Dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên li dijî gel û talankirina xwezayê yên li Kurdsitanê dewam dike. Li gundê Mîrgî yê navçeya Hezro ya Amedê, desthilatdariyê dest danî ser zeviyên çandiniyê, bîra petrolê kola û kir beton ku bi vê kiryarê qada jiyanê dixe metirsiyê. Ji ber kolandina bîrên petrolê, mazot tevlî ava vexwarinê bû. Gundiyan beriya bi çend hefteyan ji bo paqijkirina avê daxwazname dan, lê belê bersiv ji wan re nehate dayin. Gundiyar diyar kirin ku hem heywanên wan ji ava ku mazot tevlî bûye vedixwin, hem jî zarokên wan dema ku dilîzin dikevin wê avê û gotin, ji ber avê hin heywanên wan bi jehrê ketine.
BERSIVÊ NADIN DAXWAZNAMEYÊN ME
Ji gundiyên ku mohra xwe danî binê daxwaznameya ji bo paqijkirina avê Cîhan Balvey anî ziman ku dema bîra petrolê hate kolandin kolandineke şaş hate kirin, lewma jî mazot tevlî avê bû. Balvey got, “Tevî ku em naxwazin jî li gundê me bîr têne kolandin. Qadên me yên jiyanê ji holê têne rakirin. Ew jî têrê nake, jiyana me dixin metirsiyê. Hem heywanên me hem jî zarokên me di bin rîskê de ne. Me gelek caran daxwazname dan, lê bersiv nedan me. Daxwaznameyên me bêyî ku bixwînin diavêjin. Wekî din nayê ti wateyê. We jî dîtin, mazot tevlî avê dibe, rengê avê tarî bûye. Mezin dibînin û xwe jê vedigirin, lê belê heywan û zarok jê fêhm nakin, xwe nêzî wê avê dikin. Çend ji heywanên me rojên derbasbûyî bi jehrê ketin. Ji her alî ve jiyanê me li me diherimînin.”
HIN HEYWANÊN ME JI BER AVÊ BI JEHRÊ KETIN Û ÇÊLIK JI BER ÇÛN
Ji gundiyan Mehmet Esen jî qala heman pirsgirêkan kir, anî ziman ku li gund qetlîam tê kirin û got, “Ev yek hem ava vexwarinê ye, hem jî heywan jê vedixwin. Madeyên kîmyewî tevlî ava me ya vexwarinê bûye. Hin ji heywanên me ji ber ku ji vê avê vexwarin, çêlik ji ber wan çûn. Her wiha hin heywanên me ji ber vê avê bi jehrê ketin. Em hewl didin ku zarokên xwe jê vegirin, lê belê heta kengî? Desthilatdariyê bêyî ku destûrê ji me bixwaze ji bo kolandina bîrê amûrên kar anîn gundê me, dest bi kolandinê kir, lê belê daxwaznameyên li ser tenduristiya gel bêbersiv û bêencam dihêle. Ev yek nîşan dide bê bi çi rengî nêzî gelê herêmê dibe. Me gelek caran daxwazname pêşkêş kir. Me got, avê paqij bikin, lê belê çend hefte derbas bûn lê hîn jî bersiv nedane. Li vê derê eger mirovekî me, yan jî zarokekî me bi jehrê bikeve, tiştek bi serê zindiyên li vî gundî bê, berpirsyar ew kes in ku ev av gemarî kirine.”
DIXWAZIN ME JI GUND DERXÎNIN
Esen anî ziman ku tapûya xaka wan bi navê bavê wî ye, tevî ku zeviyên wan bi tapû ne jî dewletê bi zorê dest daniye ser û got, “Heta niha xizmeteke bi tenê jî ji vî gundî, ji van mirovan re nekirine. Dest neavêtine pirsgirêkeke vî gelî. Nizanin bê gelê li vê derê çawa dijî, lê belê dema ku mijar bû rant hingî gelek rayedar li ser hev şandin vî gundî. Tevî ku me qebûl nekirin jî dest danîn ser zeviyên me û dest bi kolandinê kirin. Makîneyên kar xistin nava zeviyên me. Yekane çavkaniya me ya debarê ev zevî ne, lê belê armanca wan ew e ku çavkaniya me ya debarê tine bikin û me ji gund bişînin. Dixwazin me ji gundê me derxînin. Pêşniyar kirin ku hinek pere bidin lê belê me qebûl nekir. Şîrketa ku li vê derê bîrên petrolê dikole ew şîrket e ku Bîlal Erdogan serkêşiyê jê re dike. Em naxwazin xaka xwe biterikînin. Divê dewlet li berjewendiyên gel bifikire ne li berjewendiyên şîrketê. Li şûna ku sermayeyê pêşkêşî şîrketan bike divê pirsgirêkên gel çareser bike.”