Dozgeriyê derbarê menajer Ayşe Barim de, ya ku bi angaşta di çalakiyên Berxwedana Geziyê de hunermend araste kirine hatibû girtin û di roja 248’emîn a girtina xwe de hatibû berdan, mitalaya xwe ya esasî pêşkêşî dadgehê kir.
Dema ku di doznameyê de dihat xwestin Ayşe Barim bi tawanbariya “alîkariya hewldana ji bo rakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê” bê cezakirin, dozgerê danişînê daxwaza cezayê mubeta giran bi tawanbariya “hewldana ji bo hilweşandina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê” kir.
Di biryara dozgeriyê de hat îdiakirin ku Ayşe Barim di çalakiyên Parka Geziyê yên beriya 12 salan de, bi ser hunermendan re xebatên plankirin, rêxistinkirin û arastekirinê meşandine; pêvajo hem li ser medyaya civakî hem jî li qadê birêve biriye û ji ber vê yekê beşdarî tawanê “hewldana ji bo hilweşandina hikûmetê” bûye.
Di biryarê de hat parastin ku çalakiyên Parka Geziyê di çarçoveya rêxistiniyekê de, bi awayekî sîstematîk û plankirî hatine meşandin. Hat îdiakirin ku Ayşe Barim “li ser navê hunermend û lîstikvanên ku gel jê hez dike û potansiyela wan a li pey xwe birina girseyan zêde ye, li ser medyaya civakî û li qadê îrade nîşan daye û çalakiyên plankirin, rêxistinkirin û arastekirinê kiriye.”
Her çend hat diyarkirin ku beriya çalakiyên Parka Geziyê tu qeyda ragihandinê ya Ayşe Barim bi aktorên sereke yên çalakiyan re nîn e jî, hat îdiakirin ku di pêvajoya amadekarî û destpêkê de bi awayekî sîstematîk û pir caran têkilî daniye û ev hevdîtin nikarin wekî “tesadufî” bên nirxandin.
Di biryarê de her wiha hat angaşt kirin ku Ayşe Barim bi Osman Kavala, Mehmet Ali Alabora û Çigdem Mater Utku re bi hev re tevgeriyaye. Bi girtina ber çavan a biryara Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind, hat parastin ku çalakiyên navborî tawana “hewldana ji bo hilweşandina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê” pêk tîne.
Danişîna biryarê ya doza Ayşe Barim wê sibê bê dîtin.

