Dema biraderên Lumiere, kamrea îcad kirin û pê vîdeo çêkirin, haya wan jê nebû ku ev amûr wê dinav çend salan de bi pêş bikeve.Wan tene dîmenên malbatên xwe yên rojane û karkerên ku ji fabrîkeyê derdikevin, kişandin. Jixwe, armanca wan ne ew bû ku kamerayê bikin amûra hunerî. Armanca wan tenê ew bû ku wêneyan bi tevger bikin û bi ser ketin. Piştî demekê, sehrbazê ciwan, George Milies bi alikariya sehrbaziya xwe çîrok ava kirine (Filma wî Çûyina Heyvê-Filma yekem ya bi çîrok tê qebulkirin) û ev çîrok kirine film.
Dema hin kes qala sînemaya Yilmaz Guney dikin, dibêjin Guney bê senaryo film çêdikirin. Lê bes, ev gotin ne rast e! Heger piçekî rastîya xwe hebe jî naxwe filmên Guney ên bê hêz, bê senaryo hatine çêkirin. Li gorî sinemaya wî filmên wî yên herî serketî yên ku senaryoyên wan herî baş in: Rê, Kerî, Hêvî, Endîşe…
Ji bo filmekî tişta herî girîng senaryo ye. Heger tiştekî nivîskî di deste derhêner de nebe, dema derbasî qada çêkirina filmê xwe bû, wê aloziyeke hişî bê pêşiya wî. Nikarê kontrola seta xwe bike û dîmenên xwe nikare bi rêk û pêk bigire. Heger senaryoya derhêner ne amade be, wê tekiliya wî û lîstikvanê wî jî ne bi hêz be. Di qada filmî de diyalog û dîmenen jixweber wê derkevin holê û ev tişt wê hêza filmî bişikîne. Di dewama filmî de wê problem çêbin û ev rewş wê di dema pevbestinê de derkevin hemberî derhênerê/î.
Demeke dirêj ya amadekirina filmî jî dema senaryoyê ye. Sînemakar di derba pêşî de nikare dest bi senaryoyekê bike. Hin pêvajoyên nivîsandina senaryoyê hene. Di serî de divê fikreke mirov a resen hebe. Yan jî fikreke ji rêze hebe ku tu bi afirîneriya senaryoya xwe wê fikrê resen bikî. Tişta sereke ew e ku fikreke te hebe! Yanî rê û rêbazên nivîsandina senaroyê hene. Sînemakarek ji bo ku karibe filmekî baş û birêkûpêk çêke divê li gorî qanûnên sînemayê tevbigere. Rêya wê jî hêsan e: Xwendina berhemên sînemayê û pê re jî temaşekirina filman.
Kêmasîya berhemên nivîskî di sînemaya Kurdî de xwe dide hîskirin. Em xwe ne bi zimanê xwe lê bes bi Tirkî, Erebî, Farisî yan jî bi Ingilîzî fêrî sînemayê dikin. Mirov bike neke jî xwendina bi zimanê biyanî bandorê li ser hişê mirov jî dike. Û di dawî de jî berhemên tevlîhev ên ku mirov nizane di kîjan astê de binirxîne derdikevin holê. Sînemakarî ne tenê ew ku tu filman çêkî yan jî dîmenan bigirî yanî ne tenê pratîk e. Sînemakarî di bin banê xwe de teoriyê jî dihewîne! Û bê teorî jî sînemayeke resen nayê avakirin!
Van rojên dawî ji Weşanên Avestayê pirtûka A.Rahim Kılıç a bi navê “Ji bo Filmekî Senaryo” der çû. Pirtûk ji bo sînemavaneke/î Kurd ku xwe fêrî nivîsandina senaryoyê bike, hatiye amadekirin. Di Naveroka pirtûkê de babetên giring yên wek temaya senaryoyê, tîp û karekter, di senaryoyê de tevger û bikaranîna demê jî hene. Wekî din rê û rêbazên nivîsandina senaryoye, teknîkên senaryoyê, cûreyên wê (bi mînak) yek bi yek bi babetan daketiye.
Her sînemavanê/a Kurd divê wê pirtûke ji wan refan derxe û bixwîne. Fêrbûna Senaryoyê bi Kurdî ji bo Sînemavaneke/î Kurd tişta herî giring e. Nivîsandina Pirtukên Sînemayê bi Kurdî rêya afirandina berhemên resen jî vedike. Xwedî derketina li Sînemaya Kurdî ne tene çêkirina filman e yan jî temaşekirina li wan e, her wiha bipêşxistina teoriya sînemaya Kurdî ye jî. Em çiqasî zû teoriya xwe bi ser bixin, em ê ewqasî zû sînemaya xwe resen bikin. Ji ber wê jî, xwendin û rexnaya film, pirtûk, belgefilman muhim e. Xwendin, temaşelêkirin, rexne û nîqaş bila bibe slogana 2024´an a sînemavanên Kurd!