Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hatin kirin.
Parêzer her wiha ji bo bi muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin serlêdan kirin.
Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.