Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Suzan Akipa bi daxwaza dîtina muwekîlên xwe, Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiva serlêdanên ji bo hevdîtinê nayê dayin û hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û vê yekê weke hincet nîşan didin.
Li gorî Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê:
-Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û heya niha di navbera Gulan û Tebaxa 2019’an de bes 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatiye ku ji van 5 hevdîtinan a dawiyê jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatiye.
– Ji sala 2014’an û heya niha bes 5 hevdîtinên malbatî pêk hatine.
– Hevdîtina rû bi rû ya herî dawiyê jî di 3’yê Adara 2020’an de li gel birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan pêk hatiye.
-Ji roja ewil heya niha bes 2 caran bi rêya telefonê hevdîtin pêk hatiye. (27’ê Nîsana 2020’an û 25’ê Adara 2021’an)
-Hevdîtina bi rêya telefonê ya herî dawiyê ku di 25’ê Adara 2021’an de pêk hatiye û piştî axaftineke pir kurt telefon hatiye qutkirin û ji wê demê heya niha tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê standin.