hecî, bibîr xist ku ruxmê bi dehan dewletên cîhanê û saziyên navnetewî fermana 2014’an weke jenosîde nas kirine, lê heya niha Parlemena Iraqê îtîraf bi jenosîdê nekiriye û sedema vê jî wiha şîrove kir: ‘’Parlemena Iraqê heya niha ew cesaret bi xwe re nedîtîye ku îtîrafê bi jenosîdê bike. Ji ber ku ew tometbar in îtîraf bi jenosîdê nakin û nahêlin doza Êzidiyan derkeve astekî. Hikumetên Iraqê heya roja me ya îro ti gavekî erênî û bi cidiyet ji bo Şengalê neavêtiye. Her sê hêzên desthilatdar ên Iraqê, berjewendiyên xwe bi hev re dimeşînin û gelê Şengalê dibe qurbaniyê berjewendiyên wan.’