Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, lêgerîna edaletê
Kurdistan

Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, lêgerîna edaletê

Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, lêgerîna edaletê domandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Gevera Colemêrgê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” berdewam kirin.  

AMED

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 826’an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê ya Amedê hatin cem hev. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û kesên ji ber kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin.  

Di çalakiya vê hefteyê de, li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku di 6’ê Kanûna 1993’yan de li navçeya Sêwereg a Rihayê di bin çavan de hat windakirin, hat pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê endamê rêveberiya ÎHD’ê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat dayîn.

Alî Îhsan Demîrtaş bi bîr xist ku Huseyîn Taşkaya 42 salî bû û xwediyê 4 zarokan bû û wiha got: “Huseyîn Taşkaya li Siwêregê dijiya û karê mutahitiyê dikir. Di salên 90’î de li Sîweregê ku bi temamî di bin desthilatdariya Eşîra Bucak de bû, binpêkirinên giran ên mafên mirovan rû dan. Di Rapora Susurlukê ya di 13’yê Tebaxa 1997’an da ji aliyê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîriyê ve hat amadekirin de hat gotin ku ‘Hêzên ewlehiyê operasyonên li herêmê bi tevahî derbasî Eşîra Bucakê kirine û çekdarên eşîrê wek; dewlet di nava dewletê de’. hat diyarkirin.”

Alî Îhsan Demîtaş diyar kir ku Huseyîn Taşkaya ji ber helwesta xwe bû hedefa leşker, polîs û Eşîra Bucak wiha bilêv kir: “Her ku zext û gef zêde bûn, malbata xwe şand Stenbolê. Ew jî li mala mamê xwe ma, heta ku karê xwe bide ser hev. Di 6’ê Kanûna 1993’yan de leşker, polîs û cerdevanên ji eşîra Bucak ên ku bi konvoyek ji 30 wesayîtan pêk dihat hatin mala mamê wî ya li taxa Baglar a Siwêregê û Huseyîn Taşkaya binçav kirin. Malbat ji bo kurê xwe bipirse serî li cendirme, polîs, dozger û walîtiyê da. Piştî serlêdanên malbatê rayedarên leşkerî îdia kirin ku Huseyîn Taşkaya piştî binçavkirinê demek kin radestî polîsan hatiye kirin. Polîsan jî gotin ‘Ne li cem me ye, biçin ji Sedat Bucak bipirsin’ Parlamenterê DYP’ê yê wê demê, serokê eşîr û cerdevan Sedat Bucak jî got ‘Tîmên me ew girtin lê radestî dewletê kirin. Em ji niha û pê de tiştekî nizanin, dewlet dizane’. Hemû hewldanên malbatê bê encam man û careke din agahî ji Huseyîn Taşkaya nehat. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê erka xwe ya lêkolînkirina bûyerê û cezakirina sûcdaran pêk neanî. Binçavkirina Huseyîn Taşkaya ya ku xizmên wî û hemû şêniyên taxê şahidî kir, weke ‘îdiaya razber a malbatê’ nirxand û biryara neşopandinê da.”

Alî Îhsan Demîrtaş, anî ziman ku çend sal derbas bibin jî dê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya bipirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di 31’emîn salvegera windakirina Huseyîn Taşkaya de careke din bi bîr tînin: binçavkirina Huseyîn Taşkaya nehatiye qeydkirin. Der barê çarenûs û cihê wî de heta îro agahî hatiye dayîn. Em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Huseyîn Taşkaya û hemû windahiyên xwe bernedin. Bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD û Xizmên Windayan di hefteya 663’yan de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD’ê û MEBYA-DER beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ahmet Şiray axivî di çalakiyê de.

Ahmet Şiray diyar kir ku heta aqûbeta windayan bê zelalkirin dê têkoşînê bidomînin. Ahmet Şiray anî ziman ku ji 31’ê Çileya 2009’an û vir ve bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” bi israr li ber xwe didin û got: “Em vê têkoşînê bi pêşengiya xizmên windayan didomînin. Di erdnîgariya me de bi taybetî di salên 90’î de şerekî dijwar hebû. Mixabin di vê pêvajoya pevçûnê de berdêla herî giran welatiyên me yên sivîl dîtin. Dîsa piraniya wan di van salan de ji aliyê pêkhateyên paramîlîter ve hatin binçavkirin û windakirin. Cenazeyên bi hezaran mirovên me li van herêman di gorên komî de ne. Me ji gorên komî yên ku piraniya wan li Pasûr, Licê, Êlih, Sêrt û deverên din ên herêmê bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan a Amedê hatin vekirin, bi êş me şahidiya vê yekê kir.”

Ahmet Şiray bi bîr xist ku dewlet û desthilatdariya siyasî berpirsyariya xwe ya binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ji ber pêkanînên windakirina bi darê zorê pêk tên qebûl nekirine û bi hinceta “Ewlehiyê” çalakiyên aştiyane yên xizmên windayan ên daxwaza edalet û heqîqetê dikin qedexe kirine. Ahmet Şiray diyar kir ku têkoşîna wan wê bidome.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 153’yemîn a çalakiya xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de, berpirsyarên karsazê Colemêrgê Namîk Erdogan ku di 10’ê Gulana 1994’an de li Kolana Selanîkê ya Enqereyê hat revandin û cenazeyê wî di nava sînorên bajarê Kirikkaleyê de hat dîtin, hatin pirsîn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Sîbel Çapraz ve hat xwendin. Sîbel Çapraz, anî ziman ku bûyerên şîdetê roj bi roj zêde dibin û destnîşan kir ku ev zêdebûn gelek binpêkirinên mafan bi xwe re tîne. Sîbel Çapraz, bal kişand ser çîroka Namîk Erdoganê ku hat qetilkirin û wiha got: “Di 8’ê Gulana 1994’an de ji cihê kar derket. Çû restoranta li kolana Selanîkê ya Enqereyê. Namîk Erdoganê ku di derdora seat 20.30’an de ji restorantê derket qet venegeriya malê. Burokratê Kurd ê Colemêrgê Namîk Erdogan, di îhaleyên ku di nava Wezareta Tenduristiyê de dihatin kirin de hin neheqî dîtin û piştre ev îhale hatin betalkirin. Di 10’ê Gulana 1994’an de cenazeyê wî yê kuştî di nav sînorên Kirikkaleyê de hat dîtin.

Sîbel Çapraz da zanîn ku wê demê li ser giliya hevjîna Namîk Erdogan Nuran Erdogan û di çarçoveya lêpirsînê de Mehmet Unlu, Haluk Kirci, Bîlal Demîrbag, Menşure Sumer, Veysel Onalz, ji aliyê Serdozgeriya Kirikkaleyê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha bi lêv kir: “Serdozgeriya Komarê di çarçoveya lêpirsînê de di 11’ê Sibata 1999’an de biryara neşopandinê da. Parêzerên malbatê dosya şandin Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM). Serdozgeriya Komarê ya DGM’ê jî di 23’yê Îlona 1999’an de bi îdîaya ‘Sûcê rêxistinê ava kirine’ lêpirsîn da destpêkirin, biryara neşopandina 8 gumanbaran da. Rastiya ku Serdozgeriya Komarê ya Kirikkaleyê 17 sal piştî cînayetê guleyên cesedê Namîk Erdogan ji bo lêkolîna balîstîk şandin, di bîranînê de wekî notek girîng a ku cînayet bi çiqasî jêhatî hatiye nixumandin, nîşan da.”

Sîbel Çapraz, diyar kir ku faîlên cînayetên kiryar nediyar ên piştî mirina Namîk Erdogan li Tirkiyeyê hatin kirin, hatin nixumandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev jî derdixe holê ku ev cînayet ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine kirin. 17 peywirdarên dewletê yên ku di çarçoveya xebatên rêxistina çekdar a ku ji bo sûcan pêk anîne de ji ber sûcê kuştina Namîk Erdogan dihatin darizandin ji aliyê darazê ve beraat kirin û bi biryara beraetê ya bi darê zorê hemû prensîbên hiqûqî ji holê hatin rakirin. Her çendî daraz hewl dide van cînayetan binax bike û ji wextê xwe derxîne jî, em ê di şexsê Namîk Erdogan de ji bo hemû windahiyên xwe li edaletê bigerin. Em ê ji bo Namîk Erdoganê ku hat binçavkirin û qetilkirin û hemû windahiyên xwe li qadan dengê xwe bilind bikin û li qadan ji bo hezkiriyên xwe biqîrin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi girseyî çûn serdana şîna gerîlayê HPG’ê
Nûçeya Pişt re YCWK’ê li dijî qereqolê çalakî lidar xist!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê em li ser bingeha Modernîteya Demokratîk jiyanê jinûve ava bikin’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku koka Kurdîtiyê di civakîbûnê de…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-E’yê banga xwedîderketina pêngavê kir

YJK-E’yê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got: ‘’Ji bo azadiya Rêbertiya me, em banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Koyê, Qeladizê û Binarê Qendîlê meşên piştevaniyê ji bo Rojava

Xelkê navçeya Koye, Derekotir a Binarê Qendîlê û Qeladizê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kramatorskê di êrişa Rûs a li ser 2 otobusan de zêdeyî 30 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komploya 9’ê Cotmehê li Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanan hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Perwerdeya zimanê kurdî mafekî sereke ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?