Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî hilweşîna rejîma BAAS’ê ragihand ku ew ê ciwarbûna xwe ya li Girên Golanê du qatî zêdetir bike, yanî wê 20 hezar şêniyên din bişîne herêmê. Hate zanîn ku Îsraîlê ji bo şandina şêniyan 11.2 milyon dolar terxan kiriye.
Li Girên Golanê li 30’î zêdetir wargehan nêzîkî 20 hezar kes dijîn. Ev ciwarbûn li gorî hiqûqa navneteweyî derqanûnî ye, lê belê Îsraîl îtîrazê li vê yekê dike. Li herêma berbehs nêzîkî 20 hezar Sûriyeyî dimînin ku piraniya şêniyan ji Erebên Durzî pêk tê.