Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo gerîlayê HPG’ê Ferhat Guler (Argeş Bagok) ku di 14’ê Tebaxa 2020’an de li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşekê de şehîd bibû, konê sersaxiyê hate danîn.
Konê sersaxiyê ku li Taxa Dîcleyê hat danîn ji aliyê MEBYADER’ê ve hat ziyaretkirin. Bi sedan kes bi dirûşmeyê “Şehîd Namirin” ber bi konê sersaxiyê ve meşiyan.
Serdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevserokê MEBYADER’ê Salih Kuday axivî. Kudayî, anî ziman ku ew ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, jî têkoşîna aştiyê ya Rêber Apo bi bîr xist û diyar kir ku ew ê bi xwedîderketina li bîranîn û têkoşîna şehîdan serketina pêvajoyê misoger bikin.
Bavê Ferhat Guler Şehabettîn Guler, da xuyakirin ku kurê wî şehîdê gelê Kurd e û got, “Em hêvîdar in ku ev pêvajo bi rengekî serketî birêve biçe û ew ê şehîdê me yê dawîn be.”

