Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê lijne bi koordînatoriya Birêz Ocalan dest bi xebatê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîzîknasê Belçîkî Francis Halzen hêjayî Xelata Fîzîkê ya Nobelê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana êrişa li ser Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ: Rojnamevanên jin bûn dengê jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga 6-8’ê Cotmehê: Divê bi her alî ve bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên Qamişloyê re civiyan
Rojava

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên Qamişloyê re civiyan

Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê ku navenda wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, serdana gelek partiyên siyasî kir û xwest têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xurtkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de serdana partiyan didomîne. 

Şandeya însiyatîfê ku ji berdevkê wê Ferzende Mûnzûr, endamên însiyatîfê Fuad Colî, Gulistan Hîbo pêk te, serdana navenda partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS), Partiya Kesk a Demokratîk û Partiya Lîberal a Kurdistanê yên li Qamişloyê kir.

Di serdanê de, şandeya însiyatîfê bi sekreterê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed re civiya. Berdevkê însiyatîfê Ferzend Mûnzûr armanca serdanê aşkera kir û got: “Pêngava navneteweyî ya ku dostên Kurdan û demokratan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd daye destpêkirin, êdî roj bi roj firehtir dibe û çalaktir dibe. Divê em têkoşîneke qanûnî, hiqûqî û siyasî ji vê xurttir bidin meşandin. Ji ber wê divê partî, li hember tecrîdê helwesta xwe bikin yek.”

Sekreterê giştî yê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed jî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de bûye pêwîstiyeke lezgîn û wiha domand: “Nemaze ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û aloziyên li Rojhilata Navîn. Li ser vê bingehê, divê partiyên kurd, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin. Çalakiyên wiha bi awayekî mezin bandor li qadên çandî û siyasî dikin. Em wek partî, amade ne di vî warî de kar bikin.”

Di serdana navenda Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) de, endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê Şukrî Hemo teqezî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Azadiya wî azadiya gelê Kurd e.”

Her wiha diyar kir ku divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi xebite û tê bikoşe.

Di serdana Partiya Kesk a Demokratîk de, hevserokê Partiyê Luqman Ehmê axivî û got: “Azadiya Serok, kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyeyê ye. Ji ber wê divê partî, alîgirên azadiyê û demokrasiyê, ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîneke hiqûqî û siyasî bimeşînin.”

Di dawiyê de însiyatîfê serdana navenda Partiya Lîberal a Kurdistanê kir û armancên serdanê ji wan re şîrove kir.

Sekreterê partiyê Ferhad Têlo teqezî bi meşandina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Tevlêbûna pêngavê, erkeke exlaqî, nîştimanî û mirovî ye. Xebatên me di vê çarçoveyê de wê her tim berdewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şêniyên Minbicê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
Nûçeya Pişt re Dayikên Aştiyê: Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ’ê şikand

Di daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hate ragihandin ku êrîşa komeke çeteyên DAÎŞ'ê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Divê kes netirse û dest bide aştiyê

Rêxistina DEM Partî ya Aydinê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan kongreya xwe ya asayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekarên li Efrîn û Helebê daxwaza çareseriyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê ji bo 19 şehîdan taziye: ‘Em ê li pey şopa wan biçin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Dibistanên Dirbêsiyê: Zimanê dayikê mafek e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo 19 gerîlayan taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?