Dane nîşan didin ku ji 2009’an heta îro li parzemîna Afrîkayê koça navxweyî sê car zêde bûye û lêhî û hişkayî her ku diçe dibin gefên mezintir. Li gor Navenda Raçavkirina Koça Navxweyî (IDMC), li parzemînê heta niha 25 milyon kes ji cih û warên xwe bûne.
Ev hejmar di sala 2009’an de 11.6 milyon bû.
IDMC’ê diyar kir ku dema ku rapora nû bi berçavgirtina zêdebûna talûkeya lêhî û hişkbûnê binirxîne, tê dîtin ku divê zêdetir xebat bên kirin. Ji sedî 32,5 milyon kes ji ber pevçûnan ji cih û warê xwe bûne, û ji sedî 80’yê vê koçê tenê li Komara Demokratîk a Kongoyê, Etîyopya, Nîjerya, Somalî û Sûdanê pêk hatiye.
Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ku ji ber karesatên avhewayê ji cih û warê xwe bûne, di sala 2009’an de 1,1 milyon bû, niha bûye 6,3 milyon.
Di sala 2023’an de ji sedî 75’ê koçberiyê ji ber rabûna lêhiyan, ji sedî 11’ê wê jî ji ber hişkahiyê pêk hatiye.
Rêvebera IDCM’ê Alexrandra Bilak, “Rewşa bêcihwarbûna li Afrîkayê di asteke krîtîk de ye, lê ne rewşeke bêhêvî ye. Li parzemînê hikûmet ji bo nirxandina sedemên esas yên vê rewşê gelek xebatên baş dikin. Divê xwedîlêderketina vê pirsgirêkê bidomînin û piştgiriya hewlên civaka navneteweyî bikin.”