Jinan ji bo piştgiriya pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, biryar dan ku di 19’ê Nîsanê de ber bi Gemlikê ve bimeşin.
Meşa ku bi pêşengiya TJA’yê hat ragihandin armanca wê ew e ku li gorî nirxandinên Rêber Apo yên derbarê jinên ku pêvajoyê pêşengiyê dikin xwedî li pêvajoyê derdikevin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin û hem jî ji hewldanên desthilatê yên ji bo dirêjkirina pêvajoyê re bibin bersiv.
TJA di pêvajoya ku li Tirkiye û Kurdistanê xebatên bê hempa dimeşînin de armanc dike ku di 19’ê Nîsanê de bi jinên Kurd, Tirk û hemû civakan re ber bi Gemlikê ve bimeşe.
Jinên ku li Stenbolê bi xebatên li malan û civînan amadekariya 19’ê Nîsanê dikin, diyar kirin ku armanca wan ew e ku li Stenbolê girseyeke mezin beşdarî meşê bikin. Hevseroka DEM Partiyê ya Şîşliyê Zîlan Ozturk, derbarê meşa jinan de ji ANFê re axivî.
‘EM DIXWAZIN JI RÊBERÊ GELÊ KURD OCALAN RE BIBIN BERSIV’
Ozturk diyar kir ku armanca sereke ya meşa 19’ê Nîsanê ew e ku jin nîşan bidin ku pêşengên pêvajoya aştiyê ew in û wiha got, “Armanca meşa 19’ê Nîsanê ew e ku bendewariya Birêz Abdullah Ocalan ji jinan têkildarî pêvajoya aştiyê ye. Ev bendewarî, pêşengiya jinan esas digire. Ji ber ku em dizanin ku ev yek bi destên ciwan û jinan wê serketîtir be. Ji ber vê yekê, em jî guhdariya paradîgmaya wî ya li ser jinan dikin, dixwazin jê re bibin bersiv, ji azadiya wî ya fîzîkî re bibin bersiv. Ji ber vê yekê em di 19’ê Nîsanê de dest bi meşa Gemlikê dikin. Ji ber vê sedemê, em li Stenbolê serdanên malan dikin, pêvajo û armanca meşa xwe ji jinan re rave dikin.”
Ozturk anî ziman ku demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bi têkoşîna jinan pêk were û wiha berdewam kir: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bi têkoşîna jin û ciwanan pêk were. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan vê yekê dibêje. Di paradîgmaya jinan de em dizanin ku jin di vê qadê de serketîtir in. Ji ber vê yekê, ev gavên girîng ên di pêvajoya aştiyê de wê bi xebata jinan re li ser bingehek xurttir û rasttir bimeşe.”
‘JIN BENDEWARÎ Û PIRSÊN XWE TÎNIN ZIMAN’
Ozturk destnîşan kir ku di serdanên malan de, jinan bendewariyên xwe anîn ziman, pirsên di hişê xwe de pirsîn û fikarên xwe yên li ser hêdîbûna pêvajoyê anîn ziman. Ozturk wiha pê de çû: “Di serdanên malan de, jin ji me re dibêjin ku pêvajoya aştiyê bi tendurist nameşe, hêdî bûye. Hem partiya me û hem jî dewlet bê çi dikin, dipirsin. Bê partiya me xebatên çawa dimeşîne û di vê pêvajoyê de çi dike ji me dipirsin. Em wan derbarê geşedanûn pêvajoyê û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahdar dikin. Em dibêjin ku divê jin di pêvajoyê de cih bigirin û ji bo lezandina pêvajoyê jin hêzeke girîng in.”
Ozturk anî ziman ku ew ne tenê bi jinên Kurd re di heman demê de bi jinên gelên din re jî têkiliyê datînin û wiha domand: “Jinên Tirk û yên din ku me bi wan re danûstandin kir diyar kirin ku ew ji şer bêzar bûne. Ew dibêjin ku ne diyar e desthilat çi dike, lê ew bê DEM Partî çi dike, dipirsin. Ew ne tenê ji desthilatê pirsan dikin di heman demê de ji me re jî dipirsin û dixwazin ku pêvajo bi rast bimeşe. Lê ew ji tiştên ku ew hem ji medyayê û hem jî ji medyaya dîjîtal bi bandor dibin.”
‘BI MEŞA GEMLIKÊ RE WÊ PARADÎGMAYA JINAN HÎN BÊHTIR BERFIREH BIBE’
Ozturk teqez kir ku ew li bendê ne ku li Stenbolê beşdarbûnek girseyî çêbibe û wiha bi dawî kir: “Em bang li jinan dikin ku piştgiriyê bidin meşa me ya Gemlikê. Ev ne tenê meşek e; di heman demê de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan wê gavek girîng be. Ev meş wê hem ji bo kesên ku hewl didin pêvajoyê sabote bikin û hem jî hêdî bikin re bibe bersiv û wê bihêle ku paradîgmaya azadiya jinan hîn berfirehtir bibe.”

