Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê(MKG) ji bo mamosteyê Çapemeniya Azad rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol ku şeva sersalê jiyana xwe ji dest da, li avahiya DFGê ya semta Ofîsê ya Amedê şîn danî. Di şînê de wêneyên Huseyîn Aykol hate danîn. Şagirtên Huseyîn Aykol ango rêveber û endamên DFGê û MKGê kesên têne serdanê pêşwazî dikin. Li cihê şînê lenûskek bîranînê hate danîn û kesên serdana şînê dikin derbarê Huseyîn Aykol de fikir û hestên xwe nivîsandin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatun, endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesan serdana şînê kir. Meral Daniş Beştaş û Çigdem Kiliçgun Uçar di şînê de axivîn û sersaxî ji Çapemeniya Azad re xwestin.
Hevberdevka HDKê û parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku Huseyîn Aykol kedkarê Çapemeniya Azad bû û got: “Huseyîn Aykol tu carî ala heqîqetê berneda, ew şervanê heqîqetê bû. Em hemû bi çûyîna wî pirr hêstiyar bûn. Kedkarên Çapemeniya Azad ji bo aştî û demokrasî bê vî welatî dixebitin, ked didin. Ev al dê nekeve. Serê me sax be. Rehma xwedê li mamoste Huseyîn be.”
Hevseroka DBPê Çigdem Kiliçgun Ûçar jî axivî û Huseyîn Aykol bibîranî û wiha got: “Nasnameya kesekî, helbet keda wî diyar dike. Huseyîn Aykol bi bêdengiya xwe kurahiyekî vedişart. Huseyîn Aykol ji bo çanda Çapemeniya Azad ya Kurdan bû nîşane. Ya herî girîng mamoste Huseyîn Aykol ji bo demokrasiya gelan bi xebata xwe rê nîşanî çapemeniyê dida. Serê me sax be, heval û şagirtên mamoste Huseyîn Aykol wê pênûsa wî li erdê nehêlin.”

