Piştî baranên zêde yên ku ji şevê de dest pê kiribûn, bajar bi esmanekî şîntarî şiyar bû. Bayên sar ên ku dihatin, li pelên fireh ên darên çinar ên qurmê wan stûr ên li ber kolanê dixist, lê otomobîlên ku li ser ronahiya trafîkê ya kesk sekinîbûn, bêsebir dibûn. Dengê kornayên bêsebiriyê li tevahiya kolanê deng vedida. Di serê sibehê yê 28’ê Mijdara 1996’an de, hewaya germ a nediyar a bajêr, gav bi gav cihê xwe dida bayên sar.
Bayê ku dihat û qîrîna ku li Taxa Şehîtlikê ya Amedê dihat bihîstin, tevlîhev dibû. Jineke bi porê spî, ku bi lez û bez ji pişt deriyên şikestî li ser hemû derenceyên avahiya 5 qatî, heta qata zemînê, bi zorê hat derxistin, siwarî ‘torosa spî’ hat kirin. Dema ku jin bi zorê siwar dikirin, bi tirs li wî kesê ku bi xemgînî lê dinêrî, nihêrî û tavilê nas kir. Ew hevserê wê bû. Hevserê wê ji bazara ajalan hatibû girtin û mîna wê siwarî ‘torosa spî’ kiribûn. Dayikek û bavek ku nizanibûn ku wan dibine ku; tevî ku laşên wan diêşiyan jî, berxwedan. Wan dizanibû çima têne kişandin û çima têne girtin, lê nizanibûn ka bê bi ku derê de dibin. Cihê ku ew dibirin, navnîşan nediyar bûn. Yên ku dibirin dizanibûn, lê hevjînên hev Fahriye û Mahmut Mordeniz qet nizanibûn. Wê çawa bizaniban ku dê laşên wan ên êşkencekirî bibin ‘Newala Qesaba’ û dê her yek ji wan bi guleya debanceyê li nava eniya wan bixin û veşêrin.
ÇAVÊN WAN CAREKE DIN VENEBÛN
Li navnîşanên nediyar, li bin sîwaneke xaniyekî de an jî li jêrzemînan êşkence li wan kirin. Tevî ku ji laşê wan xwîn diherikî jî, radestî êşkenceyan nebûn. Bi baweriya bi felsefeya “Berxwedan Jiyan e” li ber destê zaliman li ber xwe dan. Berxwedan heta ku çûn Newala Qesaba. Di saetên şevê de, di rewşeke bêhiş de, birin axa Newala Qesaba ya sar. Mahmut bi destên ji paş ve girêdayî li ser erdê dirêjkirî bû. Dema ku çavekî xwe yê bi xwîn tijî vekir û nihêrî, hevjîna wî li ser erdê bû, destên wê ji paş ve girêdayî bûn û ne ser hişê xwe bû. Wî dît ku kesên rûyê wan maskeyî bi bêr û teviran axê dikolin. Zêde derbas nebû, wî dît ku kesekî rûyê wî maskeyî debanceya li ser pişta xwe derxist û debance da eniya Fahriyê. Çavê xwe yê xwînî girt. Û dengê çekan… Nikarîbû çavên xwe veke. Tiştekî din ku bike tunebû ji bilî girêdana destên xwe. Ji ber êşkenceyan laşê wî bêhêz mabû, zimanê wî lal bûbû. Zû zû hest kir ku hesinê sar yê çekê li ser eniya wî ye. Û ew çav careke din venebûn…
TIRSA WAN JI CIVAKA ŞIYARBÛYÎ BÛ
Bi hezaran canên tijî hezkirin bêpirsyarî avêtin çala mirinê. Di gorên ku bi qasî carekê hatibûn kolandin de veşartin û ax avêtin ser wan. Çalên ku hatibûn vekirin, nehatin girtin, ji ber ku li benda laşên ku dê werin, li benda yên ku dê paşê werin bûn. Xwînxwaran, li hemberî berxwedana bi hezaran mirovên ku li dijî şewitandin, hilweşandin û tinekirina wan li ber xwe didan, ji ber ku ji hêza wan ditirsiyan, ew qetil kirin. Şiyarbûna civakek razayî pêk hatibû. Li hemberî gelek kesên ku bi qêrîn digotin me Kurdistan li Agiriyê kiriye bin betonê, li beramberî gelek kesên ku digotin em hê li ser piyan in û têkoşînê dikin, bi tirs dilerizîn. Li bodruman, serşokan, li ser banan bi hezaran mirov kuştin. Ciwan li kafeyan teqandin. Yên ku li qadan digotin ez Kurd im, li kuçeyên teng bi kêrên kujeran qetil kirin. Gelek dayik û bavên porspî yên ku di kêliyên xwe yên herî watedar de şahî dikirin, bi zorê siwarî panzêran kirin û hewl dan wan tune bikin, û birin.
TÊKOŞÎN DI HER GAVÊ DE HÊZDARTIR BÛ
Ji ber ku ev mirov di têkoşîna tolhildana înkarkirin, komkujî, komplo û zordestiyên ku bi sedsalan dihatin jiyîn de bûn, wan bi navê dayik, bav û birayên gerîlayan revandin û birin navnîşanên nediyar. Rêberê ku afirînerê vê şiyarbûnê bû, êdî manewiyata vê civakê hembêz kiribû. Li Enqerê bi gotina “Kurdistan mêtingeh e” ji laşên bê ruh re can dabû û şiyarbûna ax û civaka mirî dabû destpêkirin. Rêberên watedar û afirîner, yên ku qîmetê didin kedê, ji koletiyê nefret dikin û ji azadiyê hêvîdar in, destên xwe dirêjî gelê ku dema azadiya wan hatibû, kiribûn. Têkoşîn di tama dema şiyarbûnê de bû. Têkoşîn bi her gavê hê zêdetir xurt bû. Neviyên wan meşaleyên azadiyê yên şewitî hê zêdetir xurt kirin û her kesî silav da wan, ji Hakiyan heta Mazluman, ji Sarayan heta Numan Amedan, ji Azad Sîseran heta Doza Welatan, ji Bengî Mûşan heta Sofî Nûrettînan, ji Alî Haydar Kaytanan heta Riza Altunan, heta Asya û Rojgeran.
JI SEKNA XWE TAWIZ NEDA
Mahmut Mordeniz di sala 1951’an de li Amed/Licê ji dayik bû. Fahriye Mordeniz di sala 1956’an de li ser heman axê çavên xwe li cîhanê vekir. Her du jî ji gundê Akro bûn. Demên herî xweş ên zarokatiya xwe li gund derbas kirin. Di dema ciwaniya xwe de Fahriye û Mahmut evîndar bûn û zewicîn. 10 zarokên wan çêbûn. Dema Xalê Mahmûd çakêtê xwe diavêt ser milên xwe û bi pêlavên xwe yên çermîn ên tûj ên serî di kuçeyên teng ên sûrê re diçû, ne mimkun bû ku meriv ji heybeta wî bandor nebe. Heybeta wî ya ku ji cixareke tûtinê dipêça, ji bo vegotinê têr nake. Bi taybetî li Amed û derdora wê di salên 1990’an de, dema ku behsa Xalê Mahmûd dihat kirin, wekî mirovekî mêrxas û bê tirs dihat naskirin. Di demên qetlîam û sûcan de, bi baweriya lehengên xwe yên ku li çiyê şer dikirin, tu carî dest ji têkoşîna azadiyê berneda. Li çiyayên Licê û Aqroyê, bi helwesta xwe ya herî bi prensîb, tevî hemû gefên dijmin jî, bê rawestan li ser riya xwe meşiya. Her gava dihat girtin û berdan, bi laşê êşkencekirî dihat malê, lê tu carî dev ji azweriya xwe berneda. Bêyî ku tawîz bide dijmin, wî canê xwe jî da têkoşîna ku baweriya xwe pê dianî.
DU ZAROK SPARTIBÛ TÊKOŞÎNÊ
Dayîka Fahriye, jineke Kurdistanî bû ku dilê wê mîna agirê hesretê dişewitî. Du kur, du zarok, du canên xwe spartin têkoşîna azadiyê. Di şexsê her du zarokên xwe de, bi hezaran xezalan re dayiktî kir. Ew parastin, xwedî kirin û mezin kirin. Xwişkên Mahmut, Halîse û Mevlo Anal bi rûmeteke mezin, tevî ku dawiya wê mirin jî be, bê tirs karîbûn bibin dayikên gerîlayên Amedê. Di demên herî zor ên salên 90’î de, her sê jin jî li zarokên xwe xwedî derketin. Ji xezalên li çiyayan re bûn dayik, bûn kurye, heta bûn doktor. Tevî bi dehan gef û êşkenceyên dijmin, Dayîka Fahriye tawîz neda. Bêyî ku gavekê jî ji doza ku baweriya xwe pê dianî paşde gav biavêje, çanda xwe ya berxwedêr bi egîdên ku li çiyayan têkoşîn dikirin re, kir yek. Bêyî ku cih bide fikarê, li ser vê rêyê meşiya.
KUREKÎ WÊ ŞEHÎD KET, YEK JÎ DÎL HATE GIRTIN
Erê, dê û bavê her du gerîlayan jî beşek ji bûyeran bûn. Heta nefesa xwe ya dawî gotin em dev ji doza ku baweriya xwe pê tînin bernadin û hatin qetilkirin. Di 28’ê Tîrmeha 1997’an de, kurê wan ê por kurîşk yê ku pir jê hez dikirin, Zinar Amed (Ferman Mordeniz) jî bû şopdarê dayik û bavê xwe. Zinar Amed, ku her kêlî bi ruhê tolhildanê tijî bû, bi lehengî şer kir û tevlî karwanê nemiran bû. Ferhan Mordeniz (Qasim Zinar Nûpelda) jî di kemîna ku di sala 1999’an de li koma Amedê ya ji herêma Bakur derbasî herêma Başûr dibû, birîndar dîl ket. Hîn jî di zindanê de têkoşîna xwe didomîne. Mîna her salvegerê, îro jî min xwest bi nivîsandina vê nivîsê, di 29’emîn salvegera wan de, bi kurteyekê behsa wan, qîmeta wan û kedên wan bikim û wan bi bîr bînim.

