Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê, çalakvanên ji tevgerên civakî yên cuda, rêxistinên jinan û xwendekaran li Casa Capri kom bûn. Di çalakiyê de rewşa Rêber Apo, pêşveçûnên li Rojhilata Navîn û têkoşîna gelê Kurd hatin nîqaşkirin.
Di çalakiyê de, li ser berxwedana dîrokî ya gelê Kurd û ezmûna avakirina Konfederalîzma Demokratîk nîqaş hatin kirin. Çalakvanên ji rêxistinên cuda destnîşan kirin ku fikren Rêber Apo û şoreşa Rojava ji bo tevgerên civakî yên li Abya Yala jî çavkaniya îlhamê ne. Di avakirina rêxistinbûna civakî de têkoşîna jinên Kurd a li dijî kapîtalîzm û patrîyarkayê wek ronahiya jiyanê hat destnîşankirin û paradîgmaya Rêber Apo hat vegotin.
Di kombûna ku ji bo azadiya Rêber Apo hate birêxistin de, ji bilî têkoşînên li São Paulo, ezmûn û hişmendiya berxwedanên li ser axa Abya Yala jî hatin parvekirin. Hat gotin ku yekîtîya gelan û îtîfaqên enternasyonalîst sînorên netew-dewletê derbas dikin û têkoşîna gelan xurtir dike. Êrîşên li Rojhilata Navîn li dijî gelan hatin şermezarkirin û piştgirî ji gavên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo aşitî û civaka demokratîk avêtiyê hate dayîn.
Beşdaran ji bo azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî yên Kurd banga azadiyê kirin û banga pêkanîna mafê hêvîyê kirin. Çalakî bi vê peyamê ku hate dayîn bi dawî bû. Peyama çalakgeran bi vî awayî ye:
“Ji São Pauloyê ji Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî yên Kurd re Azadî!”