Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Ji bo hemû bawerî û olan hevgirtin, çareseriyê tîne’
Rojava

‘Ji bo hemû bawerî û olan hevgirtin, çareseriyê tîne’

Pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku ew li ser esasê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûne û destnîşan kirin ku çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn teqez wê bi felsefeya Ocalan pêk were.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya xebatên avakirina civaka demokratîk de bi tevlîbûna 6 pêkhate, ol û mezheb semîner hate lidarxistin. Di semîneran de pêkhate li ser têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi pêkhate, ol û mezhebên cuda re, her wiha li ser çalakiyên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

 

Encûmana Civaka Eremenî Hena Somî li ser semînerê ku hatiye lidarxistin axivî. Somî got, ”Yek ji sedemên lidar xistina vê semînerê ew e ku, di Rojhilata Navîn de kuştin, mezhebperestî, netewperestî di navber ol û netewan de gelek e. Di vê semînerê de me bal kişand ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan ku çawa bi rêya fikira xwe daxwaza neteweyeke demokratîk dûrî netewperestî û şofînîzmê û ol persertiyê  dike. Her wiha da ku di nav gelan de ev yek zêdetir belav bibe û naskirina têkîliya di navber Rêber Abdullah Ocalan bi kesayetên siyasetmedar û oldar û pêkhateyên din ev gav girîng bû.”

Somî, da zanîn ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aloziya Rojhilata Navîn çareseriya herî pêkan e û wiha domand, “Ramanên Rêber Apo bû wesîle ku ev hemû pêkhate îro li cihekî kombibin û nêrînên xwe bi hev re parve bikin. Ev yek ji bo avakirina sîstema demokratîk girîng e. Hêviya me ew e ku projeya avakirina civaka demokratîk li ser esasê ramanên Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pêk were, da ku hemû ol, mezheb, netewe û ziman bi awayekî wekhev bijîn.”

 

Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Şemo jî nêrîna xwe di derbarê semînerê de anî ziman û got, ”Ev seminer ji aliyê Encûmana Ciivaka Eremenî ve hatiye organîzekirin. Beşek ji wê semînerê li ser ola Êzîdiyatî diaxivî, bi taybet girêdana Rêber Apo bi vê ol û baweriyê û tevî hemû fermanên ku ser gelê Êzîdî de hatine gelê Êzîdî çawa heta niha ola xwe parastî? Li ser van mijaran nîqaş çêbûn. Ola Ezîdî ji koka Kurdiyetiyê tê, ji bo wê xwestin vê kokê ji holê rakin, her fermanekê çîrokek xwe heye û êş û azarên wê hene. Ji ber vê jî divê hemû ol û bawerî fikira Rêber Apo ji xwe re esas bigirin. Bi van semîneran re armanc fêmkirin, belavkirina felsefeya Rêber Apo ye û ji bo azadiya wî ya fîzîkî pêk were em li ser rê û rêbazan nîqaşan dikin.”

 

Hevserokê Fakûlta Zanistên Olî ya Zanîngeha Rojava û her wiha Cigirê Hevserokatiya Kongreya Îsalama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mazin Harûnî jî li ser mijarên ku di nav semînerê de hatine nirxandin û nîqaşkirin, axivî . Harûnî got, “Ramanên Rêbertî çareserî û xelas bûna ji nakokiyan e. Komkujiyên ku di van salên dawî de li ser hemû pêkhateyan bi hicetên cûda hatin kirin, bi vê rêyê xwestin vê nakokîyê kûr bikin. Lê dema ku van pêkhateyan xwe bi fikira Rêber Ocalan rast kir, dîtin ku hevgirtin çareseriye, ji bo wê xwestin vê fikirê belav bikin û da ku civak dîsa ber bi van planan va neyê kişandin û nekeve bin bandora mejiyê desthilatdaran.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çar dilsozên Botanê, xeta agirê Çaran vejiyandin
Nûçeya Pişt re Bozan: Dewleta Tirk li Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê dimeşîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê 4 kesên ji Efrînê revandin

Komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk 4 kesên ji Efrînê revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê diyar kir ku ji bo Newroza Amedê ya 21’ê Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Netanyahû: Zexta navneteweyî wê operasyona li dijî Refahê asteng neke

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku “zexta navneteweyî” wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ciwan Îbrahîm Rojava ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî serdana sersaxiya şehîd Ciwan Îbrahîm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Girkê û Rimêlanê ji bo Kurdî daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê merasîma bîranînê ya ji bo Ciwan Ereb

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?