Ji bo Încî Sumbul (Sema Roza), endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ku di 13’ê Kanûna 2021’ê de li Garê ya Herêma Kurdistanê şehîd bû, li gundê Qeregîvîç ê navçeya Qereyazî ya Erziromê, taziye hat danîn. Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. Endamên Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) û Platforma Saziyên Demokratîk bi girseyî serdana merasîma sersaxiyê kirin. Di dema serdanê de dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê DBP ya Erziromê Ramazan Karakaş axivî. Karakaş got ku hebûna Kurdan bi saya kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane tê naskirin.
Hevserokê MEBYA-DER a Wanê Yusuf Dundar got: “Em ê ji bo pêkanîna xeyalên wan têkoşîna xwe bidomînin. Roza şehîd keça vî gelî ye. Pêdivî ye ku em yekgirtî bin. Ji bo serketinê, divê em teqez yekgirtî bin û bi hev re tevbigerin.”
Merasîma sersaxiyê bi berzkirina “Şehîd Namirin” berdewam kir.

