Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di çarçoveya 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakiriyên di Bin Çavan de ya Navneteweyî çalakiya pêxistina find lidarxistin.
Di daxuyaniya ku gelek parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn de pankarta “Kesên di bin çavan de hatin windakirin ji bîr nekin” hat vekirin. Wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin hatin hilgirtin û li ser parçeyeke reş find hatin pêxistin.
Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Me di nava hefteyê de daxwazên xwe anî ziman. Me xwest ku windakirinên di bin çavan de û bêcezabûn bi dawî bibe. Em heq û edaletê dixwazin. Heta hemû kiryar bên cezakirin, em ê daxwaza xwe bidomînin.”
Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe diyar kir ku wan 1000 hefte li pey xwe hiştine û anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Birayê Hayrettîn Eren ê di bin çavan de hat windakirin, Îkbal Eren wiha got: “29 sal in ji bo windakirina di bin çavan de têdikoşin. Em ji bo ku tu kesên din neyên windakirin, li Galatasarayê rûniştin. Ger windakirinên di bin çavan de nebe, ev serkeftina Dayikên Şemiyê ye. Em kiryaran nas dikin. Heta ku kiryar bên darizandin, derkevin pêşberî raya giştî û gora hezkiriyên me hebe wê têkoşîna me bidome.”
Hevjîna Fehmî Tosûn ê di bin çavan de hat windakirin, Hanim Tosûn jî got: “Ger gorê wan hebûya em ê çûban wir, me ne li nîva kolanê find pêdixist. Hestiyên xizmên me li ku bin bila bibin em xwe bi rêzdarî li pêş wan ditewînin. Em ê wan ji bîr nekin; bila ev jî ji we re bibe derd.”
Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz jî bal kişand ser têkoşînê û destnîşan kir ku hezar sal jî derbas bibe ew ê kesên di bin çavan de hatin windakirin bigerin û got: “Li pey windahiyên xwe êş dikişînin. Bila şîna me ya 29 salan û êşen me yên di dilê me de biqedin.”
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.