În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    29’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kampanya navneteweyî banga ji bo ‘mafê hêviyê’: Bikevin nava tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 126’an de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji ber ku kolan bê kontrol man, çete zede bûn
Kurdistan

Ji ber ku kolan bê kontrol man, çete zede bûn

Li bajarên ku kolanên wê veguherîne navenda sûc, çeteyên bertîlê digirin, li mirovan dixin û bi kuştinê gefê dixwin, dibin sedema fikaran. Sûcên li navçeya Baglar a Amedê diqewimin mînakên şênber ên vê yekê ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li aliyê Tirkiyeyê dema dawî çeteyên ku navê Daltonan, Casperan û Redkîtan bi kar tînin di rojeva her kesî de ne. Ev çeteyên ku bi taybetî li taxên ji aliyê aborî ve dezavantaj in û ciwan jî di nava wan de hene, hem li Stenbolê hem jî li Enqereyê bi sûcên ku dikin deng vedidin.

Lêkolînên li ser van çeteyan dewam dikin. Li Kkursitanê jî hem ji ber polîtîkayên şer ê taybet hem jî ji ber nebûna kontrolê, çeteyên bi heman rengî ji zarok û ciwanên ber bi sûc ve hatine dehfdan ava bûne. Li Amedê bi taybetî jî li taxên Baglar, Sûr û Şehîtlîkê hin komên selefî rabûne û li nava taxan bûne sedema fikaran û tirsê.

Li bajêr ku hefteya dawî du kes hatin qetilkirin û kesek jî birîndar bû, tê gotin li pişt van bûyeran komên çete yên bi heman rengî hene. Şêniyên Baglarê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û bang kirin ku ji bo ev sûc zêde nebin hem em niyet hem jî saziyên civakî yên sivîl gavê biavêjin.

DI BERDÊLA PERE DE RADIHÊJIN ÇEKAN

Ev komên ku weke ‘komên selefî’ ji aliyê gel ve têne pênasekirin, bi taybetî li Baglar û Sûrê ji komên din ên olperest ên radîkal cuda ne. Kom an jî çeteyên selefî ku tê gotin, têkiliya wan bi van koman re nîne, salên dawî hatin dîtin. Li bajêr ku rêjeya sûc zêde dibe, bi taybetî gulereşandina li dikanan, lêdan an jî wergirtina bertîlê bi rêk û pêk dikin.

Li piştperdeya van sûcan bi giranî ciwanên ji 15 heta 20 salî hene. Kesên ku li ser mijarê agahiyên xwe hene, diyar dikin ku mirovên ciwan serkêşiyê ji van çeteyan re dikin ku di berdêla pere de zarokan tevlî sûc dikin. Ev sûcên ku bi giranî li Baglarê rû didin, di nava hefteya dawî de hîn zêde bûne. Li bajêr kuştina kesekî kir ku bûyer hîn bêhtir bibin sedema tirs û fikaran.

ÊRIŞÊ DIBIN SER WAN DIKANAN Û DAYINA BERTÎLÊ RED DIKIN

Di 11’ê Mijdarê de Yûnûs Atabey li Amedê di encama êrişa çekdarî de hate kuştin. Kiryar piştî êrişê hat binçavkirin û bi gotina, “Pere dan min, min jî kir. Ez nizanim bê kê daye kirin” li kuştinê mikur hat. Beriya vê bûyera kuştinê li Baglarê kesekî tê gotin ji Hezroyê ye bi çekê ji lingê xwe birîndar bû.

Li gel van bûyeran, dikaneke zêran a li navçeyê bi çekê hate gulereşandin, kesekî ji Sûriyeyê yê li derdora Dortyolê xwaringeha wî heye lêdan xwar û ji ber gefxwarinê neçar ma xwaringeha xwe bigire. Çavkaniyên xwecihî ku li ser mijarê ji me re axivî ragihandin ku hem dikana zêran, hem jî xwaringehê ji ber ku ‘bertîl nedan’ bûn hedefa êrişê. Her wiha destnîşankirin ku gelek dikan bi gef û zora çekê bi bertîlê ve hatine girêdan.

‘GEL ÊVARÊ NIKARE DERKEVE DERVE’

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku bi taybetî ciwan û zarokên welatparêz tevlî karên bi vî rengî dibin, ciwanên bêkar ji bo pere qezenç bike û hêza xwe nîşan bide tevlî van koman bûne. Keyayên taxê yên li navçeyê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi emniyetê re timî di nava diyalogê de ne.

Keyayan anîn ziman ku emniyetê ji wan re gotiye, “Herî dawî me serdegirtinek kir. Di vê mijarê de amadekariyên me dewam dikin” û diyar kirin ku gel ji ber van kesan nikare êvarê derkeve derve. Keyayan anîn ziman ku ji ber kesên çek bi wan re heye û bi vî rengî xwe li kolanan nîşan didin, mirov êdî nikarin derkevin ber deriyê xwe jî û bang kirin ku çareserî ji vê pirsgirêkê re bê peydakirin.

‘KOLAN VALA HATIN HIŞTIN’

Dikandarên ku dixwazin li navçeyê dikanê vekin destpêkê bi van çeteyan re rû bi rû dimînin, dikandarên ku naxwazin bertîlê bidin neçar dimînin ku dikanên xwe bigirin. Ev rewş ji bilî Baglarê li Sûrê jî xwe nîşan dide ku sermaye lê zêde tê dîtin.

Şêniyên ku ji ajansa me re axivîn bang kirin ku ji bo ev rewş veneguhere mînakên li Stenbol an jî Enqereyê bi lez tedbîr bêne wergirtin û gotin, “Sedemên sereke yên ev rewş bi xwe re anîne bêkontrolhiştina kolanan e û pirsgirêka xizanî û bêkariya ciwanan e. Ciwan ji bo hinekî pere qezenç bikin bêyî ku zanibin li kê dixin, guleyan li kê direşînin vî karî dikin. Li kolanan bi rengekî cidî valahieke kontrolê heye. Bi taybetî li kolanên teng mirov êvarê ditirsin ku derkevin derve. Ev rewş roj bi roj hîn giran dibe.

Çeteyên navborî bi taybetî di nava sê salên dawî de xwe nîşan dan. Yên ku li ser mijarê xwedî agahî ne, ji ber tirsê tiştekî nabêjin. Mînak, ev çete li cihên din nîne, lê belê li Baglar, Sûr û Fîkaya hene ku mirovên xizan lê ne. Kes li sedema wê napirse. Lê belê her kes li hemberî gefekê xwe bêdeng dike.

Rêxistinên civakî yên sivîl û rayedarên din ên dixwazin vê rewşê rawestînin divê bên van taxan û nobedê bigirin; naxwe wê hîn bêhtir ciwan ji dest biçin. Zarokên biçûk jî dixwazin rahêjin çekê û bibin weke van kesan. Têkildarî vê yekê hem dewlet hem jî cihên din ên berpirsyar divê gavê biavêjin û bi berpirsyariyê rabin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koma Yenî Yol wê endam nede
Nûçeya Pişt re Li Belçîkayê greva 3 rojî destpê dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 24’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê bombe li Xezeyê barand: Zêdeyî 330 kes mirin

Îsraîlê ji 19'ê Çileyê dema destpêkirina agirbestê û vir ve êrîşa herî giran bir ser…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Jinên Kurd tevahiya jinên cîhanê ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin’

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku jinên şoreşger ên Kurd li hemberî hovîtiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?